19 augusti 2014

Heta em bindest bin xelkê tim wiha pê li serê me ke

We çima rê da neyar bi vî rengî bi xurûr û heysiyeta miletê kurd bilîze?

Du sê roj berê ji nişkave peykerê egîd û welatparêzê kurd Mahsûn Korkmaz li Licê çikandin.
Kesê ev biryar dan û ev peyker li wir çikandin baş dizanîbûn ku dewleta tirk ewê vê yekê qebûl neke û peyker hilweşîne. 

Lê li gel vê jî peyker bilind kirin.
Helbet êrîşa dewltê ya bi tank û topan û bi hezaran leşkerî ya ser Licê çavsoriyek mezin e, dibê meriv li dij derkeve û bi mahkûm bike.

Lê kesên zanîbûn dewletê wiha bike û ewê nikanibin êrîşa dewletê rawestînin çima wiha kirin?

Çima bûn sebebê rencîdekirina xurûra kurdan, kuştina xoretekî kurd bi dehan birîndar?
Kesê ji dewleta tirk, ji hukûmeta AKPê reaksiyonek din dipa ya pir cahil e ya jî pir saf û nezan e, ya jî nêtxerab e.

Ev dewlet hîn jî li dijî hebûna miletê kurd e, hîn jî ji dil hebûna miletê kurd qebûl nake.

Heger hebûna kurdan bi rastî bihata qebûlbikirin ewê îro ev êrîşa hovana nebirana ser gelê Licê, ewê li hemberî peykerê gerîlayekî kurd, sembol, serok û qeheremanên kurdan hewqasî ne bêtehamul bûna.

Vê dewletê navê bi hezaran qatilê kurdan daye kuçe, kolan, mekteb û qişleyên li Kurdistanê, lê qebûl nake kurd peykerê şehîdekî xwe li bajarekî xwe bilind bikin.

Nahêlin çimkî hebûna me qebûl nakin. Heger hebûna me qebûl bikikirana mecbûr bûn peykerên me, hemû sembol û qehremanên me jî qebûl bikirana.

Dibê hemû kurd vê rastiyê bibînin û bi vir û sozên berdevkên hukûmetê yên biratiyê û ”çareseriyê” nexapin.

Dewlet û hukûmeta tehamulî peykerê gerîlayekî kurd neke tu mafî nade kurdan, tu meselê bi rastî çareser nake.

Çareseriya ew dibên entegrasyon û asîmîlasyon e, dixwazin kurdan bi hin taktîkên siyasî monteyî Tirkiyê bikin û wek miletên din kurdan jî bikin tirk.

Ev, hedefa hukûmetê ye û ne tiştekî bi dizî ye, Erdogan her roj vê hedefa xwe eşkere tïne zimên.
Tiştê meriv nikane biparêze dibê meriv neke, dema meriv kir jî dibê meriv biparêze.

Heger we yê nikanîbûya hilweşandina peyker biparasta we çima ew daçikand?

We çima hîşt leşkerên hêzên îşxalkar pê li serê peykerê vî welatparêzê kurd bikin?

We çima rê da bi vî rengî neyar bi xurûr û heysiyeta miletê kurd bilîze?
Leşkerên vê dewletê berî jî gelek caran pê li serî û cendekên gerîlayên kurd kiribûn û ew risim xistbûn çavên me.

Îro jî li Licê eynî tişt kirin, dîsa pê li serê me, rûmet û heysiyeta me kirin.
Pirs ev e:
Çima dewleta tirk dikane vê heqareta mezin li miletê kurd bike?
Dibê her kurd vê pirsê ji xwe bike!

Dewlet dikane vê heqaretê li kurdan bike ji ber ku kurd bindest in, ji ber ku ne xwedî desthilat û ne xwedî dewlet in. Heger kurd xwedî statuyeke siyasî bûna, heger kurd li welatê xwe xwedî azad û hukum bûna kesî nikanîbû peykerê egîdekî wan bi vê çavsoriyê hilweşanda û bida bin nigê xwe.

Û heta em li welatê xwe nebin xwedî statu, nebin xwedî dewlet xelkê tim wiha bikanibe pê li serê me ke, ewê tu carî nehêlin em bi sembolên xwe şa bin û li welatê xwe peykerên serok, egîd û fêrizên xwe bilind bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE