11 mars 2014

Li ser êrîşên ser HDPê


Ji do da ye li bajarê Fethiyê nijatperest û faşîstên tirk êrişî kurdan dikin. Êrîşan heta vê sibehê jî dom kirin.
Tirkên nîjadperest berê jî li Orduyê, li Aksarayê û li gelek derên din jî êrîş birin ser konvoy avahiyên HDPê. Hêzên nîjadperest li sernaserê Tirkiyê bi rengekî organîze êrîşî kurdan dikin, wan terorize û lînc dikin, mal û dikanên wan talan dikin.
Bi kinî meriv dikane bibêje ku ji bo kurdan li Tirkiyê şertê hilbijartineke demokratîk tuneye. Di bin van êrîşan da ne rast e ku PKK, BDP û HDP kurdan bajon ser mirinê.
Esas tu têkiliya kurdan bi HDPê tuneye. HDP partiyeke tirk e û dibê tirk xebata wê bimeşînin. Propagandeya HDPê ne karê kurda ye.
Li Kurdistanê BDP û partiyên din ên kurdan hene, dibê kurd li welatê xwe herin ser sindoqan û rayên xwe bidin partiyên kurd.
Lê li Tirkiyê dibê kurd dev ji piştgiriya HDPê berdin û jiyna xwe nexin tahlûkê. HDP, projeja entegrekirin û tirkkirina kurda ye. Çend tirk kirine serok û bepirsiyar û wekî din jî tirk mirk tunene, hemû kurdan. Û tirk jï rayên xwe nadin HDPê. Tirk wa ye nahêlin HDP têkev bajarên tirkan îcar ewë çawa rayên xwe bidinê.
Kurdan ji cend çepên tirk ra partiyek avakirine û dixwazin wan bikin serokên belediyan. Ev komedî ye. Dibê çepên tirk bi xwe partiya xwe çêkin û bi xwe bixwebitin, nek u kurd ji wan ra hertiştî hazir bikin û ew jî werin bibin serokên kurdan.
Tirk me qebûl nakin, li me dixin lê em jî tim dibêjin na, em dixwazin bi we ra bijîn. Heyra xelk me naxwaze, xelk li me dixe, çima em hustuyê xwe di kêrê didin ?
Ya rast dibê kurd dev ji HDPê berdin û tevî aktîvîteyên wê nebin

XXX

Haydar Diljen
Hevalê hêja Zinarê Xamo, ku ew teza te û hevalên te rast be, divê hûn ji kerema xwe bêjin "bila kurd ji partîyên Swêdê, Almanyayê û welatên din jî derkevin." Ji ber ku faşîst û nîjadperest li van welatan jî êrîşî partîyên ku kurd tê de ne dikin. Ev dîtinên te tam yên wek nîjadperest û faşîstên swêdî (Sverigedemokrater), nazistên alman û yên din in. Çima? Ji ber ku ew jî tam wek te dibêjin. Mesela faşîst û nîjadperestên Swêdê, SD, dibêjin "Swêd ya swêdîyan e, divê xwerîb, ji velatê me derkevin." Ka ji min re bêje, çi ferq di navbera fikrên te yên SD de heye? Demokratbûyin ne li gor coxrafyayê û miletan e. Demokratbûn şiklê jîyanê ye. Çi nabe ku mirov li Swêdê li hember faşîstan demokrat be, lê li Tirkîyê, faşîstên tirk êrîşî çepên tirk yên demograt û dostên kurdan dikin, mirov bêdeng bimîne; hetta ji bo ku tirk in, kêfa mirov were!!!!
Mafê hemû hemwelatîyê her welatî heye ku li her dera wî welatî xebata siyasî bike. Ku mirov demokrat be, divê mirov vê yekê biparêze. HDP dema ku vî mafê xwe bi kar tîne, tirkên faşîst êrîşî wan dikin. Ez dinêrim, tu û ew kesên ku ji te re li çepikan dixin, hûn li dijî van êrîşan peyvekê nabêjin, hûn dibêjin bila kurd xwe bidin alî, tirk çi dikin bira bikin.
Divê mirov xwedî prensîb be. Tu li dijî faşîzmê yî ya na? Ku tu li dijî faşîzmê yê, divê tu li her coxrafyayê li dij bî. Na, ku tu bêjî "dema ku faşîzm û nîjadperestî li dijî kurdan be, ez li dij im". Ev tam dibe nîjadperestî.
Ez dinêrim, hinekên ku di siyasetê de di rewşeke ji rizandinê jî xirabtir de ne, di bin nivîsa te de nivîsîne "HDP projeya Îmralîyê ye." Roj baş! Çi gotineke mezin! Ne bes HDP, bi milyonan deng, Bi sedan TV, radiyo, ji 100î pirtir şaredarî, bi 100 hezaran kadroyên çalak, bi grûba parlamanê, bi hezaran komel û rêxistinên din, artêşeke leheng, şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemû projeyên Îmralîyê ne. Ka, ê we çi heye, bê yî çend qutiyên bîrayê yên vala!!!!
Ez dinêrim, di nav tirkan de çend dostên kurdan mane, ev kesên ku di siyasetê de 100 carî îflas kirine û bandora wan li ser zarokên wan jî tune, dixwazin ew jî bibin dijminê kurdan. Em ê di 30ê adarê de bibînin, dengên wan hemûyan dê têra hilbijartina MIXTAREKÎ jî nekin. Ev hemû, çi li der ve çi li welêt, li dijî BDPê ne. Lê dijatiya wan pênc pere nake. Gel dizane dê çawa biryara xwe bide. Gel tu carî ked, xwêdan û xwîna ku heta niha hatiye rijandin ji bîr nake?
Ez ji niha ve zilxitên xuşk û dayikên kurd yên serketina hilbijartinê di kûrahîya dilê xwe de hîs dikim! Ew kesên ku ev 30-35 sal in kîn û nefreta vedireşin dê çi hîs bikin? Helbet, ez te (Zinar) nakim nav wan! Lê gelek caran ez hîs dikim ku tu xesasiyeta xwe ya li hember wan ji xesasiyeta milyonan kurd pêştir digirî. Bi ya min, ku tu ji qehweyên Stokholmê xilas bûya, tû dê pirtir rasyonel bifikiriye. Silav û rêz

XXX
Zinarê Xamo
Heyder, birayê ezîz, ez wek te li HDPê nanêrim û loma jî piştgiriya kurdan jî rast nabînim. Ez HDPê ne wek partiyeke çepên tirk ku piştgiriyê dide kurdan, wek partiyeka dixwaza kurdan entegreyî Tirkiyê bike dibînin.
Ez Kurkçu jî wek humanîstekî dostê kurdan nabînim. Armancên wî yê siyasî hene. Çendakî berî HDPê li Anqerê civînek bi navê ”Lêgerîna Siyaseta Demokratîk” çêkir. Di civînê da guhdarekî ji parlamnenterê tirk yê Qibrisî Asim Akansoy pirsek kir, got, ” Tu ji bo tirkên Qibrisê federasyonê dixwazî. Ji Tirkiyê û Kurdistanê jî daxwazeke we ya wiha heye?”
Ertugrul Kurkçu mudaxele kir, nehîşt muxatabê pirsê bersîvê bide, got, ”Ev pirs pirseke şaş e. Kes nikane ji derve programekê li ser gelê kurd îcbar bike. Gelê kurd ji zûda ye tercîha xwe kiriye.”
Merivekî dostê kurdan dibê rê li ber bersîva pirseke wiha bi heq negirta û bihîşta muxatabê pirsê bersîvê bide. Lê ne netenê nehîşt, di ser da jî got ev pirs şaş e.
Te gotiye, ”Ev dîtinên te tam yên wek nîjadperest û faşîstên swêdî ne”! Yanî te ez kirime ”nîjadprest û faşîst.”! Weleh ezê hewil nedim ji te ra îspat bikim ku ez ne nîjadperest û faşîst im. Tu min çawa dibînî tu serbest î.
Di dawiya nivîsa xwe da, wek ku ez zarok bim û di bin tesîra xelkê da dimînim te aqil daye min, şîret li min kiriye, dibê ez çawa bijîm, herim ku û nerim ku. Ev nêzî çel sal in em hevûdu nas dikin, dibê te bizanîbûya ez ne yê şîreta me….
Tu vê şîreta xwe ne li ”nîjadperest û faşîstekî” wek min, li hevalekî xwe yê ne nîjadperest û ne faşîst bike çêtir e.
XXX


Kutbettin Alis
Bîat wek eroînê ye, dikare însan gêj û sewsî û durû bike. Ji hêlekê dikare hevalekî xwe yî bi salan ji bo ku wek wî nafikire, wek faşît û nijadperest bivîne bê ehlaq dibe, wek demokratekî êrîşên ku faşîst dibin ser HDP' şermezar bike, lê ji bo ku êrîşê BDP dibe ser HAK-PAR'ê jî wek durûyekî bêdeng bimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE