13 september 2014

Gava meriv ji dîroka xwe derzê negre netîce wiha dibe

Li ser navê Hak-Parê heyeteke ji 3 kesan(Bayram Bozyel, Newzad Teker, Reşîd Delî)ji bo ku derheqê qetlîama Şengalê da û êrîşên Daîşê da ji berpirsiyaran agahiyê bigre 5 rojan çûye Kurdistana başûr û raporek li ser bûyera Şengalê amade kiriye. Heyetê  gelek kes dîtine û bi gelek kesan ra peyivîye. Û dîtin û çavdêriyên xwe bi raporekê gîhandiye bîrûraya gişîtî.
Heyet di rapora xwe da fibêje, berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê gotine wan texmîn nedikir ku DAÎŞ ewê êrîşî Kurdistanê bike, wan êrîşeke wiha nedipa.
Çima texmîn nedikirin, çawa dikanîbûn bawer bikin ku Daîş ewê êrîşî kurdan neke, garantiya wê çi bû ne diyar e.
Li gorî rapora heya Hak-Parê, berî êrîşê bi çend rojan serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn bi gelek serokeşîrên sûnî ra civînek çêkiriye û serokeşîran gotine DAÎŞ êrîşî kurdan nake. Lê dû ra van eşîran bi Daîşê ra êrîşî kurdan kirine.
Û loma jî kurdan tedbîra xwe negirtine û xafil hatina girtin.
Û ya din jî di destê pêşmergeyan da çekên giran tunebûne û di destê Daîşê da çekên girn hebûne û wan berî êrîşî xofeke giran xistibû dilê însanan.
Tiştên berpirsiyaran wek sebebê reva pêşmergeyan nîşan dane ne sebebên cidî ne. Li gel van argumantan jî dikanîbûn gel di nava lepên qatilan da nehîştina û nereviyana.
Ez dibêjim ev plan yanî xapandina kurdan jî sedîsed ya Erdogan û Davutoglu bû, wan him ji kurdan ra gotin DAÎŞ îşê xwe ji we nayne û him jî çend serokeşîrên ereb şandin ba kurdan û xapandin. Ji bo ku kurd xwe ji şer ra amade nekin û xafil werin girtin.
Yanî bi kurtî Tirkiye li pişt îşxala Şengalê ye. Ez ji roja roj da ye di vê baweriyê da me û min çend caran jî got Erdogan û Davutoglu li pişt DAÎŞê ne. Ji xwe nuha di vî warî da gelek belge û delîl hene.
Tirkiyê xwest bi destê DAÎŞê Kurdistanê bide îşxalkirin û hukûmeta Kurdistanê bixîne. Yanî tiştê wan nikanîbû bikira xwestin bi Daîşê bidana kirin.
Lê mixabin kurdên başûr pir saf in, ji dîroka xwe baş tecrûbe û derz negirtine û loma jî heta nuha bi ”dostaniya” (!) Erdogan û Davutoglu xapiyan.
Lê nuh dîtin ku di roja herî teng da Erdogan û Davutoglu ji wan ra got, ” i m sorry !”, em nikanin alîkariya we bikin, çimkî merivên me di destê DAÎŞê da ne.
Lê bi dîtina min revandina 49 personalên seferata Mûsilê jî çîrok e, senaryoyeke Erdogan Davutoglu ye.
Berî her tiştî dibê kurdan baweriya xwe bi soz û garantiya tirk û ereban neanîna, dibê hertimdi tekikê û di haziriya xwe da bûna. Hertim li bendî êrîşeke wiha bûna. Ne pir dûr, hîn do bû Îranê  Emerîkayê li hemberî Seddam garantiyên wiha dabûn MeleMistefa Barzanî, lê dû ra rojke hat û alîkariya xwe ji nişkave qut kirin û kurd bi tenê hîştin û bûn sebebê têkçûna tevgera kurdê başûr.
Li alî din, heger kurdan heta nuha di warê leşkerî da tedbîrên xwe negirtine û hîn nebûna xwediyê çekên giran û cebilxaneyek mezin ev jî kêmasiyeke pir û pir mezin e.
Bira nebêjin kesî çek nedifirot me, pere hebe çek pir in, meriv dikane ji neyarê xwe jî çekan bikire. Û li ba wan jî pere pir bû, gelekên wan bûne milyarder.
Yanî bahaneya çekên me yên giran tuneye, ne sebeb û mazeret e, bi eksê wê qusûr e, kêmasiyeke wan.
Dibê hukûmetê ev tahlûke bidîta û li gorî wê tedbîrên xwe yên leşkerî û ewlekariyê bigirta. Û bi tu carî jî bi tirk û ereb û farisan baweriya xwe neaniya.
Serokê herêma Kurdistanê û hin berpisiyarên kurd yên din di dema îşxala Mûsilê û revandina personalên sefarata Tirkiyê da digotin wan îstîxbarata êîrîşa DAÎŞÊ girtibû û hukûmeta merkezî jî ji vê yekê agahdar kiribû. Lê Malikî tedbîra xwe negirtibû.
Baş e we ev îstîxbarat çima ji bo xwe negirt?
Çima we li hemberî vê êrîşê tedbîrên xwe negirtin?
Yanî di vir da him di warê leşkerî û him jî di warê îstîxbaratî da kêmasiyên hukûmetê pir mezin e.
Madem çekên we têr nedikir û we dizanîbû ku hûn nikanin bi DAÎŞÊ ra şer bikin, wê demê dibê we bajar û herêm berî êrîşî vala bikira, berî êrîşê milet ji herêmê dûr bixista û nehîşta qatilên DAÎŞÊ vê zulmê û qetlîamê bikin.
Bi kurtî di vê trajediya kurdên êzdî da him sûcê berpirsiyarên herêma Şengalê yên leşkerî û him jî yên hukûmetê heye.
Sûc û kêmasiya herî mezin baweriya bi neyar e, terkkirina Şengalê û tenêhîştina gel di nava lepên qatilên Daîşê bû.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE