09 mars 2014

Rexnekirin mafê herkesî ye

Bi dîtina birayê Cemîl Oguz, mafê kurdên dîasporayê tuneye li ser ”hevalên wî yên li welêt dijîn” yanî bi gotineke din, derbarê siyaset û siyasetmedarên kurd da fikrên xwe bibêjin. Çimkî ew li Kurdistanê najîn û ne di nava milet da ne. Loma jî ne rast e ku xwe tevî siyaseta kurdên welêt bikin. Oguz wiha gotiye:
” Gelo mafê "biraderên" me yên li welatên Ewropayê dijîn heye li ser hevalên me yên li welat dijîn gotinê bibêjin?
Çima min pirsî?
Ez gelek caran dibînim, ew bi van gotinên xwe hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê fikrî ve ji welat dûr in. Ez dibînim ku du dinyayê cuda li holê hene.”

Di nabêna siyasetmedarên hundur û siyasetmedarên dîasporayê da li her dera dinyayê gelşek heye. Siyasetmedarên dîasûporayê li hemberî siyasetmedarên li welêt tim xwe mehcûb û hinekî hustuxwar dibînin. Ev mijar hewceyî nivîseke bi serê xwe ye. Ez nuha vê yekê didim aliyekî û dixwazin ji Cemîl Oguz pirsekê bikim.

Ev dîtina Oguz ne rast e lê em ferz bikin ku rast e. Wê demê ezê pirsekê ji Oguz bikim.
Madem mafê kurdên dîasporayê tuneye ya jî ne rast e li ser hevalên we yên li welêt dijîn ”gotinan bibêjin”, çimkî di warê fizîkî da ne di nava milet da ne, wê demê bi çi heqî Abdulah Ocalan di şertên hezar qatî ji yên wan xerabtir da, ji nava çar dîwarên zindana Îmraliyê taktîk û stratejiya PKKê, KCKê, BDPê û gerîlla tespît dike?

Heger ne rast be kurdên dîasporayê xwe tevî siyaseta kurdên welêt bikin, wê demê hezar carî ne rast Ocalan jî xwe tevî siyaseta kurdên welêt û gerîlayên serê çiyê bike?
Lê em dibînin ku Ocalan ne tenê xwe tevî kar û barên hevalên xwe dike, ji zindanê, di şertên gelkî îzolekirî da taktîk û siyaseta hevalên tayin dike, herkes li devê wî dinêre.
Gelo ev çawa dibe?
Li gorî te mafê Ocalan heye ji zîndana Îmraliyê ”li ser hevalên we yên li welêt dijîn gotinê bibêje ya na?”

XXX
Min di IMC TVê da li sohbeta Şefîk Beyaz ya bi namzedê belediya Bedlîsê yê BDPê Huseyîn Olan û mamoste Yaşar Abduselamoglu temaşe kir. Huseyîn Olan ji qezenckirina xwe pir emîn bû. Ez hêvî dikim rast be û Bedlîs ji destê AKPê derkeve. Û wek Yaşar di dawiya programê da got, belediya BDPê piştî serketinê heykelê Şerefxanê Bedlîsê li meydana Bedlîsê bilind bike. Û soz ezê jî herim li ber wî heykelî rismekî xwe bigrim.

XXX
Li gorî beyana serokê HAK-PARê Kemal Burkay, li Wanê hin alîgirên BDPê êrîş birine ser hevalên wan û erebeya Hak-Parê kevir kirine.
Heger bûyer wek di beyanê da hatiye diyarkirin qewimî be ez bûyerê şermezar dikim û hêvî dikim ev şaşî li dereke din û careka din neqewime.
Li Kurdistanê hêz û partiyên kurd û Kurdistanî bi tu hawî serî li zorê û şîdetê nedin. Dibê her partî bikanibe xabatên xwe bi rengekî azad bimeşîne. Kes li hemberî kesî zorê û şîdetê bi kar neyene.
Dibê berpirsiyarên BDPê jî di vî warî da şêla xwe eşkre bikin, bala heval û alîgirên xwe bikşînin û bûyera qewimî ye rexne bikin.
Zora dijmin li hemberî kurdan bi kar tîne dibê kurd li hember hev bi kar neynin. Dibê em ne bi zorê, bi fikir şerê hev bikin.. Ev tolerans dibê ji bo kesên em jê wan û siyaseta wan hez nakin jî hebe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE