02 april 2014

Hela hûn bala xwe bidin vê pîncîtiyê !


Ev hukûmet heta tu bibêjî neyarê kurda ye. Ji bo ku rayên ji BDPê kêm bikin partiyeke naylon bi navê BTP dane avakirin. Di pûsûleya rayan da BDP di rêza 20a û BTP jî di rêza 21ê da bûye, yanî herdu li kêlek hev bûne.

BTP, partiyeke nav heye lê ew bi xwe tuneye, ne cara mitîngek çêkiriye, buroyên wê tunene, kes wê nas nake, kesî navê wê nebihîstiye lê li gel vê jî li gelek bajarên Kurditanê ji CHP, MHPê, HAK-PARê û Sadetê zêdetir ray girtiye.

A vê ”BTP” ya tune di hilbijartinên 30ê Adarê da li Amed’ê 4 hezar û 671, li Şirnexê 200 û li Colemergê 665 ray girtiye.
Kesên kal û pîr yên xwendin û nivîsandina wan tuneye li gelek bajarên Kurdistanê bi şaşî bi hezaran ray dane ”BTP” sexte. Û ji ber vê yekê jî BDPê li navçeyeke Agiriyê, li Heskîfê, li Kozlikê bi çend rayan hilbijartin wenda kiriye û belediyên van bajaran ketine destê AKPê.

Heger ne ev şaşî bûya BDPê ewê sê(3) bajarên din jî bigirta.
Hûn dibînin çi pînc in, çi weledê zinê ne, çi heram in. Ez bawer di avakirina vê partiya derewan da tiliya AKPê heye. Wan çend quriş dane yekî û pê ev partî dane avakiri

XXX
Li ser îtîraz û sextekariyên AKPê li Wêranşarê û Serêkaniyê(Ceylanpinar)teşxele û pevçûn berdewam in. Li herdu qezayan jî rewş pir krîtk e, hertim dikane bûyerên mezin biqewimin.

Bi qasî xuya ye hukûmet dixwaze Serêkaniyê û Wêranşarê bi darê zorê ji BDPê bigre. Li van herdu qezayan jî BDPê qezenc kir. Li Wêranşarê Emrulah cîn mazbata xwe jî girt. Lê dîsa jî dixwazin bi hawakî rayên BDPê wenda bikin û van herdu qezayan jî bidin AKPê. Li Wêranşarê bi sedan rayên ji bo BDPê mohrkirî li ser zibilgo şewitî dîtin.

Heger hukûmet dev ji vê siyaseta zorê bernede û di girtina van bajaran da israr bike ewê bûyerên gelkî ne xweş biqewimin, ewê xwîn birije. Li Agiriyê û çend ciyên din jî AKP eynî tiştî dike.
Meriv hêvî dike ku Erdogan dev ji vê siyaseta zorê berde.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE