09 mars 2014

Dûrketina kurdan ji partiyên tirk dibê me kêfxweş bike


Bi nêzîkbûna hilbijartinên mehelî ra transferên nabêna partiyan jî dest pê kirin. Kurd ji CHPê, AKPê û MHPê îstîfa dikin û diçin BDPê û li hin deran hin berpirsiyan jî digrin.

Ez bi xwe bi giştî vê siyaseta BDPê rast dibînim û piştgiriyê didimê.
Lê hin kurdên zarokên wan şehîd ketine û zirarên mezin dîtine ji vê yekê aciz dibin û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Helbet heqaê wan jî heye. Lê belê dibê neyê ji bîrkirin xebta tê kirin ji bo girtina vê netîcê ye, ji bo ku kurd ji partiyên kurdan qut bibin.

Bi dîtina min dibê em van partiyên tirk hemûyan li Kurdistanê îzole bikin. Dibê li Kurdistanê bingeha wan ya sosyal û siyasî nemîne.
Loma jî ez îstîfayên ji van partiyên tirk pir baş û muhîm dibînim. Bi taybetî jî îstîfayên ji MHPê pir muhîm in û dibê meriv pê kêfxweş bibe. PHP pir tahlûke ye û dibê li Kurdistanê li yek ciyî jî nemîne.

Lê bala min lê ye hin dilxwaz û endamên BDPê li hin deran li dijî van transferan derdikevin û dibêjin ev kes berê hevalên dewletê bûn, Jîtem bûn, zulm li kurdan kirine, kurd kuştine û gelek xerabiyên wan yên din rêz dikin.

Rast e, hin kurd di salên 80 û 90î da ya ji mecbûrî ya ji tirsê ya jî ji bo menfaetê ketin feqa dewletê û dan ser riyeke xerab, bûn MHP û hevalbendên Jîtemê. Ji van kesan hinekan zêde zirar nedan tevgera kurd, lê hinekan jî zirar danê, tiştên gelkî xerab kirin.

Îro li hin herêman ji van kesan hinekên wan poşman dibin û vedigerin nava BDPê. Ez bi xwe bi vê pêşketinê pir kêfxweş dibim. Bi dîtina min ne rast e meriv heta û heta dijminatiya van kesan û zarokên wan û malbatên wan bike. Dema dev ji hevalbendiya dewletê û partiyên tirk berdin dibê em kêfxweş bibin û himêza ji wan ra vekin.

Siyaseta rast ew e ku li Rihayê Osman Baydemir, li Mêrdînê Ahmet Turk, li Wêranşarê Emrulah Cîn, li Ceylanpinarê Îsmaîl Arslan qezenc bikin, li Swêregê, li Qoserê û li bajarên din namzedên BDPê qezenc bikin.

Em bi zorê nikanin kesî bikin hevalên xwe, bikaranîna zora li hemberî kurdan şaş e. Dibê em bi rehetî, bi îqnayê însanan îqna bikin. Di nava van kesan da ewê kesên berê zirar dane gelê xwe jî hebin.

Partiyên siyasî ne eşîr in û nikanin siyaseta eşîran, dijminatiya eşîrtiyê bi însanan ra bimeşînin.
Dibê BDP û kesên nivîskar û rewşenbîr li ser vê meselê rawestin û rê nedin dijminatiyên nuh, kesên li dijî vê siyasetê îqna bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE