10 september 2014

Tirkiye naxwaze tevî cepheya li dijî DAÎŞê bibe

Li gorî medya tirk dinivîse serokerkanê Tirkiyê Necdet Ozel ji wezîrê Emerîka yê Parastinê Chuck Hagel û heyeta pê ra gotiye, ”em alîkariya operasyonel  nadin êrîşên hewayî û reşayiyê.”

Emerîkayê ji Tirkiyê xwestiye Tirkiye ne bi rengekî pasîf, lê aktîf tevî operasyonên li hemberî DAÎŞê bibe.

Lê Tirkiyê ev daxwaza Emerîkayê red kiriye û gotiye, ne mimkûn e ku leşkerên artêşa tirk di nava hêza koalîsyona ortax da cî bigre û em qebûl nakin ne Emerîka û ne jî welatekî din erdê Tirkiyê li hemberî DAÎŞê bikar bînin.

Ozel ji heyeta Emerîkî ra pir vekirî gotiye:
”Alîkariya operasyonel çi ji hewa û çi jî ji reşayiyê em tevê nabin. Ne ji min û ne jî ji erdê Tirkiyê ewê yek balafir jî ranebe…”

Li gorî medya tirk dinivîse, li ser vê bersîva serokerkanê Tirkiyê, heyeta Emerîkî matmayî maye û Hagel bûye wek tu satilek ava sar bi ser serê wî da ke.

Diyare emerîkî jî pir saf in û hîn tirk û Erdoganbaş nas nekirine. Ya jî hafizeya wan pir zeîf e. Heger hafizeya wan ne zeîf û ne saf bûna ewê hêviya alîkariyeke wiha ji hukûmeta AKPê nekirina.

Ji ber ku Tirkiye, hikûmeta  AKPê li pişt DAÎŞê ye, ew merivên Erdogan û Davutoglu ne. DAÎŞ, bi dest û alîkariya Erdogan û Davutoglu gihîştiye vê hêzê. Hemû çekên di destên çeteyên DAÎŞê da yên Tirkiyê derketin. Ev yek ji çek cebilxaneyên di vî şerê dawî da ketin destê kurdan û emerîkiyan diyar bû. Belkî hîn jî bi dehan pisporên Tirkiyê di nava DAÎŞê da hebin.

Ma Tirkiye ewê çawa rabe li merivê xwe, li leşker û ajanên xwe bide, wan bikuje?
Ma Necdet Ozel û Davutoglu dîn bûne daxwaza Emerîka ya alîkariyê qebûl bike?

Îro ji nişkave gelek giregirên dewletê, ji leşkeran bigre heta bi MITê û wezîran giş li hev civiyan. Bi îhtîmaleke mezin mesele DAÎŞ û ev daxwaza  Emerîka ye, nizanin çawa çivê bidin xwe.

Hukûmeta AKPê heta nuha wek endam tu carî xwe mecbûrî bicîanîna biryarên NATOyê nedîtiye. Tirkiyê tim NATO ji xwe ra wek mertal û alet bi kar aniye, li hemberî kurdan pê yekîtiya xwe û erdê xwe parastiye.

Lê roja NATO û Emerîka muhtacî alîkariya Tirkiyê bûne, Tirkiyê tu carî ev yek qebûl nekiriye û piştgirî nedaye NATO û Emerîkayê.

Bûyera herî dawî di sakla 2003a da dema Emerîkayê xwest têkeve Îraqê alîkarî ji Tirkiyê xwest, xwest erd û balafirxaneyên Tirkiyê yên leşkerî bi kar bîne.

Lê Tirkyê ev daxwaza Emerîka red kir û hemû keştiyên korpoşman Emerîkayê paşda vegerandin. 
Wê demê jî hukûmta AKPê li ser hukum û Erdogan jî serokwezîr bû. Îro jî eyni partî û eynî meriv li ser hukim in, loma jî eynî tişt dubera dibe.

Ji bo ku kurd li Sûriyê wek kurdên başûr nebin xwedî maf û desthilat hukûmeta AKPê piştgirî da DAÎŞê, serok û çeteyên wê li ba xwe şarge kir, perwerde û tedawî kir. Û dû ra jî qefle bi qefle rê kir ser kurdan, bi wan bisedan kurd dan kuştin, gund û bajarên kurdan wêran û talan kirin.

Erdogan û Davutoglu li hemberî kurdan hîn jî dev ji vê siyaseta xwe bernedane, loma jî naxwazin piştgiriya şerê li dijî DAÎŞê bikin, naxwazin zirarê bigihînin DAÎŞê.

Û heta ku hukûmeta AKPê dev ji siyaseta xwe ya antî-kurd bernede (nuha tu sinyaleke wiha xuya nake)ewê li hemberî kurdan tim û tim alîkariya hêzên wek DAÎŞê bike…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE