01 maj 2014

Gul ne ew mêrê li hemberî Erdogan rabe


Abdullah Gul û Erdogan ewê îşev werin ba hev û li ser namzediya serokkomariyê bipeyivin.
Medya û hin derûdorên tirk Gul pir mezin dikin, ji rastiya wî mezintir nîşan didin. Fena ku Gul siyasetmedar û mêrekî wiha ye gava bixwaze dikane li hemberî Erdogan rabe û di fikir û dîtina xwe israr bike.
Na, Gul ne ew mêr e, ew cesaret û mêranî li ba Gul tuneye bêemrîtiya Erdogan bike û li hemberî wî rabe. Gul nikane bibe merivê yekem, ne di vê çapêda ye.
Erdogan serokkomartiyê nexwaze ew tiştekî din e, lê dema bixwaze Gul newêre bibêje na ez qebûl nakim.
Loma jî Gul çi difikire, dixwaze bibe namzet ya na qet nemuhîm e, ya muhîm daxwaz û biryara Erdogan e. Erdogan çi bibêje Gul ewê wek berxika qebûl bike û biparêze. Dixwaze bira ya dilê wî ne ew be jî ewê qebûl bike.
Erdogan gur e, Gul rûvî ye, rûvî tu carî ne bi qasî gur dobre û samîmî ye û ne jî cesûr e…

XXX
Bi qasî ku hin kurdên me ji bo ”biratiya gelan” gewriya xwe diçirînin û dibêjin ”bijî biratiya gelan”, xwezî hewqasî jî biratiya kurdan bixwestana û ji bo biratiya kurdan jî gewriya xwe biçirandana.
Biratiya gelan sloganeke siyasî û propaganda ye, tiştekî wiha mimkûn e, lê ya kurdan rastî mecbûrîyeteke. Heta ku em bi çavên bira, yanî bi çavên ferdên miletekî, bi çavên mitefiqên xwe yên esasî li hev nenêrin ne em dikanin piştgiriya dinyayê bigrin û ne jî zora dijminê xwe bibin.

XXX
1ê Gulanê li karkirên cîhanê, li hemû kurdan û Kurdistaniyan pîroz be!
Îro li gelek bajarên tirkan gel dîsa di bin terora polîsan da ye. Di sedsala 21ê da dewleta tirk hîn jî nahêle însan 1ê Gulanê bi hawakî azad pîroz bikin.
Nahêlin, ji ber ku serokwezîr Erdoga pîrozkirina li hin deran şaş dibîne. Îro li Tirkiyê tenê gotina Erdogan pere dike, ew çi bibêje ew e.
Dibê kurd li tu derê 1ê Gulanê ne wek pêsekiniyên çepên tirk, wek miletê kurd, wek hêz û rêxistinên kurd bi reng û zimanê xwe, bi stran û şîarên xwe pîroz bikin.
Careke din 1ê Gulanê li hemû kurdên welatparêz û kurdperwer pîroz be.
Bi hêviya di salên pêş da em 1ê Gulanê ne di bindestiyê da, li Kurdistana azad pîroz bikin…
NOT: Ne ”Yek Gulan”, Yekê Gulanê, ne “1 Gulan”, 1ê Gulanê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE