28 april 2014

Mixabin zava bi dilê bûkê ye


Di dîroka PKKê ya siyasî da îro rojeke reş e. Hemû parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP) îro li Anqerê li Salona Gur Kent Hotela Aspendosê bi merasîmekê derbasî Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bûn.

Helbet partî ya wan e, wan ava kir û ew fesih dikin. Ev mafê wan e. Lê wek kurdekî heyfa meriv bi vê kedê tê, bi eziyet û cefa milet tê.

Hevserokê HDPê Ertugrul Kurkçuyê tirk di merasima îltîhaqê da bi axaftinekê kêfxweşiya xwe anî zimên û got, ”Barkêşên micadela azadiya Kurdistanê bi hêzên demokrasiya Tirkiyê ra dibin yek… Ev tenê ne cîguheztineke. Em bi stratejiyeke nuh dikevin rê…”
Û di dawiya axaftina xwe da jî ji parlamenterên BDPê ra got, ”hûn bi xêr hatin mala xwe ya nuh.”

Kurkçu li vir dibêje ewê hewil bidin tevgera kurd ya netewî bi tevgera çepên tirk ve monte bikin. Wek kurdên Kurdistanparêz dibê haya meriv ji vê projeya Kurkçu û hevalbendên wî hebe.

Netîce, ji îro pêve yekî tirk ewê bi serokê 30 parlamenterên kurd û bi sedan belediyên Kurdistanê be.
Van 30 parlamenterên kurd û sed serokên belediyan ji gelê xwe nêzî 4 milyon ray girtine. Wek şexs jî gelekên wan di micadela kurdayetiyê da bedelên mezin dane.

Kesên xwedî hêzeke hewqasî xurt, hewqasî micadelcî û fedekar çawa dikanin serokatiye çepekî tirkekî bêkes qebûl bikin, çawa bi wan zor nayê ez fêm nakim!

Lê tiştekî em bikin tuneye, mixabin zava bi dilê bûkê ye, li hev bimbarek bin…

XXX
Dijminê hov û bêbext, qeleş û ji hemû nirxên însaniyetê bêpar li Xaneqînê dîsa xwîna me kurdan rijand, dîsa nemirovî û hovîtiya xwe nîşan da. Xemgîniya min bêsînor û êşa dilê min pir giran e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE