04 mars 2014

Ferqa pisikê û kûçik


Wê rojê di nivîseke xwe da min gotibû ”mêr ji kûçikan û jin jî ji pisikan hez dikin."

Jin ji pisikan hez dikin ji bo ku pisik heywaneka azad û serbixwe ye, hukim û desthilatiya kesî li ser xwe qebûl nake, dixwaze her tim ew biryarê bide, li gor dilê xwe û azad bijî. Kêfa jinan gelkî ji vê qerekterê pisikê ra tê, dixwazin ew jî wek pisikê bin.

Kî pisikê hinekî nereht bike tavilê wan perîncok dike. Yanî guh nade xwedî medî, bi bertîlan jî nerm nabe, nayê rê.

Lê kûçik bi eksê pisikê girêdayî û îtîatkarê xwedîyê xwe ye. emir û bindestiyê qebûl dike. Û tê terbiye û perwerdekirin.

Lê terbiyekirina pisikê ne mimkûn e. Di sîrkan da ji şêr bigire heta bi fîl, gelek heywan tên terbiyekirin, lê pisik nabe. Ji ber ku pisik emir û serdestiya kesî tu carî qebûl nake. Pisik heywana herî xewar e, lê ya herî serhişk e. 

Ji însanan jî hinek dişibin pisikê û hinek jî dişibin kûçik. Yên dişibin pisikê merivên xwedî sexsiyet û bi qerekter in, nabin zilam û mirîdên kesî, serê xwe li hember kesî natewînin. Evîndarên azadiyê û serxwebûnê ne.

Lê hin însan jî hene di qerekterê kûçik da ne, ji xulamîyê û ji peyatiya hinekên din hez dikin. Dixwazin tim li ber deriyê yekî bikevin, tim li ber deriyê yekî bi ewtin.

Ji bo kesên wiha qet ne muhîm e ”xwediyê” wî merivekî çiqasî pîs, zalim, diz û virek e. Ji bo wî ya huhîm di her halûkarî da parastina ”lîder, serok û xwediyê” wî ye. Dibê sadiqê xwediyê xwe be.

Dema meriv li telewîzyonên tirk temaşe dike, meriv dibîne ku bi rastî jî hin însan tam di qarekterê kûçik da ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE