02 februari 2014

Dîsa xebera mirinê…


Min dîsa xerbereke ne xweş, xebera mirinekê bihîst. Ji xwe xeberên wiha êdî li pey hev dibihîzim. Qey êdî dema bihîstina xeberên mirinê ne…

Merivekî min, hevalekî minê zaroktiyê Mehemedê Kalo(Atilgan)çûye rahmetê. Min nuha telefonî gund, şînê kir. Bi xweha wî Hecî Zahrê ra peyivîm. Feqîrê heznî bû, qala mirina birayê xwe yê din kir, got Mihemed ji qahra behecî. Ez gelkî xemgînkirim...

Mirina wî zaroktiya min ya gund anî bîra min. Dema buharan ez diçûm gund, em bi hev ra diçûn ber kahr û berxan. Li çolê, li ber kahr û berxan di nava hoşib û holmiyan û kulîlkan da me radihîşt hev, me dismalên serê hev direvand. Wî û lawê xaltiya min Ahmed dismalên(çefîyên) serê xwe xweşik girê didan, min nizanîbû wek xweşik bida serê xwe.

Gund(Malwêrîn)zêde bi kevir bû, ez wek zarokên gund nikanîbûm bimeşiyama. Ez tim dilukumîm û diketim. Bi min dikeniyan, digotin lawikê bajarî nikane bimeşe. Ew di ser wan keviran ra wek tîtiyan difiriyan.

Lê ji ber ku ez bajarî bûm zêde qedrê min digirtin, heta ji min ditirsiyan, zora wan li bihta jî newêrîbûn li min xin. Zarokên gundî ji zarokên bajarî ditirsiyan…

Par(sala borî) dema ez çûm gund rahmetî hat ba min, me bîstekê sohbet kir. Nexweş bû, gelkî ketibû. Min dît li ber mirinê ye.

Mehek berê jî birayê wî yê mezin Mistefa ji sekta dil çû rahmetê. Yanî di nava mehekê da ji malekê du biran dan dû hev.

Mirin xayin e, gunehê xwe bi kesî nayne. Nabêje min mehek berê birayê wî bir, ez hinekî sebir bikim. Sebir nake, ba li kê anîbe, kî zeîf xistibe dikeve ser dilê wî û temam dike.

Can Yucelê şair wek hertim li ser mirinê jî pir xweş gotiye:
”Dibê meriv carinan here. Bêyî ku zêde biwestîne, zêde aciz bike. Heger wexta be dibê meriv li dû xwe jî nenêre û here.”

XXX
Y Zeydan gotiye:
”Dema em li Kurdistanê dijiyan me digot bijî Kurdistan!
Me koçî Stenbolê kir, em dibêjin bijî biratiya gelan!”

Ê wiha ye, cî, serwet û tîcaret însên diguherîne, Ji xwe ji bo wê, dewleta tirk rê li ber koçberiyê vekir û berê kurdan da Stenbolan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE