16 mars 2014

Dîtina kurdên wiha min kêfxweş dike


Bîstik berê di TRT6ê da min li programa "Bajarê Me" temaşe kir. Bajar Riha bû û li ser Rihayê dipeyivîn.

Ji ber ku program li ser Rihayê û beşdar jî rihayî bûn, min meraq kir û heta dawiyê lê temaşe kir.


Ev cara pêşî bû min ev program û moderatorê wê didît. Ji xwe ji zûda ye ez kêm li TRT6ê temaşe dikim. Ji ber ku têda tiştekî cidî, bi qalîte tuneye. Xanim li Cîrancîranê temaşe dike. Heger ne mexûl bim ez jî lê temaşe dikim.

Lê him kurdiya moderatorê programê û him jî ya kesên beşadar baş bû. Fikrê wan jî baş bû. Ji ber ku li Rihayê merivên wiha hene ez gelkî kêfxeş bûm.

Ji beşdaran yek nivîskar û lêkolîner Mizbah Hicrî bû. Heta nuha min navê wî nebihîstbû. Kurdekî têra xwe zana, xweşsohbet, zimanşîrîn û nuktedan bû. Gelkî kêfa min jê ra hat.

Çend gotinên pêşiyan û pêkenînên kurdî gotin. Ji wan min yek ji ber kir. Bi kinî yekî gundî ji gundekî diçe gundekî din. Bi rê da lê dibe pûk û tozan. Kerê wî di heriyê da dimîne û dike nake, nikane kerê xwe ji erdê rake. Li ser vê, serê xwe bilind dike û li ber Xwedê digere û dibêje:

-Ya Rebî weleh heger tu bixwazî tu dikanî vê berfê bi ka kî
û vî kerê min ji erdê rakî, lê ez dizanim te ji xwe ra nekiriye kar, tu nakî...

XXX
Saet di hijdan(18.00) da bîranîna 26 saliya komkujiya Helepçeya şehîd e. Em dikin herin wir.

Wek hersal îsal jî merasim li Stockholmê li Dêra ”Adolf Fredriks Kyrkan” e.

Wek her kurdî emê jî herin careke din devê birîna xwe vekin, careke din li dîmenên Helepça birîndar û şehîd temaşe bikin, careke din guh bidin qêrîn û hawara zarok û dê û bavan û careke din guh bidin hîskîniya kurdan…

Û careke din emê ji bo hemû şehîdên Helepçê û Kurdistanê çend dilop hêsir bibarînin…

Heger dewletek me hebûya ev nedihat serê me…

XXX
Li Tirkiyê û Kurdistanê siyaset berê jî pir gemarî, pir qirêjî bû. Îktîdara AKPê ev yek pir xerabtir kir, kir avzêm(batax, hezek).
Lê yên siyasetê gemarî dikin însan in. Însên hertişt gemarî kiriye û dike. Xeta xwar ji însên e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE