24 april 2014

Dibê kurd ji vê lîstikê ra bibêjin êdî bes e!


Selahatîn Demirtaş îro li meclîsê cara dawî di gurûba BDPê da peyivî û got wan biryar girtiye ewê tevî HDPê bibin û di rojên pêş da li meclîsê gurûba HDPê ava bikin.

Demirtaş got, ewê BDPê fesih nekin, BDP ewê li Kurdistanê bi meseleyên mehelî ra mijûl bibe. Lê hemû parlamenterên BDPê ewê tevî HDPê bibin û HDPê li Tirkiyê mezin bikin.

Fesihnekirina BDPê ji bo xapandina kurda ye, ji ber ku li hemberî fesihkirinê nerazîbûnek pir mezin heye. Loma jî dixwazin BDPê wek partiyeke tabêlayê ji bo xapandina gel bihêlin.

Lê ev lîstikeke pir basît e, heger partî ewê hebe çima parlamenterên wê îstîfa dikin û diherin HDPê?
Ma BDP genî bûye?

Bi dîtina min dibê kurd bi vê taktîkê nexapin û dev ji BDPê berdin û ji xwe ra li alternatîfeke din bigerin.
Hêzeke ev 30 sal in li hemberî dewleta tirk bi qehremanî şer kiriye, 50 hezar şehîd daye, bi milyonan ray digre, rabe partiya xwe fesih bike û here têkeve bin emrê tirkekî rût(dixwaze bira merivekî pir baş be jî)şerm e, sosiret e!

Bifikirin El Fetih xwe fesih bike û here têkeve nava partiyeke cihûyan û yekî cihû bike serêke xwe. Ma cara tiştekî wiha dibe?
Heger me yê bigota ji me ra partî nelazim e û emê biçûyana têketina nav partiyeke tirk û me yê yekî tirk bikira serokê xwe, wê demê ev şer ji bo çi bû, hewqas şehîd û bedelên giran ji bo çi hatin dayin?

Ji bo ku PKK û BDP ji vê riya şaş vegerin dibê tevlêbûna HDPê were redkirin, dibê kurd bi girseyî li dijî vê projeya tirkbûnê derkevin.
Kesê xwe kurd qebûl bike û Kurdistanê jî wek welatê xwe bibîne tevlêbûna HDPê qebûl nake. Em kurd miletekî cihê ne û Kurdistan jî welatê me ye. Loma jî ewê partî, rêxistinên me jî cihê bin, emê xwediyê dem û dezgehên netewî û Kurdistanî bin.

XXX
Îro(22/4) roja rojnamegeriya kurdî ye. Ji dawiya salên 1960î û virda ye kurd 22ê nîsanê wek roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin. Rojnameya kurdî ya pêşî bi navê Kurdistan di 22ê nîsana 1898a da ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve li Qahîreyê hate weşandin.

Rojnameya Kurdistan pêşî li Misrê dest bi weşanê kir, lê dû ra weşana xwe li Swîsrê, Londonê û li hin bajarên din berdewam kir.
Kurdistan li ser hev 31 hejmar derket. M. Emîn Bozarslan hemû hejmarên Kurdistanê li Swêd bi tîpên erebî û latînî ji nuh ve wesand.

Mala Miqdat Mîthad Bedirxan ava be ku ev rojnameya hêja diyarî gelê xwe kir û bi vê yekê kevirê pêşî yê bingehê rojnmegeriya kurdî danî. Bira gorra wî buhşt be.

Roja rojnamegeriya kurdî li miletê kurd pîroz be…

XXX
Weleh rewşa min hîn eynî tas û eynî hemam e. Şîreketa înterneta min piştî 3 heftan got routera te xerabeye. Lawikê min Rojen routereke nuh temî kir, lê şîrketa wê jî got hazir tuneye, me ji te ra temî kir, heta çend rojan ewê were.
Yanî ez rast davêjim xerab tê, çep davêjim xerab tê. Û tiştekî ez bikim jî tuneye. Tenê diqeherim, hêrs dibim lê ew jî alîkariya min nake.
Baş e vaye çend deqîqeyan ajot....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE