02 september 2014

Dibê meriv bi navê xwe yê eşkere fikrê xwe bibêje


Gelek havalên min yên facebookê hene ku xwe di pişt navên sexte da vedişêrin, bi sûret navên xwe yên eşkere yanî bi navên ku ew di civatê da pê tên nasîn dernakevin pêşberî raya giştî.
Bi navê eşkere qesta min hertim ne navê cuzdanê ye, çimkî gelek hunermend û nivîskar hene ne bi navê xwe yên cuzdanê, bi naznavên xwe yanî bi navên xwe yên mahlas, mustear tên naskirin. Kes navên wan yên rastîn yên nasnameyê nizane. Loma jî ya girîng ne navê cuzdanê, navê ku meriv di civatê da pê tê naskirin e. Yanî meriv bi kîjan navê tê naskirin dibê beriv di vê paltformê da jî bi wî anvî binivîsîne.
Facebookû twitter du platformên sosyal in û însan di van platforman da bi hev ra didin û distînin, dibin hevalên hev û di heq mijarên cuda da, hin tişt û büyeran da fikrên xwe dibêje...
Yanî meriv karekî bêqanûnî, kerekî bi dizî û tarî, kerekî ku meriv ji ber şerm bike nake.
Loma jî ez qet fêm nakim ji bo çi hin însan xwe di pişt navên sexte da vedişêrin, bi sûret û navên xwe yên eşkere dernakevin pêşberî însanan ?
Ez nizanim ji çi ditirsin ya jî ji çi fedî dikin?
Kes di vê platformê da tiştekî xerab nake, tenê fikrê xwe dibêje. Di platformeke wiha da veşartina nav ez rast nabînim û heta eyb dibînim.
Di vê platforma sosyal da ez tu mane û sebebekî cidî nabînim ku însan nasnameya xwe û sûretê xwe veşêrin.
Dibê meriv cesaret bike bi navê xwe yê eşkere yanî navê ku meriv di civatê da pê tê nasîn binivîse, siyasetê bike û fikrê xwe bibêje. Ji bo ku însan bizanibin xwediyê van fikran kî ye û ne kî ye?

XXX
Min jî digot belkî Almanya bi rastî sîlehên modern dide kurdan. Lê wa ye rastî ne wisa ye, Merkel xanim dixwaze xêra kurdan embarên xwe ji sîleh û cebilxaneyên kevn zengarî paqij bike. Ez bawer dikim ev sîlehên kevn ewê ne xêra bavê be jî, buhayê wan miheqeq heft qat e. Ji ber ku kurd îro muhtacî sîlehan e.
Ewrûpî pisik in, ji kuda bikevin jî tim li ser nigan dikevin, tim ew li karê ne. Îcar jî ewê kêf kêfa wan be...

XXX
Hêza hemû dinyayê ya me be jî em êrîşî kesî nakin,
hêza hemû dinya êrîşî me bike jî em teslîm nabin.
///Mesûd Barzanî
Siyaseta rast ev e, kurd çiqasî xurt bin jî ne miletekî êrîşkar e, çavê kurdan di welatê kesî da tuneye, tenê mafê xwe yê rewa dixwaze, dixwaze wek her miletî ew jî azad bijî û bibe xwedî dewlet û welatekî serbixwe.



XXX
-Li vê dinyayê dibê ya tu bi nêçîr bî ya jî nêçîrvan,
lê belê tu carî nebî kûçikê nêçîrê dibe ji nêçîrvan re

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE