02 januari 2014

Dewleta parelel ya Erdogan sed qatî ji ya Gulen mezintir û kûrtir e




Ji operasyona 17-ê qanûnê û virda ye Erdogan qala ”dewleta paralel” dike, dibêje merivên Gulen di nava dewletê da dewletek ava kirine.

Parlamenterê AKP-ê Burhan Kuzu jî do got, ”îstîxbaratê di heqê merivên cimata Gulen da rapora 2 hezar kesî pêşkêşî Erdogan kiriye. Di raporê da, emniyetçî, burokrat, hakim, sawcî, rojnamevan û tucar hene.”

Yanî îstîxbaratê di nava dewletê da 2 hezar kesên merivên Gulen in tespîtkirine û navên wan daye serokwezîr Erdogan.

Helbet di nava mamûr û burokaratên dewletê da hin merivên Gulen jî hene, ev ne tiştekî ecêb e û ne ku nayê zanîn.

Lê ev yek nayê wê maneyê ku vî karî tenê Gulen dike. Na, herkes, her partiyê wiha kiriye û wiha dike. Avahiya dewleta tirk li ser vî esasî ava bûye. Dema meriv hat ser hukum, fersend dît, meriv merivê xwe di nava deweletê da bicîh dike.

Roja partiyek tê ser hukim, ji hemû bajarên Tirkiyê û Kurdistanê merivên wê partiyê bi lîsteyên mamûrên ne ji wan in, mamûrên dibê tayina wan rabe ya jî were sirûnkirin diherin Anqerê û pêsskêssî parlamenter û hukûmetê dikin.

Û hukûmet jî peyder pey, hêdî, ji waliyan bigre heta bi qeymeqam, hakim, sawcî, amîrê emniyetê, pûlis û heta bigihîje katibên edliyeyan jî li gorî van lîsteyan ya tayina wan derdixe, ya jî sirgûnî dereke din dikin û merivên xwe tînin dewsa wan.

Erdogan jî dema hat ser hukum eynî tişt kir û dike. Kîjan mamûr ne li gorî dilê wan û fikrê wan be diguherînin û merivên xwe tînin dewsê.

Ma piştî operasyona 17-ê qanûnê ji kargirtina 800 polîsî ne avakirina dewleteke paralel e?
Ji 17-ê qanûnê û virda ye bi emrê Erdogan bi sedan amîr, polîs û burokrat ji karên wan hatine girtin û merivên AKP-ê di dewsa wan da hatine bicîkirin. Evy ek bi serê xwe nîssan dide ku Erdogan di nava dewletê da xwedî dewleteke paralel e.

Êdî ciyê mamûr û burokartên ji fikir, îdeolojî û baweriyên cihê di nava deletê da tuneye, herkes dibê merivê AKP-ê be û li gorî dilê wan tevbigere.

Li hemû bajarên Kurdistanê walî, qeymeqam û mudûrê emniyetê û rektorên zanîngehan nêzî AKP-ê ne. Ne merivên hukûmetê bin nikanin li wir bimînin.

Yanî li Tirkiyê AKP-ê dewlet ji dewletiya civatê derxistiye, kiriye dewleta Erdogan û AKP-ê.
Loma jî meriv dikane bibêje heta nuha di dîroka Tirkiyê da tu hukûmeteke din bi qasî Erdogan dewlet nexistiye bin destê xwe û di nava dewletê da ”dewleteke paralel” ava nekiriye.

Ji roja AKP hatiye ser hukim û virda ye Erdogan, gav bi gav di qedeme û nuxteyên dewletê yên herî girîng da merivên xwe bicî dike.

Loma jî meriv dikane bibêje, ”dewleta parelel” ya Erdogan, sed qatî ji ya Gulen mezintir û kûrtir e.

Ev 34 sal in li Swêd im, min ne dîtiye û ne jî bihîstiye bi guherandina hukûmetan ra panîk têkeve nava burokrat û mamûrên dewletê.

Li Swêd kîjan partî tê ser hukum bira were, burokratên dewletê, polîs û amîrên emniyetê û mamûrên din yên mezin naguherîne û merivên nêzî xwe nayne dewsa wan. Tisstekî wiha nayê bîra kesî.

Kîjan hukûmet û partî were ser hukim jî ji bo polîs û burokrasiya dewletê ferq nake. Amîra Emniyeta Stockholmê Carin Gotblad, ev 10 sal in li ser karê xwe ye, piştî teqawîtiya xwe dev jê berdide.

Li Tirkiyê ne wiha ye, kîjan partî tê ser hukim, karê wan yê herî pêşî dest bi guhertina burokasiyê, polîs, walî û qeymeqaman dikin.

Ev, di nava dewletê da avakirina ”dewleta paralel” e û heta nuha tu hukûmetê bi qasî AKP-ê ev yek bi pêşda nebiriye.

Yanî heger merivê qala ”dewleta paralel” ya Gulen bike, wê demê navê ya Erdogan çi ye?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE