25 april 2014

Beyana xapandinê


Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan dîsa ji nişkave surprîzek kir. Lê surprîza îcar pir mezin e. Erdogan bi minasebeta 99 saliya qetlîama êrmeniyan ya 1915a bi mesajekê xemgîniya xwe anî zimên û ji gelê êrmenî ra sersaxî xwest.Esas Erdogan di mesaja xwe da tu tiştekî nuh nabêje û bi gotinekê be jî qala qetlîamê nake, uzir naxwaze. Tenê dixwaze bi taktîkên wiha sivik mesajekê bide derve û reaksiyonên derve nerm bike.

Lê dîsa jî ev sê roj in herkes qala vê beyana Erdogaan dike. Ez bi xwe vê beyana Erdogan samîmî nabînim û loma jî zêde qîmetê jî nadimê.

Ji ber ku ne ji dil e, ne samîmî ye, manawrayeke siyasî ye. Loma jî di rojên pêş da ewê li gorî vê beyana xwe hereket neke.

Erdogan siyasetmedarekî ji rûvî jî konetir e, ew hertiştî li gorî ”kar û zirarê” dike. Ji bo wî kara siyasî hertim ji îstîsmara exlaqî û ûjdanî muhîmtir e.

Ev beyana wî ya sersaxiyê jî wek uzirxwestina ji dêrsimiyan e, yanî manawrayeke siyasî ye. Ji ber ku îro hewcedariya wî bi jestên wiha heye loma wiha dike. Dibê rojevê, minaqeşeyên li ser diziyê biguhere û bi tiştekî baştir, însanîtir xwe têxe rojevê. Çimkî îro jê ra sempatî lazim e.

Bi baweriya min Erdogan di hundurê xwe da bi qasî misqalekî jî dilê wî bi milyonûnîvek êrmeniyên hatin kuştin naşewite û qetlîamê şaş û neheq jî nabîne. Lê ji ber ku îro cî lê teng bûye, bi hin îtham û mijarên pir ne xweş di rojevê da ye loma jî dixwaze rojevê biguhere. Hewcedariya wî bi hin pûanên baş heye. Bi vê beyana xwe dixwaze balansekê peyda bike.

Erdoganê ku li Sûriyê piştgriya çeteyên El Qaîde û El Nusra dike, du hezar TIR çek, cebilxane û çekên kîmyayî dide çeteyan û bi vê piştgiriya xwe dibe sebebê mirina bi dehhezaran însanî çawa dikane qetlîamê rast nebîne û dilê wî bi kesên kuştî were?

Tiştê Îtîhatçiyan anîn serê êrmeniyan Erdogan ev 12 sal in eynî tiştî tîne serê kurdan.
Tiştên dewleta tirk di dema îktîdara Erdogan da aniye serê kurdan ji ya Seddam Husên ne kîmtir e. Lê ji ber ku kurd miletekî bêkes e loma kes qala tiştê hatiye serê wan nake.

Ji bo Erdogan ew çi dibêje pir ne muhûm e, ya muhîm bi wan gotinên xwe ew çi bi dest dixe. Felsefa wî ya siyasî ji bo mana li ser hukum hertişt mubah e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE