10 januari 2014

Dewlet dewleta diza ye


Diz ketibûn mala jinebiyekê, mala feqîrê req û rût kiribûn, jê ra cilek jî nehîştibûn. Jinikê li vir û li gilî kir, mesele bir heta ba paşê. Paşê ji jinikê ra got:
-Malneketê, ev çi xeweke giran bû, dizan mala te req û rût kirin tu bi xwe nehesiya?
Jinikê got:
-Paşayê min, min digot belkî dewlet şiyar e, loma ez ketim xeweke bêbinî. Min bizanîbûya dewlet raketiye, ezê neketime xeweke hewqasî kûr…
Li Tirkiyê ne ku dewlet raketiye, dewlet diz e, diz bi xwe ye. Loma jî ne kes dikane dizan bigre û ne jî rê li ber diziyê û bertîlan bigre….

XXX
Ev demek bû bêyî kanala Kurdistan TV, hemû kanalên min yên kurdî(bi wan ra gelekên tirkî jî) wenda bûbûn. Ji ber ku di mala me da hemû kanalên TV-yên kurdî tunebûn min û xanimê di jiyana xwe da valayiyek, kêmasiyek mezin, kêmasiyek netewî his dikir, em kurd in û li kanalên kurdî temaşe nakin.
Me bîstek berê ev kêmasiya xwe ya netewî ji ortê rakir, hosteyek hat ji me ra hemû kanalên kurdî û bi wan ra gelekên tirkî jî bicî kir.
Hosteyê ji me ra li hev ragirt kalekî 73 salî ji kurdên Konyayê bû. Heger negota ew 73 salî ye min bawer nedir, camêr wek xortekî zanîngeha teknîkê qedandibe, di nava du saetan da telewîzyona me çêkir û bi vê jî dilê me gelkî şa kir…
Îşev ezê bi lez bala xwe bidim hemû kanalên kurdî, loma ev nivîsa min ya dawî ye…
Dibê ez li vir sipasî Keya Îzol jî bikim, heger wî telefona hoste neda min, ezê demek din jî bê kanalên kurdî bimama…

XXX
Mêrik li hember jinikê gelkî pesnê xwe da, got ez û ez, min viya kir û wiya kir…
Jinek aciz bû, got:
-De bes van fortan bide xwe, weleh tiştek jî ji te nayê….
Mêrik got jinê, çawa tişt ji min nayê, ma ev hersê zarok kê çêkir?
Jinik keniya û got:
-Bi serê min û te, ez li hêviya te bimama ew jî çênedibûn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE