01 januari 2014

Nivîsa pêşî ya sala nû


Belê belê, bi xêr û xweşî va ye sala nû jî dest pê kir. Li gorî tarîxa cuzdanê ez do 63 salî û îro jî 64 salî me. Yanî di nava rojekê da saleke din kal bûm.
Ez bi xwe tu qîmetê nadim vî hesabî…

Ji ber ku em do bi şev dereng raketin, îro jî dereng rabûn. Me nuh xwirîniya xwe kir û nuha jî ez û Hêvî xanim qahweya xwe vedixwin.

Xanim li telewîzyonê temaşe dike û ez jî bi nivîsa van rêzan mijûl im. Min berê, bîstekê çavên xwe li malperên xeberan û li dîwarên dost û hevalan gerand, tiştekî zêde nuh tuneye. Dinya hîn wek ya do ye…

Ev demeke me nikanîbû li hin kanalên telewîzyonan temaşe bikira, cî û frekansên wan hatin guhertin û ez jî nizanim biguherim. Lê bi sala nuh ra hin qanalên din jî wenda bûn. Mana xwe ew e dibê hosteyek were ji me ra çêbike. Yanî bi sala nuh ra mesrefek nuh ji min ra derket.

Haaa, tu nemabû min ji bîr bikira, bloga min jî saleke din li pey xwe hîşt, ew jî keta sala xwe ya 7-a.
Di sala 2007-a da min wek blogîstê pêşî, xwerû bi kurmancî dest bi bloga xwe kir. Û ev 7 sal in bi rengekî bênabên ez hema hema her roj tiştekî diweşînim.

Heger rojekê hinek lêkolînkê li ser dîroka blogên kurmancî bike, wek Osman Baydemir negot, bi îzna Xwedê bloga min-Hindik-Rindik- ewê bibe yekem.
De nuha bi xatirê we…

XXX
Ez Zinarê Xamo, nuha saleke din jî kal bûm û bûm 64 salî. Lê diê min, hestên min, baweriya min ya bi azadiya kurdan û dîtina Kurdistaneke serbixwe hîn wek ya xortekî 18 salî xurt e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE