03 juli 2014

Li gorî rojnameya filîstîn Qudus el-Arabî "Kurdistana serbixwe ewê bibe xencereke di dilê alema ereb da"!


Rojnameya Filistînê ya herî mezin Qudus el-Arabî, di hejmara xwe ya îro da gotiye, ”Serxwebûna Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê û Îsraîlê ve tê destekkirin xencereke di dilê Alema Ereb de ye."
Bi nêzikbûna avabûnê Kurdistanê ra dost û dijminên me jî, xêrxwaz û nexêrxwazên me jî ji hev digerin, perda ser ruyên wan dikeve.
Çepê kurd, rastê kurd, dîndar û komînîstên kurd yanî hemû hêz û pariyên kurd bêyî îstîsna hemû jî pirştgiriyê didin gelê filîstin û dewleta wan ya serbixwe.
Siyasî ne siyasî, tu devê kîjan kurdî vekî, ewê bibêje dewletbûn mafê filîstîniyan e…
Lê tiştê kurd ji bo filîstîniyan dixwazin, filîstînî ji bo kurdan naxwazin. Çepên wan jî, rastê wan jî û dîndarên wan jî wek xwediyê nivîsa Qudus el-Arabî difikirin, naxwazin kurd li Îraqê û li Sûriyê bibin xwedî dewlet.
Li gorî wan li Îraqê Kurdistaneke serbixwe ewê ”di dilê alaema ereb da bibe xencerek.”!
Min heta nuha ne bihîstiye û ne jî dîtiye ku siyasetmedarekî filîstînî, çi rast û çi jî çep ya jî dîndar, gotibe mafê miletê kurd e ji Îraqê veqete û dewleta xwe ava bike!
Lê ji bo ku filîstînî dewleta xwe ya serbixwe ava bikin, kurd ne tenê dixwazin, ne tenê piştgiriyê didin filîstîniyan, xwe di ber birayên xwe yên filîstînî da didin kuştin û gelek caran dane kuştin jî.
Feqet li hemberî vê piştgiriya kurdan, filîstînî eynî piştgiriyê nadin kurdan. Merivên El Fetah û gelek filîstîniyên din li Îraqê, bi Seddam ra li hemberî kurdan şer kirin, di warê siyasî û îdeolojîk da piştgirî dan Seddam. Û Arafat ev yekî tu carî veneşart.
Loma jî pir ne xerîb e ku di van rojan da filîstînî vê dijîyatiya xwe dîsa nîşan bidin. Ji ber ku ew jî Kurdistanê wek ”axa alema ereb”, wek milkê ereban dibînin.
Di rojên pêş da, dema avabûna Kurdistanê were rojevê, hîn nêz bibe, siyasetmedarên filîstînî ji bo kurdan û Kurdistanê ewê tiştên hîn girantir jî bibêjin.
Lê çi heyf ku em kurd zû bi zû biaqil nabin, çimkî aqilê me ne ji kîsê me ye. Gelekên me hîn bi aqilê xelkê û bi çavê xelkê li meselan dinêrin. Loma jî hişê me nayê serê me, em pir rehet tên xapandin û dost û dijminên xwe ji hev baş ji hev nagerînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE