02 maj 2014

Tirkiye li Kurdistana Federe jî rê li ber pêşketina zimanê kurdî digre


Li Anqerê di nabêna 28-29ê nîsanê da konferansek bi navê ”Di sedsala 21ê da Miletperwerî Teorî û Siyaset” çêbû. Antropologê holandî Martin van Bruinessen, di axaftina xwe ya konferansê da gotiye, Tirkiye li başûrê Kurdistanê jî rê li ber pêşketina zimanê kurdî digre û heger wiha dom bike ewê du Kurdistanên Anqereyê çêbibe…
Martin van Bruinessen gotiye, kurd li çar welatan ji mecbûrî çar zimanên siyasî bikar tînin û bi vê riyê tên asîmîlekirin.

Martin van Bruinessen, di axaftina xwe da îdîayeke pir cidî jî avtêtiye ortê û gotiye li Kurdistana Federe jî Tirkiye nahêle kurmancî bi pêş keve.

”Li Kurdistana başûr jî zimanê siyasî erebî ye û xort zimanê siyasî bi erebî fêr dibin. Li Tirkiyê xortên kurd zimanê siyasî bi tirkî fêr dibin. Li Kurdistana başûr kurdî tenê soranî tê bikaranîn. Sebebê vê jî Tirkiye naxwaze li wir kurmancî bi pêş keve.
Malbata Barzanî li gel ku kurmanc in lê dîsa jî soranî dipeyivin. Loma jî li wir soranî dibe zimanê gel. Li bakur jî kurmancî tê peyivîn. Heger wiha dom bike ev herdu herêm(herdu beş) di pêşerojê da ewê hîn kêmtir ji hev fêm bikin, ewê ji hev dûr bikevin. Û evê jî bibe sebeb di ser Anqerê ra têkiliyê bi hev ra deynin. Wê demê ewê du Kurdistanên Anqereyê çêbibe.”

Ji zûda ye ev îdîa heye û tê gotin ku Tirkiye nahêle li Kurdistana başûr kurmancî bi pêş keve û bibe zimanekî standart.

Herçî nexwestina Tirkiyê ye ev sedîsed rast e, Tirkiye naxwaze li Kurdistana Federe kurmancî bi pêş keve û kurd dev ji elîfbeya erebî berdin û derbasî ya latînî bibin.

Tirkiyê berê jî di dema Şêx Mahmûd da bi riya îngilîzan rê li ber derbasbûna elîfbeya latînî girt.

Tirkiyê ev yek di salên 1930î da li Sovyetê jî kir. Kurdan li wir demekê elîfbeya latînî bikar anîn, lê Tirkiyê mudaxele kir û Sovyetê dîsa kurd mecbûrî elîfbeya krîlî kirin.

Yanî Tirkiye ji berê û ber da ye ji bo ku kurd nêzî hev nebin, ji hev fêm nekin, tesrî li hev nekin pir aktîv dixebite. Û loma jî ne ecêb e ku nuha li Îraqê û Kurdistana Federe jî eynî siyasetê dimeşîne. Çimkî armanca dewleta tirk hîn û hîn jî asîmîlekirina kurda ye.

Yanî ev eşkere ye. Lê li alî din gelo kurd bi rastî guh didin vê daxwaz û zexte Tirkiyê ya na, ew muhîm e. Dibê meriv li ser vê îdîayê pir cidî rawest e. Ez baer dikim Martin van Bruinessen bê bingeh, ji ber xwe wiha nabêje…

XXX
Min di xeberên telewîzyonan da hinekî li pîrozbahiya 1ê Gulanê ya li Diyarbekrê temaşe kir, gelkî xemgîn bûm. Dîsa birebira vala û zimanê tirkî bû.
Li bajarên tirkan çi anîn serê kurdan, ew mecbûrî kîjan tiştên ne xweş kirin ez nizanim. Xwezî herkesî tiştê dît û jiya, tiştê tirkan anî serê wan binivîsanda.
Li Kadikoya Stenbolê xortekî kurd li ser otobozê xwedêgiravî xwest ”ala PKKê” veke. Qiyamet rabû, bi sedan însan, kê bihîst êrîş birin ser wî xortê kurd û xwestin lînc bikin, wek KEFTARAN wî zîfêl zîfêlî bikin ! Xort xelas bû ya na ez nizanim.
Civatek, miletek te qebûl nake, te dijminê xwe dibîne, te bi rengê te, bi fikir û baweriyên te, bi sembolên te qebûl nake.
Lê hin kurd mirina xwe digrin çavên xwe û dîsa jî diçin ba vî miletê wahş, vî miletê dirinde, vî miletê ku hebûna wî qebûl nake. Tirk li wan dixin, wan rencîde dikin, heqaretê li wan dikin, wan lînc dikin, lê ew dîsa jî ji wan naqetin. A ji bo vî miletê ku wan lînc dikin partiya xwe fesih dikin û dixwazin pê ra bijîn, pê ra bibin bira...

XXX
Ev 5 sal in TRT6 heye, belkî 4 sal in jî rêzefîlma Cîran Cîranê dom dike, lî hîn jî di reqlamê da nikanin gotinekê rast bibêjin. Hîn jî di reqlamê da dibêjin:
”Dem dema kenê ye”!
Yanî dem dema ken e !
Hema meriv piçekî jî bi kurmancî zanibe, meriv nabêje ”dem dema kenê ye”(!)
Dema ez dibînim kurmancî wiha rezîl dikin ez dîn dibim…

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar
    Bêguman ez bi temamî tev li fikirên te yên bi zmanê kurdî va girêdayî dibim, tevda zhî rast in.

    Lê te rexneyek li hevoka "Dem dema kenê ye!" girtiye.
    Mixabin di vê hevokê da ti chewtî tun e.
    Peyva "kenn" (divêt bi du "nn"eyan were nivîsîn), di esl u feslê xwa da peyveke MÊ ye.
    Lê kurdan wekî gelek peyvên din, ev peyv zhî kirine NÊR (mesela li shuna "zhinA min" dibêzhin "zhinÊ min").

    Di kurmancî da peyvên ku zhi kokê kiryaran/fîîlan chêdibin, bê shert u merc hertim MÊ ne.
    Yanî meriv dibêzhe "kennA min"

    StranA min (zhi strîn)
    KashA me (zhi kêshîn)
    ZhanA min (zhi zhenîn/zhandin")
    ÊshA min (zhi êshîn)
    U hwd.

    Digel rêz u silavan
    Beghyanî Shadî Sharîn

    SvaraRadera
  2. Sipas ji bo şiroveya te. Tu qaîdeyeke nuh rast dikî. Ez têvî dîtin û argumentên te nabim. Lê her kes li ser "dînê" xwe. Min fikrê xwe gotiye, ji ber ku ne zimanzan im loma jî naxwazim dirêj bikim.

    SvaraRadera

PARVE BIKE