03 februari 2014

Xwedê kesî şaş neke


Rast e, derew e baş nizanim, lê heger ne tahrîfat be, dibêjin Hatîp Dîcle di hevpeyvîna xwe ya dawî da gotiye, ”Me fikra dewleta serbixwe” ya jî ”Kurdistana serbixwe avêt çopê....”
Hatîp dîcle van gotinan di zindana Tirkiyê da dibêje, ji bîr dike ku heger dewleta wî hebûya ew nuha ne di wê zîndanê da bû...

Hatîp Dîcle siyasetmedarekî pir kişinadiye. Devê meriv nagere meriv ji siyasetmedarekî hewqasî zulm dîtiye, hewqasî eziyet û cefa kişandiye, bi dehsalan di zindanan da maye gotineke tahl bibêje, rexneyekê lê bigre. Lê li hemberî peyva gotiye nabe ku meriv dengê xwe neke.

Bi kêmanî ev dused sal in ereb, faris û tirk dixwazin fikir û xeyala Kurdistana serbixwe ji dilê kurdan derxin û bavêjin çopê, yanî bavêjin ser sergo.
Lê nikanîbûne.
Ji ber ku fikir û xeyala Kurdistana serbixwe di dilê her kurdê kurd û bi xîret da pir kûr e, şax da ye, reh berdaye.

Loma jî çawa ku ereb, faris û tirkan nikanîbûn fikrê Kurdistana serbixwe ji dilê kurdan derxin û bafêjin ser sergo, tu serok û siyasetmedarê kurd jî ewê tu carî nikanibe tiştekî wiha bike.

Serok û Siyasetmedarên bixwazin fikrê Kurdistana serbixwe ji dilê kurdan derxin û ”bavêjin çopê”, ewê bi xwe ji alï gelê kurd ve wek potikekî qilêrî çekî wira bibin. Dîrok ewê viya nîşan bide.

XXX
Siyasetmedarekî kurd dikane Kurdistanake serbixwe ya jî federasyonê îro nexe programa partiya xwe, neparêze, bibêje weleh îro ez gihîştina vê hedefê mimkûn nabînim, şertên dinyayê îro ne misaîde û gelek sebebên din jî rêz bike û bibêje loma jî ez naparêzim.
Ez vê yekê fêm dikim û dikanim hurmetê nîşanî dîtin û fikrên wî bidim. Ji ber ku ev jî fikreke.
Lê dema rabe bibêje dewlet ji bo kurdan xerab e, serxwebûn ne baş e, loma jî ez li dijî Kurdistaneke serbixwe me, ez li dijî dewleteke kurd im, mesele dibe tiştekî din. Û dibê meriv vê dîtinê, vê fikrê bi şîdet rexne bike…
Ji ber ku zarok jî dizanin ku serxwebûn û hebûna dewleteke netewî ji bindestiyê û bêdewletiyê çêtir e.
Ma kî dikane bibêje halê me kurdan ji yê tirkan baştir e? Heger dewlet hewqasî xerab e, bira tirk jî dewleta xwe xera bikin.
Bêdewletbûn bindestî ye. Yê miletan li dinyayê dike xwedî nasname, xwedî nav û sembolên netewî dewlet e, dewleta meriv tunebe meriv jî tuneye.
Dewleta meriv tunebe meriv nabe xwedî dem û dezgehên netewî, nabe xwedî nasname, xwedî meclîs, xwedî artêş û pûlis, xwedî mekteb û zanîngeh.
Li dinyayê 246 welat hene. Ji van welatan 195ê wan serbixwe ne û 193 welat jî endamên Neteweyên Yekbûyî ne.
Ji herkesî ra dewlet baş e, lê çima ewê ji kurdan ra dewlet ne baş be, bindestiya tirkan baştir be ez fêm naikm…
Zeîfî, nikanîn, bêîmkanî, nemisaidiya şertan û gelek argumentên din dibê tu carî nebe sebebê meriv dewletê li kurdan heram bike. Ev şaş e û dibê ev dîtin, ev fikir were pûçkirin.

XXX
wedê kesî şaş neke,
şaş kir fahş neke,
fahş kir,
bi erdê ra kaş neke,
di nava dost û hevalan da perîşan neke,
keda wî ya salan salan neke keda Bersîs
û bi avê da bernede
û li herdu dinyan jî deyndar neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE