27 februari 2014

Kurd ewê tirkbûnê red bikin


Endama Komîteya Birêvebir ya KCKê Besê Hozat xanimê gotiye, ”HDP, dikane projeya tirkîyebûnê ya ku BDP ji heq derneket derbasî jiyanê bike.”

Bêguman Besê Hozat ji Abdulah Ocalan cesaretê digre, heger Ocalan li dijî vê fikrê bûya Besê nikanîbû wiha bigota.
Cemîl Bayik jî tiştên nêzî Besê dibêje, ew jî qala muhîmiya xurtbûna HDPê dike û dixwaze kurd piştgiriya HDPê bikin.

Tiştek êdî pir zelal e, di nava PKKê, KCKê û BDPê da hin kesên kemalîst û tirkçî hene. Besê Hozat, Cemîl Bayik, Alî Haydar Kaytan, Sabahat Tunel, Aysel Tugluk, Nursel Aydogan û gelekên wek wan kemalîst û tirkiyeparêzên sereke ne. Heta kesên wiha berpirsiyar û serokên PKKê û BDPê bin, PKK û BDP tu carî nikane siyaseteke kurdî ya netewî bimeşîne.

Ji bo Besê Hozat jiyana bi Tirkiyê û elewiyên tirk ra ji jiyana bi kurdan û beşên Kurdistana din ra sed qatî baştir e. Û ji xwe loma jî Besê xanim dixwaze BDPê bike partiyeke tirk. Û tiştê BDPê nikanîbûye ya jî nekiriye dixwaze bi riya HDPê û bi destê Sabahat Tuncel û Kurkçî bide kirin. Yanî kurdan bike tirk û bi Tirkiyê ve girê bide.

Lê partiya ku di nava kurdan da hevkariya bi kemalîstan ra biparêze û bixwaze kurdan entegreyî Tirkiyê bike zû dereng mahkûmî têkçûnê ye.
Dibê kurd siyaseteke Kurdistanî û kurdewarî bimeşînin. Hêza ku dev ji vê siyaseta netewî berde û bibe dûvikê hin elewiyên neyarên qewmê xwe û kemalîstan pêşeroja wê hêzê li Kurdistanê tuneye.

Hin kurd navê hevkariya bi hin çepên marjînal yên kemalîst ra wek siyaseteke jîrane dibînin.
Lê ev şaş e, zîrekiya siyasî ne parlamenterkirina çend kemalîstên tirk û elewiyên kurd e.
Kurdan heta nuha bi rayên xwe gelek çepên tirk kirin serokên belediyan û parlamenter, ew kirin xwedî meaşê reîsiyê û parlamenteriyê.

Ka ew ew seroka belediya Baglara Diyarbekrê Yurdasev Ozsokmenler û ew parlamenterên kurdan kirin nûnerên xwe nuha li ku ne, ji kurdan ra çi dikin?

Hin sût mûtên çepên tirk yên kemalîst bi rayên kurdan bûn xwedî meaş û nuha ji xwe ra kêf dikin. Vana li gundên xwe nikanîbûn bibûna muxtar jî, lê PKKê ew kirin seroka belediyê û parlamenter.
Ma ne heyfa keda kurda ye?
Heger PKK dev ji vê heyraniya xwe ya tirkan û çepên kemalîst bernede ewê bersîva xwe ji gel bigre.

26 februari 2014

Cimata Gulen li Kurdistana başûr li telefonên serokên kurdan guhdarî dike


Li gorî xebera rojnameya Yenî Şefeqa Turkî, rêxistina Fethullah Gulen bi hawakî sîstematîk li siyasetmedar, karmend û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana başûr guhdarî dike.

Tê gotn ku Gulen, gelek kesên bi kurmancî, soranî û erebî dizanin ji bo sîxuriyê li Kurdistanê bicî kirine.
Bi bawriya min xeber dikane rast be. Yanî bi kêmanî cimata Gulen li Kurdistana başûr karekî wiha dike.

Çimkî rêxistina ku li Tirkiyê li hemberî mitefîkekî xwe(Erdogan) vî karî bike, çima ewê li hemberî dijminê xwe neke.
Tu rêxistin, tu tevger ji bo kurdan bi qasî ya Gulen ne tahlûke ye, Gulen bi nermayî, bi riya dîn û pera dixwaze kurdan bike tirk.
Lê gelek kurdî hîn jî baş fêm nekiriye ku Gulen neyarekî kurdan yê herî xedar e.

Gulen bi kêmasî bi qasî Devlet Bahçeliyê serokê MHPê neyarê miletê kurd e. Û xebata meketebên Gulen yên li Kurdistana başûr jî ji bo sîxurtiyê û têkbirina desthilata kurda ye.

Lê hin siyasetmedarên kurd yên pûlperest hîn jî derdikven telewîzyonan û pesnê Gulen, mekteb û telewîzyona wî didin. Telewîzyon û mekteb perde ye, ji bo girtina masî kumê serê nîk in. Bi riya teewîzyonê û van meketeban kurdan hin dikire û karên karên sîxuriyê bi bi wan dide kirin.
Dibê em bizanibin ku Gulen van dezgehan ji bo xêrê venekirine, armancake wan heye.

XXX
Derbarê diziya hin wezîr û Erdogan da hin kurd teqrîben wiha dibêjin: Tirk ji dewleta xwe didizin nadizin ne karê me ye ku em li hember derkevin û diziya wan rexne bikin.
Çimkî dewlet deleta wan û pere jî perê wan e, tu sebeb tuneye ku em kurd jî xwe tevî meselê bikin. Ew bidizin jî, nedizin jî ji xwe dewlemendiya welatê me talan dikin. Ha dizîne xwarina ha bi “qanûnî “ xwarine ferq nake...

Bi dîtina min ev dîtineke şaş e, dibê kurd li hemberî dizyên hukûmetê û Erdogan bêdeng nemînin. Ne ku şûrê Gulen bikşînin û wî biparêzin, lê diziyê rexne bikin. Gulen hezar qatî ji Erdogan pîstir û tahlûketir e. Lê dibê kurd li hemberî diziyê bêdeng nemînin.

Dema kurd dizan rexne û rûreş dikin siyasetê dikin, bi nîşandana bêexlaqiya neyarê xwe, neyarê xwe zeîf dikin, di nava civatê da ji îtîbar da dixin.
Loma jî dibê kurd li hemberî dizan û diziyê dengê xwe bikin. Ne ku bibêjin çi ji me ra.

Erê diz nedizin jî malê me dixwin, welatê me talan dikin. Ev rast e. Lê di eşkerebûna diziya neyarên me da tu zirara me tuneye, kara me heye.

Ji ber ku neyarê me xwe wek hukûmeteke “dîndar”, xwedî exlaq û moral nîşan dide. Gava ev sextekariya hukûmetê û Erdogan derkeve, diyar bibe ku Erdogan merivekî bertîlxur, diz û vireke ji bo me baş e.

XXX
Dema li telefonên kurdan tê guhdarîkirin xweş e...

Serokwezîr Erdogan qajeqaja wî ye ji guhdarîkirina telefonan gazanin dike. Guhdarîkirina telefonên xelkê li Tirkiyê ne tiştekî nuh e. Berê jî bi zanebûna hukûmetê li însanan û bi taybetî jî li kurdan dihat guhdarîkirin.

Mesela dema bi van guhdîrikirinên bêqanûnî bi hezaran siyasetmedarên kurd avêtin zindanan Erdogan ji guhdarîkirina telefonên kurdan gazin nekir, li dij dernekt. Bira lidijderketin li wir bimîne, pesnê pûlisên xwe dida.

Lê îro gava serî gihîşt wî û bi guhdarîkirinan diziyên wî eşkere bûn li dij derdikeve, ji bo ku kes nikanibe hesab ji wî û ji zarokên wî bipirse, diziyên wan îfşa bike qanûnan derdixe, dixwaze bi van qanûnan hertiştî bi xwe ve girê bide.
Lê ew çi bike jî êdî herkesî fêm kiriye ku ew diz e û diziyên pir mezin kiriye, zarokên xwe di vî karê qirêj gerandiye.

XXX
Bi xêra şerê Gulen û Erdogan careke din xuya bû ku dewleta tirk dewleteke mafya ye û kesên wê îdare dikin jî çete ne…

24 februari 2014

Gelo siyasetmedarên di zindanan da zimanê xwe fêr bûn?



Gelek siyasetmedarên me ev 5 sal in di zindanê da ne. Dem dem ji wan hin kes tên berdan û dîsa dest bi xebata xwe ya siyasî dikin.
Carnan ez meraq dikim, dibêjim gelo ev însan di hundur da çi dikin?
Wexta xwe çawa diborînin?
Li ser çi dixebitin?
Çi fêr dibin?
Û heta nuha çend zimanan fêr bûne?
Wek tê zanîn di mahkiman da daxwaza wan ya esasî parastina bi kurdî bû. Gelo bi rastî hemû kurdî fêr bûne?
Dikanin parastinên xwe bi kurdî bikin?
Dikanin êdî bi kurdî binivîsin û bixwînin?
Ji ber ku 4-5 sal hevfs ji bo fêrbûna zimanekî ne wextek hindik e. Di hewqas sal da meriv zanîngehekê diqedîne.
Ez di telewîzyon , facebook û twittirê da carnan bala xwe didim hin kesên hatine berdan, ez digihîjim wê qenaetê ku çawa ketine hundur, piştî 5 salan wisa jî derketine. Yanî hîn jî xwendin û nivîsandina kurdî fêr nebûne. Ji ber ku zimnê wan, bi taybetî jî yê nivîskî dîsa tirkî ye.
Helbet dikane çend îstîsna hebin, lê ez bawer nakim piraniya wan kurdî fêr bûne û êdî dikenin bi kurdî bi rehtî binivîsin û bixwînin.
Gelo ev çavdêriya min şaş e?
Ezê pir kêfxweş bibim yekî vê meselê baş a dizane ya jî siyasetmedarekî îro li der e bersîva vê pirsa min bide. Gelo ew zimanê xwe fêr bûne ya na? Gelo di hefsan da xebatek sîstematîk li ser kurdî heye ya na?

XXX
Çare dewleta kurd e...
Li Urla navçeya Îzmîrê nîjadperestan êrîşî HDPê kirine. Di êrîşê da 8 kurd birîndar kirine, otoboza wan perçe kirine û bîna partiyê jî tarmûmar kirine.

Ev ne êrîşa pêşî ye, tirkan heta nuha li gelek derên din jî êrîşê kurdan kirine.
Di kanalên tirk da ev êrîş wek ”nerazîbûna gel” ya li hemberî HDPê û BDPê nîşan dan. Yanî navê êrîşê bi dar û keviran kirin ”nerazîbûna gel…”

Weleh heta nuh min gelek caran gotiye û ezê careke din jî bibêjim:
Heta em kurd bê dewlet, bê statuyeke siyasî bin darê tirkan ewê tu carî ji ser serê me kêm nebe.

Heger em kurd dixwazin her roj tirk li bajarên xwe bi şîrmaqan, bi hulmizkan, bi kevir û daran bi me nekevin, dibê em jî wek wan bibin xwedî hukûmet û xwedî dewlet. Wekî din tu rê û tu çare tuneye…

Û ya din jî kurdên kanin vegerin dibê vegerin welatê xwe, dev ji bajarên tirkan û vê rezaletê berdin…

Heger Erdogan pir samîmî ye bira ciyê gorrên serokên kurdan jî eşkere bike



Serokwezîr Erdogan, îro li Afyonê di axaftina xwe da tevgera Gulen bi hevkariya bi CHPê ra îtham kiriye û gotiye:

”Di 15ê temûza 1949a da bi biryara Heyeta Wezîran kitêba Seîdê Nûrsî(kurdî)Rehbera Xortaniyê hat yasaxkirin. Îmze ya Serokkomar Îsmet Înonu ye.”

Yanî Erdogan bi vê belgeyê dixwaze bibêje, tevgera Gulen him dibêje ew di riya Seîdê Kurdî da ne û him jî bipartiya ku kitêbên wî yasaxkirine ra hevkariyê dike.

Yasaxkirina kitêbên Seîdî Kurdî ne îfaşakirina sirekî dewletê yê pir mezin e ku kurd pê nizanin. Kurd dizanin vê dewletê çi aniye serê Seîdê Kurdî û çi zulm lê kiriye.

Lê li gel vê jî bi belge îfşakirina hin pîsiyên hev ji bo kurdan baş e, qet nebe ev belge dikeve destê kurdan jî.

Lê dibê em bizanibin ku Erdogan ne samîmî ye, siyaseta rûvî dimeşîne û loma jî belgeyên pir sivik û bêqîmet nîşanî me dide.

Heger Erdogan pir samîmî ye bira biryara Heyeta Wezîran ya vekirin û veşartina gorra Seîdî Kurdî, ya veşartina gorrên Şêx Seîd û hevalên wî, ya Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, ya Seyid Riza û lawê wî jî eşkere bike û li meydanan nîşanî me kurdan bide.

Gorrên van serokên kurdan li ku ne?, bira wê jî ji me ra bibêje, bira belge û biryarên derbarên wan da jî nîşanî me bide.

Çimkî veşartin û wendakirina gorrên van mezin û serokên kurdan jî bi biryara Heyeta Wezîran ya CHP-ê hatiye kirin, di binê wan da jî îmzeya Îsmet Înonu û wezîrên wî hene.

Erdogan serokwezîre, dema bixwaze dikane sibe van biryaran hemûyan jî nîşanî me bide, ciyê gorra Seîdê Kurdî, Şêx Seîd, Xalid Beg û Seyid Riza ji me ra bibêje…
Lê viya nake, ji ber ku ew naxwaze sirrê dewleta xwe eşkere bike, naxwaze zirarê bide dewleta xwe.

Naxwaze kurd gorrên bav û kalên xwe bibînin û di şexsên wan da, bi hebûna gorrên wan zulma dewleta tirk li ber çavên kurdan nemir û ebedî bibe.

Bi kurtî Erdogan naxwaze gorrên mezin û rêberên kurdan ji bo zarok û neviyên wan bibin sembol û abîdeyên qetlîamên kemalîzmê yên ebedî. Loma ciyê wan nabêje, loma belgeyên weşartina wan eşkere nake.

23 februari 2014

Tesîr û bandora asîmîlasyonê ji muptelatiya narkotîkayê û alkolê girantir e.


Di mesela axaftina kurdî da min bi xwe êdî hêviya xwe ji siyasetmedarên îro di nava siyasetê da ne berdaye.

Dibe ku ji sedî dudu, sisê ya jî 5 werin qezenckirin, lê ekseriyeteke pir mezin ji tirkî qut nabin, tu kelpetanan bavêjî canê wan jî dev ji tirkî bernadin û kurdî nakin zimanê xwe yê rojane û siyasetê.

Çimkî kurdî, kurmancî û zazakî dilê wan rehet nake, dema bi tirkî nepeyivin di jiyana xwe da kêmasiyekê his dikin. Loma jî kêfa wan ji kurdî ra nayê.

Gava meriv jê ra dibêje, kesê li ser navê me siyasetê bike dibê bi kurdî bizanibe, fena ku tu jê guhertina dîn, bawerî û fikra wî jê bixwazî, hewqasî pê zor tê.

Çawa ku qezenckirina narkomanekî, alkolîstekî salan bi tedawiyê û rehabîlatasyonê pir zor û zahmet e, bi rexne û gotinê qezenckirina siyasetmedarên asîmîle bûne jî zahmet e.
Em çi bikin jî, çiqasî rexne bikin û bibêjin jî vala ye, em Anikanin hezkirina tirkî ji dilê wan derxin û ya kurdî(kurmancî, zazakî)têxin dewsê.

Tesîr û bandora asîmîlasyonê ji muptelatiya narkotîkayê û alkolê girantir e.
Lom jî dibê meriv tu hêviyê ji kesên carê telef bûne neke, di warê zimên da me ew wenda kirine. Dibê di hin warên din da wezîfê bigrin.

Çimkî ew jî bi qasî me kurd in û dixwazin ji gelê xwe ra xizmetê bikin. Lê problem bi zimanê xwe zirarê didin tevgera kurd. Yanî dewra wan êdî qediya ye, dibê hinên din werin dewsa wan.

Baş e çare çi ye?
Çare, dibê ji îro pê da meriv berê xwe bide siyasetmedarên xort, siyasetmedarên kurdîzan, hesabê xwe tenê li ser wan bike, wan derxe pêş, wan bike nûner û berdevkên xwe, wan bike parlamenter û reîs û nûnerên meclîsên belediyan.

XXX
Tu qezenc, tu serketin bi qasî şorişa meriv bi xwe beşdar bibe û dû ra jî wê bi xwe bibîne ne xweş e.

Yula Tîmoşenko xanima ku ev 3 sal bûn girtî bû bi reva Yanukoviç ya ji Kîevê ji girtîgehê hat azadkirin û li Meydana şorişê di nava serîhildêrên ziravpiling da axaftineke kin û dîrokî kir.
Tîmoşenko xanimê got:
-Dîktarorî hilweşiya. Hûn gernasên sedsalê û rizgarkirên/xelaskarên welêt in.

Xwezî bi dilê hemû kesên ku ev du meh in li wê meydanê bi gernasî şer dikin û li ber xwe didin. Û di netîceya vê berxwedana xwe da zora zalim û dîktatorekî birin û îro serketina xwe îlan kirin.

Wan, bi vê mêranî û serketina xwe ne tenê welatê xwe ji dîktatorekî xelas kirin, di eynî wextê da ji cîhanê ra jî bûn nimûne û remzeke bêhempa.

Ez bawer dikim vê serketina lehengên Ukranyayê nuha tirs û xofeke mezin xist dilê Erdogan û zilamên li dora wî jî.

Lê tirk ne ew milet e, carê fêrî îtîatê û serîtewandinê bûne. Meriv hêvî dike ku carekê tirk jî li hemberî zulma dewleta xwe rabin…

22 februari 2014

Sevan Nîşanyan ji me kêm bû...


Sevan Nîşanyan gotiye zaza ne kurdin û zazakî jî ne lehçeyeke kurdî ye. Û wek îspata vê îdîeya xwe jî gotiye, hin zaza xwe kurd qebûl nakin.

Rast e hin zaza bi organîzekirina dewletê xwe kurd qebûl nakin. Lê hin zaza xwe zaza jî qebûl nakin, dibêjin ew elewî û tirk in.

Li alî din ne zaza tenê, hin kurmanc jî xwe kurd qebûl nakin û dibêjin ew tirk in.

Heta kurmancên xwe kurd qebûl nakin ji zazayên xwe kurd qebûl nakin gelkî zêdetir in.

Yanî heger delîl û belgeyên îdîeya Nîşanyan çend zazayên xwe kurd qebûl nakin be, bi hezaran kurdên kumanc jî eslê xwe înkar dikin û dibêjin ew tirk in. Lê ev yek rastiya kurmanc kurd in û kurmancî jî lehçeyeke kurdî ye naguherîne.

Di hukûmeta Erdogan da gelek parlamenter û wezîrên kurmanc hene, lê eslê xwe înkar dikin.

Mesela Bekir Bozdag yek ji van heramzadeyan e, kurd e, lê xwe tirk dibîne û bûye zilamê tirkan.

Lê ji ber ku Bozdag û bi hezaran kurmancên wek wî eslên xwe înkar dikin, kurmanc ji kurdbûnê dernakevin. NÎvê kurmancan bibêjin em ne kurd in jî, kurmanc kurd in, kurmancî lehçeyeke zimanê kurdî ye.

Ev yek ji bo zazayan jî wiha ye, dixwaze bira hemû zazayên elewî bibêjin em ne kurd in, ev yek rastiya zaza kurd in naguherîne. Tenê nîşan dide ku asîmîlasyonê beşekî kurdên zaza helandiye û ji qewmiyata wan dûr xistiye.
Li gorî xeberên swêdî li Ukranyayê muxaletê parlamento û qesra serokkomariyê girtiye destê xwe û Viktor serokkomar Janukovytj bi îhtîmaleke mezin reviya ye.

Yanî serîhildêr bi ser ketine. Miletek dema amade be ji bo azadiya xwe canê xwe feda bike, tu hêz nikane wî rawestîne. Li Kurdistana bakur rojekê emê jî rojeke wiha bibînin.

XXX
Li gorî xeberên swêdî li Ukranyayê muxaletê parlamento û qesra serokkomariyê girtiye destê xwe û Viktor serokkomar Janukovytj bi îhtîmaleke mezin reviya ye.
Yanî serîhildêr bi ser ketine. Miletek dema amade be ji bo azadiya xwe canê xwe feda bike, tu hêz nikane wî rawestîne. Li Kurdistana bakur rojekê emê jî rojeke wiha bibînin.

XXX
Li gorî xeberên swêdî li Ukranyayê muxaletê parlamento û qesra serokkomariyê girtiye destê xwe û Viktor serokkomar Janukovytj bi îhtîmaleke mezin reviya ye.
Yanî serîhildêr bi ser ketine. Miletek dema amade be ji bo azadiya xwe canê xwe feda bike, tu hêz nikane wî rawestîne. Li Kurdistana bakur rojekê emê jî rojeke wiha bibînin.

21 februari 2014

Kurd û roja zimanê dayikê…


Îro roja zimanê dayikê ya cîhnê ye. Li cîhanê 21ê sibatê wek roja zimanê dayikê tê pîrozkirin.
Min bala xwe dayê gelek kurd jî vê rojê pîroz dikin. Pîrozkirin baş e, bira pîroz bikin. Lê belê ji bo me kurdan ev mesele bi pîrozkirina rojekê tenê çareser nabe. Dibê ne 21ê sibatê tenê, her roja me roja zimanê dayikê be.
Ji bo min bi xwe ne salê rojek tenê, her roj, ”roja zimanê dayikê” ye. Ev 34 sal in ez di jiyana xwe da vê îstîkrarê nîşan didim. Ev 8 sal in di bloga xwe da û 5 sal in jî di facebooka xwe da vê rojê bi nivîsandina bi kurmancî her roj pîroz dikim.
Mesele pir vekirîye, heger em kurd dixwazin kurdî nemre dibê em hemû rojên xwe bikin roja zimanê dayikê. Ne ku salê carê di facebookê da wek reqlam vê rojê pîroz bikin.
Pîrozkirin baş e, ez ne li dij im, lê tiştekî naguherîne. Heger em ciddî ne û bi rastî jî ji zimanê xwe hez dikin, dibê em biryarên cidîtir bigrin, kurdî bikin zimanë xwe yê esasî, yê rojane, yê nivîsê…

XXX
Tu tişt bi derbekê da nabe, jê ra xebat, wext, sebir û îstîkrar lazim e. Meriv parî necû nikane daqultîne, meriv nemeşe riya herî kin jî naqede. Yanî destpêkirin lazim e.
Berê, kurdên Kurdistana Bakur di mesela şerê çekdarî da pir dudil bûn, lê bi xebatê û bi demê ra qebûl kirin û şer û berxwedaneke bêemsal nîşanî dost û dijminên xwe dan.
Kurdên Kurdistana Bakur berê bi piranî ne ji xwe ra bûn, tim li dû qûna partiyên tirk bûn, bawer nedikirin ew bi xwe dikanin bibin hêz û xwe îdare bikin.
Lê bi xebat û demê ra ji partiyên tirk diqetin, baweriya wan ya bi wan zêde dibe.
Ev merhele hîn temam nebûye, lê bi israra di kurdayetiyê da kurd ewê bi tevayî ji tirkan dûr kevin. Ewê rayên xwe bidin xwe.
Mesela zimên jî wiha ye, heger kesên kurdperwer baş bixebitin û di kurdî û xeta kurdayetiyê da israr bikin, kurd ewê li zimanê xwe vegerin û hêdî hêdî dev ji tirkî berdin.
Lê xebat û berdawamî lazim e, dibê meriv teslîmî tirkîhezan nebe, guh nede gilî û gaazinên wan…
Heger em dixwazin kurdî nemre, dibê em pê bipeyivin, binivîsin û bixwîn, bikin zimanê hemû qadên jiyanê…
Y ana, pîrozkirin mrozkirn ne çare ye, kurdî ji mirinê û wendabûnê xelas nake. Zimanê cîlên nuh pê mezin nebin, pêş eroja wî tuneye, mehkûmî mirinê ye

20 februari 2014

Hukûmeta AKPê jî wek cûntaya Evren kurd xistine lîsteya SOR !


Hukûmeta AKP-ê wek dema cûntaya Kenan Evren, însanan li gorî rengan fîş dike. Rengê kurdan wek hertim dîsa SOR e.
Kesê navê wî di lîsteya rengê sor da be nagrin kar, pûanê deh qatî zêde be jî îmtîhanê qezenc nake.
Kurdê bi navê O. G, di îmtîhna mufetişiyê pûana herî zêde 86 pûan girtiye. Ji ber ku navê wî di lîsteya sor da ye qezenc nekiriye. Li hemberî navê wî nivîsîne:

-Kurd e, ji Mûşê ye. Ji bin da nabe.
Lê M.S, ji ber ku navê wî di lîsteya hişin da ye, bi 79 pûanan girtine kar.
Dema rojnameya Tarafê îdîeya lîsteyên hişin û sor avêt ortê, wezîrê karê hundur Efgan Ala got derew e. Lê Tarafê do îcar lîste bi xwe weşand.

Di lîsteyê da yên kurd û elewî qezenc kirine, lê belê ji ber ku navê wan di listeya SOR da ye ew negirtine kar.
Kurdan û elewiyan nagrin kar ji ber ku hukûmet bi çavê neyaran li wan dinêre.
Cûntaya Evren jî eynî tişt kiribû.

Kurdên kulûcan yên zilamtiya Erdogan dikin jî dizanin rastî ev e; ji bo ku kurd nekevin kar çi ji destê hukûmetê tê, hukûemt dike.
Lê ji ber ku xîret nemaye, loma jî dengê xwe nakin. Yek wezîr û parlamenterekî AKPê yê kurd newêre li dijî vê nîjadperestiyê, vê neyartiya li hemberî kurdan derkeve.
Zilamtiya xelkê wiha ye, meriv dike neyarê qewmê xwe…

XXX
Hin rexnegirên Îbrahîm Halîl Baran gotine, efendim Baran ”Bûrsa Barzanî” digre ya jî bi Bûrsa Barzanî çûye Emerîkayê. Wî jî gotiye xwezî tiştekî wiha hebûya, kî bikanibe jê ra bûrsek wiha eyar bike ewê pê serbilind bibe.
Û dû ra jî gotiye, xwezî ya Mazlûm Dogan jî hebûya…
Her bijî, şêleke kurdewarî ye…

Lê bi xweziyê dest nagihîje qevdê keziyê. Ji bo ku Bûrsa Barzanî û Mazlûm Dogan ya jî Qadî Mihemed, Qasimlo, Celadet Bedirxan û yên wek van mezin û qehremanên miletê kurd hebin, dibê kurd wek milet xwedî şiûrekî netewî bin.
Ne PDK û PKK tenê, gelek kurdên milyarder jî dikanin ji bo bav û kalê xwe, ji bo rêber û şehîdekî kurd bûrsê bide keç û xortên kurdan.
Lê ka ew zanîn, ka ew şiûr?

Ji bo ku kurd bigihjin vê nuxteyê ji kurdan ra hîn pir lazim e. Lê ev şiûr jî jixweber çê nabe, dibê meriv vî şiûrê kurdan yê zeîf tim ”masaj” bike û carnan jî dikane qamçîkirin jê ra lazim be…

XXX
Ecêba giran, vê sibehê berî ez derkevim xanimê got, tu zanî berf bariye. Min got qey heneka dike, lê gava min derî vekir û bala xwe da hewşê, bavo ez çi bibînim, berfê herder sipîboz kiriye…!
Bû wek mîvanê bêwext, ev qet di hesêb da tunebû, me digot ziviztanê xatir ji me xwest û hew tê.
Lê Swêd wiha ye, tim surprîzên wê hene…
Tiştekî em bikin tuneye, mecûrî emê bibêjin berfa bêwext tu bi xêr hat…

19 februari 2014

Fethullah Gulen: heger ji we ra bibêjin kûçik jî dibê hûn bibêjin Xwedê ji birayê me razî be...

Do li Stenbolê di Foruma Entellektuelên Tirk-Ereb da serokê Weqfa Rojnamevanan û Nivîskaran Mustafa Yeşîl jî axaftinek kiriye. Yeşîl, di axaftina xwe da li ser bûyerên dawî qala hin dîtinên Fethullah Gulen jî kiriye û mesaja wî xwendiye.

Gulen di mesaja xwe da li ser şerê di nabêna wan û hukûmetê da gotiye, piştî hewqas tişt jî ”heger rojekê ew li deriyê we xin, dibê deriyê we ne girtî be.”

Yanî Erdogan çi heqaretê li wan bike jî dibê xwe jê nexeyidînin. Û dû ra jî gotiye:

”Heger di nava van heqaratan da ji we ra bibêjin kûçik jî dibê hûn maneyeke xerab nedin vê gotinê, bibêjin Xwedê ji birayên me razî be, wek meqlûqekî Xwedê xuliqandiye qala me kiriye. Bibêjin em di statuya mexluqekî Xwedê da mutaela kirine. Hêjayiyeke wî kûçikî jî heye, loma jî dibê hûn maneyeke xerab ji wê gotinê dernexin…”

Gulen pir tiştên din jî gotine, gelek şelafiyên din jî kiriye, lê ne hewceye ez qala hemûyan bikim, ev nimûne bes e.

Bi vê nimûnê tenê jî meriv digihîje wê qenaetê ku Gulen merivekî çiqasî bêşexsiyet e, ji gotina PÎS û pîstir e.

Ji bo ku nuha nikane bi Erdogan, ji hevalên xwe ra dibêje heger ji we ra got ”KÛÇIK” jî xwe neqeherînin, bibêjin çi baş, qet nebe em şibandine kûçik. Baş e ku heqareteke hîn girantir li me nekiriye....

Diyar e Erdogan vî rûviyê bêşexsiyet baş nas dike, loma her roj gotinên nemayî jê ra dibêje, wî dike ajan, dike xayin û gelek tiştên din. Lê dîsa jî ne xema wî ye. Ji ber ku şexsiyet tuneye.

Ev, şexsiyeta mirivê ajan e, merivê ajan ji bo ku xwe û armanca xwe veşêre her heqaretê qebûl dike. Yanî li hemberî çêr û heqaretan avzûm dibe, bi tirkî dibêjin "bagışıklık" pê ra çê dibe...

Erdogan û Gulen bi hev ra gelek dek û dolab gerandine, bi hev ra gelek dahfik qetandine, loma jî Erdogan wî baş nas dike, dizane efendî çi mal e...

XXX
Rojnameya Expressen ya Swêdê xelata hîcîw /satir (Anka Priset) ya sala 2013an da Komedyenê kurd yê bi nav û deng Ozz Nûjen.
Ji ber ku kurdekî wek Ozz Nûjen, lawê hevalekî min ev xelata hêja girt û li Swêd ez gelkî dilşa bûm. Bi girtina vê xelata hêja ne Ozz Nûjen tenê, gelê wî jî ji bo ku xwedî ewladekî wiha ye pê mezin bû.
Ozz, kurdekî layiqî teqdîr û her xelatê ye. Ew kurdekî wiha ye ji her dera wî kurdperwrî û kurdayetî difûre.
Ji bo ku Ozz û gelek keç û xortên kurd yên wek wî li Swêd hene û bi xabatên xwe her roj me dilşa û serbilind dikin, ez spasî wan dikim û dibêjim mala we hemûyan ava. Gelê we bi we, bi xebata we serbilind e.

18 februari 2014

Dibê ev hilbijartin kurd û ereban bigihîne hev

Heta nuha erebên Rihayê û Wêranşarê di micadeleya siyasî da tim xwe ji kurdan dûr xistine û di nava partiyên li dijî kurdan da cî girtine.

Çima ev yek heta nuha wiha bûye, sebebên wê çi ne dibê em kurd serê xwe pê ra biêşînin û lêkolînên sosyolojîk li ser werin kirin...
Lê di hilbijartinên îsal da şert û zemînê qezenckirina beşekî ereban, hevkariya bi ereban ra li gorî salên berê zêde ye.

Heger BDP siyaseteke biaqil û realîst bimeşîne li Rihayê, Wêranşarê û Ceylanpinarê dikane gelek şexsiyet û eşîrên ereban bikşînin nava BDPê û cara pêşî tifaqa kurd û ereban çêbike.

Ji xwe wa ye li Wêranşarê hin hevalên ereb, hin eşîrên ereb tevî BDPê dibin. Ev yek ciyê kêfxweşiyê ye.
Dibê ev beşdarî hîn firehtir bibe, dibê ereb ji MHPê û AKPê dûr kevin û bi kurdan ra têkevin nava hevkariyê. Dibê tevgera kurd ya netewî vê nuxteya zeîf ji ortê rake û rewşê biqulibîne lehê xwe.

Kurdistan ne welatê kurdan tenê ye, welatê ereban e jî, ereb jî bi qasî me xwediyê vî welatî ne û zulma netewî li wan jî dibe.
Lê heta nuha ereban bi kîtlewî destên xwe dirêjî birayên xwe yên kurd nekirine, tim li dijî kurdan şûrê dewletê kişandine û ji bo azadiya Kurdistanê neketine nava micadelê.
Hilbijartinên 30ê adarê dikane bibe mîladek, dikane bibe destpêka qewîkirina hevkariya ereb û kurdan.

XXX
Fetullah Gulen nîjadperestekî dîndar e, panturkîst e û hedefa wî li Kurdistanê helandina kurda ye.
Erdogan nîjadperestekî pûlperest e, ji mal û milkê dinyayê pir hez dike, ji bo wê diziyê û derewan dike. Lê hedefa wî jî li Kurdistanê helandina kurda ye.

Yanî di mesela kurd û Kurdistanê û helandina kurdan da tu ferq di nabêna Erdogan û Gulen da tuneye, hedefa wan yek e. Herdu jî dixwazin kurdan hêdî hêdî bikin tirk.
Loma jî kurdên dibêjin Erdogan baştir e ya jî Gulen baştir e kurdên bêxîret in, ji bo menfaet û kursiyên xwe dibêjin.

XXX
Rojnameya Expressen ya Swêdê xelata hîcîw /satir (Anka Priset) ya sala 2013an da Komedyenê kurd yê bi nav û deng Ozz Nûjen.
Ji ber ku kurdekî wek Ozz Nûjen, lawê hevalekî min ev xelata hêja girt û li Swêd ez gelkî dilşa bûm. Bi girtina vê xelata hêja ne Ozz Nûjen tenê, gelê wî jî ji bo ku xwedî ewladekî wiha ye pê mezin bû.

Ozz, kurdekî layiqî teqdîr û her xelatê ye. Ew kurdekî wiha ye ji her dera wî kurdperwrî û kurdayetî difûre.
Ji bo ku Ozz û gelek keç û xortên kurd yên wek wî li Swêd hene û bi xabatên xwe her roj me dilşa û serbilind dikin, ez spasî wan dikim û dibêjim mala we hemûyan ava. Gelê we bi we, bi xebata we serbilind e.

Xêrnexwazên kurdan ez çavînokî kirim

Xêrnexwazên kurdan ez çavînokî kirim, efendim Zinarê Xamo ”pir dinivîsîne” û nizanim çi û çi…
Ê hûn jî binivîsin, ma kesî bi destê we girtiye?
Nezere van xêrnexwazan li min ket, do bi şev ez bûm wek çirake tu pif bikê, wek gulek ji nişkave biçilmise…
Ez bi bapêşê ketim.
Wisa xuya ye dua min ji Heyder Diljen ra kir, bû nifir û li min vegeriya.
Do neviyên min li ba me bûn, Vîndar arsimî(zekemî) bû, ez ji wî ketim.
Do bi şev xew bi çavê min nebû, pozê min xetimî bû min nikanîbû bîna xwe bigirta. Ez wer di tayeke sar da bûm û diricifîm.
Îro neçûm kar, nuha di nava nivînan da fişke fişka min e. Alvedon jî li mal tuneye.
Xwedê bike zêde dirêj neke, ez sibe kanibim biçim kar, ya na îş xerab e…

XXX
Mêş biçûk e lê gava dikve xwarina meriv, madê meriv ji xwarinê digerîne.
Bapêş ne tu nexweşî ye lê bêxwedî rehetiyê nade meriv, nahêle meriv rakeve. Û gava nikanim rakevim, diherim û têm, xanimê jî şiyar dikim, nahêlim ew jî rakeve.
Di van çûn û hatin û rabûn û rûniştinan da carnan zengilê tahlûkê lêdikve…

XXX
-Ji dêlî ku kurd yekîtiya Kurdistana perçeperçeyî bûye biparêzin, yekîtiya dewletên ew perçe û xesp kirine diparêzin. Psîkolojiya koleyan.
Ahmed Zekî Okçuoglu
Camêr rast gotiye, bi saya serê hin serok û siyasetmedaran kurd ketine vî halî...

XXX
Bi mihîna(hespa) bizok pêşbirk(bez, xar), bi fermandarê tirsonek jî şer nayê qezenckirin.
Zinarê Xamo

XXX
Dibê Riha jî wek Diyarbekrê bibe kelayeke nayê fetihkirin !

Bi dîtina min qezecnkirina serokatiya belediya Rihayê bi qasî destpêkirina şerê çekdarî muhîm e.
Loma jî dibê hemû kurd, ji kîjan baweriyê û fikrê dibe bila bibe, dibê ji bo girtina belediya Rihyê piştgiriyê bide Osman Baydemir.
Girtina belediya Rihayê ewê azadiya kurdan û Kurdistanê gaveke din nêziktir bike.
Dibê Riha ji destê AKPê û partiyên dewletê derkeve, wek Diyarbekrê bibe kelayeke nayê fetihkirin.
Gava ez dibînim yekî rihayî kurdayetiyê dike ez pir dilşa dibim, heyacan tê min, ez dixwazim herim wî maçî bikim.
Mesela, min do gava dît xortekî bi navê Eyûp Sabrî Oncel di facebookê da hevalê min e û nivîseke min ecibandiye gelkî kêfa min.

16 februari 2014

Bersîva Komela Perkurdê*


Birayê delal, herçî îqnakirine ne mimkûn e em hevûdu îqna bikin, wek min gotiye, dema meriv nexwaze qebûl bike deng û risim jî pere nake.

Di guhertin û pêşketinên li Tirkiyê û Kurdistanê da bêguman keda PKKê pir e, PKKê qeheremaniyön pir mezin kirine, min ev yek tim gotiye û îro jî dibêjim.

Lê ev yek ne tenê netîceya xebata PKKê ye. Îdîayeke wiha li dijî ilmê guhertinê ye. Tu tişt wek xwe namîne, hertişt diguhere. Dunya guherî, sîstem têkçûn, kurd li başûr bûn xwedî hukûmet. Li Kurdistanê jî helbet hin tiştewê biguherin.

AKP, guherînên li Tirkiyê û Kurdistanê dike malê xwe û tu jî dikî malê PKKê. Ev ne rast e. Ev, berhemeke şertên der û hundur e. Bi van guherînên li cîhanê û Tirkiyê ne mimkûn e ku li welatê me hertişt wek xwe bimîne.

Ya din, di hundur da jî herkesî li gorî qewet û hêza xwe xebetek kiriye û bedelek daye. Yanî ne ku PKKê tenê xebat kiriye û em jî ji xwe ra li ber golikan bûn.

Di vê pêşketinê da pir hindik keda me jî heye. Heta ked û tesîra me di kurdayetiya PKKê da heye. Bi tesîra me PKKê dest avêt kurdî û weşanên bi kurdî.

Ya din ”maçkirina ruyê Seddam” helbet trajediyek bû. Lê wan ev yek ne ji bo xelaskirina ruhê xwe, ya jî ji bo xizmeta ji dewleta Îraqê ra, ji bo xelaskirina miletekî li ber qetlîameke mezin bû kirin.

Wan negotin ew erebên herî baş in û bira Sedam îmkanê bide wan ewê hevalên xwe û hemû kurdan bi dewletê ve girê bidin. Di vîdeoyên Ocalan da ”montaj” hebe jî tiştên tên gotin hemû jî gotinên wî ne û ji xwe hevalên wî jî vê yekê înkar nakin.

Tiştê Ocalan di wan vîdeoyan da dibêje tiştên pir giran in, ne îşê henek menekan e…
Ez naxwazim hemû gotinên Ocalan li vir dubera bikim, ji ber ku tu feydeya wê tuneye. Lê bi dîtina min kesê têkeve wê rewşê, kesê wan gotinan bibêje dibê êdî nebe û nikanibe bibe serokê partiyekê, tevgerekê. Lê hevalên wî qebûl dikin, ew jî karê wan e, ew ji xwe ra dizanin.

Esas tiştê Ocalan di wan vîdeoyan da dibêje ji bo min ne surprîz e, min texmîn dikir ku ewê rewş wiha be.

Lê li gel vê jî dema min bi çavên serê xwe dît, bi min pir zor hat, ez bi xwe pir pê êşiyam. Ji ber ku dewletê serokekî kurd xistiye wî halî kîn û nefreta min ya li dijî dewleta tirk hezar qatî zêdetir bû. Yanî bi tabloya min dît ne ku kêfa min hat, wek kurdekî ez gelkî pê qeherîm….

* Li ser nivîsa min ya ”Murîd û Şêx” malpera Perkurdê ez rexne kirim. Rexneya Perkurdê di facabooka min da heye. Me herdu seriyan çend caran nivîsî, lê ez vê bersîva xwe li vir jî diweşînim.

Belkî jî ez hinekî dîn im !


Gava kurdek gotineke tahl ji kurdekî ra bike, sîleyekê(şîrmaqekê)lêxe, ew bersîva wî nedê jî, bi kêmanî pê ra dibe dijmin û silavê nadê.
Lê dewleta tirk welatê me dagir kiriye, bi sedhezaran leşker û polîsên xwe li welatê me bi cî kirine, bi destên wan zulm û neheqiyên nemayî li me dikin, me dikujin, li me dixin û me davêjin zindanan.

Lê dîsa jî gelek kurd ji van mamûrên hêzên dagirker aciz nabin, dostî û hevaltiya xwe ji wan qut nakin, serketin û bilindbûna wan, wek serketina xwe dibînin û pê kêfxweş dibin…

Ez dikim nakim, nikanim vê girêkorkê vekim, vê paradoksê fêm bikim.
Gava li Kurdistanê çavê min li mamûr, polîs û leşkerekî tirk dikeve tavilê bindestiya min tê bîra min…
Belkî jî ez hinekî dîn im !

XXX
Bedewiya bajarên xelkê, azadî û demokrasiya xelkê, nîzam û întîzama civatên wan hesreta toz û gemar û çamûra kuçe û kolanên bajarê min di dilê min da gurrtir dike…


XXX
Îşev ez dixwazim ji Stockholmê bixeyidim,
herim Wêranşarê,
li çayxana Şaban rûnim
û çayeke bi namûs bixwazim.
Lê ez wek bazekî perşikestî me,
nikanim bifrim.
Di hêlîna xwe da diperpitim…

XXX
Murîd û şêx
Hekîm û fîlozofê meşhûr ÎBN-Î SÎNA, li ser kesê nexwaze rastiyê bibîne gotiye:
-Tu kes bi qasî kesê nexwaze bibîne ne kor e.
Van rojan gava meriv li der û dora xwe dinêre û bala xwe dide tiştên meriv dixwîne û dibîne, meriv fêm dike ku ev gotin çiqasî rast e…
Bi rastî jî tu kes bi qasî kesê nexwaze bibîne ne kor, bi qasî kesê nexwaze bibihîze ne kerr û bi qasî kesê nexwaze fêr bibe ne nezan e…
Însan mexlûqekî pir ecêb e, dema nexwaze bibîne tu rastiyê têxe çavê wî jî nabîne, tu di guhê wî da dubare bike jî nabihîze, tu bi hezaran belge û delîlan raxe ber çavên wî jî qebûl nake…
Problem ne di belge û delïlan, di qebûlnekirinê da ye.
Kesên wiha murîd in. Murdî, kesê bêîrade ye, şêxê wî heye, ew murîdê şêx e, girêdayî şêxê xwe ye.
Murîd tu carî li hemberî şêxê xwe ranabe, tu carî ji şêxê xwe nakeve şikê, kî çi bibêje jî ew girêdayî şêxê xwe ye.
Çimkî ew murîd e…

15 februari 2014

Kurdistan ewê çêbe!


Xerabiyên dewleta tirk bi kurdan kirine bi gotin û bi jimar nayên, bêhed û bêhesab in. Dibê em vê yekê ji bîr nekin. Ev yek.

Ya duduyan, wek hemû hukûmetan, hukûmeta AKPê jî ji bo ku kurd azad nebin gelek zulm û neheqî li kurdan kir, gelek xerabî kir, gelek dek û dolab gerand.

Bi riya hin kurdan xwest li Kurdistana bakur tevgera kurd ya netewî ji ber hev da bixe, belav bike, daxwazên kurdan tevlihev û bêmane bike.

Ji çarhawêlî dinyayê bi herdera çete top kirin û şandin ser kurdên Kurdistana Rojava. Kurdistan wêran kirin, bi sedan kurd dan kuştin, bi hezaran koçber kirin.

Ji kurdên başûr xûgiyê distînin. Kurd ji bo ku rê li ber xerabiyên wan bigrin kar didin çeteyên wan, petrola xwe bi nîvbuhayî pêşkêşî wan dikin. Û ew jî di ser da di sohbetên xwe da ji dê û jinên hemû kurdan ra xeberan didin, dibêjin kurdê herî baş, kurdê mirî ye.

Welhasil vê dewleta zalim ji bo ku kurd ji bindestiya wan xelas nebin heta nuha bi hezaran plan gerandiye, lê bêfêdeye, ewçi bikin, kê bixapînin û kê bikin hevalên xwe jî, çi fîtne û fêsadiyê têxin nava kurdan jî bêfeydeye, kurd ewê rizgar bibin.

Çawa ku heta nuha hemû planên wan dawiya dawî pêç bûn, yên îcar jî ewê pîç bibin.
Ew çi bikin jî, kê bikin hevalê xwe jî, kurd dev ji azadiyê û serxwebûna Kurdistanê bernadin.

Kurd li bakurê Kurdistanê ewê bibin xwedî dewlet, tu hêz, tu plan, tu şexs nikane rê li ber vê qedera mutleq bigre. Dikane dereng bikeve, lê ewê bibe, Kurdistan ewê çêbe, heta Kurdistan çênebe agirê di dilê kudan da venamire.

Dîtina Kurdistaneke serbixwe, avakirina dewleteke kurd ji bo kurdan bûye mesela namûsê, kurd tu carî dev ji namûsa xwe bernadin…

Kurdno, rayên xwe bidin xwe !



Hemşeriyekî min rûpela namzetê serokatiya belediya Wêranşarê Emrulah Cîn ji min ra şandiye û xwestiye ez wê di malpera xwe da belav bikim.

Ez bi vê daxwazî kêfxweş bûm. Piştî berdana wî, min çend caran hewil da pê ra bipeyivim lê îmkan çênebû.

Emrulah Cîn, hevalekî me yê kevn e, ji min biçûktir e, lê di kurdayetiya wî da keda min heye. Ew ji grûba xortên DDKDê yên biçûk bû, dihat DDKDê û li me guhdarî dikir. Ew nayê bîra min, lê ez baş têm bîra wî.

Em bi çolan ketin, lê Emrulah li bajarê xwe ma. Berê li bajarê xwe bû mamoste û dû ra jî bû serokê belediyê û sê dewran serokatiya belediyê kir.

Dû ra, bi emrê hukûmeta AKPê di sala 2009a da ji doza KCKê hat girtin û ev nêzî 5 salan bû di zindanê da bû, lê wê rojê hat berdan. Emrulah di hefsê da jî îmtihanek baş da.

Bi qasî ku min bihîstiye milet ji Emrulah pir razî ye û dixwazin cara çaran jî wî wek serokê belediya Wêranşarê bibînin. Ez hêvî dikim ku ewê cara çaran jî qezenc bike. Ji bo vê çi ji destê min were ezê bikim. Ji ber ku ew merivekî layiqî wê kurdiyê ye...

Li Wêranşarê raqibê Emrulah Cîn AKP ye, dibê AKP qezenc neke. Dibê AKP ne li Wêranşarê tenê, li tu dera Kurdistanê qezenc neke. Li Kurdistanê biserketina AKPê berdewamiya bindestiya miletê kurd e, AKP piştgiriya kurdan wek qebûlkrina bindestiyê fêm dike.

Ji xwe Erdogan tim dibêje, heger kurd ji halê xwe, ji siyaseta me ne razî bûna ewê ray nedana me.

Loma jî dibê kurd li tu derê ebeden rayên xwe nedin AKPê û partiyên tirkan.
Di 30ê adarê da gelê Wêranşarê yê kurdperwer û bi xîret ewê cara çaran jî Emrulah Cîn bike serokê belediya xwe. Di viya da tu şika min tuneye.
Ji nuha da ez ji Emrulah Cîn û hemû hevalên wî ra serkeftinê dixwwazim…

13 februari 2014

Medeniyet ne di "kincan û qerawêtê" da ye



Du roj berê serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy li Tirkiyê bû. Rajoy û Erdogan bi hev ra civîneke çapemeniyê çêkirin. Rojnamevanekî ji Rajoy mahkimekirina keça Qiralê Îspanyayê pirsî, got derbarê mahkimekirina keça Qirêl da dîtina te çi ye?

Rahjoy jî got, keça Qirêl jî wek herkesî hemwelatiyeka Îspnayayê ye, li hemberî qanûnan tu ferqek di nabêna wê û hemwelatiyekî din da tuneye. Loma jî mahkimebûnê wê nomrmal e.

Dû ra rojnamevanekî rojnameya Zamanê, derbarê qeydên dengê Erdogan da îcar ji Erdogan pirsek kir, bê gelo di vî warî da ew çi difikire, çi dibêje?

Erdogan dîn bû, got ”hûn nikanin serokwezîr lekedar bikin. Ji bo vê ne hêza we û ne jî ewraqên we têrê dike.”

Û dû ra jî li xwediyê pirsî rabû, pê da qeherî, azar dayê, bi xurûra wî lîst, ew biçûk xist, got tu merivekî bêîrade yî, ez dizanim kê, ji bo çi tu şandiye vira û gelek heqaretên din li dû hev rêz kirin.

Serokwezîrê Îspanyayê matmayî ma, ji ber ku di jiyana xwe da tu carî nebûbû şahidê bûyereke wiha…

Do rojnameyeke tirk nivîsî bû, ”Ji serokwezîrekî ewrûpî dersa demokrasiyê…”
Tirk heta ewrûpiyan nebînin bi rebeniya xwe nahesin, dema siyasetmedarên ewrûpî dibînin, bi rebenî û cahiliyeta xwe dihesin...

Ji ber ku rojnamevanên tirk newêrin pirseke xweşik ji Erdogan bikin, loma jî li hemberî bersîva serokwezîrê Îspanyayê matmayî rebenan mabûn, digotin çi rehet bersîv da….

Tirk wisa bawer dikin ku ewrûpî bûyin bi pantor û qerawêtê ye, bi kinca ye. Lê serokwezîrê Îspnyayê Rajoy, li Tirkiyê di civîna çapemeniyê da nîşanî tirkan da ku ewrûpayî ne lixwekirina taxim û girêdana qerawêtê ye, medeniyeteke, kultureke. Medeniyet ne di qerawêtê û kincan da, di kulturê da ye, di serî da ye.

Siyasetmedarên ewrûpî wek tirkan ne mirovên zirzop in, bi kultur in, zane ne, bînfireh in, bi tehamul û xwedî tolerans in. Sîleha wan ne "ço" ye, gotin e. Di civîna çapemeniyê da azarê nadin rojnamevanan, wan tehdîd nakin. Rojnamevan ji wan natirsin, ew ji rojnamevanan ditirsin.

Gava meriv siyasetmedarên ewrûpî û tirk, rojnamevanën ewrûpî û tirk, akadïsyenên ewrûpî û tirk dide ber hev, meriv dibîne ku tirk cciqasî paşdamemayî, reben, cahil û bêkultur in. Di her warî da di orta ewrûpî û tirkan da cciya heye. Tenê hin kurdên feqîr tirk li ber çavên xwe pir mezin kirine.

Di civînê da axaftina Erdogann ji serî heta dawî zirzopî bû, çeqelî, quretiya vala, gotinên çort, qebadayetî û tehdît bû. Azar da mêrik, heqaret lê kir û gef li rojnameya Zemanê xwar…

Erdogan tu nema here li mêrik xe. Piştî hewqas bîntengî û heqaret êdî kî diwêre pirsekê ji Erdogan bike ku…

Li gorî medya tirk dinivîse, ev axaftina Erdogan di medya Îspanyayê da jî bûye mijara mîzahê, hin rojnameyên Îspanyayê henekê xwe bi Erdogan kirine…

Herçiqas wek coxrafîk qismekî Tirkiyê wek beşekî Ewrûpayê were qebûlkirin jî lê tirk hîn nehatine wê mistewa ku bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê. Ji ber ku hîn pir dûr î medeniyeta Ewrûpayê ne.

Li ba tirkan gef, tirsandin û ”ço” hîn jî esas e, siyasetmedar hîn jî bi tirsandinê û bi çoyê xwe dipeyivin.
Ev tiştekî derê kultura ewrûpiyan e.

XXX
Cesaret hertim meriv nebe zaferê jî bi kêmanî rezîl nake, serbilind dike. Lê tirsonekî meriv him dibe mirinê û him jî rezîl dike.

XXX
-Merivê bêcesaret wek kêra devê wê yê tûj tunebe.
///Benjamin Franklin

11 februari 2014

Mişk nabin şêr

Dibêjin mişkekî pir tirsonek, pir bizonek hebûye.

Rojekê dilê sihêrbazekî bi mişk şewitiye û xwestiye wî ji vê tirsê xelas bike. Loma jî rabûye ew kiriye pisik.


Mişk, ji dêlî ku kêfa wî bi pisikbûna wî were, îcar ji kûçikan tirsiya ye, kûçikan hinavê wî qetandine.

Dismal


Ez do bi tesadufî rastî vê şiîrê hatim. Navê nivîskarê wê Atalay Demircî ye. Kurd e, ne kurd e ez nizanim, dikane tirk be. Lê
Şiîreke xweş e, qala zarokên me dike. Qala xurûr û dismalfiroşiya wan ya li kuçe û kolan dike.
Zarokên dismalfiroş ji gelek siyasetmedarên me yên bi hêl û mêl gelkî bi xurûrtir in, perê belaş û sedeqeya kesî qebûl nakin, dixwazin bi keda eniya xwe bijîn.
Bi hêviya hûn jê hez bikin û xwediyê wê jî bibîne.

Dismal
Bi ruyê xwe yê qilêrî, lê xweşik got:
-Keko tu dismala nakirî?
Min got:
-Na. Sax be, sax be, ya min heye.
Bi dengê xwe yê lerizokî got:
-Tişt nabe, tu yê dû ra bikar bînî.
Min got:
- Baş e, ka yekê bide.
Min pere dirêj kirê, kêfxweş bû.
Min got, ”bira dismal bimîne ”, xeyidî. Got:
-Ez tiştekî wiha qet qebûl nakim. Ez ne parsek im.
Min got:
-Baş e, neqehere.
Min dismal ji desta girt û jê pirsî:
-Navê te çi ye?
Got ”Mûrad”. Mûrad e, lê heval dibêjin ”Zirav”, ji ber ku hinekî zeîf im, ji bo wê…
Min got:
-Ma diya te, bavê te tuneye?
Got:
-Nizanim, qey heye. Min qet nedît ku…
Min got:
-Baş e tu li ku dijî?
Got ”li her derê”, him jî bi ken…
Min got:
-Çawa yanî li herderê?
Got, “ez wek we xwe sînor nakim” û tiqînî pê ket.
Ne neheq bû jî yanî…
-Tu van dismalan ji kê distînî?
-Ji apê Mihemedê bi rî(bi rih).
-Heba wan bi çuqasî dide te?
-Bi dusedûpênceyî.
-Baş e serê dismalê tu çuqasî qezenc dikî?
-Immm…Dusedûpêncî.
Min bi hawakî matmayî got:
-Ê çawa dibe, ma apê Mihemed qey ji te qet pera nagre?
Hinekî bi qahr li ruyê min nêrî:
-Hûn ji xwe tim wiha ne, hûn ji çêyiya bêhemberî fêm nakin…
Min got ”çima?…” Îzah kir:
-Carê xwişkek(xwengek)digriya. Min got hekê tu dismala nakirî? Bi hêrs ji min ra got, ”ji vir biteqize !” Lê weleh minê nefrota wê. Ji bo ku hêsirên çavên xwe pak bike min dismal dirêjî wê kiribû. Fêm nekir... Lê min dîsa jî bi dizîka kir çentê wê…
Min got baş e, heger ez bixwazim hewcedariya xwe ya dismalên salekê ji te bikirim, yanî li ser hev, ma dibe?
Serê xwe bi vî alî û wî alî da li ba kir û got:
”Na nabe, nabe!...”Wê demê tu yê hemû rojên min bikirî.
Yên firotinê tenê dismal in keko.
Rojên min bihêle, bira ji min ra bimînin…”

Atalay Demîrcî
Werger ji tirkî: Zinarê Xamo

PARVE BIKE