27 mars 2014

Ax ji derdê nezaniyê

Çi tê serê me ji ber nezaniya me ye. Ji ber nezaniya me, li Tirkiyê em 20-30 milyon însan hîn bidest in.

Heger em hinekî zane bûna û me xwe û dijminê xwe nas bikira, bawer bikin îro em ne divî halî da bûn, nuha em jî xwedî dewlet bûn.

Loma jî dibê em hin pirsan ji xwe û ji gelê xwe bikin.
Mesela wezîrê xebatê û ewlekariya sosyal(Çalışma ve Sosyal Güvenlik Bakanı) Farûk Çelik ji Artvînê ye, lê me li Rihayê ew kiriye wezîrê xwe. Ji Artvînê hatiye bûye wezîrê Rihayê.

Fena ku li Rihayê însan nemabin, merivekî bibe wezîr tunebe.

Çi eybeke mezin!
Lê em bîr nabin, tew ne xema kesî ye.
Em qet ji xwe napirsin, nabêjin ma yekî rihayî jî dikane here bibe wezîrê Artvînê û artvîniyan?

Ez bawer nakim. Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Ji xwe Erdogan jî tu carî cesaretî tayineke wiha nake. Heger bike jî artvînî rayên xwe nadin yekî rihayî û wî nakin wezîrê xwe.

Bira wezîrî li wir bimîne, artvînî nahêlin karkirên kurd herin Artvînê, wan bera nava bajêr nadin, wan lînc dikin.

Lê em kurd yekî artvînî dikin wezîrê xwe û didin ser serê xwe, her roj li ber wî direqisin.
Numûneyeke din.

Serokwezîr Erdogan bi eslê xwe ji Rîzeyê ye, lê me ew ji Sêrtê kir parlamenter û xist meclîsê.

Em qet ji napirsin, nabêjin ma yekî sêrtî dikane here li Rîzeyê bibe parlamenterê Rîzê?
Ez bawer nakim. Rîzeyî ewê bi keviran bera yê sêrtî bidin, ewê wî lînc bikin.

Wek artvîniyan, rîzeyî jî nahêlin karkirên sêrtî herin nava Rîzeyê. Dema yekî sêrtî, diyarbekrî, rihayî dibînin tavilê lînc dikin.

Lê em kurd û ereb artvîniyan, rîzeyiyan didin ser serê xwe, dikin wekîlê xwe.
Di vê hilbijartinê da dibê em van pirsan ji xwe û ji milet bikin:

-We Farûk Çelik ji Artvînê anî li Rihayê kir wezîrê xwe, we Erdoganê rîzeyî anî li Sêrtê kir parlamenterê xwe. Ma yekî rihayî û sêrtî jî dikane here li Artvînê û li Rîzeyê bibe wezîr û parlamenterên van bajaran?
Bêguman nikane bibe.

Wê demê, madem hûn li Artvînê, li Rîzeyê, li Samsûnê û li Yozgatê nikanin bibin parlamenter û wezîrên wan bajaran, çima hûn kesên ji van bajaran dikin parlamenter, wezîr û nûnerên xwe?
Ma li Rihayê û Sêrtê kesên layiqî van karan tunebûn?
Bi kinî dibê em ji milet bibpirsin, bibêjin çima wiha ye, çima em wiha dikin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE