06 maj 2014

Ma we qet dîtiye rojekê çepên tirk egîd û xweşmêrên wek Wedat Aydin û Necmedîn Buyukkaya bibîr anîne ?

Ma we qet dîtiye rojekê tirkekî, çepekî tirk egîd û xweşmêrên wek Wedat Aydin û Necmedîn Buyukkaya bibîr aniye û wek kurd dikin ji bo wan hêsir barandiye?

Ev du roj in bi sedan, belkî jî bi hezaran kurd îdamên Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bibîr tînin. Helbet heyfa van xortan kemalîstan ew bi darde kirin. Wek însan meriv li ber dikeve. Dema minasebet çê bibe meriv vê hovîtiyê rûreş jî dike.

Lê em bizanibin ew çepên kemalîst bûn û di ber kurd û Kurdistanê da nehatin îdamkirin. Ew di ber welatê xwe da hatin îdamkirin.

Bira tirk û çepên tirk li wan xwedî derkevin û wan bibîr bînin. Bîranîna wan ne karê me kurda ye. Ew ne şehîdên kurd û Kurdistanê ne.

Bîranîna çepên ereb û faris jî ne karê me ye, bira ew li şehîdên xwe, li miriyên xwe xwedî derkevin.

Bi hezaran şehîdên me jî hene. Ma we dîtiye tirkekî, çepekî tik cara Şêx Seîd, Dr. Fûad, Qazî Mihemed, Seyid Riza û bi hezaran welatparêzên ku ji alî dewleta tirk ve hatine îdamkirin rojekê yad kirine, bibîr anîne?

Di salên 1970 û 1980î da bi sedan çep û şoreşgerên kurd jî li vir û li wir, di zindanan da ji alî faşîst û kemalîstan ve bi hovîtî hatin kuştin. Ma we qet dîtiye rojekê tirkekî, çepekî tirk şehîdekî me bibîraniye?

Ma çiyê Wedat Aydin, Necmedîn Buyukkaya ji Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan kêmtir e?

Ma we qet dîtiye rojekê tirkekî, çepekî tirk egîd û xweşmêrên wek Wedat Aydin û Necmedîn Buyukkaya bibîr aniye û wek kurd dikin ji bo wan hêsir barandine?

Em kurd mirovên pir bêhiş in, bêşiûrin, ji zilamtiya tirkan hez dikin. Xelkê bavê me kuştiye, birayê me kuştiye em ji bo wan nagrîn, ji bo xelkê digrîn, ji bo zarokên xelkê digrîn.

Asîmîlasyonê, elewiyên çep malik li kurdan şewitandiye, kurd kirine şeqşeqçiyên tirkan, kurd ji şiûra netewî dûr xistine, kirine delalê tirkan…

Dibê wek kurd em xwe nas bikin, dîroka xwe nas bikin. Bira dîroka kevn li wir bimîne, hema di van 30 salên dawî da kurdan bi hezaran keç û xortên sed qatî ji Deniz, Husên û Yûsuf qehremantir şehîd dane, ji bo wan bigrîn, wan bi kurdan bidin nas kirin. Rismên wan belav bikin. Şiîran li ser wan binivîsin, strana li ser wan çêkin !

Bi dehhezaran keç û xort ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe li hemberî dewleta tirk serî hildan, derketin çiyê, gulle ber nayar dan, xwîna xwe herikandin, artêşa tirk şikandin, destan nivîsîn!

Van qehremanên miletê kurd bibî bînin!
Rismên wan belav bikin!
Jiyan û berxwedana wan bi kurdan bidin fêrkirin!
Ev heqê wan e, ew di ber welatê xwe da şehîd ketin.
Ma Denîz, Husên û Yûsûf ji bo me kurdan û Kurdistanê çi kirin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE