16 februari 2014

Belkî jî ez hinekî dîn im !


Gava kurdek gotineke tahl ji kurdekî ra bike, sîleyekê(şîrmaqekê)lêxe, ew bersîva wî nedê jî, bi kêmanî pê ra dibe dijmin û silavê nadê.
Lê dewleta tirk welatê me dagir kiriye, bi sedhezaran leşker û polîsên xwe li welatê me bi cî kirine, bi destên wan zulm û neheqiyên nemayî li me dikin, me dikujin, li me dixin û me davêjin zindanan.

Lê dîsa jî gelek kurd ji van mamûrên hêzên dagirker aciz nabin, dostî û hevaltiya xwe ji wan qut nakin, serketin û bilindbûna wan, wek serketina xwe dibînin û pê kêfxweş dibin…

Ez dikim nakim, nikanim vê girêkorkê vekim, vê paradoksê fêm bikim.
Gava li Kurdistanê çavê min li mamûr, polîs û leşkerekî tirk dikeve tavilê bindestiya min tê bîra min…
Belkî jî ez hinekî dîn im !

XXX
Bedewiya bajarên xelkê, azadî û demokrasiya xelkê, nîzam û întîzama civatên wan hesreta toz û gemar û çamûra kuçe û kolanên bajarê min di dilê min da gurrtir dike…


XXX
Îşev ez dixwazim ji Stockholmê bixeyidim,
herim Wêranşarê,
li çayxana Şaban rûnim
û çayeke bi namûs bixwazim.
Lê ez wek bazekî perşikestî me,
nikanim bifrim.
Di hêlîna xwe da diperpitim…

XXX
Murîd û şêx
Hekîm û fîlozofê meşhûr ÎBN-Î SÎNA, li ser kesê nexwaze rastiyê bibîne gotiye:
-Tu kes bi qasî kesê nexwaze bibîne ne kor e.
Van rojan gava meriv li der û dora xwe dinêre û bala xwe dide tiştên meriv dixwîne û dibîne, meriv fêm dike ku ev gotin çiqasî rast e…
Bi rastî jî tu kes bi qasî kesê nexwaze bibîne ne kor, bi qasî kesê nexwaze bibihîze ne kerr û bi qasî kesê nexwaze fêr bibe ne nezan e…
Însan mexlûqekî pir ecêb e, dema nexwaze bibîne tu rastiyê têxe çavê wî jî nabîne, tu di guhê wî da dubare bike jî nabihîze, tu bi hezaran belge û delîlan raxe ber çavên wî jî qebûl nake…
Problem ne di belge û delïlan, di qebûlnekirinê da ye.
Kesên wiha murîd in. Murdî, kesê bêîrade ye, şêxê wî heye, ew murîdê şêx e, girêdayî şêxê xwe ye.
Murîd tu carî li hemberî şêxê xwe ranabe, tu carî ji şêxê xwe nakeve şikê, kî çi bibêje jî ew girêdayî şêxê xwe ye.
Çimkî ew murîd e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE