30 september 2014

Erdogan dîsa dest bi pîşikê xwe yê xerab kir


Ev du roj in dîsa topên hawanê bi ser Surûcê û hin gundên Surûcê da dibarin. Li gorî ajansa ANFê dinivîse îro jî çar topên hawanê li gundekî Surûcê ketine. Bi îhtîmaleke mezin bûyerên wiha di rojên pêş da ewê zêdetir bibin.
Bi qasî ku ez gotin û beyanên Erdogan taqîp dikim ”topên hawanê” lîstikeke Tirkiyê ye. Hukûmet ji bo derxistina şerekî, ji bo midaxeleyeke leşkerî, ji bo çêkirina herêmeke ”tampon” li hincetan, li qal û qîlan digere.

Dikanin gelek tiştên din jî bikin. Mesela dikanin çend leşkerên xwe yên li wî alî, yên li ber gora Suleyman Şah bidin kuştin ya jî bi Daîşê bidin revandin,
Kurd nikanin topan bavêjin, ji ber ku topên kurdan tunene. Û ji xwe tiştekî wiha nakin jî...
Dimîne Daîş. Daîş jî bi serê xwe topan navêje ji gundên Surûcê da. Dibê sebebek hebe.
Yanî heger Daîş be miheqeq li ser daxwaza Tirkiyê davêjin. Wekî din tu îzaheke wê tuneye.
Çima heta nuha nediavêtin?
Yanî ya Daîş li ser daxwaza Tirkiyê davêje wan gundên ku çapemenî û gel lê ye, ya jî Tirkiye bi xwe davêje.
Ji bo ku him însanên çûne piştgiriya Kobanê û li ser sînor nobetê digrin ji wir derxin û him jî wan gundan ji bo ”herêmeke tampon” vala bikin.
Gava hukûmet dibîne ku bi Daîşê nikane liberxwedana kurdan bişkîne û Kobanê îşxal bikin, dixwazin planeke din têxin dewrê, hinceteke din bibînin û ew bi xwe midaxele bikin.
Dema ew midaxele bikin wê demê Emerîka û koalîsyon jî nikane li wan xe. Çimkî nuha Emerîka li Daîşê dixe. Û ev jî qet di hesabê Erdogan û Davutoglu da tunebû.
Loma jî ne dûr î îhtîmalê ye ku Tirkiye di rojên pêş da bi baheneyekê têkeve Kobanê ya jî hin erdên Kurdistana rojava îşxal bike. Bi dîtina min bi kêmanî hesabê vê dikin.
Lê heger tiştekî wiha bikin jî ewê li zirarê derkevin. Kurd wek milet, bi hemû hêz û partiyên xwe ve ewê welatê xwe biparêzin. Û dinya jî ewê qebûl neke…
2014-09-29

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE