05 januari 2014

Li hemberî Beşîkçî êrîşeke pir neheq


Çawa ku mamoste Îsmaîl Beşîkçî fikrê xwe li ser hin tiştan dibêje, hin kesan, fikran û kirinan rexne dike, bêguman mafê kesên din jî heye wî rexne bike. Mesela ez jî ne bi hin dîtinên wî ra me. Û min ev gotiye jî. Ev normal e.

Lê belê rexneya Ferda Çetîn, ji rexneyê wêdetir êrîş û heqaret e. Beşîkçî bi tu hawî ev heqaret heq nekiriye. Beşîkçî ji çi bawer bike wiya dibêje, pir mimkûn e ku ev dîtinên wî carnan ne rast û şaş bin.

Beşîkçî heqaret li kesî nekiriye, tenê gotiye di rojnameya Aydinlikê da 9 rojan li ser navê Ocalan weşanek hat kirin, di van nivîsan da Ocalan gelek tiştên xerab dibêje. Heta nuha ne KCK-ê, ne PKK-ê û ne jî BDP-ê li ser vê nivîsê beyanek neda, nivîs tekzîb nekir.

Nuha heger tiştên di Aydinlikê da hatin gotin derew e wê demê ji dêlî qehra ji Beşîkçî, dibê Aydinlik were tekzîpkirin.

Ya din Aydinlik derewa li miriyan nake, Ocalan sax e, hevalên wî sax in, dibê beyanekê bidin û bibêjin tiştên Aydinlikê nivîsî vir in.

Helbet Aydinlik dikane derewan bike, lê yê vê derewa Aydinlikê derxe ne Beşîkçî ye, Ocalan e, PKK û BDP ye. Dibê ew tiştekî ji Aydinlikê ra bibêjin.

Ya din jî Beşîkçî gotiye wek her miletî, dibê hûn kurd jî dewleteke serbixwe û welatekî azad bixwazin, bi kêmanî li dijî vê dernekevin. Ji ber ku dewleta we tuneye hûn di vî halî da ne.
Û ev jî rast e.

Beşîkçî heta bi girtina Ocalan, bi çavê pêxemberekî, bi çavê serokekî pir mezin li Ocalan dinêrî û her roj pesnê mezinahiya wî dide. Ji bo xatirê Ocalan bi gelek dost û havalên xwe yên salan ra ket minaqeşeyên pir mezin û rexneyên pir cidî li wan girt. Ji bo xatirê Ocalan,hevaltiya xwe bi gelek hevalên xwe yên berê ra qut kir.

Dema Beşîkçî ev dikir, Beşîkçî baş û rastgo bû, lê nuha bû xerab û ji alî “şebekeyan ve tê îdarekirin.”
Kurd tu carî van heqaretên Ferda Çetîn layiqî şexsekî wek Beşîkçî nabînin.

Ev nivîsa Ferda Çetîn, ne tenê êrîş û heqareteke li hemberî şexsê Beşîkçî ye, her wisa bêwefayiyke mezin e jî.
Ferda Çetîn bi vê nivîsa xwe zirarek mezin da PKK-ê jî, rojên pêş ewê vê yekê nîşan bide.

Kî çi heqaretê dike bira bike, heta ku Beşîkçî ev Beşîkçî be, kurd ewê tim qedrê wî bigrin û di dilê kurdan da ewê tim û tim ciyekî wî yê taybet hebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE