20 september 2014

Davutoglu naxwaze navê kurdan jî bigre devê xwe

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, hewqasî neyarê miletê kurd e ji bo kurdên Kobanê yên derbasî vî aliyê xetê bûne nabêje kurd, dibêje ”birayên me yên sûriyeyî…”
Bala xwe bidinê mêrik ji kurdan ra nabêj ekurd, dibêje ”sûriyeyî.”
Yanî naxwaze navê kurdan bigre devê xwe, gotina kurd pê zor tê, pê nexweş tê. Naxwaze trajediya miletê kurd, navê kurd di çapemeniya tirk û cîhanê da belav bibe. Loma ji kurdan ra dibêje ”sûriyeyî”!

XXX
Derket ortê ku Tirkiye ji bo îşxala Kurdistana rojava(Sûriyê)wek gurê har tahma devê xwe xweş dike, nêt kiriye ku di vê teşxela êrîşa Daîşê da li Kurdistana rojava ”herêmeke tampon” çêbike.
Ev nêta tirkiyê ji destpêka şerê Sûriyê da heye. Lê nuha bicîanîna vê xewna xwe bêtir mimkûn dibîne. Dixwaze êrîşên Daîşê bike bahane û beşekî din yê Kurdistanê îşxal bike. Jim bo ku li wir li hemberï kurdan rehettir şer bike.
Murat Karayilan derbarê vê nêt û plana Tirkiyê da gotiye,
”Herêma Tampon îşxala Kurdistanê ye. Heger artêşa tirk di bin navê herêma tampon da rabe Kurdistana rojva îşxal bike, ev jî tê maneya li hemberî hemû kurdan destpêkirina şerekî nuh e. Wê demê tiştekî bi navê pêvajoya çareseriyê namîne…”
Weleh bimîne nemîne nêta wan ev e, heger Erdoga û Davutoglu tirsê nebîbînin, heger bizanibin ewê ji wan ra ”biteserife” mimkûn be ewê bikin…

XXX


Dibê Koban nebe Şengala duyem…

Ev du heftene gelê me yê Kobanê di bin êrîşeke pir mezin da ye. Çeteyên Tirkiyê, qatilên Daîşê bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin, dixwazin Kobanê jî wek Şengalê îşxal bikin.
Şervanên YPGê, gelê kurd li hemberî qatilên Daîşê bi qehremanî li ber xwe didin. Dixwazin Kobanê jî wek Şengalê îşxal bikin.
Şengal ji bo kurdan çiqasî muhîm e Koban jî hewqasî muhîm e. Hukûmeta Kurdistanê, pêşmerge, kurd çawa li Şengalê xwedî derketin, dibê bi eynî rengî li Kobanê jî xwedî derkevin, gelê Kobanê tenê nehêlin, li hemberî êrîşa çeteyên Erdogan û Davutoglu bêdeng nemînin.
Îro roj roja xîret û tifaqê ye, roja biratiyê ye. Loma jî dibê hemû hêz, her kurdê bi xîret û welatparêz here gazî û hawara Kobanê û li dijî êrîşa van çeteyên Tirkiyê tiştekî bike.
Di rojeke wiha giran da dibê em dijayetiyên xwe yên siyasî, rêxistinî û îdeolojîk bidin aliyekî û li hemberî êrîşên neyar alîkariya hev bikin, sekneke netewî nîşan bidin. Ev, wacibê her kurdî ye.
Kî dikane çi bike dibê bike, dibê Koban jî nebe Şengala duyem…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE