23 augusti 2014

Kurdên herî xwelîser kurdên Kurdistana bakur in


Ez dibêjim di nava kurdan da kurdên wek soleke(pêlaveke)kevn herî bêtir deform bûne kurdên Tirkiyê, kurdên Kurdistana bakur in.

Li gel hewqas zulm, hewqas zordarî, koçberî û bi hezaran şehîd hîn jî bi hezaran kurd hevalbendên Erdogan in, hîn jî bi milyonan kurd rayên xwe didin AKPê û partiyên din yên tirk.

Ez dikim nakim ez vê korfahmiyê ji hev dernaxim…
Ev 34 sal in ez li dervayî welêt dijîm, ez li gelek welatên Ewrûpa geriyam, min ji her çar perçeyên Kurdistanê gelek kurd dîtin, lê heta nuha min yek kurdekî Îranê nedît ku hevalbendê rejîma meleyan be, ji serokkomar û serokwezîrekî Îranê hez bike û pesnê wî bide.

Lê kurdên me hez dikin û pesnê wan didin…
Kurdên Îraqê jî wisa ne, min heta nuha yek kurdekî ji Kurdistana başûr jî nedîtiye ku hevalbendiya partiyeke ereb û serokwezîrekî ereb bike. Her kurdê başûr li dijî dewleta Îraqê, hemû partiyên ereb û hemû serok û serokwezîrên ereb e.
Kurdên başûr ji kurdên hevalbendiya partî û serokên ereban bikirana ra digotin "cahş". Lê li ba me kurdên bakur hevalbendiya bi partiyên tirk û bi dewletê ra wek kêmasî nayê dîtin, kesê di partiyeke tirk da bibe parlamenter û wezîr di nava kurdan da qedir û qîmeta wî bilindtir dibe, civat bêtir qedir û qîmetê didê. Loma jî gotina "cahş" ne li ba me, li başûr tê gotin, û ji ber vê yekê jî hevalbendiya bi dijmin ra li ba me pir normal tê dîtin.

Yanî ew jî li dijî neyarê xwe ne.
Heta derecveyekê meriv ji bo kurdên Sûriyê jî dikane vê yekê bibêje, ew jî li dijî partiyên ereb û serokwezîrên ereb in. Bi rengekï eşkere tu carî hevalbendiya partiyên ereb û serokên ereb nakin. Heger hebin jî pir hindik in…

Tenê xwelîserên kurdên Kurdistana bakur bi evîneke mezin û vekirî ji neyarên xwe hez dikin, dibin dost û havalên serokên dewleta îşxalkar, rayên xwe didin partiyên tirk û gav û saetê pesnê Erdogan û partiya wî didin. Û ji vê yekê jî qet fedî nakin, heta bi bi vê hevalbendiya xwe ya dijmin ra fexir jî dibin

Ji bo ku em ji dijminê xwe qut bibin, pê ra nebin dost û heval, pesnê wan nedan, rayên xwe nedin partiyên tirk diyar e dibê tirk hinekî din zulmê li me bikin, çend hezarên din jî ji me bikujin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE