19 januari 2014

Nivîs û baweriya bi hafizayê


Wê rojê dema min dûzaneke da derûdora xwe û kitêbên xwe hinekî ji hev girtin, ez rastî sê(3) defteran hatim. Min wê rojê jî qala vê yekê kir. Lê dû ra min defterek din jî dît.

Ji wan defteran yek rojaneyên sala 1985-a ye (24/4-85-16/12-85). Nuha min jê hinek xwend.
Bûyer û minaqeşeyên me yên wan rojan, min ji kê ra çi gotiye, kê ji min ra çi gotiye, piştî minaqeşeyên civînan min çi his kiriye, min zarok birine ku, kî bûne mîvanên me, em çûna mîvaniya kê, li ser pêşniyara min, me çawa biryara alîkariya malbatên hevalên Wêranşarî yên girtî daye û gelek tiştên din yeko yeko min not kirine.

Sala 1985-a salek pir întensîv e, gelek bûyerên nexweş li Ewrûpayê û li Swêd bûne. Lê li alî din xebatên yekîtiyê û liberxwedanê jî hene.
Lê tiştê balkêş çend bûyer ne tê , ji van notan zereyê yekê jî di bîra min da nemabû, min hemû bûyer, gotin û teşxeleyên nabêna me ji bîr kiribûn. Bi xêra van notan haviza min xwe nuh kir.

Min digot belkî hafizaya/bîra min pir xurt e û ez tiştekî ji bîr nakim...
Lê ne wiha ye, nuha min dît ku hin bûyer di hafizeyê da wek nivîseke ser kevirekî giranît xera nebûne, mane, lê hin bûyer jî wek nivîsa li ser berfê heliyane û ji kok da wenda bûne.

Loma jî dibê meriv bêbelge zêde baweriya xwe bi hafiezayê(bîrê) neyne, ew li gorî xwe bûyeran li bêjingê dixe, hinan diparêze, arşîv dike û hinan jî naparêze.

Heger meriv dixwaze jiyan û xebata xwe tomar bike û hin tiştan li ser bibêje, dibê meriv rojaneyan binivîse.
Bi saya van rojaneyan meriv dikane bi dilekî hîn rehettir di heq heval, însan û bûyeran da tiştên rasttir bibêje. Ya na hafize dikane meriv bi başî û xerabî bixapîne.

Ez pir kêfxweş bûm min ev rojane girtine. Lê çi heyf min dom nekiriye, îstîkrar nîşan nedaye, preçe perçe girtine.
Hinek jî di kompîtora min da hene. Ew jî ez bawer dikim nabêna salên 1989-2000-î ye. Heger rojekê li ser jiyana xwe tiştekî binivîsim ewê gelkî bi kêrî min werin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE