20 september 2014

Ji serokê Kurdistanê beyaneke dîrokî

Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî îro beyaneka pir muhîm û hewce da. Vê beyana wî dilê hemû kurdan şa kir.
Serokê Kurdistanê beyana xwe ya nivîskî da êrişên terorîstên DAIŞê yên ser Kobanê bi dijwarî rexne dike û dibêje terorîstên Daîşê êrişî şeref, ax û kerameta miletê kurd dikin û loma jî dibê meriv li her derê li wan bide û vê rêxistina terorîst miheqeq têk bibe.

Teksta beyana serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li jêrê ye:

”Bi navê Xwedê yê bexşende û mîhreban

Êrişên dirindane yên DAIŞ-ê bo ser xuşk û brayên me li Kobanê beşek ji wê nefret û dijminahiya terorîstan e ko li hemberî gelê Kurdistanê pêktînin. Wehşîkarî û êrişên DAIŞ-ê li ser Kobanê û rojavayê Kurdistanê êrişek e li ser hemî gelê Kurdistanê û ji xwe re şeref û keramet û man û nemana miletê me kiriye hedef.

Ez daxwazê ji hemî aliyên kurdistanî dikim ko hemî nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re bergiriyê li keramet, ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkek e li ser milên me hemiyan û li pêşiya hemî erkên dî ye.

Daxwazê ji civaka nêvdewletî jî dikim ko di zûtirîn demê de hemî rê û metodên lazim ji bo parastina xelkê Kobanê û rojavayê Kurdistanê ji destê terorîstan bi kar bînin. Ji ber terorîstên DAIŞ-ê her li kû bin destê xwe ji karesat û tawanan dûr nakin û lewra her li kû bin divêt mirov li wan bide û wan têkbibe. ”

2014-09-19

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE