18 februari 2014

Dibê ev hilbijartin kurd û ereban bigihîne hev

Heta nuha erebên Rihayê û Wêranşarê di micadeleya siyasî da tim xwe ji kurdan dûr xistine û di nava partiyên li dijî kurdan da cî girtine.

Çima ev yek heta nuha wiha bûye, sebebên wê çi ne dibê em kurd serê xwe pê ra biêşînin û lêkolînên sosyolojîk li ser werin kirin...
Lê di hilbijartinên îsal da şert û zemînê qezenckirina beşekî ereban, hevkariya bi ereban ra li gorî salên berê zêde ye.

Heger BDP siyaseteke biaqil û realîst bimeşîne li Rihayê, Wêranşarê û Ceylanpinarê dikane gelek şexsiyet û eşîrên ereban bikşînin nava BDPê û cara pêşî tifaqa kurd û ereban çêbike.

Ji xwe wa ye li Wêranşarê hin hevalên ereb, hin eşîrên ereb tevî BDPê dibin. Ev yek ciyê kêfxweşiyê ye.
Dibê ev beşdarî hîn firehtir bibe, dibê ereb ji MHPê û AKPê dûr kevin û bi kurdan ra têkevin nava hevkariyê. Dibê tevgera kurd ya netewî vê nuxteya zeîf ji ortê rake û rewşê biqulibîne lehê xwe.

Kurdistan ne welatê kurdan tenê ye, welatê ereban e jî, ereb jî bi qasî me xwediyê vî welatî ne û zulma netewî li wan jî dibe.
Lê heta nuha ereban bi kîtlewî destên xwe dirêjî birayên xwe yên kurd nekirine, tim li dijî kurdan şûrê dewletê kişandine û ji bo azadiya Kurdistanê neketine nava micadelê.
Hilbijartinên 30ê adarê dikane bibe mîladek, dikane bibe destpêka qewîkirina hevkariya ereb û kurdan.

XXX
Fetullah Gulen nîjadperestekî dîndar e, panturkîst e û hedefa wî li Kurdistanê helandina kurda ye.
Erdogan nîjadperestekî pûlperest e, ji mal û milkê dinyayê pir hez dike, ji bo wê diziyê û derewan dike. Lê hedefa wî jî li Kurdistanê helandina kurda ye.

Yanî di mesela kurd û Kurdistanê û helandina kurdan da tu ferq di nabêna Erdogan û Gulen da tuneye, hedefa wan yek e. Herdu jî dixwazin kurdan hêdî hêdî bikin tirk.
Loma jî kurdên dibêjin Erdogan baştir e ya jî Gulen baştir e kurdên bêxîret in, ji bo menfaet û kursiyên xwe dibêjin.

XXX
Rojnameya Expressen ya Swêdê xelata hîcîw /satir (Anka Priset) ya sala 2013an da Komedyenê kurd yê bi nav û deng Ozz Nûjen.
Ji ber ku kurdekî wek Ozz Nûjen, lawê hevalekî min ev xelata hêja girt û li Swêd ez gelkî dilşa bûm. Bi girtina vê xelata hêja ne Ozz Nûjen tenê, gelê wî jî ji bo ku xwedî ewladekî wiha ye pê mezin bû.

Ozz, kurdekî layiqî teqdîr û her xelatê ye. Ew kurdekî wiha ye ji her dera wî kurdperwrî û kurdayetî difûre.
Ji bo ku Ozz û gelek keç û xortên kurd yên wek wî li Swêd hene û bi xabatên xwe her roj me dilşa û serbilind dikin, ez spasî wan dikim û dibêjim mala we hemûyan ava. Gelê we bi we, bi xebata we serbilind e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE