23 april 2014

Çare dibê kurd ji xwe partiyeke kurdistanî ava bikin


Bi qasî ku xuya dike em çiqasî li dij bin jî, çiqasî nerazîbûna xwe bînin zimên û çiqasî rexne bikin jî pere nake, biryar ji ”jor” hatiye dayin, loma jî BDP ewê xwe fesih bike û here têkeve nava HDPê. Ji beyana Kurkçu meriv wisa fêm dike. Biryar hatiye dayin, hertişt temam e.

Yanî keça me ewê here pişta xwe bispêre stêrê mala Kurkçu û bibe bûka bêkes û rûtekî tirk.
Lê di rastiyê da tu mal û xaniyê zavê tuneye, ew feqîrekî bêmal û bêhal e. Mala ku wek yê zavê tê zanîn jî ne ya zavê ye, ew ya bûkê ye, bavê bûkê ji zavê ra ava kiriye.

Yanî HDP bi xwe jî kurda ava kiriye, tu hêza Kurkçu ya partiyekê ava bike tuneye.
Bi dîtina min ji nuha û pêda tenê tiştek maye, dibê kurd nedin dû BDPê û neçin nava HDPê. HDP ne partiya kurda ye, partiyeke tirk ji bo xapandin û asîmîlekirina kurda ye.

Dibê kurd bi tu hawî vê bindestiyê û serokatiya tirkan qebûl nekin.
Ev ne tifaq e, ev îltîhaq e, bindestî ye. Li ortê tu hêzeke meriv pê ra tifaqê bike tuneye.
Ez li ber fedekariya kurdan dikevim, kurdan heta nuha bi hezaran şehîd dan, bi hezaran gundên wan wêran bûn, bi milyonan kurd koçber bûn. Netîceya vê xebata bi salan dibê ne ji bo ku Kurkçu, Tuzun û hin tirkên wek wan bibin wekîl û serokên kurdan.

Kurkçu û hevalên wî ne ew kes in ku meriv bi wan ra tifaqê jî bike, ji ber ku hêzeke wan ya hêjayî tifiqê jî tuneye.
Tu rabî partiya xwe ya bi milyonan ray girtiye fesih bikî û ji çend bêkesên tirk ra partiyekê çêkî û dû ra jî herî têkeve nava wê partiyê û tirkan bikî serokê xwe ne karê aqila ye.

Dibê meriv piştgiriyê nede vê sosiretê, dibê meriv xwediyê vê projeyê û Kurkçu ji hev ra bihêle, bira ew û tirk li hev bimbarek bin.
Tevlêbûna HDPê devjêberdana rêxistinên kurd yên cihê, devjêberdana miletekî cihê û welatekî cihê ye. Tevlêbûna HDPê, qebûlkirina entegrasyon û asîmîlasyonê ye. Dema meriv xwe wek miletekî cihê bibîne meriv partî, dezgeh û rêxistinên xwe ava dike, meriv naçe nakeve nava rêxistinên tirkan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE