23 april 2014

Kurd li ber helandinê ne

Dewleta tirk siyasetmedar, elît û ronakbîrên kurdên bakur bi temamî asîmîle kiriye.
Dewletê eynî tişt aniye serê qismekî pir mezin yê milet jî. Piraniya kurdên bajarî asîmîle bûne. Û hema hema herkes ji vê asîmîlasyonê memnûn e.
Tenê li çend herêman, li hin gundan hejmareke kêm hîn asîmîle nebûye û pir hindik hîn bi kurdî dipeyivin.
Lê ji bo asîmîlekirina van kurdan jî dewlet bi lez û bez dixebite. Ji dewletê ra çend salên din lazim e. Piştî 15-20 salên din li Kurdististana bakur ji sedî pêncê kurdan jî ewê bi kurdî(kurmancî û zazakî)nepeyive. A wê demê dewletê bibêje were em referandûmê bikin…
Dema kurd ketin vî halî hûn kerpetanan jî bavêjin canê wan ew ji Tirkiyê û ji zimanê tirkî qut nabin.
Yanî heger çend salên din jî ev partî, ev siyaset û ev siyasetmedar pêşengiya kurdan bikin kurd dihelin, dibin tirk.
Piştî ku kurd ketin vî halî ewê çi bibe, ez nizanim. Belkî jî miletekî nuh, kurdên tirkîaxêv çêbibe. Yanî heger azad bibin, bibin xwedî dewlet jî ewê dev ji tirkî bernedin.
Hêvî dimîne kurdên başûr û Rojhilat(Îranê). Belkî ew li dinyayê wek miletê kurd jiyana xwe bidomînin…
Herçî kurdên bakur in, roj bi roj min bêhêvî dikin…

XXX
Gava ez dibînim haya kurdekî ji bindestiya wî tuneye û wek merivekê azad kêfxweş dijî, ez pir pê diêşim.
Gava ez dibînim kurdek bi zimanê xwe nizane û naxwaze fêr bibe û vê yekê jî ji xwe ra wek kêmasiyekê nabîne, ez pir pê diêşim.
XXX
Nûjîn Onen xanimê gotiye, ji ber ku ew bi kurdî dinivîse gelek kes wê pîroz dikin. Gotiye ji ber van pîrozbahiyan kêfa wê tê, lê belê ew tiştekî herî normal dike, bi zimanê xwe dinivîse.
Erê ew Nûjîn xanimê pîroz dikin, lê belê ew bi xwe tiştê Nûjîn dike, yanî bi kurdî nanivîsin û naxwazin fêr jî bibin.
Tiştê meriv rast dît dibê meriv jî bike. Dema meriv nekir, pîrozkirin jî vir e…

XXX
Serokwezîr Erdogan, di civîna gurûba xwe da ji ber wendakirina hilbijartinên qeza Sogutê û bajarê Wanê gotiye ew gelkî li ber ketiye.
Erdogan gotiye, ji ber ku li Sogutê dewleta Osmanî ava bûye û li Wanê jî wan gelek tişt û xizmet kirin, gelek pere rijandin, lê dîsa jî Wan negirtin.
Erdogan bi parlamneterên xwe da xeyidîye û gotiye:
-Hûn 300 parlamenter bi qasî 30 parlamenterên BDPê nebûn.
Mêrik xizmeta dewletê, tiştê dewlet li bajaran dike li serê milet dike minet. Mêrik xizmeta dewltê wek bertîlê dibîne, li gorî wî heger dewletê riya bajarekî çêkir, elektirîk bir gundekî dibê milet viya wek çêyî û deynekî Erdogan bibîne û raya xwe bide AKPê.

XXX
Hemû dinya neyarê serê kewê ye, kew jî neyarê qewmê xwe ye. Pêşiyan ji berê û berda gotine, kurd ji qewmê kewê ne.
XXX
Kurdên bakur rojekê azad bibin jî ez ditirsim kurdî red bikin û bibêjin bira zimanê me tirkî be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE