11 januari 2014

Heta em bindest bin tepa xelkê ewê tim li ser serê me be


Par bi munasebeta wefata Ahmet Kaya, min du helbestên wî wergerandin kurmancî , lê nehat weşandin. Ez van herdu wergerên xwe û çend gotinên li ser Kaya nuha bi we ra par dikim…

Heger kurd li Tirkiyê ne bindest bûna dewletê û civata tirk ew zulm û neheqî li Ahmet Kaya nedikirin, nikanîbûn bikirana û Kaya ji ber terora dewletê û civata tirk nedireviya, mecbûrî surgûnê nedibû.

Tiştê anîn serê Ahmet Kaya ji ber kurdîtiya wî bû. Ji ber ku got ez kurd im û ezê bi kurdî bistirêm, loma dewlet û civata tirk li wî hatin xezebê û xwestin wî lînc bikin.

Loma jî meriv dikane bibêje ku qatilên Ahmet, dewleta tirk û civta tirk e. Dewletê û civata tirk ji muzîka wî bêtir, tehamulî kurdayetiya Ahmet nekirin, êrîşî nasnameya wî kirin.

Wan tehamul nekir Ahmet Kaya bibêje ez kurd im û ezê klîbeke kurdî çêkim. Sûcê çima ew kurd hatibû dinê û çima ev yek înkar nedikir?

Wan dixwest Ahmet Kaya xwe înkar bike û bi kurdî nestirê û li kurdbûna xwe xwedî dernekeve.

Lê Kaya, ev daxwaza dewletê û ya civata tirk ya nîjadperest bi mêranî red kir û ev yek jî bû sebebê canê wî.

Loma jî heta ku li Tirkiyê miletê kurd negihîje azadiya xwe trajediyên wek yên Ahmet ewê tim dubare bibin.

Heger em wek kurd dixwazin Ahmet Kaya yên din jî li surgûnê ji qahra û ji hesreta welatê xwe neteqin, dibê em ji bin vê bindestiyê xelas bibin, wek her miletî dibê em jî bigihîjin azadiya xwe û bibin xwedî dewlet.

XXX
Tu mezin bû pitika min

Hişê te naçe ser mahpûsiyê
Ser ronahiya zer ya bexçe
sêzde dilop hêsir nuqutîn
Ser balîfa ranza min
Tu jî mezin bû pitika min
Hesret li ba te, hezkirin li ba te
Êvar dadigerin şevan
şev avisin ji rojan re,
li wir li min negere
li tarîtiyê nenêre, raneweste
Ez di nava rojê da me
Di berbagan da li min bigere
Rojekê ezê jî werim
Hezkirinê mezin bike di destê xwe da
Êvar dageriyan şevan
Şev avisin ji rojan re

XXX
Rojbûn
Ez nikanim ruyê însanan bibînim
gewriya min girêk-girêk, nikanim verşînim
Tu bixwazi jî nikanim werim ba te
Vê tarîtiyê bigrim
bigrim û biçirînim
Ax, destê min neşewitiya, min bi destê te bigirta
Tu bêdeng nebûya, bipeyiviya, min dengê te bibihîsta
Min ew ruyê te yê narîn bigirta û bida ser dilê xwe
Rojbûna min îro ye
Rojbûna min gula min
Tu dibêjî rojbûna min
Rojbûna te pîroz be
Bi salan bextewar be
Min ji te ra ji morîkan çûkek çêkir
Wê li paceya te venije
Qereqol min digrin, mahkime dikin bi şevan
Qet nepê belkî neyêm, belkî nikanim werim bi salan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE