24 september 2014

Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf Erdogan çerx dike


Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, li Emerîkayê ji nişkave çerx kir û got ew operasyonên li dijî Daîşê baş dibînin û ewê alîkariya pêwîst, çi leşkerî û çi jî lojîstîk be bidin Emerîka û cepheya li dijî Daîşê.
Halbûkî eynî Erdoganî heta nuha bira piştgiriya operasyonên li dijî Daîşê li wir bimîne, belavoka li dijî Daîşê jî îmze nekir û ji Emerîka ra got ew destûrê nadin Emerîka û hêzeke din erd û saha hawayî ya Tirkiyê li hemberî Daîşê bikar bîne.

Lê do jî li Emîka wek delemê(vizikê) vizek da xwe û got li hemberî Daîşê ewê her babet alîkariyê bi Emerîka ra bikin.
Li ser vê çerxkirina Erdogan hin kes matmayî man, henekên xwe bi teqleya Erdogan dikin, dibêjin qet fedî jî nake, çi merivekî bêprensîp e, tiştê do li dij bû îro bi heraret diparêze.
Bi dîtina min Erdogan qet ne bêpirensîp e û ew dizane ew çi dike. Ji bo wî çerxkirin, refguhertin, derew qet ne muhîm e, ya muhîm kurd li Sûriyê bi ser nekevin, nebin xwedî maf û desthilat.
Erdogan, li gorî dijayetiya kurdan hereket dike. Ji bo ku kurd li Sûriyê ji êrîşa Emerîka feydeyê nebînin dikane rojê têkeve deh boyaxan, sed carî çerx bike. Ji bo wî ev yek qet ne muhîm e, ya muhîm dibê kurd li Kurdistana rojava wek li başûr nebin xwedî statuyeke siyasî.
Ji bo ku kurdên Sûriyê, PYD têk biçin piştgirî dan Daîşê, ew şandin ser kurdan. Û gelkî li ber xwe da ji bo ku Emerîka li Daîşê nede, ji bo li hemberî Daîşê cepheyek çênebe.
Lêgava dît ku Tirkiye li dij be jî, Tirkiye piştgiriyê neke jî Emerîka ewê li Daîşê xe û ji xwe lêxist jî. Vê yekê Erdogan xist panîkê, tirsiya ku Emerîka û Rojava piştgiriyê bidin PYDê û kurdan, bi PKKê ra têkevin têkiliyê.
Ji bo ku rê ber vê îhtîmalê bigrin, elelecele sed dereceyî çerx kir û got emê alîkariya Emerîka bikin.
Li gorî Erdogan dema Tirkiye ne di nava cepheya li hemberî Daîşê da be nikanin tu teserî li cepheyê bikin, nikanin rê li ber alîkariya bi kurdan ra bigrin, nikanin ji pêşketinan baş agahdar bin. Belkî Emerîka û hin welatên din çekên giran jî bide kurdan. Erdogan dixwaze rê li ber vê îhtîmalê bigre.
Lê gava ew jî di nav cepheyê da bin, ewê bikanibin rê li ber alîkariya bi PYD û PKKê ra bigrin, ewê bibin xwedî gotin.
Ya din jî Erdogan di azaftina xwe da gotiye, dibê bi Daîşê ra rêxistinên terorîst yên wek PYDê û PKKê jî ji ortê rabin.
Li gorîErdogan dibê plan berfirehtir be, Îraqê jî bigre nava xwe û şer ne li dijî Daşîşê tenê, li dijî grûbên din jî were kirin. Rêxistinên ku Erdogan bi nav kirine û yên ku îma kirine hemû jî kurd in.
Yanî Erdogan belasebeb wiha çerx nake, derdê wî kurd in, ji bo kurd li tu beşekî Kurdistanê azad nebin, nebin xwedî mefekî herî biçûk jî ew amadeye bibe hevalê her kesî, her tiştî bike. Tenê bira kurd rizgar nebin. Erdogan ji bo vê yekê piştgirî da Daîşê û dîsa ji bo vê yekê jî nuha çerx dike, dixwaze têkeve cepheya li dijî Daîşê.
Hebûna Tirkiyê di nava cepheya li dijî Daîşê da li xêra me, li zirara me ye, di nava cepheyê da ewê bikanibin bêtir zirarê bidin me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE