08 februari 2014

Kes nabêje dewê min tirş e...


Gotinek heye, dibêjin kes nabêje dewê min tirş e. Herkes pesnê malê xwe, pesnê tiştê difroşe dide.
Fikrê ew diparêze herî rast e.

Serokê ew jê ra li çepikan dixe tenê layiqî serokatiyê ye û herî bêtir kurd e.
Şêxe ew mirîdê wî ye ewliya ye.

Partiya ew endam e partiya herî kurd û xwedî siyaseta herî rast e.
Karê ew dike karê herî muhÎm e.
Tiştê ew dinivîse pir cidî ne.
Romana wî nivîsandiye bêemsal e.

Ne ew be edebiyata kurdî tuneye. Wî zimanê kurdî ji mirinê xelas kiriye û ruh daye edebiyata kurdî.
Ew serokê herî biaqil e. Siyaseta wî ya herî rast e.

Ew hunermendê herî mezin e, tu kesî bi qasî wî ji muzîka kurdî ra xizmet nekirye….
Welhasil meriv dikane numîneyên wiha pir dirêj bike, lê bes e, ez bawer dikim we derdê min fêm kir.
Yanî kes nabêje dewê min tirş e, kef û kopik bi ser dewê wî ketibe û ji tirşiyê peqik lêkevin jî, ew dîsa jî pesnê dewê xwe dide…

XXX
Madeyên Qanûna Internetê do di meclîsa Tirkiyê da bi rayên parlamenterên AKPê hat qebûlkirin. Heger serokkomar Abdulah Gul jî qanûnê bi vî hawê ji meclîsê derbas bûye qebûl bike, Tirkiye dikeve lîga Çînê, Îranê û Erebîstana Suûdî.

Bi vê qanûnê azadiya xweîfadekirinê û agahîgirtinê ji bin da ji ortê radibe û sansor legalîze dibe, di destê hukûmetê da dibe mafekî qanûnî.

Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî vê hewildana hukûmetê do nerazîbûna xwe eşkere kir û ji Gul xwest ku qanûnê bi hawaî îmze neke.

Lê heger hukûmet nexwaze îhtîmala Gul îmze neke gelkî zeîf e. Ji ber ku Gul jî serokekî AKPê ye.

Erdogan medya sosyal li hemberî îktîdara xwe wek astengekê, wek kelemekê dibîne. Loma jî dixwaze bi riya sansora qanûnî înternetê û medya sosyal jî wek çapemeniyê têxe bin kontrola hukûmetê.

Hin dîktator hene herkes wan nas dike û qebûl dike ku ew dîktator in, kes nedïktatoriya wan minaqeşe nake. Lê dîktatorên wek Erdogan hîn nuh in û loma jî zêde nayên nasîn. Di esasê xwe da Erdogan ji serokwezîrê Çînê, serokkomarê Îranê , ji qralê Suûdî û ji Putîn xerabtir e, ne baştir e. Otorîteya Erdogan ji ya van dîktatoran zêdetir e, ne kêmtir e. Lê nayê zanîn.

Li Tirkiyê parlamnenterên AKPê, hukûmet, wezîr mezîr hemû formalîte ne, ya rast nav heye lê ew bi xwe tunene, hertişt Erdogan e, ew qadirî mutlaq e, heta Erdogan nebêje ”erê”, wezîrek nikane tu biryarê bide. Wezîr li gorî emir û destûra wî biryarê didin û dixebtin.

Ji Ataturk virda ev cara pêşî ye li Tirkiyê serokwezîrek hewqasî dibe xwedî hukim û otorîte…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE