27 januari 2014

Tirkên li Tirkiyê ji bo kurdan çi difikirin yên li Ewrûpayê jî eynî tiştî difikirin


Bahar Başar jineke akademîsyen e, li ser tirk û kurdên dîasporayê li Almanyayê û li Swêdê lêkolînek balkêş kiriye û kitêbeke bi navê ”Li Dîasporayê mesela Tirk-Kurd/ Diasporada Türk-Kürt Sorunu”nivîsîye.

Başar dibêje, ” Tirkekî li Almanyayê hatiye dinyayê, ji kurdekî li Almanyayê hatiye dinyayê, ji ber kuew nabêje ”Xwezî bi dilê wî kesî ku dibêje ez tirk im” pir diqehere.
Çawa ku tirk li Tirkiyê kurdan serkut dikin, dixwazin kurd tim di bin emrê wan da bin, tirkên li Ewrûpayê hatine dinyayê jî dixwazin eynî têkilî bidome; wek li Tirkiyê ew serdest û zarokên me jî bindestiyê wan bin…

Yanî mêrikan ji me ra dibêjin, çawa hûn kurd li Tirkiyê bindestiyê me ne, dibê li Ewrûpayê jî ev têkilî xera nebe…

Çi heyf ku gelek kurdên me ji vê têkiliyê aciz nabin, bi wan wek şîr û şekir tê.
Lê zarokên me yên li Ewrûpayê hatine dinê, wek bavên xwe vê dostî û hevaltiya ”serdest û bindestan” qebûl nakin û loma jî nabin havalên tirkan.

Tirk jî nabin hevalên kurdan, ji ber ku nikanin mezinayiya xwe bi kurdan bidin qebûl kirin.

Lê li Tirkiyê rewş belovacî vê ye, her kurdek bi sedan hevalên wî yên tirk hene û bi rengekî ne wek hev, ne azad hevaltiya xwe didomîne.

XXX
Dibêjin di Tewratê da li ser dizan gotineke wiha heye:
”Diz, gava fersenda diziyê nebîne wisa bawer dike ku ew merivekî pir bi namûs e…”
Îslamîstên tirk di dema desthilatiya kemalîstan da nikanîbûn bidiziyana, ji ber ku ne li ser hukim bûn; loma jî ew îmkan û fersenda wan tunebû.

Lê bi îktîdara AKP-ê û Erdogan ra ev 13 sal in li ser hukim in û êdî fersend û îmkana diziyê ketiye destê wan.

Û loma jî baş didizin, wisa didizink ku qûşê lê diqetînin…
Ji 17-ê qanûnê û virda ye em dibînin ku hêzên Îslamî jî bi qasî kemalîstan diz û keleş bûne. Heta ji kemalîstan jî diztir bûne. Deve bi hawid ve daqultandine û zikê wan jî nawerimîye…

Diziya Îslamîstan ne hin kurtêl û pariyên biçûk in, loqên pir mezin in, ji milyon dolaran dest pê dike, meblaxên dizîne hewqasî mezin in ku nikanin bi destan bijmêrin, makîneyên jimartinê bikar tînin.

Lê dawiya diziyê tuneye, tu dizî ne ebedîye, rojek tê derdikeve û milet li dizan tê xezebê.
Nuha li Tirkiyê milet bi dizan hesiyaye, herkes baş dizanin ku ew jî bi qasî Kemalîstan diz, virek, sextekar û zalim û dictator in.

Çawa ku rojek hat kemalîst û artêşa wan bi serhev ve çûn, qet meraq nekin, Erdogan û dizên hevalên wî jî ewê av û av herin. Wext hîn baş nekemilîye, lê hêdî hêdî dikemile. Roja ku alternatîf çêbû ewê ji gel sîleyeke baş bixwin.
Wê demê ciyê Erdogan û gelekan wek generalan ewê zindan be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE