22 mars 2014

Dilbixwîn Dara û du kurdên zilamên neyarên xwe



Dilbixwîn Dara di nava kurdan da rojnamevanekî ne xerab e, spîkerekî baş e, programên balkêş û baş çêdike. Bi programên xwe, bi pirsên ji mîvanên xwe balê dikşîne ser xwe.

Lê li gel vê jî di programên xwe yên Rûdawê da pir ne serketî ye, baş dest pê dike, di destpêka programê da pirsek, du pirsên baş dike, lê dû ra însîyatîfê wenda dike. Pirsên dibê ji mîvanên xwe bike, nake, li ser mijara programê ne xwedî haziriyeke baş e. Gava mîvanên wî tiştên nerast, tiştên beradayî dibêjin, naçe ser wan, cî li wan teng nake. Ev jî dibe sebebê yê hember sivik xelas bibe.

Û di nava progrmê da jî, gava mîvan hin tiştên bêbingeh dibêje, gotina wî/wan nabire û hin pirsan jê nake. Û pir ecele dike, pir dilezîne.

Îro di înternetê da min li programa wî ”Dualî” temaşe kir. Program li ser şerê nabêna Erdogan û Gulen bû. Mijareke balkêş û girîng bû. Mîvanê programê yek jê nivîskarê rojnameya Mîlatê Ahmet Ay(nêzî Akpê ye) û yê din jî berpirsiyarê ofîsa Ajansa Cîhanê ya Nûçeyan Ahmed Aziz Istegun(nêzîkî Cemaetê ye)bû.

Yanî du kurdên zilamên neyarên xwe bûn, herduyan jî bi ruh û can heqî û paqijiya şêxê xwe diparast.

Ahmed Ay, bi çavê ewliya li Erdogan dinêrî, digot ”haşa û sima haşa” ku Erdogan diziye bike.
Îstegun jî ne bi qasî Ay ba jî, lê wî jî wek mirîdekî temam şêxê xwe Gulen diparast.

Pirsa pêşî baş bû, AKP û Cimaet çima hatin hemberî hev, Gulen û Erdogan çima wiha bûn neyarên hev?

Lê dû ra, dema Ahmet AY û Îstegun dest bi peyvê kirin û herduyan jî bi sedaqeteke mezin şêxên xwe parast in, Dilbixwîn pirsên dibê ji wan bikira, nekir. Bi pirsên xwe cî li wan teng nekir, herdu serî jî ji xwe ra peyivîn û peyivîn.

Heta, carnan gava pirsek di cî da dikir jî li bende bersîva pirsa xwe nedima, di bersîvê da israr nedikir, pirsa wî di nava qelebalixa gotinan da wenda dibû.

Mesela carê pirsek xweş ji Îstegun kir, got:
-Çima Cimaet piştgiriya BDPê nake?
Îstegun bersîva pirsa wî neda, got em piştgiriya CHPê nakin û wî jî di pirsa xwe da israr nekir, bê ”Cimaet” çima piştgiriya BDPê nake?

Dîsa wek rojnamevan dibê ji van herdu kurdan bipirsiya, bigota hûn herdu jî kurd in, lê hûn herdu jî hevalbendên du hêzên li dijî kurdan e, du hêz û lîderên ku herdu jî dibêjin ”yek dewlet, yek milet, yek al û yek welat”. Yanî herdu serî jî li dijî dewletbûna kurdan perçebûna Titkiyê ne.

Çima wek kurd hûn nabin hevalên BDPê, Hak-Parê? Heger ew ne partiyên îslamî ne, çima hûn nabin hevalên Huda-Parê ya jî Tevgera Azadî?

Heger ew jî nabin, ev hemû hêz û partî jî ne li gorî bawerî û fikirên we ne, ma hûn mecbûr in bibin hevalên tirkan, hevalên du lîderên ku dixwazin kurdan bihelînin, bikin tirk?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE