31 maj 2014

Wek kurdekî ez li ber xwe ketim...

Kurd bi rastî jî mirevên pir reben û belengaz in û li hemberî tirkan xwe pir û pir biçûk dibînin. 
Min nuha ev yek di kanala Samanyolu ya tirkî ya Fetulah Gulen da dît.

Nuha di kanala Samanyolu TVê da min li programa Ayna(neynikê, mirêkê) bîstekê temaşe kir. Ji ber ku program li ser Hewlêrê bû.
Pêşkêşvanê programê(Saîm Orhan) çû gundê Mahmûd Eshed Fetah axayê herkî.

Lê mêrik ne wek rojnamevanekî, bi merasimeke serokwezîr û serokkomarekî hat pêşwzaîkirin.
Li hemberî rebeniya kurdan ez dîn bûm. Meriv ancax dikane hewaqasî xwe biçûk bibîne…

Mahamûd axa û hemû peyayên(zilamên)gund, belkî 50-60 kes li derve, li ber malê di hzirolê da pêşwazî li Saîm Orhanê tirk kirin.
Axa, lawê wî, birayên û hemû peyayên gund, wek ku li bende serokwezîr ya jî serokkomarê dewletekê bin, hemû ketibûn rêzê û li bende rojnamevanekî tirk bûn.

Li hemberî dîmenê min dît, wek kurdekî min ji xwe şerm kir û min careke din jî dît ku kurd xwe li hemberî tirkan çiqasî reben û biçûk dibînin.
Çawa meriv dikane li rojnamevanekî pêşwaziyeke wiha bike? Çawa meriv dikane li hemberî rojnamevanekî xwe hewqasî biçûk bixîne?
Axa ye! Ji kurdan ra axa ye. Lê hemberî rojnamevanekî tirk ew û eşîra xwe dikevin hazirolê!

Axa çawa li ber deriyê hewaşa xwe li hemberî rojnamevanekî tirk bi rengî dikeve hazorola leşkerî?

Ev ne mîvanperwerî ye. Ev rebenî û xwe bçûk dîtin e. Psîkolojiya xwebiçûkdîtinê ye.
Gundiyê kurd jî, axayê kurd jî xwe li hemberî stûlekî tirk, rojnamevanekî tirk biçûk dibîne, qedir û qîmeta dibê meriv bide merivekî pir mezin, bide serokwezîrekî didinê.
Ev ne mîvanperwerî ye.

Lawê Mahmûd axa jî ji telebeyên destpêkê yên mektebên Fetulah Gulen bû. Sifreyek jê ra raxistin te digot belkî Celal Talabanî ya jî Mesûd Barzanî bûye mîvanê wan…
Heyf, meriv wek kurd li ber xwe dikev….

Rojnamevankî kurd ji Hewlêrê biçûya gundekî tirkan, heger lênedana, bi daran bernedanayê, bi kêmasî kesî silav nedidayê…
Ji ber ku gundiyê tirk jî li hemberî kurdan xwe biçûk û kurdan mezin nabîne, lema jî qet qedir û qîmetê nade yê kurd.

Lê kurdên me yên başûr dema tirkek ji wan ra dibêje”merheba!”, ji kêfa difirin, li hember direqisin, li dorê dibin perwane…

XXX

Yaşar Kayayê 76 salî li ser pirsa, ”Heger AKP parlamenteriyê teklîfî te bike, tu yê çi bibêjî?”, gotiye, ”Ezê bibêjim erê, lê belê ewê di nava AKPê da mafê jiyanê nedin min.”

Weleh kes tiliya xwe jî bi te nake, piştî ku tu ev mêr bî, çima ewê bela xwe di te bidin?

Û piştî vê xeyala xwe ya parlamenteriyê jî camêr gotiye, ”Sempatiya wî ji pênc kesên AKPyî ra heye. Erdogan, Gul, Arinç, Hueseyîn Çelîk. Û Cemîl Çîçek.”

Gotineke heye, dibêjin ”navî giran e, warî wêran e”!
Sosireta din ya herî mezin jî, dema xanima bi Kaya ra hevpeyvîn kiriye, dibêje, ”Ew Erdoganê hûn wî teqdîr dikin, ji bo Roboskiyê hîn uzir jî nexwstiye.”

Li hemberî vê gotina wek şîrmaqekê Kaya wek berdevkê Erdogan meselê li bin guhê hev dixe û dibêje, ”Ew mesele ji bo min hinekî tarî ye. Kê kir, çima kir, gelo dewletê kir?...” 

Wek tê dîtin, Kaya jî wek berdevkekî Erdogan, vê qetlîama bi emir û agahiya Erdogan hatiye kirin şêlû dike, qatilê wê vedişêre…

Dema meriv kurdê wiha reben, ne tu tişt dibîne meriv baştir fêm dike ku çima heta nuha em bi ser neketine…

Rebeno, ji pênc kesên ku dewleta tirk îdare dikin hez dike û dixwaze ji AKPê bibe parlamenter…
Fermo, çapa mezinên kurdan ev e…


30 maj 2014

Çima lawo çima?

Çim?
çima lawo çima,
ev wahşet,
ev barbarî çima?
Xwedêo, çima bi van zeliman ra ûjdan nema
çima cîhan li hemberî vê hovîtiyê wiha kerr û lal ma
çima bi van celadan ra bext nema, 
merhamet nema
çima heq nema 
huqûq nema 
edalet bêdeng ma
çima merhamet,
însaniyet ji bo me kurdan nema?
lawo çima hûn me dikujin,
çima hûn me wek mirîşkan şerjê dikin,
bi kêra ko serê zarokên me jê dikin
me zulm li we nekir
talanê we ranekir
gundê we wêran nekir
welatê we dagir nekir
namûsa we qilêr nekir
lê we dîsa jî zulma xwe ji ser me kêm nekir
jiyan bênabên li me heram kir
çima kuro çima,
çima hûn me dikujin?
ma we ji bîr kir
min li hemberî Richardê Ziravşêr şûr li ba kir
min navê xwe li cîhanê bi mêranî û merdî belav kir
min Qudis rizgar kir
ji we ra welat ava kir
û hûn li wir cî û war kir
çima hûn dîsa jî me dikujin,
wek qesaban serê me hildiqetînin,
ma ev e însanetî û muslimantî?
ma ev e cîrantî?
em bi şevan daneketin neqeba we
em tu carî nehatin diziya tiriyê rezê we
me got dostî,
biratî,
wekhevî
û azadî ji bo herkesî
çima hûn me dikujin,
çima ev barbarî?
li ber deriyê dojehê
çima hûn bûn zebanî?


20014-05-30

XXX
Siyasetmedarên tirk tim bi serbilindî dibêjin efendim Tirkiye welatekî demokratîk e, li Tirkiyê demokarasî heye û filan û bêvan…
Lê ya rast li Tirkiyê demokrasî memokrasî tuneye û tu carî jî çênebû. Erê ji salên 1950î û virda ye hin hewildan hene, lê belê van hewildanan demokrasî neanî Tirkiyê.
Tiştê îro li Tirkiyê heye ne demokrasî ye, ”kleptoraksî” ye, yanî rejîma grûbeke diz e, rejîma dizan e. Di bin navê ”demokrasiyê” da dewletê û milet dişêlînin…

XXX


Ew çêlika şûjinê ye

Rojekê yekî torî bizmarekî li erdê dibîne. Lê tiştekî jê fam nake. Nizane çi ye. Bi meraq nîşanî gundiyekî xwe dide û dipirse:
-Min vaya erdê dîtiya! Tu zanê çi ya?
-Na wola nizanim çi ya! Ka bibina cem jîrik bê zana çi ya, ne çi ya.
Her du bi hev re diçin cem jîrekê gund. Dema bizmar nîşanî jîrek didin û dipirsin bê "ev çi ya", jîrek ji ber ku ew her du gundî bizmêr nas nakin, ji ken zikopişto dibe. Ji wan ra dibêja.
-Vêga hon nizanin bê ev çi ya?
Piştî ku gundî têra xwe li ber xwe dikevin û dibêjin "na wola me nas nekir bê çi ya ?", yê jîrik ji wan ra dibêje:
-Vaya çêlika jûjinê(şûjinê) ya, hê çavê wê vanabûya…

28 maj 2014

Dibê merivbi ya dilê xwe bike

Min nuha bîstekê li daweteke Culemêrgê ya Jîrkiyan temaşe kir. Dawet ya lawê axayekî Jîrkiyan û li gundekî bû.

Çend tiştan bala min kişand.
Yek jê, bi kîloyan zêr û xişir bi jinan ve bû. Ne îşê zêr û xişir bû. Hema hema her xanimê kember û qolana zêr girê dabû, bi kîloyan zêr kiribû hustuyê xwe, dabû serê xwe.

Erê berê jî jinan zêr bi xweve dikirin, ev kultureke kurdî ye. Lê ne bi vî rengî.Tiştê min dît dîmenekî fahş û pir ne xweş bû, ji usûl adetê derxistibûn. Wek meriv bi milyonan pere bi xwe ve ke. Quretî û fexreke bi vî rengî qet ne xweş e.

Li alî din ev jî nîşan dide ku gundiyên wan deran pir dewlemend in. Însanên feqîr nikanin kemberên zêr û hewqas xişir bi xwe ve kin. Mesela li herêma me ew zengînî tuneye…

Tiştê din yê bala min kişand, jin û mêran(peya û pîrekan)cihê cihê govend digirtin, yanî jin û mêr neketibûn destên hev, cihê cihê dilîstin.

Li Wêranşarê, Qerejdaxê jin û mêr, nas ne nas dikvin destên hev. Heta dema jinên xwediyê dawetê nekevin destên mîvanan, mîvan dixeyidin û dibêjin heger pîrekên(jinên) we ewê neketana destên me çima we ji me ra xelat şand û em ezimandin?

Yanî li herêma di dawetan da peya û pîrek(jin û mêr)dikevin destên hev û ev yek jî pir normal e. Dema meriv nehêle, neke şerm tê dîtin.

Gelo li herêmên Kurdistanê yên din çawa ye, li ku derê peya pîrek dikevin destên hev û li ku derê nakevin destên hev.

Di vî warî da em wêranşarî pêşketî û modern in û di dawetan da peya û pîrekên me, keç û xortên me dikevin destên hev û heta carnan diyariyan jî didin hev…

XXX
Dilê te çawa dixwaze wer bike,
heta ji te tê gurra dilê xwe bike...



XXX
-Merivê bêexlaq wek qafika(guldanka, saksiya) şikestî ye, ne qafike ne je jî çamûr e...

27 maj 2014

Êşa herî mezin bêdewletbûn e


Ez li ser gotina Confucius, ”Almas çawa ku gava neyê xeritandin bêqusûr nabe, însan jî heta ku êşê nekşîne kamil nabe” gelkî fikirîm.

Bi rastî jî kesê êşê nekşîne, derd û kulan nebîne, nekeve û ranebe, bobelat neyên serî, tim zikê wî têr û tim di nava rehetiyê, kêf û şahiyê da be nakemile, bîrewer, maqûl, sergiran û kamil nabe.
Heger îstîsna hebin jî vê rastiyê pûç nake.

Êşa herî mezin bindestî û bêdewletbûn e...
Mesela kurd bi piranî wek almasekî xeritandîne, ji ber ku wek milet pir êş dîtine.
Li dinyayê êşa herî mezin bindestî û bêwdewletbûn e. Bi dîtina min ji êşa bindestiyê û bêdewletbûnê mezintir tu êşeke din tuneye. Meriv miletekî sêwî ye. 

Loma jî kurd li herdera cîhanê di xebatên ji bo azadî û demokrasiyê da tim û tim di refên pêşî da ne.

Ev yek ne li Kurdistanê û li Tirkiyê tenê, li Swêd jî wiha ye.
Li Swêd jî tu grûbeke din ya biyanî bi qasî kurdan ne angajeyê gelşên siyasî û civakê ye.

Li Swêd kurd ji hemû biyaniyan bêtir beşdarî xebatên siyasî, kulturî, edebî û civakî dibin.

Partiya rasîst ne têda, di hemû partiyên din da kurd him pir in û him jî pir aktîv û serkeftinîne…

Di hemû rojnameyên Swêd da rojnamevan û nivîskarên kurd hene. Di jiyana kulturî ya Swêd da statuya kurdan bilind e.

Ev jî ji êşa kişandine tê, bindestiyê û bêdewletbûnê kurd kirine evîndar û şervanên azadiyê û demokrasiyê…

XXX


Almas çawa ku gava neyê xeritandin bêqusûr nabe, însan jî heta ku êşê nekşîne kamil nabe.
CONFUCIUS

Bextê dewletan tuneye

Heta nuha min digot sebebê şêla Emerîka ya negatîf ya li hemberî kurdan bi giranî ji ber zextên Tirkiyê ye. Tirkiye nahêle Emerîka piştgiriyê bide veqetandina kurdan. Heger Tirkiye dev ji neyartiya kurdên başûr berde, Emerîka ewê piştgiriyê bide
serxwebûna wan.

Lê nuha ez dibînim ku mesele tam ne wiha ye. Wa ye Tirkiye dixwaze kurd petrolê bifroşin derve lê Emerîka qebûl nake.

Emerîka ji kurdan ra dibêje, hûn bi serê xwe nikanin biryareke wiha bidin, em li dijî vê biryara we ne, dibê hûn bi Bexdayê ra li hev bikin. Dema Bexdayê destûr da, wê demê hûn dikanin dest bi firotina betrolê bikin.

Ev jî şêleke li dijî menfeat û serxwebûna kurda û sedîsed hevalbendiya Malikî ye.
Ez bi xwe baş nizanim Emerîka çima wiha dike? Di vir da Emerîka siyaseteke li dijî kurdan û Tirkiyê dimeşîne û piştgiriyê dide Malikî û Îranê.

Îcar Emerîka ji bo çi wiha dike, ji bo çi piştgiriyê nade kurdan, kara Emerîka di vê siyaseta li dijî kurdan û Tirkiyê da çi ye? min baş fêm nekiriye.

Tiştek pir zelal e, Emerîka belasebeb wiha nake, miheqeq di vê şêla wan da sebebek heye, lê min bi xwe ev sebeb hîn baş fêm nekiriye.

Wek tê dîtin neyarên kurdan ne çar dewlet tenê ne, dibê kurd Emerîkayê jî îqna bike. Ev jî bi qasî serketina li hemberî Îraqê, Îranê, Sûriyê û Tiriyê zor e…

Bêtalihiye me ya herî mezin me coxrafiyeke şaş ji xwe ra kiriye war. Ji ber vê coxrafya malwêran neyarên me pir in, xurt in û wek gurên har in…

XXX


Kurd qedir û qîmeta didin xelkê, didin dostên xwe nadin kurdên xwe. Xelkê tim di ser yê xwe ra digrin. Loma jî pêşiyên me gotine ”gîha hewşê tahl e.”
Ev, psîkolojiya miletê bindest e, ji ber ku xwe û yê xwe biçûk dibîne, keda wî biçûk dibîne..

26 maj 2014

Kurdên bakur wek miletên din ji neyarên xwe naqeherin

Fînî ji rûsan, filistînî ji cihûyan, çeçen ji rûsan, çînî ji japonan, ermenî ji tirkan, kurdên îraqê ji ereban, kurdên îranê ji farisan hez nakin. Meriv dikane viya dirêjtir bike.
Ji ber ku van dewletan zulm li wan kiriye, xedir li wan kiriye.

Lê kurdên Kurdistana bakur bi paranî ji tirkan ne aciz in, ji tirkan, ji zimanê wan, ji welat û bajarên wan hez dikin.

Ez dibêjim sebebê vê yekê bêhayiya(nezaniya) ji dîroka xwe ye. Gava haya meriv ji dîroka meriv tunebe, meriv nizanibe xelkê kînga, çawa û çi aniye serê bav û kalên meriv, çi zulm û neheqî li qewmê meriv kiriye meriv bêşiûr dibe, bi çavê neyar li neyarê xwe nanêre.

Wezîfeya ronakbîrên kurd ya herî sereke di nava kurdan da belavkirina zanîna dîrokê ye. Dibê kurd xwe û dîroka xwe bi çî û war bizanibin.

Heta ku di nava kurdan da zanîn û şiûrê dîrokê xirt nebe kurd bi xwe nahesin û dev ji heyraniya tirkan bernadin…

Em bibêjin yek sîleyekê(şîrmaqekê)li meriv xwe meriv pê diqehere, jê dixeyide, dixwaze lêxe. Heger nikanibe lêxe pê ra napeyive, li hember wî kesî di hundurê da xwe nefretekê xwedî dike.

Lê vê dewletê ne sîleyek, bi sedhezaran kurd kuştine, gû bi kurdan dane xwarin, welatê kurdan ji wan stendiye, zimanê wan yasax kiriye, navê  wan yasax kirye û kiriye û ha kiriye… Lê piraniya kurdan dîsa jî li hemberî vê zulmê bê helwest û bêşiûr in...
Ev tiştekî pi anormal û pir xerîb e…



25 maj 2014

Erdogan li Almanya şeqizî

Erdogan li Almanya şeqizî. Medya Alman ew xist binê erdê û gotinên nemayî jê ra got.
Rojnameya Almanya ya herî mezin Bildd, di manşeta xwe da bi van gotinên giran xîtabî Erdogan kir.
 ”Almanya welatekî azad e, li vir herkes dikane fikrê xwe bibêje. Loma jî em nikanin axaftina te yasax bikin û em naxwazin yasax jî bikin. Lê dîsa jî bizanibe ku tu bi xêr nehatîye, li vir tu nayê xwestin.”
Kovara Der Spiegel jî tew manşeteke hîn girantir bikar anîye, ”Heta Cehnimê riya te heye Erdogan.”
Ji bo siyasetmedarekî bêguman vanan gotinên pir giran in. Û bi taybetî jî ewrûpî zû bi zû gotinên wiha goran ji kesî ra nabêjin.
Lê Erdogan qet ne xema wî ye. Çawa ku li Tirkiyê guh nade kesî, qurişê xwe di gotinên kesî nade, ev rexneyên medya Alman ya giran jî zêde tesîrê lê nake, gotiye vana hin kesên xwenezan in.

Heta çend sal berê medya Alman qedir û qîmeteke pir mezin dida Erdogan û bi çavê hewariyê demokrasiyê li wî dinêrî.

Lê eynî medya, îro Erdogan dixe binê erê, jê ra dibêje ”here cehnimê, tu bi xêr nehatiyî…”
Erdogan, Ocalanê tirka ye, ew jî wek Ocalan serê biskê ye, merivê bi tenê ye, ciyê wî tu carî nayê dagirtin, çi bike, çi bibêje kes nikane li dij derkeve, kes newêre rexne bike, kes newêre bibêje tu şaş î…
Lê wisa xuya ye bi vê qûşê Erdoganê ne negihîje Mûşê. Şansê wî yê serokkomariyê roj bi roj kêmtir dibe, ew bi destê xwekursiya xwe ji bin xwe dikşîne…

XXX
Celadên rejîma Îranê 4 kurdên din jä îdam kirin. Ev rejima qatil û celad rojê çend kurdan îdam dike.
Dilê min diperite, di dilê min da kîn û nefreta li hemberî meleyên qatil zêde dibe.
Xwîna kurdan çawa ku ji Seddam ra nema, ewê ji celadên Îranê ra jî nemne, ewê jî rojekê li bela xwe rast werin.
Bimre rejîma destbixwîn û qatil.
Bijî kurd û Kurdistan!
Ez hemû şehîdan bi hurmet bibî tînim. Miletê kurd ewê rojekê hesabê van cînayetan ji celadan bipirse…



XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di axaftina xwe ya Kolnlê da gotiye, ”Ez tim dibêjim, em asîmîlasyonê qebûl nakin. Em ji dînê xwe, ji zimanê xwe, ji kultura xwe tawîzê nadin.”
Rast e, mêrik tim viya dibêje û heta tiştên zêdetir jî dibêje. Xwezî her siyasetmedarê kurdên Kurdistana bakur jî wek Erdogan bigota eynî tirştbigota.
Yên me dîn netêda, zimanê xwe jî, kultura xwe û welatê xwe jî dikin qurbana tirkan û dewleta tirk.

24 maj 2014

Bêwelatî zor e




Tiştekî gelkî ne xweş e li vê dinyayê meriv bêcî û bêwar be. Lê bêwelatî û bêdewletî ji wê jî xerabtir e.
Meriv bêwar be dikane li kuçe û kolanên, li çol û çepelên welatê xwe rakeve. Kes nikane meriv ji welatê meriv biqewitine. 

Lê dema meriv bêwelat û bêdewlet be, dereke meriv lê bisitire jî tune, kes meriv nahewîne. Çol û çepelên meriv pê da here jî tuneye, xelk bera meriv dide û meriv ji welatê xwe diqewirîne.

Ey kurdê bêwelat, kurdê mahcirê seranserê dinyayê, tu jî doza welatekî azad bike û ji vê bindestiyê û vê mahciriyê xelas bibe !

 XXX
Gelî xortan, temiya min li we, qedrê malê xwe, merivê xwe û hevalên xwe bizanibin...

Ez îro nêzî neh saetan xebitîm û bîstek berê hatim mal. Ji westan li ser xwev nediedilîm. Û ya xerab ezê sibe jî bixebitim. Ez haziriya gera Kurdistanê dikim…

Gava ez zêde dixebitim kêfa xanimê tê. Ez hatim masî hazir bû. Min masiyê xwe xwar û dû ra jî dûşek girt. Nuha piçekî bîna min hat ber min.

Gelî xortan, temiya min li we, qedrê malê xwe, merivê xwe û hevalên xwe bizanibin. Gava meriv ji destpêkê qedrê malê xwe, merivê xwe û hevalê xwe nizanibe rojek tê meriv poşman dibe, lê wê demê jî dereng e. Heger min ji destpêkê qedrê malê xwe bizanîbûya îro minê neh saetan kar nekira…
2014-05-24

XXX
Tu tifaq ne ebedî ye, ya ebedî berjewendî ye. Efendim kurdan û osmaniyan 500 sal berê tifaq çêkirine.
Rast e, do ji bo wan tifaq pêwîst bû, kara wan di wê tifaqê da hebû û loma jî bi kurdan ra tifaq îmze kirin. Lê îro bingehê vê tifaqê nemaye û neviyên osmaniyan naxwazin bi kurdan ra tu tifaqeke nuh çêkin. 

Tiştê ji me dixwazin berdewamiya bindestiya me ye. Gav û saetê vekirina vê deftera kevn tu tiştekî nade kurdan û tirk jî pê nayên merhemetê.

Îro ji tirkan bêtir hewcedariya me bi tifaqa nabêna kurdan heye, heger kurd dev ji neyartiya hev berdin û yekîtiya xwe ya netewî çêkin tirk ewê mecbûrî gelek tiştan bibin.


23 maj 2014

Nivîseke 22 sal berê

Nivîseke 22 sal berê
Akîko Yamada, Japoniya di salekê da fêrî kurdî bûye:
 
"Êşa kurda neqlî dilê min jî bû !"


Heta nuha min Tirk, Ereb, Asûrî, Ermenî, Alman û Swêdîyên Kurdî fêr bûbûn dîtibûn, lê yeka Japonî min nedîtibû.
Lê tesadufên dunyayê pirr in, gava dem tê meriv dibêje "hella hella ev jî hebû ha! "
Li buroya Armancê gava ez rastî Akîkoya Japonî hatim (25.11.92) û bi kurdî silav li min vegerand ez şaş mam, min di dilê xwe da got "hella hella Japon û Kurdî!? ".

22 maj 2014

Dibê meriv xwe bi ber bayê cahilan nexe



Kesê xwe dizane, kesê sergiran tu carî xwe bi ber paşgotinî û bêdebiyên kesên xwenezan û cahil naxe.

Cahilî bêguman ne bi meqam, xwendin û dîplpomayê ye. Dîplome însên otomatîkman kamil nake, nake însan, nake xwedî tecrûbe û dîtineke human û însanî. Nake xwedî kultur û edeb.

Di civata me da, li derûdora me gelek zircahilên xwedî çend dîplome hene. Lê bi wî navî û dîplomeyên xwe jî cahil in.

Wek tê zanî hin husûsiyetên merivên cahil hene. Merivên cahil berî hertiştî bi dîtin û baweriyên xwe pir bawer in, xwedî fikrên sabit in. Hûn ji wan ra çi bibêjin jî qet tesîrê li wan nake, ji ber ku ew qet guh nadin gotinên te, ew her li bilûra xwe dixin.

Tiştên tu dibêjî ji vî guhê wan dikevê ji guhê wan yê din derdikve. Ji bo wan li dinyayê rastiyek tenê heye, ew jî ”rastiya” ew pê dizanin, ew pê bawer in, ew wê diparêzin.

Bêyî vê ”rastiya” wan rastiyeke din tuneye, kesë ne bi vê rastiya wan, bi vê dïtina wan ra be ya kêmaqil in, ya nezan in ya jî nêtxerab in, naxwazin rastiyê bibînin û bibêjin.

Ya din cahil bi bi piranî merivên bêdeb û bêşerm in, qet li ber xwe nakevin. Ha tirrek û ha du tirr, li ba wan qet ferq nake. Ne ji gotinên xwe fedî dikin û ne jî ji bersîva meriv fêm dikin.

Welhasil ya herî baş û rast ew e ku meriv xwe bi ber bayê cahilan nexe.

XXX

De ser xêrê be, bîstek berê min çû raya xwe ji bo Parlamentoya Ewrûpayê da Kurdo Baksî. Heger li Huddîngeyê rayek jî ji Kurdo ra derkeve ew jî raya min e. Hêvî dikim qezenc bike û here li Parlamentoya Ewrûpayê bibe kelemê nav çavê Tirkiyê...

Hevpeyvînek 17 sal berê

Ez îro di Googlê da bêhemdî da rastî sê(3)nivîsên xwe yên 21, sal berê, 20 sal û 17 sal berê hatim, min ew ji bin da ji bîr kiribûn.
Ji wan nivîsan yek hevpevîneke li ser hin pirsên gramera kurdî ye. Kovara Çira ya Komela Nivîskarên Kurd di sala 1997a da bi min û çend kesên din ra li ser vê meselê hevpeyvînek kiriye, ji me çend pirs pirsîne. Ji bo ku ev nivîs jî têkeve arşîva min, ez îşev wê di quncikê xwe da diweşînim.

”Li ser hin pirsên gramera kurdî
Ji ber ku te di pirsa xwe da "tevliheviya" di elfabê û gramerê da destnîşan nekiriye, lema jî ez nikanim bi hawakî konkret di vî warî da tiştekî bibêjim ya jî pêşniyarekê bînim. Lê eger ji "tevliheviya elfabê" qesd mesela herfa (i) û (î) ye, ez dikanim bibêjim ku tevlihevî ya jî "gelşa" elfabeya Kurdî bi qasî ku tê mezinkirin ne mezin e. Lê grûbek biçûk vê gelşê mezin dibîne û lema jî dixwaze mezin bike. Ya rast di şêla xwe da înad dike.

Nuha hera were hemû mesele û tiştê ku wek problemeke mezin tê dîtin du herf in; yanî ya emê herfên (i) û (î) yê wek ku di elfabeya Tirkî da ne(ı-i)binivîsînin, ya jî emê wek ku Celadet Bedirxan qebûl kiriye, qebûl bikin û wer binivîsin.
Û ji xwe hemû kurdên ku bi herfên Latînî dinivîsin vê elfaba Celadet Beg bi kar tînin.

Lema jî gava grûbek ya jî ferdek, argumentên wan çi dibin bila bibin, bi serê xwe di guherandina van herdu herfan da israr dikin, ez pirr şaş dimînim. Li gor baweriya min divê însan bêtir bi mesûliyet hereket bike.

Li alî din elfaba Celadet Beg êdî bûye elfabeyeke netewî. Helbet ez naxwazim bibêjim ku ev elfabe kitêbeke muqedes e û divê em qet destên xwe nedin wê. Na, gava jiyan di warê perwerdekariyê da hewcedarî ya jî zarûriyeteke wiha derxe hember me, bêşik divê em wê biguherînin. Lê ez îro ji bo guherandina van herdu herfan tu sebeb û argumentekî ciddî nabînim.

Lê çi di warê elfabê da be û çi jî di warê îmla û gramerê da be, her babet guherandin miheqeq divê ji alî kesên zana û alim ve bête kirin. Di vir da qesda min ne ferdê zimanzan e, divê heyetek hebe û tenê ew heyet desthilatdar be.

Ev heyet dikane kovareke zimên jî salê jimarekê ya jî du jimaran derxe û di wir da biryarên xwe bigihîne gel û masmediya Kurd.
2. Gava ez teksteke ku herfa (î) tê da bê kumik e dîxwînim bi tu hawî zahmetiyekê nakşînim. Lê ji xwe ra dibêjim Kurd çi serhişk in. Û gava çewtiyên îmlayê jî dibînim pê diqeherim. Ma wekî din ez dikanim çi bikim ku ?

3. Sebebê ku Celadet Beg herfên (i) û (î) wek yên Tirkî negirtine elfaba xwe, ew di Hawarê da dûr û dirêj îzah dike. Yanî rê ji çîrokên me ra nehiştiye. Ew dibêje (i)yeke bê nuxte yanî wek (ı)ya Tirkî ya îro di nav herfên (u, n,m) û di pêşî û paşiya hin herfên din da bi wan ve dizeliqe, gerandina ji wan herfan gelekî dijwar dibe. Lema jî (i)ya Latînî kiriye (i)ya Kurdî û (î) jî kumik danîye ser. Çimkî ji van herdu vokalan ra ev herdu herf yên herî maqûl in.
4. Ez di axaftin û munaqeşê da tu zirarê nabînim. Ger tiştekî me yê ku em ji hev ra bibêjin hebe, ma çima emê rû li ser nepeyivin ?”
Çira: Kovara Komeleya nivîskarên kurd
sal 3
hejmar 11
havîn 1997

21 maj 2014

Sibe ezê raya xwe bidim Kurdo Baksî

Di 25ê vê mehê da li Swêd hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê heye. Bîstûheyşt(28)welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo 5 salan ewê 751 parlamenteran bişînin Parlamentoya Ewrûpayê.
Di nava 751 parlamenterî da para Swêd 20 parlamenter in. Yanî Swêd ewê 20 parlamenteran bişîne Parlamentoya Ewrûpayê.

Li Swêd ji 7 partiyan 8 kurd ji bo Parlamentoya Ewrûpayê namzediyên xwe danîne.
Lê belê ji van her heyşt(8) kesan şansê yekî/yekê jî yê qezenckirinê tuneye.
Ji ber ku yek jî ne di rêza 1, 2, 3 û çaran da ye. Ez bawer dikim yê di rêza herî baş da Kurdo Baksî ye û ew jî ji partiya jîngehê(partiya keskan) di rêza heyşta(8) da ye.

Lê rewş çi be jî wek hemwelatî, wek kurd emê raya xwe bidin partiyekê, namzedekî.
Li Swêd meriv dikane raya xwe bide partiyê ya jî şexs. Meriv dikane di raya partiyê da navê şexs îşraret bike û raya xwe bide şexs. Wê demê meriv raya xwe him dide partiyê û him jî dide şexsê meriv dixwaze.

Ji ber ku vê heftê ezê roja şemiyê û yekşemiyê bixebitim, loma jî ez mecbûr im raya xwe berî 25ê mehê yanî berî roja hilbijartinê bidim.

Xanim û Rojen ewê roja hilbijartinê herin raya xwe bidin, lê ezê sibe bidim. Me wisa li hev kiriye…
Ez fikirîm, em fikirîm, me got gelo em raya xwe bidin kîjan partiyê, kîjan kurdî?

Ez hemû namzedên kurd nas nakim, lê min beyan û hevpeyvînên wan xwendin, hemû jî kurdên welatperwer û baş in. Heger ne ji ber sebebên îdeolojîk be, meriv dikane raya xwe bide hemûyan jî.
Lê me biryara xwe daye, emê îsal rayên xwe bidin KURDO BAKSÎ.

Ez dizanim şansê wî yê qezenckirinê tuneye, ya jî pir kêm e, lê dîsa jî emê rayên xwe bidinê.
Ma em rayên xwe bidin swêdiyekî ewê çi kurk li me be, çi feyde bigihîje me?

Belê, malbata Zinarê Xamo îsal ewê rayên xwe bidin Kurdo Baksî . Ezê sibe raya xwe li Huddîngê bidimê.

Ez îro raya xwe didimê ji bo ku sibe mafê min hebe ji bo kurdan gazinekê jê bikim, tiştekî jê bixwazim.
Ji nuha da ez ji hemû namzedên kurd ra serketinê dixwazim.

20 maj 2014

Bi vê xeberê ra kêfa min hat


Kêfa min hat, wa ye kitêb derketiye û hin dost û hevalan jî ew dîtine. Vê yekê him kêfa min anî û him jî bêsebriya min hinekî aş kir.
Esas dibê weşanxanê hema rismekî berga wê ji min ra bişanda, lê qey li hev ranegirtin. Belkî jî nusxeyek şandibin û di rê da be. Lê garantî tuneye ku ji Tirkiyê derkeve û bi saxî û selametî were bigihîje Swêd û destê min.
Pênc sal berê min du heb ji Latîf Epozdemir şandin, lê negihîşt destê wî, ya avêtin ya jî birin dan emniyetê.
Dewleta derewan...

XXX
Fûara(pêşangeha)Kitêban ya Diyarbekrê îro dest pê kir. Dibê weşanxaneya min ”Weşanxana Rûpel”ê jî beşdarî fûarê bûbe. Gelo kesên kitêba min ”Antolojiya Çîrokên Zarokan” dîtine hene?
Min meraq kir. Min dixwest bergê wê bibînim. Hûn dizanin kitêb jî wek zarokê meriv e, meriv dixwaze zarokê meriv xweşik be…


XXX
Heta ku medya PKKê bi piranî di destê çepên tirk û elewiyên kemalîst da be kurd nêzî hev nabin û dijminatiya nabêna PKKê û hêzên din naqede.
Piraniya berpirsiyar, birêvebir û nivîskarên medya PKKê neyarên neteweperweriya kurd in, neyarên PDKê û YNKê ne. Neyarên kes û hêzên derî PKKê ne.
Di gelş û teşxeleyeke herî biçûk da jî wek gumgumokan tim pifî agirê berberî, neyartî û nîfaqê dikin. Agirê dijminatiyê gur dikin û bizrên nîfaqê direşînin nabêna kurdan. Dixwazin kurd tim neyarên hev bin.
Yanî di her fersendê da rola Bekoewanan dilîzin, nivîs û xeberên kurdan bînin hemberî hev belav dikin, fesadî û gelaciyê dikin.
Heyf, meriv li ber dikeve...
2014-05-19

19 maj 2014

Dibê meriv xwedî îstîkrar be

Birayê Hejarê Şamil gotiye, 5000 hezar dost û hevalên wî yên Facebookê hene, lê ji van 19 kes tenê bi kurdî dinivîsin. Dû ra jî gotiye, em bibêjin bira ev hejmar derkeve 100 kesî. Lê 4900 kesên din li ku ne? Û bi ra ji van jî 200 kes ne kurd bin.
Ji xwe gelşa me kurdan ev e. Çareya wê dibê meriv bi xwe bi tirkî nenivîse û di kurdî da israr bike. Di vî warî da îstîkrarê nîşan bide. Yê min bi xwe ev 8 sal in di blog û facebooka xwe da ez di vê xeta xwe da israr dikim.

XXX
Li bajarê Somayê di dema protestoyê da dema pûlisan bi ava zirp(tazîq) û bi gaza îsotê êrîş biriye ser gel, ji nava gel hin kes bi pûlisan da qeherîne û gotine:
”Hûn çima êrîşî me dikin, ma em kurd in, ma em terorîst in? ”
Yanî cop, ava bi zirp, gaz û lêdan heqê kurda ye, dibê hûn tenê li hemberî kurdan bikar bînin…
Tirk ev ne cara pêşî ye vî ruyên xwe yên ne însanî nîşanî me kurdan didin, berê jî gelek caran nemirivoyên wiha ne medenî nîşan dane û em kurd van hest û dîtinên tirkan yê di heqê xwe da baş dizanin.
Lê li gel vê jî emê dev ji mirovatiya xwe bernedin û danekvin mistewa van kesên nîjadperest û hov…
Bira nîjadperestî, hovîtî û nemirovatî para wan û însaniyet para me be, emê wek miletê kurd zulmê û lêdanê tu carî misteheqê tu miletî, tu ïnsanî nebînin…

XXX
Dibê hakimên tirk li vî rismî binêrin û ji xwe fedî bikin...
Serokwezîrê berê yê Îtalya Silvio Berlusconi bi cil û bergên karkirê paqijiyê kolan û bexçeyê Dezgeha Malbata Pîroz paqij dike.
Wek tê zanîn dadgehê salek cezayê karê paqijiyê dabû Berlusconi û ew nuha bêyî îtîraz, wek camêra vî cezayê xwe bicî tîne.
A demokrasî û hezimkirina kultura demokarsiyê ev e.
A ferqa tirkan û ewrûpiyan ev e.
Li Tirkiyê ji dêlî ku hakim cezayekî wiha bide Erdogan, Erdogan hakim û dozgeran ji kar devê, ciyê wan diguheze.
Lê Berlusconî hurmetê nîşanî beriyara dadgehê dide, bêyî îtîraz wê bi cî tîne….
Herkes dizane ku Erdogan sedqatî ji Berlusconi bêtir bêqanûnî, sûc û dizî kiriye, lê dadgehek Tirkiyê tu carî newêre cezayekî wiha bide Erdogan û wezîrên din yên diz. Ji Tirkiyê ra jî hakimên wiha mêr lazim in.
Yanî Mafiya Ewrûpayê jî ji Tirkiyê pêşdatir û demokrattir e…

XXX
Kesên wek Cengîz Çandar û Beşîkçî xoce dibê kurdî bizanibin...

Birayê Selahattin Bulut, gotiye çend roj berê Cengiz Çandar bûye mîvanê Medya Kîtapevî û bi wî ra bi kurmancî peyivîye. Û kurmanciya wî jî ne xerab bûye.

Min nuh bihîst Çandar kurmancî dizane û ev sê sal in diçe qursa kurdî. Bi vê agahiyê ez kêfweş bûm.

Lê li alî din bi dîtina min ev yek ne tiştekî pir mezin e, rojnamevanekî wek Çandar ku her roj di nava kurdan da ye û li ser kurdan dinivîsîne, dibê bi kurdî bizanibe. Ew û yên wek wî dibê bizanibin. Dibê em wek kurd viya ji yên wek Çandar bixwazin. Dema bi kurdî nizanibe kêmasiyeke mezin e. Û dibê meriv viya bide ruyê wan jî.

Bi milyonan kurd tirkî fêr bûne, bira çend tirk jî ji bo karên xwe kurdî fêr bibin...

Mesela sosyologekîî wek Beşîkçî xoce jî dibê heta nuha kurmancî fêr bibûya. Bi dîtina min heta nuha fêrnebûna wî kêmesiyek e. Di vê yekê da ez bawer dikim hinekî jî sûcê me kurdan heye. Em ji kesên biyanî naxwazin, em bi bîra wan naxin.

Alim û rojnamevanên ewrûpî bêyî ku kes ji wan bixwaze, ew bi xwe dikin. Ji ber ku gava tiştekî ji xwe ra dikin kar, wî karî pir cidî digrin û heta ji destê wan tê dixwazin pir baş dikin.
Lê ev kultur li ba tirkan tuneye…
2014-05-18

17 maj 2014

Dereng bû lê baş bû


Semînera min ya li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurd îro baş derbas bû, bi dilê min bû.
Ev 34 sal in ez bi rengekî bênabên bi kurmancî dinivîsim. Heta nuha du berhemên min û wergereke min ji Swêdî(Bide Dû Dilê Xwe)û 2400 meqaleyên min derketine, min di gelek kovar, rojname û malperên kurdî da bi sedan meqale nivîsîne, berpirsiyarî û redaktorê kiriye, lê ev cara pêşî ye ez derdikevim hemberî xwendevan, dost û hevalan û rasterast xîtabî wan dikim.
Hevdîtinek hinekî dereng bû, lê baş bû. Hin tişt heta dema wê neyê nayên. Qey ev jî tiştekî wiha bû.
Guhdaran pê li serê hev nedikirin lê dost, nas û hevalên xwe westandibûn û hatibûn ez gelkî dilşa kirim. Ez ji vir spasî hemû hevalên hatibûn û dost û hevalên telefon kirin û nikanîbûn bihatana dikim û dibêjim mala we hemûyan ava be.
Min gelkî dixwest çapa duduyan ya Antolojiya Çîrokên Zarokan bigihîje destê min û di vê civînê da bi dost û hevalan bidim nasîn. Lê mixabin nebû qismet, kitêb negihîşt destê min. Li gorî bepirsiyarê Weşanxaneya Rûpelê ji min ra got, Antolojî ewê li Fûara Diyarbekrê (20-25/5)hebe.

Linka ji beşekî sohbetê
XXX
Li Somayê serokwezîr Erdogan ji xortekî ra gotiye, ”heger tu ji serokwezîrê vî welatî ra bibêjî yûh, tu yê sîleyê bixwî…”
Wek berdûş û pêxwasekî Qasimpaşayê xwe li yekî din rakişandiye û gotiye, ”dolê Îsraîl nereve, were vir !”
Weleh merivê xwenezan dikane hertitşî bibêje û hertiştî bike. Meqam însên nake însan.
Şair gotiye, ”di nabêna însan û însan da ferq heye. Ji hesinekî him nal û him jî şûr çêdikin.”

XXX
Heta nuha hêza kurdan ya herî mezin di piraniya nufûsa wan da bûye. Xwedê kir li Kurdistana Bakur(Tirkiyê) nufûsa kurdan zêdeye, heger nufûs hewqasî ne zêde bûya ji zûda wek berfa roj bide ser heliya bûn û bûbûn tirk. Deh dihelin dibin tirk, sed dewsa wan digrin û micadelê didomînin.
Lê nuha rewş hinekî tehalûke ye. Berê dinya ne wiha bû, teknîk hewqasî bi pêş neketibû, însan zû asîmîle nedibûn û tenê dewletê dixwest kurdan bihelîne û ji kurdayetiyê dûr xe.
Lê nuha ne tenê dewlet, hin serok, siyasetmedar û partî jî bi vî karî radibin û ew jî dixwazin kurdan bi fen entegreyî civata tirk bikin. Yanî wek miletên din bihelînin û bikin tirk. Siyaseta vê cephê ji ya dewletê xetertir e, dibê meriv li hemberî vê cephê şiyar be. Loma jî rewş li gorî berê krîtîktir e.

15 maj 2014

Ji dewletê azadiya zimanê kurdî dixwaze lê ew bi xwe bi kurdî napeyive


Bala min lêye hin nivîskar û şairên kurd yên ku di jiyana xwe da nivîsek jî, şiîrek jî bi kurdî nenivîsîne, ew jî cejna zimanê kurdî pîroz dikin, ew jî li dijî ”asîmîlasyonê” meqaleyan dinivîsin.
Lê tiştê xerîb ew van tiştan ne bi kurdî , bi tirkî dibêjin, bi tirkî roja zimanê kurdî pîroz dikin...
Ew bi xwe dev ji tirkî bernadin, bi kurdî nanivîsin, lê belê li dijî asîmîlasyonê derdikevin, ji dewletê azadiya zimanê kurdî dixwazin. Baş e heger asîmîlasyon xerab e çima hûn dev ji tirkî bernadin û bi kurdî nanivîsin?
Bi dîtina min heger meriv tiştek şaş dît, xerab dît dibê meriv bi xwe wê şaşiyê neke.

XXX
Îro cejna zimanê kurdî ye. 82 sal berê di 15ê gulanê da Mîr Celadet Bedirxan li Şamê hejmara Hawarê ya pêşî derxist. Ji sala 2006a û virda ye her sal roja 15ê gulanê wek roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.
Cejna zimanê kurdî li hemû kurdên kurdperwer û kurdîaxêv pîroz be.
Hezar carî mala Mîr Celadet Bedirxan ava be ji bo ku em kirin xwedî elîfbeya latînî.. Bira gorra wî bihuşt be...

XXX
Li hemû welatên paşdamayî siyasetmedar û dîktator tu carî teqawid(malnîşîn, emeklî)nabin.
Teqawid nabin ji ber ku ji kultura demokarsiyê bêpar in. Loma jî bi kursiyên xwe ve dibin qirnî.
Ya dibê bimrin ya jî bi darê zorê hinek wan bixînin.

14 maj 2014

Erdogan dîsa xwe hetikand

Erdogan bi rastî jî merivekî pir zirzop, nezan û bêkultur e. Li ser felaketa Somayê gotiye “qezayên wiha normal in, kes nikane bibêje bira qezayên wiha nebin.”
Di rojeke wiha da, li hemberî trajediyeke hewqasî mezin, serokwezîr dibêje, “vana bûyerên normal in” û dû ra jî ji dinyayê çend nimûneyên 100-150 sal berê qewimîne dide.
Camêr bêyî ku bifikire, bizanibe ev gotinên wî tên çi maneyê gotiye:

“Li Îngilîstanê di sala 1862a da 204, 1866a da 361 û di 1894a da jî 290 kes di qezayên wiha da mirin. Li Fransayê di sala 1906a da 1099 kesî di qezayeke wiha da jiyana xwe wenda kir.
Li Emrîkayê, di sala 1907a da 361 kes mirin.
Di van ocaxanda qezayên wiha tim dibin. Vana bûyerên normal in. Di lîteratorê da tiştekî bi navê qezayên kar heye. Di tebîeta wê da, di fitrata wê da heye. Kes nikane bibêje bira qet qeza nebe….”

Li hembrî van gotinan meriv matmayî dibîne, serokwezîrê welatekî çawa dikane di rojeke wiha da, mirina 245 însanî hewqasî sivik û basît bike!
Nimûneyên efendî dane yên 100-150 sal berê ne. Di ser van qezayan ra Şerê Cîhanê yê Yekem û yê Duyem derbas bûn.
Împaratoriya Osmanî belav bû.
Çarîtiya Rûs hilweşiya û şoreşa Oktobrê çêbû.
Şahê Îranê ket, Xumeynî hat ser hukim.
Rejîmên Musolînî, Hîtler û Franko hatin û çûn.
Fransa û Îngilistan ji Rojhilata Nêz û navîn vekişiya û li herêmê bi dehan dewletên nuh çêbûn.
Sîstema Sosyalîst têk çû
Yekîtiya Ewrûpayê çê bû.
Xelk çûn hîvî û asîmanan
Telewîzyon, telefon, înternet îcad bûn.
Welhasil di van 150 salên borî da dinya li bin guhê hev ket, bi hezaran, bi sedhezaran îcadên nuh, pêşketinên aqilê meriv disekinînin çêbûn, lê Erdogan hîn jî ji me ra qala qezayên 150 sal berê dike…
Ez çi bibêjim, hema Xwedê merivekî wiha neke serokwezîrê tu miletî…

XXX
Sersaxî !

Do li Tirkiyê li bajarê Somayê di kana(ocaxa) komirê da qezayeke wek qetlîamê qewimî.
Di kana(ocaxa) komirê da qezayek mezin çêbû û li gorî xeberên heta nuha 238 karkirî jiyana xwe wenda kir. Qezayên wiha wek qetlîamê ancax li welatên pir paşdamayî diqewimin. Ji ber ku li welatên wek Tirkiyê qîmeta jiyana însên tuneye, loma jî tedbîrên pêwîst nayên girtin û karkir nayên perwerdekirin. Teknîka modern nayê bikaranîn û xebat bi rengekî pir îptîdaî tê meşandin. Loma jî qezayên wiha tim dibin.
Li hemberî qetlîameke hewqasî mezin agir bi dilê meriv dikeve, meriv nizane çi bibêje…
Bira serê malbat û zarokên wan sax be, Xwedê sebrê û tehamulê bide malbat û xizmên kesên jiyana xwe wenda kirine…

XXX
Bêlome be, do serokê Parlamentoya Kurdistanê ya li surgûnê bû, îro dixwaze Erdogan wî ji AKPê bike parlamenter.
Weleh serokên kurdan yek bi yek wek sîlehên malê laz xerabe derdikvin. Di rojên herî giran da nateqin û miletê kurd li hemberî neyar şermezar dikin.
Qey ev jî qedera kurda ye...
2014-05-13

13 maj 2014

Me ne ji hêzên îslamî û ne jî ji yên çep heta nuha tu xêr nedîtiye

Kurdan heta nuha ne ji Îslamiyetê û ne jî ji çepîtî û komunîzmê tu xêr û feyde nedîtine. Bira feyde li wir bimîne, di ser da ji herdu îdeolojî û cepheyan jî zirar û heta xerabî dîtine û dibînin.
Lê miletên din ya ji Îslamiyetê ya jî ji çepîtî û komunîzmê feyde dîtine û dibînin. Û hinek jî ji herdu aliyan jî feydeyê dibînin.
Mesela him hêzên îslamî û him jî hêz û grûbên çep alîkariya filstîniyan dikin. Çep alîkariya çepan, îslamî jî alîkariya îslamiyan dikin...
Afganî, hewitinê, him hêzên îslamî û him jî komunîst û çep alikariya wan kirin û dikin.
Bosnî, hêzên îslamî û ewrûpiyan heta tu bixwazî alîkariya wan kirin.
Îran, Sûrî, Misir, Libya û gelek welatên din jî wiha ye, ya hêzên îslamî ya jî yên çep alikariya wan dikin.
Lê yê kurdan ne îslamî û ne jî çep, tu kes piştgiriyê nade wan, îslamî jî dixwazin kurdan bixapînin û çep jî.
Îslamî jî li dijî azadî û serxwebûna kurda ne û çep jî…
Li tu beşekî Kurdistanê tu hêz, tu dewlet bê menfaet, bê xapandin, ji dilpakî alîkatiya kurdan nake.
Yên xwe nêz dikin jî ne ji bo alîkariyê, ji bo zirarê, ji bo ku kurd ji bin destên tirkan xelas nebin xwe nêz dikin.
Li Tirkiyê rast, çep, kumunîst û îslamîst hemû bi hev ra dixwazin kurdan di tasek av da bixeniqînin.
Çend bêkes û rebenên xwe nêzî kurdan kirine jî ne ji bo xêrê ye, ji bo ku dewleta wan perçe nebe û ji bo bibin xwedî meqam û meaş xwe wek dostên kurdan nîşan didn.
Ne hemû bin jî lê piranî wiha ne.
Çimkî hemû jî merivên bêkes û bêkar in, bi xêra kurdan bûn serokên belediyan û parlamenter. Nikanîbûn parlamenteriyê di xewna xwe da jî bibînin.
Lê kurdan ew kirin parlamenter.
Ma Ufuk Urazê kurdan kir parlamenter ka li ku ye, ji bo kurdan çi dike?
Sibe bi xêr Kurkçu û yên din jî ewê eynî tiştî bikin.
Netîce rast jî û çep jî, herdu serî jî naxwazin bi destê me, dixwazin bi nigên me bigrin û me ji dewleta xwe ra bêjin ji erdê da…

XXX

Bêlome be, do serokê Parlamentoya Kurdistanê bû, îro dixwaze Erdogan wî ji AKPê bike parlamenter

Yaşar Kayayê 76 salî li ser pirsa, ”Heger AKP parlamenteriyê teklîfî te bike, tu yê çi bibêjî?”, gotiye, ”Ezê bibêjim erê, lê belê ewê di nava AKPê da mafê jiyanê nedin min.”

Weleh kes tiliya xwe jî bi te nake, piştî ku tu ev mêr bî, çima ewê bela xwe di te bidin?
Û piştî vê xeyala xwe ya parlamenteriyê jî camêr gotiye, ”Sempatiya wî ji pênc kesên AKPyî ra heye. Erdogan, Gul, Arinç, Hueseyîn Çelîk. Û Cemîl Çîçek.”

Gotineke heye, dibêjin ”navî giran e, warî wêran e”!
Sosireta din ya herî mezin jî, dema xanima bi Kaya ra hevpeyvîn kiriye, dibêje, ”Ew Erdoganê hûn wî teqdîr dikin, ji bo Roboskiyê hîn uzir jî nexwstiye.”

Li hemberî vê gotina wek şîrmaqekê Kaya wek berdevkê Erdogan meselê li bin guhê hev dixe û dibêje, ”Ew mesele ji bo min hinekî tarî ye. Kê kir, çima kir, gelo dewletê kir?...”

Wek tê dîtin, Kaya jî wek berdevkekî Erdogan, vê qetlîama bi emir û agahiya Erdogan hatiye kirin şêlû dike, qatilê wê vedişêre…
Dema meriv kurdê wiha reben, ne tu tişt dibîne meriv baştir fêm dike ku çima heta nuha em bi ser neketine…
Rebeno, ji pênc kesên ku dewleta tirk îdare dikin hez dike û dixwaze ji AKPê bibe parlamenter…
Fermo, çapa mezinên kurdan ev e…

11 maj 2014

Derdê milet nayê kişandin



Bi rastî jî derdê milet nayê kişandin. Yek dibêje kin e, yê din dibêje dirêj e.
Yek dibêje reş e, yê din dibêje spî ye...
Yek dibêje baş e, yê din dibêje şaş e...
Yek dibêje tîr e, yê din dibêj erohn e...
Yek dibêje weleh te îcar baş nivîsîye û te tiştên pir girîng û bi aqil gotine.
Yê din dibêje, weleh nivîsa te ya îcar qet neket serê min.
Tu qala Erdogan û siyaseta wî ya li hemberî kurdan dikî ne bi dilê herkesî ye.
Hinek dibêjin, ma hewce ye tu qala Erdogan dikî, ji xwe ew neyar e.
Yekî din bi hêrs dibêje, weleh yê herî baş dîsa Erdogan e, wî gelek maf daye kurdan…
Tu şaşiyeke PKKê rexne dikî, deh dibêjin her bijî, sed heb dibêjin bimre…
Yanî derdê milet nayê kişandin û weselam…

XXX
Ev çendake ez bûme xwedî telefoneke touch ya nuh. Hîn nizanim baş bixebitînim. Telefonên bi bişkok rehet bûn, lê ev bêxwedî hezarûyek teknîkên wê hene. Welhasil bikaranîn zor e.
Ez bere bere numreyên hevalan derbasî ya nuh dikim. Hercar rastî navên çend hevalên wefatkirî têm. Nuha jî dîsa eynî tişt bû. Bi hesret û êşeke mezin min navê wî jî xera kir. Ev heft sal bûn min hîn dest nedabû navê wî, ew bi xwe ra digerand.
Wê rojê bi heman êşê û xemgîniyê min navê çend hevalên din jî xera kirin…
Mirin bêbext e, meriv çiqasî egîd be jî nikane pê…

XXX
Roja hemû dayikên kurd, dayikên dilovan, fedekar û canfîdayên Kurdistana azad pîroz be.
Ji Stockholma xopan, ji min û Hêvî xanimê barek silav û evîn ji dayika min û ji dayika Hêvî xanimê û ji hemû dayikên kurd ra…
Bi hurmet em dayikên xwe û hemû dayikên kurd himêz dikin…

XXX
Rejîma Îranê dike 59 kurdên din jî îdam bike, lê alimên me û piraniya kurdan hîn jî li hemberî vê wehşetê bêdeng in.
Kurdên ji bo filistîniyan, ji bo îdamên li Misrê dadikevin kuçe û kolanan û gewriya xwe diçirînin, li hemberî vê qetlîama birayên xwe mixabin xwe kerr û lal dikin.
Siyaseta ne tewî kurd kirine miletekî ne ji xwe ra, miletekî şeqşeqçiyê xelkê…
Ez wek kurdekî vê biryara qetlîama kurdên Îranê rûreş û şermezar dikim!
Bimre rejîma celad!
Bimre qatil û neyarên miletê kurd !
2014-05-10

10 maj 2014

Erdogan dîsa hukmê xwe nîşan da !


Di civîna Şûreya Dewletê da Erdogan ji axaftina serokê Yekîtiya Baroyên Abûqatan Metîn Feyzîoglu gelkî aciz bû û bi hêrs mudaxeleyî axaftina Feyzîoglu kir û jê ra got, ”tu şaş dipeyivî, tu bêedebiyê dikî…”

Feyzîoglu jî got, ”ez çi şaş dipeyivim?, birêz serokwezîr. Min bêedebî nekir û layiqî xwe jî nabînim ji yekî din ra bibêjim tu bêedebiyê dikî…”

Piştî vê bersîva Feyzîoglu, Erdogan dîsa hin tişt gotin û rabû salon terikand. Û ji Gulê li kêleka wî rûniştî ra jî bi destê xwe îşaret kir, got rabe! Li ser vî emrê Erdogan, Abdullah Gul rabû ser xwe, ber xwe bişkok kir û wî û serokerkan Ozel û gelek giregirên dewletê yên din jî wek paşmêrên Erdogan dan dû wî û salona terikandin.

Bûyer bi serê xwe skandaleke pir mezin e û nîşan dide ku Erdogan merivekî çiqasî bêtehamul, bêkultur, zirzop û dîktator e…

Camêr tehamula wî ji fikir û dîtinên cihê ra qet tuneye, kî dibe bira bibe, li ku dibe bira bibe, her dera Erdogan lê, dibê herkes li gorî dilê wî bipeyive û dîtinên Erdogan ne pê ra nebêje.

Kî dibe bira bibe, meqamê wî çi dibe bira bibe, gava li gorî dilê Erdogan nepeyive, Erdogan wî mafî li ba xwe dibîne ku gotina wî bibire, pê da bixeyide, azarê bidê û heger ew jî têrê neke, bi cimat û paşmêrên xwe ra civînê biterikîne.

Merivekî medenî û piçekî nesîbê xwe ji edeb û demokrasiyê girtibe tiştê Erdogan di civîna Şûreya Dewletê da kir nake û nabêje.
Tiştê Erdogan di civîna Şûreya Dewletê da kir skandal e, bêedebî û bêkulturiyeke pir mezin e, reaksiyana merivekî dîktator e.

Tiştê herî trajîk yê din jî rewşa serokkomar Gul ketê ye. Erdogan wek lawê xwe bi Gul da xeyidî û got rabe ser xwe, em herin. Û Gul û serokkerkan Necdet Ozel û gelek kesên din jî wek zilamên Erdogan dan pey wî û wan jî salon terikandin.
Formulärets överkant

Dibê em bi zimanê neyar bi hev ra nepeyivin


Hin xortên BDPyî li Diyarbekrê li dijî serokê herêma Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî meş çêkirine, bandroleke bi şîara “Qatilê gelê xwe, hevkarê neyar Barzanî” vekirine.
Ev, tiştekî pir ne xweş û pir tahlûke ye, dibê kurd bi vî zimanî xîtabî hevûdu nekin.
Dibe ku BDP, PKK siyaseta PDKê û birêz Mesûd Barzanî neecibînin, şaş bibînin û hin kirinên wan rexne bikin. Lê ne bi vî zimanî, ev ziman ji bo hemû kurdan pir tahlûke ye.
Bifikirin ku hevalbend û xortên PDKê jî sibe rabin eynî tiştî bikin. Tiştekî wiha ewê gelkî ne xweş be û tenê kêfa neayrên me bîne.
Dibê PKK, BDP û PDK di zûtirîn wextê da bi hev ra têkevin têkkiliyê gelşên nabêna xwe bi riya diyalogê çareser bikin, rê nedin tiştên wiha.
Heger rê li ber vê neyartiyê neyê girtin ewê gelek provakasyonên pir ne xweş û tahhlûke çê bibin. Neyarên me dikanin li Tirkiyê li ser navê wî û yê din gelek provakasyonan bikin.
Kurd û partiyên derî PKK, BDP û PDKê jî dibê li vê yekê temaşe nekin û tavilê têkevin nabêna van hêzan û rê li ber bûyerên wiha bigrin. Kûrbûna neyartiya nabêna PDKê û PKKê li zirara me hemû karda ye. Loma jî dibê her kurdê dikane roleke pozîtîf bilîze midaxele bike.

XXX
Ev du roj bûn ez ne li mal bûm, haya min ji xeberên kurdan tuneye, ez bîstek berê hatim mal. Min nuha bi lez bîstekê li malperên kurdî nêrî.
Li gorî Avestakurdê nivîsî ye, PJAKê jî daye ser şopa PKKê û BDPê û wê jî dev ji Kurdistanê berdaye, navê xwe kiriye KODAR(Civaka Demokratîk û Azadiya Rojhilat ).
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê(PJAK)li Qendîlî kongreya xwe çêkiriye û di kongreyê da him serokê xwe yê 10 salan Ebdulrehman Hacî Ehmedî û him jî navê xwe guhertiye. Yanî gotina Kurdistanê ji navê xwe derxistiye.
De ser xêrê be, belkî ev yek ji bo kurdan hîn baştir be. Esas piştî ku meriv dewletê û Kurdistana serbixwe nexwaze parastina navê Kurdistanê ne rast e, baştir e ku vî navî jî ji ser xwe radikin. Bi vî hawî belkî kurdên Kurdistanê dixwazin û kurdên naxwazin, kurdên ku dev ji dewleta netewî berdana baştir ji hev bigerin.
2014-05-08

XXX
Yaşar, hezar carî mala te ava ji bo belavkirina vê nivîsa pir û pir bi qîmet. Di vê kurtenivîsê da meriv careke din dibîne ku pêşiyên tirkan osmaniyan zulmeke ji wahşetê jî wêdetir li bav û kalên me kirine. Dibê her kurd vê nivîsê bixwîne û jê ibretê bigre.
Ya din jî naskirina egîdî û mêrxasiya serokekî kurd e. Ji ber ku rêberekî miletê kurd di bin îşkenceyeke herî hovane da ji Hafiz Paşayê celad ra gotiye, ”Ji dîtina kurdekî tirsonekê ku bi hevalê xwe re bêbextî kiriye û xwe teslîmê dijmin kiriye mezintir îşkence tune ye” ez pir serbilind im.
Ji ber ku mezinekî min di bin îşkenceyê ev bersîv, ”Şûkir ji Xwedê re, guhên min baş dibihîzin, lê zimanê min ji we re wê her lal bimîne” daye zaliman ez mişt xurûr im…
Miheqeq bixwînin …

PARVE BIKE