09 februari 2014

Ez Ahmet Karli bi hurmet bibîr tînim

Bayram Ayaz, bi minasebeta 20 saliya wefata kurdperwerê hêja û têkoşerê doza kurd û Kurdistanê kekê Ahmet Karlî nivîseke pir hêja nivîsîye. Bi xêra vê nivîsa Bayram Ayaz, ez ji roja wefata hevalê xwe yê salan Ahmet Karlî haydar bûm. Ne ev nivîsa Bayram Ayaz bûya, minê nizanîbûya do(7/2-14) roja wefata kekê Ahmet Karlî bû. Ez li ber xwe ketim…

Min berê çend caran li ser wefa kekê Ahmet Karlî nivîsye, lê îsal nehat bîra min. Ji ber vê xemsariya xwe ez xemgîn im.
Dîroka hevaltiya siyasî ya Bayram Ayaz û Ahmet Karlî pir kin e, çend salên li surgûnê ne.

Loma jî ji wî bêtir dibê hevalên Karlî yên salan, 20 saliya wefata vî kurdperwerê hêja bibîr bianiyana. Lê mixabin me hevalên wî ev wacib û wefadariya xwe ya hevaltiyê îhmal kir, neanî cî. Loma jî ez wek şexs vê yekê ji bo xwe wek kêmasiyekê û bêwefatiyekê dibînim.

Ji ber ku Bayram Ayaz, bi dilsoziyeke mezin 20 saliya wefata kekê Ahmet Karlî bibîr aniye û her wisa bi bîra me jî xist ez sipasî wî dikim.
Ahmet Karlî, kurdperwerekî fedekar, bi xîret û heta tu bixwazî dilsozê doza kurd û Kurdistanê bû.
Ez û wî endamên Komîteya KIP-ê yên Rihayê bûn û ji sala 1975a heta 1980 î bi hev ra xebetîn.

Piştî darbeya leşkerî di sala 1983a da demekê li Sûriyê, li Qamîşlo û Şamê em li ba hev man. Dûra ez hatim Swêd û ew jî çû Fransayê.

Di sala 1989a da li Parîsê di şîna rahmetî Dr. Qasemlo da me hevûdu dît. Li gel ku em ji hev veqetiyabûn jî dema ez dîtim hat ba min, xêrhatin da min û li navê havalên hatibûn şînê pirsî. Min navê hevalan jê ra got. Got bi derkê da neçe, ezê nuha herim û werim, emê hinekî sohbet bikin. Lê çû û nehat, dûra jî me hevûdu nedît.

Bi Kekê Ahmet ra gelek bîranînên min yên xweş hene. Me civînên komîtê ya li mala wî ya jî li yazixaneya wî ya abûqatiyê çêdikir.
Kekê Ahmet Karlî merivekî pir titîz û pir dilzîz bû, dilê wî tehamulî sirgûnê û xerîbiyê nekir, pir zû ji nava me çû. Bira gorra wî buhşet be, ewê tim û tim di dilê me da bijî. Em hevalên wî, emê tim bi hurmet û başî qala vî xweşmêrê welatparêz bikin….

Zinarê Xamo
2014-02-08

XXX
-Tiştê berê êş daye te, tu êşandiye ji bîr bike, lê belê tiştê fêrî te kiriye tu carî ji bîr neke.
Kurd tiştê êş daye wan zû bi zû ji bîr nakin, lê belê dersa wê êşê fêrî wan kiriye zû ji bîr dikin. Loma jî şiûrê netewî, hafizeya netewî li ba kurdan zeîf e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE