11 februari 2014

Mişk nabin şêr

Dibêjin mişkekî pir tirsonek, pir bizonek hebûye.

Rojekê dilê sihêrbazekî bi mişk şewitiye û xwestiye wî ji vê tirsê xelas bike. Loma jî rabûye ew kiriye pisik.


Mişk, ji dêlî ku kêfa wî bi pisikbûna wî were, îcar ji kûçikan tirsiya ye, kûçikan hinavê wî qetandine.



Li ser vê, sihêrbaz rabûye ew kiriye piling.

Lê mişik ji dêlî ku kêfa wî bi pilingbûna wî were, îcar jî tirsa nêçîrvanan ketiye dilê wî, îcar jî ji nêçîrvanan qutufî ye.

Sihêrbaz bala xwe dayê çi bike jî bê feyde ye, nikane tirsê ji dilê mişk derxe, wî ji tirsê xelas bike. Rabûye ew dîsa kiriye mişk û jê ra gotiye:

-Tu mişkekî newêrek, bêzirav û tirsonek î…


Bi te ra tenê ziravê mişkekî heye. Lema jî ez nikanim alîkariya te bikim, te ji tirsa di dilê te da xelas bikim...


Sihêrbaz wiha gotiye û terka mişk kiriye û çûye…



Bi hin kesan ra ziravê mişkekî jî tuneye, lê civat dixwaze wan bikin şêr, ev tişetekî ne mimkûn e…

XXX
Min tim û tim gotiye Fettullah Gulen ji bo kurdan ji Erdogan û Gul pir tahlûketir e. Ew dixwaze bi ço, û hestiyan ra dewlet dîn jî baş bikar bîne.

Heta girinayê bêtir bide dîn û xebata bi nermayî û zanistî. Yanî zorbayî tenê têrê nake, zimenekî şîrîn û dîn jî dibê di konsepta helandinê da hebe.
Fermo pêşniyarek Gulen:

Merivên li wir (naxwaze bibêje Kurdistan, dibêje , ora, orasi, oradaki) dema xwe tirk his nekin ewê ji bo Tirkiyê bibe felaket. We nikanîbû ew asîmîle bikirana. Sîstema min tewsiye kiriye bimeşînin. Dibê em têkevin tamarên wan yên herî zirav(kilical). Dibê em mamosteyên herî baş, psîkologan, sosyologlan bişînin wir, dibê em wiha bikin ku ew xwe ne kurd, tirk his bikin.
Fettullah Gulen”

2 kommentarer:

  1. Mamhoste,

    Di hin deman de mishk bune sher u hin ji dibin.
    Le mishke xelke dema ji sherbune dikevin li xrura xwe danaynin u xwe dikujin. Minak Hitler.

    Li di var kurda de ev ji tuneye.

    SvaraRadera
  2. Helbet "mişkên" hinek bi cesaret jî hene. Lê mişk mişk e, nikane weke şêran hereket bike. Yê me ji mişk jî xerabtir e. Lê kurd dîsa jî dixwazin bikin şêr...

    SvaraRadera

PARVE BIKE