15 maj 2014

Ji dewletê azadiya zimanê kurdî dixwaze lê ew bi xwe bi kurdî napeyive


Bala min lêye hin nivîskar û şairên kurd yên ku di jiyana xwe da nivîsek jî, şiîrek jî bi kurdî nenivîsîne, ew jî cejna zimanê kurdî pîroz dikin, ew jî li dijî ”asîmîlasyonê” meqaleyan dinivîsin.
Lê tiştê xerîb ew van tiştan ne bi kurdî , bi tirkî dibêjin, bi tirkî roja zimanê kurdî pîroz dikin...
Ew bi xwe dev ji tirkî bernadin, bi kurdî nanivîsin, lê belê li dijî asîmîlasyonê derdikevin, ji dewletê azadiya zimanê kurdî dixwazin. Baş e heger asîmîlasyon xerab e çima hûn dev ji tirkî bernadin û bi kurdî nanivîsin?
Bi dîtina min heger meriv tiştek şaş dît, xerab dît dibê meriv bi xwe wê şaşiyê neke.

XXX
Îro cejna zimanê kurdî ye. 82 sal berê di 15ê gulanê da Mîr Celadet Bedirxan li Şamê hejmara Hawarê ya pêşî derxist. Ji sala 2006a û virda ye her sal roja 15ê gulanê wek roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.
Cejna zimanê kurdî li hemû kurdên kurdperwer û kurdîaxêv pîroz be.
Hezar carî mala Mîr Celadet Bedirxan ava be ji bo ku em kirin xwedî elîfbeya latînî.. Bira gorra wî bihuşt be...

XXX
Li hemû welatên paşdamayî siyasetmedar û dîktator tu carî teqawid(malnîşîn, emeklî)nabin.
Teqawid nabin ji ber ku ji kultura demokarsiyê bêpar in. Loma jî bi kursiyên xwe ve dibin qirnî.
Ya dibê bimrin ya jî bi darê zorê hinek wan bixînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE