09 september 2014

Çekên di destên çeteyên DAÎŞê da hemû yên Tirkyê derketin



Ji îşxala DAÎŞê ya Şengalê û virda ye di nava kurdan da minaqeşeyeke pirr gurr heye. Hin kurd,(kurdên êzdî û misilman)vê zulmê, hovîtiyê û neînsaniyeta DAÎŞê bi îslamê û misilmanbûna wan ve girê didin. Li gorî wan ji ber ku çete û qatilên DAÎŞê misilman in û nişteciyên Şengalê jî êzdî bûn loma ev hovîtî kirin.

Tiştê li Şengalê hat serê kurdên êzdî helbet ji bo tevayiya miletê kurd trajediyeke pir mezin e. Kurd zû bi zû vê birînê ji bîr nakin.

Lê bi dîtina min mesele ne dîn û îslamiyet e, mesele siyasî ye û bindesthîştina miletê kurd e. Misilman, êzdî ji bo van qatilan qet ferq nake, hemû kurd misteheqê kuştinê ne.

Yanî problem ji dîn bêtir însan bi xwe ye. Her misilman, her dîndar wek qatilên DAÎŞê nefikire, tiştên ew dikin nakin.

Birayê Muradov Hamlet(Temûrê Xelîl) di malpera xwe da li ser vê meselê tiştek nivîsî bû. Min jî ev nivîsa jêr di bin nivîsa wî da weşand. Ez wê li vir jî diweşînim.

Birayê Muradov, tiştê li Şengalê hatiye serê kurdên êzdî helbet trajediyeke pir mezin e û dil û ûjdanê hemû kurdên welatperwer û bi xîret pir êşand.

Li hemberî hovîtî û qetlîamek hewqasî mezin helbet emê wek însan bihejin û li ser vê hovîtiyê fikr û dîtinên xwe bibêjin.

Lê dibê em vê êrîş û hovîtiya DAÎŞê bi îslamê û misilmantiyê îzah nekin. Û miletê kurd û Îslamê mesûlê vê yekê nebînin. Tu dîn nabêje here ji bo min hovîtiyeke wiha bike, dest bavêje namûsa xelkê.

Ev nayê wê maneyê tu kêmasî û qusûrekeîslamê û dîndaran tuneye. Lê minaqaşeye li ser îslamê tiştekî din e ûmijara me jî ji xwe ne ew e.

Çimkî ne hêzên îslamî tenê, lîberal, demokrat, faşîst, nîjadperest û heta komunîst jî ji ber ku em kurd in li dijî me ne û dema hewce dibînin me dikujin.

Erê serok û çeteyên DAÎŞê misilman in, lê belê DAÎŞ di esasê xwe da ne ji bo dînê îslamê şer dike. Ew îslamê û misilantiyê ji bo hedefên xwe yên siyasî, ji bo îktîdara xwe wek alet bi kar tîne, ji bo ku însanan pê bixapîne, pê qezenc bike. Çimkî îro ji wan ra ev lazim e, sibe dikanin tiştekî din derxin pêş.

Heger mesela wan tenê dîn û Îslamiyet bûya ewê kesên misilman nekuştana.

Lê em dizanin ku DAÎŞê li Şengalê û li derên din kurdên misilman ji kurdên êzdî veneqetandine, tenê kurdên êzdî û kesên ne misilman nekuştine. Ji bo wan hemû kurd misteheqê kuştinê ne.

Lê bira kurd li wir bimînin, ma li Mûsilê bi sedan erebên misilman qetil nekirin?

Yanî di êrîşê da kî kurd bûye, kî ne ji wan bûye, çi êzdî û çi ne êzdî herkes kuştin.

Loma jî ev şerekî li dijî lzdiyan tenê, li hemberî miletê kurd e, li hemberî hebûna kurda ye.

Heger xwe bigîhandana Hewlêrê, Silêmaniyê, Dihokê û Zaxoyê ewê li wan deran jî eynî tişt baniyana serê kurdan, li wan deran jî ewê kurd qetil bikirana û dest bavêtana namûsa wan. Ji vê yekê tu şika min tuneye. Ji ber ku neyarên me yên misilman heta nuha tenê êzdî nekuştine, bi qasî wan kurdên misilman jî kuştine û her roj dikujin jî.

Ma Seddam çi anî serê kurdan?
Ma kurdên Helepçeyê êzdî bûn?
Xumeynî û yên piştî wî çi anîn serê kurdên misilman tu dizanî û hîn jî rojê çend kurdên misilman bi darde dikin.

Ma vê DAÎŞê û El- Nusrayê li Sûriye heta nuha bi sedan, belkî jî bi hezaran kurd nekuştin, dest navêtin namûsa kurdên misilman?

Ma sedhezaran kurdên misilman nuha kuçe û kolanên Tirkiyê, Kurdistana bakur ne perîşan in, pîrek û zarokên parsê nakin. Ma bi hezaran kurdên misilman nuha li başûr ne di kampan da ne?

Ma hemû jî ji ber van çeteyên misilman nereviyane?
Ma demek berê melayekî ereb fetwa neda, negot mal û namûsa kurdan li mucahîdan helal e?

Yanî dixwazim bibêjim hedefa DAÎŞê û hêzên îslamî yên ereb yên din ne tekûzkirina dîn mîn e, hedefa wan miletê kurd e, kontrolkirina Kurdistanê ye.
Ji ber ku kurd li başûr qala serxwebûnê dikin, li rojava bûne hêzeke mezin û îhtîmal heye ew jî wek kurdên başûr bibin xwedî desthilat.

A loma Tirkiyê qatilên DAÎŞê civand û li kurdan gurgîn kirin.
A loma DAÎŞ bi qetlîamên wiha dixwaze çavê kurdan bitirsîne, kurdan ji vê daxwazê vegerîne û hin herêmên Kurdistanê ji kurdan vala bike. Ji bo kurd serxwebûna xwe îlan nekin.

Û êzdî jî ji ber ku kurd in, loma ew jî bûn hedefa êrîşa van hovan.
Ne êzdî, kurdên misilman jî li Şengalê bûna ewê eynî tişt bianiyana serê wan jî. Û ji xwe li gelek derên din eynî tişt anîn serê wan.

Ma serê pêşmergeyekî misilman jênekirin?
Bi dîtina min DAÎŞ herçiqas navê îslamê bi kar bîne jî lê di esasê xwe da ew tevgereke Baas ya nîjadperestiya ereb e.

Lê ji bo ku terefdaran qezenc bike dîn û îslamê bi kar tîne. Heger wiha neke, tenê wek tevgereke nasyonalîstên ereb propagande bike û xwe wisa bide nasîn nikane çeçenan, albanan, boşnakan, tirkan, kurdan û ji gelek miletên din însan qezenc bike.

Tu şer, tu tevger, tu partî bêyî îdeolojî û hedefeke siyasî nabe, dibê xwedî îdeolojiyekê û hedefekê be. DAÎŞ di vir da îslamê ji xwe ra bi kar tîne. Çimkî îro ya herî bêtir bi kêrî wan tê ev e.

Tirk carnan nasyonalîzma tirk û carnan jî dîn bi kar tînin û carnan jî herduyan bi hev ra .

Lê herdu îdeolojiyan jî ji bo ku kurdan û Kurdistanê di bin destên xwe da bihêlin bi kar tînin.
Qetlîama Şengalê jî ji bo eynî tiştî ye, hedef miletê kurd e, bindest hîştina wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE