15 januari 2014

Narsîzim û tezahurên wê


Însan jî wek masiyan e, babet bat, reng reng in. Hin kes hene pir heyranê xwe ne, pir ji xwe hez dikin, xwe pir mezin dibînin.

Bêguman dibê meriv ji xwe hez bike, lê ev yek zêde pêş da neçe. Gava jixwehezkirin û heyraniya şexsê xwe zêde bi pêş da here diqulibe nexweşiya narsîzimê.

Di psîkiyatriyê da narsîzim nexwesiyeke xwemezindîtinê ye. Kesên narsîst xwe ji însanên din biaqiltir, mezintir û însanên din jî ji xwe biçûktir û kêmaqiltir dibînin. Ew wisa bawer dikin ku ew mirovên pir taybt in, pir muhîm in.

Kesên narsîst pir bi mezinayiya xwe bawer in, wisa bawer dikin ku ew bi hertiştî dizanin û ji herkesî biaqiltir û bi hunertir in.

Li ba kesên narsîst empatî tuneye, tu carî xwe naxin dewsa kesên din, kirin û gotinên wan çi tesîrê li yê hember dike ji bo wan qet ne muhîm e…

Kesên narsîst ne tenê heyranê xwe ne, ji pesin û çepikan jî pir hez dikin, dixwazin herkes ji wan ra tim li cepikan xe, herkes tim heyranê wan be, herkes tim qala wan bike.

Lê li alî din ji rexnebûnê jî qet hez nakin. Li hemberî rexneyê pir bêtehamul in û êrîşkar in, sîrek naçe eyarê wan.

Kesên narsîst heta ku kara wan di meriv da hebe pir nazik, kibar û hurmetkar xuya dikin, lê saeta karê wan bi meriv biqede bavê xwe jî nas nakin, pir bêedeb dibin.

Qîmeta hevaltî û dostiyê li ba kesên narsîst zêde tuneye, pir bêwefa ne. Gava tu li defa wan nexî ya jî tu gotinekê li gorî dilê wan nebêjî çû ji te da, tu dibî dijmin.

Kesên narsîst merivên pir nankor û egocentrîsk in. Dema meriv li gorî dilê wan hereket neke tavilê buhî meriv dikin, ji qalibekî derdikevin dikevin qalibekî din.

Kesên narsîst ji ber ku pir heyranê xwe ne, loma jî wek zarokan tim eleqeyê, qedir û halê dixwazin.

Lê dema însan zêde qîmetê didin wan jî vê qîmetê îstîsmar dikin û di netîceyê da gelkî qure û aşûnî dibin.

Kesên narsîst bi piranî ji bo ku xelk qala wan bike, ji bo ku navê wan were gotin dixwazin bibin xwedî huner û sinetekî û di nava civatê da derkevin pêş.

Çimkî ew dizanin ancax bi saya karên xwe ew dikanin werin hezkirin û di civatê da bibn xwedî statu.

Merivên narsîst merivên bi problem in. Lê li gel vê jî dibê meriv quretî, pozbilindî û aşûnîtiyên wan xweş nebîne û îdare neke. Gava meriv zirzopiyên wan xweş bibîne ewê bêtir aşûnî û gewî bibin û tu carî bi nexweşiya xwe nehesin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE