20 februari 2014

Hukûmeta AKPê jî wek cûntaya Evren kurd xistine lîsteya SOR !


Hukûmeta AKP-ê wek dema cûntaya Kenan Evren, însanan li gorî rengan fîş dike. Rengê kurdan wek hertim dîsa SOR e.
Kesê navê wî di lîsteya rengê sor da be nagrin kar, pûanê deh qatî zêde be jî îmtîhanê qezenc nake.
Kurdê bi navê O. G, di îmtîhna mufetişiyê pûana herî zêde 86 pûan girtiye. Ji ber ku navê wî di lîsteya sor da ye qezenc nekiriye. Li hemberî navê wî nivîsîne:

-Kurd e, ji Mûşê ye. Ji bin da nabe.
Lê M.S, ji ber ku navê wî di lîsteya hişin da ye, bi 79 pûanan girtine kar.
Dema rojnameya Tarafê îdîeya lîsteyên hişin û sor avêt ortê, wezîrê karê hundur Efgan Ala got derew e. Lê Tarafê do îcar lîste bi xwe weşand.

Di lîsteyê da yên kurd û elewî qezenc kirine, lê belê ji ber ku navê wan di listeya SOR da ye ew negirtine kar.
Kurdan û elewiyan nagrin kar ji ber ku hukûmet bi çavê neyaran li wan dinêre.
Cûntaya Evren jî eynî tişt kiribû.

Kurdên kulûcan yên zilamtiya Erdogan dikin jî dizanin rastî ev e; ji bo ku kurd nekevin kar çi ji destê hukûmetê tê, hukûemt dike.
Lê ji ber ku xîret nemaye, loma jî dengê xwe nakin. Yek wezîr û parlamenterekî AKPê yê kurd newêre li dijî vê nîjadperestiyê, vê neyartiya li hemberî kurdan derkeve.
Zilamtiya xelkê wiha ye, meriv dike neyarê qewmê xwe…

XXX
Hin rexnegirên Îbrahîm Halîl Baran gotine, efendim Baran ”Bûrsa Barzanî” digre ya jî bi Bûrsa Barzanî çûye Emerîkayê. Wî jî gotiye xwezî tiştekî wiha hebûya, kî bikanibe jê ra bûrsek wiha eyar bike ewê pê serbilind bibe.
Û dû ra jî gotiye, xwezî ya Mazlûm Dogan jî hebûya…
Her bijî, şêleke kurdewarî ye…

Lê bi xweziyê dest nagihîje qevdê keziyê. Ji bo ku Bûrsa Barzanî û Mazlûm Dogan ya jî Qadî Mihemed, Qasimlo, Celadet Bedirxan û yên wek van mezin û qehremanên miletê kurd hebin, dibê kurd wek milet xwedî şiûrekî netewî bin.
Ne PDK û PKK tenê, gelek kurdên milyarder jî dikanin ji bo bav û kalê xwe, ji bo rêber û şehîdekî kurd bûrsê bide keç û xortên kurdan.
Lê ka ew zanîn, ka ew şiûr?

Ji bo ku kurd bigihjin vê nuxteyê ji kurdan ra hîn pir lazim e. Lê ev şiûr jî jixweber çê nabe, dibê meriv vî şiûrê kurdan yê zeîf tim ”masaj” bike û carnan jî dikane qamçîkirin jê ra lazim be…

XXX
Ecêba giran, vê sibehê berî ez derkevim xanimê got, tu zanî berf bariye. Min got qey heneka dike, lê gava min derî vekir û bala xwe da hewşê, bavo ez çi bibînim, berfê herder sipîboz kiriye…!
Bû wek mîvanê bêwext, ev qet di hesêb da tunebû, me digot ziviztanê xatir ji me xwest û hew tê.
Lê Swêd wiha ye, tim surprîzên wê hene…
Tiştekî em bikin tuneye, mecûrî emê bibêjin berfa bêwext tu bi xêr hat…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE