14 maj 2014

Erdogan dîsa xwe hetikand

Erdogan bi rastî jî merivekî pir zirzop, nezan û bêkultur e. Li ser felaketa Somayê gotiye “qezayên wiha normal in, kes nikane bibêje bira qezayên wiha nebin.”
Di rojeke wiha da, li hemberî trajediyeke hewqasî mezin, serokwezîr dibêje, “vana bûyerên normal in” û dû ra jî ji dinyayê çend nimûneyên 100-150 sal berê qewimîne dide.
Camêr bêyî ku bifikire, bizanibe ev gotinên wî tên çi maneyê gotiye:

“Li Îngilîstanê di sala 1862a da 204, 1866a da 361 û di 1894a da jî 290 kes di qezayên wiha da mirin. Li Fransayê di sala 1906a da 1099 kesî di qezayeke wiha da jiyana xwe wenda kir.
Li Emrîkayê, di sala 1907a da 361 kes mirin.
Di van ocaxanda qezayên wiha tim dibin. Vana bûyerên normal in. Di lîteratorê da tiştekî bi navê qezayên kar heye. Di tebîeta wê da, di fitrata wê da heye. Kes nikane bibêje bira qet qeza nebe….”

Li hembrî van gotinan meriv matmayî dibîne, serokwezîrê welatekî çawa dikane di rojeke wiha da, mirina 245 însanî hewqasî sivik û basît bike!
Nimûneyên efendî dane yên 100-150 sal berê ne. Di ser van qezayan ra Şerê Cîhanê yê Yekem û yê Duyem derbas bûn.
Împaratoriya Osmanî belav bû.
Çarîtiya Rûs hilweşiya û şoreşa Oktobrê çêbû.
Şahê Îranê ket, Xumeynî hat ser hukim.
Rejîmên Musolînî, Hîtler û Franko hatin û çûn.
Fransa û Îngilistan ji Rojhilata Nêz û navîn vekişiya û li herêmê bi dehan dewletên nuh çêbûn.
Sîstema Sosyalîst têk çû
Yekîtiya Ewrûpayê çê bû.
Xelk çûn hîvî û asîmanan
Telewîzyon, telefon, înternet îcad bûn.
Welhasil di van 150 salên borî da dinya li bin guhê hev ket, bi hezaran, bi sedhezaran îcadên nuh, pêşketinên aqilê meriv disekinînin çêbûn, lê Erdogan hîn jî ji me ra qala qezayên 150 sal berê dike…
Ez çi bibêjim, hema Xwedê merivekî wiha neke serokwezîrê tu miletî…

XXX
Sersaxî !

Do li Tirkiyê li bajarê Somayê di kana(ocaxa) komirê da qezayeke wek qetlîamê qewimî.
Di kana(ocaxa) komirê da qezayek mezin çêbû û li gorî xeberên heta nuha 238 karkirî jiyana xwe wenda kir. Qezayên wiha wek qetlîamê ancax li welatên pir paşdamayî diqewimin. Ji ber ku li welatên wek Tirkiyê qîmeta jiyana însên tuneye, loma jî tedbîrên pêwîst nayên girtin û karkir nayên perwerdekirin. Teknîka modern nayê bikaranîn û xebat bi rengekî pir îptîdaî tê meşandin. Loma jî qezayên wiha tim dibin.
Li hemberî qetlîameke hewqasî mezin agir bi dilê meriv dikeve, meriv nizane çi bibêje…
Bira serê malbat û zarokên wan sax be, Xwedê sebrê û tehamulê bide malbat û xizmên kesên jiyana xwe wenda kirine…

XXX
Bêlome be, do serokê Parlamentoya Kurdistanê ya li surgûnê bû, îro dixwaze Erdogan wî ji AKPê bike parlamenter.
Weleh serokên kurdan yek bi yek wek sîlehên malê laz xerabe derdikvin. Di rojên herî giran da nateqin û miletê kurd li hemberî neyar şermezar dikin.
Qey ev jî qedera kurda ye...
2014-05-13

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE