30 januari 2014

Li ser vegera welêt sohbetek bi dil ra


Sîh(30)salên jiyana min li Kurdistanê, li Wêranşarê û sîhûçar(34)salên wê jî li Swêd derbas bûn.
Yanî ji nîvê jiyana min bêtir li Swêd derbas bûye, lê ez hîn jî Swêd wek welatê xwe û Stockholmê jî wek bajarê xwe nabînim. Tu carî hisekî wiha bi min ra çênebû.

Min li Swêd tim xwe biyanî û mîvan dît. Mîvanekî mîvantiya wî dirêj ajotibe jî lê dizane ku rojekê miheqeq ewê vegere welatê xwe, mala xwe, cî û warê xwe yê zaroktiyê…

Dilê min tu carî li Swêd bi cî û war nebû, tu carî xwe malê Swêd nehesiband û tu carî dev ji xewn û xeyala vegerê berneda. Dema veger ne mimkûn bû jî ev daxwaz û his tu carî bi min ra jar nebû.

Dema ez wiha dibêjim ne ji ber Swêd xerabî bi min kiriye, ya jî zirar gihîndiye min. Ya jî Swêd ne welatekî meriv lê bijî.

Na, belovacî wê, Swêd welatekî pir xweş e. Swêd pir tişt da min, di her warî da jiyana min rehet, xweş û dewlemend kir. Gelek tiştên baş fêrî min kir. Heger ne Swêd bûya belkî îro ez ne ev Zinarê Xamo bûma, belkî min nikanîbû ev rêzan bi kurdî binivîsanda.

Loma jî ez sipasdarê Swêd im. Çêya Swêd û demokrasiya Swêd ezê tu carî ji bîr nekim. Ezê çêyiya Swêd tim û tim binitirînim.

Dîaspora kurd li Swêd tesîreke pir mezin li tevgera kurd ya netewî kir û ev tesîr jî bi xêra îmkanên demokrasiya Swêd bû. Ev rastiyeke dîrokî ye û dibê lêkolînên ilmî li ser were kirin.

Lê belê dîsa jî têrê nake ku ez xwe malê Swêd his bikim û bixwazim heta dawiya jiyana xwe li vir bijîm û li vir bimrim…

Wek min got, li gel ku ev 34 sal in ez li vir dijîm, mala min, xanima min û çar zarokên min li vir in, lê ez dîsa jî xwe wek karkirekî biyanî his dikim, ji bo demekê hatime xebatê û ezê vegerim.

Fena mala min ne li Stockholmê, li Wêranşarê ye, çavên zarokên min li rê ne û loma jî dibê ez vegerim ba wan.

Sîûçar salên jiyana min çima nikanin zora 30 salên jiyana min a pêşî bibin ez fêm nakim. Girêdana min a bi Kurdistanê û Wêranşarê ra bi kindir û zincîran e, pir saxlem e, dikim nakim naqete, lê ya bi Swêd û Stockholmê ra bi benekî xav e, ez carê xwe kil bikim ewê biqete…

Mesela xanima min zêde naxwaze vegere, dibêje em herin û werin. Bira maleke me li vir jî hebe, lê ez dibêjim na, dibê em xatir ji Stockholmê bixwazin…

Ez dikim û nakim, nikanim hestên xwe, dilê xwe ji bo mayina li Swêd îqna bikim. Bi kêmanî heta nuha jî ez wiha his dikim, dilê min tim ji bo vegera bi temamî lêdide.

Ji ber ku sal derbas dibin û teqawitî nêz dibe, loma jî fikir û xeyalên wegerê gav û saetê di serê min da li bin guhên ev dikevin. Dil û mejî gav û saetê bi hev ra di xirecirê da ne….

Hela ka ez binêrim heta du salên din halê me, rewşa me çawa dibe û dilê jî wek nuha dîsa tim bibêje vegere, vegere, vegere…

XXX
Dostî jî, dijminatî jî eşkere be xweş e, qenekê meriv zane kî dost e, kî dijmin e.
Yê min bi xwe heta ji min tê ez vê yekê nîşan didim, qet venaşêrim, nahêlim însan di heqê dostî û ”dijminatiya” min da, di heqê hezkirin û nefreta min da têkevin dudilê ye…
Lê hin kes wek rûviyan e, meriv ne zane dost e, ne zane dijmin e. Ji ber ku dostî û dijminatiya rûvî tu carî ne eşkere ye.

XXX
-Gul, lale, hemû çîçek diçilmisin, pola û hesin dişkê, lê belê dostanî ne diçilmise û ne jî dişkê…
/// Nietzsche

XXX
-Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e...



29 januari 2014

Erdogan wek rûvî dîsa dest bi dekan kir...


Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, piştî hevdîtina xwe ya bi cîgirê serokkomarê Îranê yê yekem Îshaq Cîhangîr ra gotiye, ”Em xwe li mala xwe ya duyemîn his dikin. Ji bo mîvanperweriya cergî em hatine bi taybetî ez sipas dikim…”

Erdogan merivekî oportunîst e, wek bukalemûn e, tavilê reng diguhere, zû dikeve her, rengî û her kerasî. Li ku derê kîjan maske hewce be wî maskeyî dide ber ruyê xwe. Devguhertin, çerxkirin, jê ra qet ne gelş e, wek kewê teqleban, dikane deh teqleyan li ser hev bavêje…

Efendî ji ber ku nuha li hundur ketiye tengasiyê, dixwaze nabêna xwe bi Yekîtiya Ewrûpayê û bi Îranê ra ji nuh ve xwes bike. Loma jî ji îraniyan ra şalûziyê(şelafiyê) dike, dibêje Îran mala me ya duyem e.

Erdogan siyasetmedarekî wek rûvî ye, li ku derê bivikê bibîne ya jî kara wî tê da hebe derhal ji yê hember ra dest bi nangenimiyê û şalûziyê dike.

Ji bo ku karê xwe bimeşîne, ji bo ku xwe ji vê krîzê xelas bike hewcedariya wî bi dostiya îranê , bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê heye. Loma jî heta hilbijartinên Adarê ji gelek dewlet û hêzan ra ewê hîn gelek şalûziyên wiha bike. Ewê dîsa li têla demokarsiyê xe, dîsa qala çareserkirina ”mesela kurd” bike, dîsa qala heq, huqûq azadiyê û reforman bike….

Çar pênc sal berê jî Erdogan eynî tişt kir, bû hewariyê demokrasiyê û serokwezîrê dixwaze şer rawestîne û mafê kurdan bidê.
Lê mirêk piştî ku leşker anîn rê, pûlis û MIT kir bin emrê xwe, rest ji Yekîtiya Ewrûpayê ra xwend, got ”li Tirkiyê mesekla kurd tuneye, mesela terorê heye” û dest bi şer û pevçûnên bi hemû cîranên xwe ra kir.

Yanî piştî ku mirêk karê xwe serrast kir û kursiya xwe saxlem kir, kes nas nekir, pişta xwe bi her kesî da kir.
Lê nuha dîsa ketiye tengasiyê, loma wek rûvî dîsa dest bi şalûziyan, dek û dolaban kiriye. A sebebê şalûziya ji îraniyan ra ev e, dîsa muhtacî alîkariyê ye….

XXX
Hin kes hene ne hors in, ne çakûç in, ne def in, ne qolik in, dibşibin leglegê, şev û roj karê wan leqleq e…
Ne dibin gul xelk wan bîhn bike û ne jî dibin stirî û dikevin destê kesî…

28 januari 2014

Siyasetmedarên tirk derew ji xwe ra kirine kar


Di her kulturê da, di her dînî û îdeolojiyê da derew tiştekî xerab e û bêexlaqî ye. Li gorî dînê Îslamê yê virek dijminê Xwedê ye.
Lê li Tirkiyê derew bûye karê piraniya siyasetmedarên tirk. Hal û karê wan derew e.

Bi xêra şerê nabêna Gulen û Erdogan derket ortê ku serokwezîr Erdogan merivekî pir derewçîn e û ji bo ku diziya xwe û hevalên xwe yên bertîlxur veşêre pir derewan dike, rastiyê vedişêre.

Helbet Gulen jî ji wî kêmtir derewan nake, ew jî merivekî pir tarî û pir tahlûke ye. Ew jî pir derewan dike û her roj tiyatroyê dilîze.

Gulen, neyarê kurda ye û merivekî panturkîst e. Lê ji bo vê yekê veşêre derewan dike, demagojiyê dike.
Milet nuha dibîne ku herdu serî jî ji bo berjewendiyên xwe derewan dikin…

XXX
Dogu Ergil gotiye, ”Sûriye ewê Rojhilata Navîn biguhere…”
Ne Sûriye, kurd ewê Rojhilat Nêz û navîn biguherin, ev hêz û potansiyel tenê li ba kurdan heye.

XXX
Hin kes hene ne hors in, ne çakûç in, ne def in, ne qolik in, dibşibin leglegê, şev û roj karê wan leqleq e…
Ne dibin gul xelk wan bîhn bike û ne jî dibin stirî û dikevin destê kesî…

27 januari 2014

Tirkên li Tirkiyê ji bo kurdan çi difikirin yên li Ewrûpayê jî eynî tiştî difikirin


Bahar Başar jineke akademîsyen e, li ser tirk û kurdên dîasporayê li Almanyayê û li Swêdê lêkolînek balkêş kiriye û kitêbeke bi navê ”Li Dîasporayê mesela Tirk-Kurd/ Diasporada Türk-Kürt Sorunu”nivîsîye.

Başar dibêje, ” Tirkekî li Almanyayê hatiye dinyayê, ji kurdekî li Almanyayê hatiye dinyayê, ji ber kuew nabêje ”Xwezî bi dilê wî kesî ku dibêje ez tirk im” pir diqehere.

26 januari 2014

Bejan Matur ji kurdbûna xwe nerehet e

Birêz Alî Gurdilî di malpera ”felsefevan” da bi Bejan Matura şair hevpeyvînek kiriye. Maturê di vê hevpeyvîna xwe da jî dîsa kurdên jê ra dibêjin bi kurdî binivîse bi ”mîlîyetçîtiyê” îtham kiriye û gotiye, ”Ez li pey nivîsandina helbestên hêja me, neku dixwazim xizmeta zimanekî bikim.”

Tiştê Bejan Matûr xanim dike demagojiye, reva ji kurdayetiyê, ji alîkariya miletekî bindest e, qutnebûna ji hevalbendiya miletê serdest e. Erê ew kurd e, lê naxwaze wek kurdekê were naskirin û wek kurdekê bijî.

Rojên AKP jî li Kurdistanê têkeve rewşa CHP-ê ne dûr in


Hukûmeta AKP-ê bi hesabê ewê PKK-ê belav bikin, şerê çekdarî biqedînin bi Ocalan ra dest bi hevdîtinên ”aştiyê, çareseriyê”, siyaseta xapandinê kirin.

Lê dîsa jî piştî salekê meriv dibîne ku dewlet li zirarê û kurd li karê ne.

Bi rawestandina şer PKK-ê, tevgera kurd ya netewî û kurdan zirar nekiriye, belovacî wê di warê xebata legal û demokratîk da gelkî xurttir bûne. Û wiha dom bike ewê hîn jî xurttir bibin. Yanî hesabê AKP-ê yê mal û yê bajêr li hev derneket.

PKK-ê çawa bi çend kesan dest bi şer kir û di 30 salî da bû hêzeke çekdar ya mezin, bi milyonan însan tevî vî şerî bûn û piştgirî danê, di xebata legal da jî ewê eynî tişt bibe. Di rojên pêş da kurd ewê AKP-ê jî li Kurdistanê daxin rewşa MHP-ê û CHP-ê û bi demê ra ji Kurdistanê biqewitînin.

Yanî tiştê kurdan bi şerê çekdarî kirin û bi dest xistin îcar jî ewê di siyaseta legal û demokratîk bikin. Kurd bi heq in û bi biryar in. Yanî biryara xwe ya azadbûnê dane, heta azad nebin dev ji micadela xe bernadin.

Heger BDP siyaseteke li gorî rewş û rastiya kurdan ya civakî û siyasî bimeşîne, hilbijartinên 30 adarê li Kurdistanê ewê bibe destpêka qedandina AKP-ê jî…

XXX
Dibêjin, ”Di jiyanê da tiştê herî buha tecrûbe ye. Çimkî ji bo qezençkirinê wendakirin lazim e…”
Heta îro kurdan tim wenda kiriye, dibê êdî dor hatibe qezenckirinê. Heger îcar jî qezenc nekin, mana xwe bêhiş in, tecrûbe jî alîkariya wan nake…

25 januari 2014

Xwezî me kurdan jî kanîbûya piyesek wiha çêkira


Min û xanimê do êvarî ji felekê rojek xweş dizî . Em çûn tiyatroyê. Me li Kungliga Dramaten(sahneya qiraliyetê) li piyesa “The Mental States of Sweden” temaşe kir.

Ji ber ku lîstikê saet di 19.00-a da dest pê dikir. Loma jî wexta me pir bû.
Min got xanim, weleh ji mera hertim wiha lê nayê, emê îşev baş kêf bikin.

Xanim hinekî “tima” ye ya jî li gorî min baştir bi qîmeta perê xwe dizane, loma jî hinekî bi tirs got, “te dîsa xêr e”, em nerin aşxaneyên buha.

23 januari 2014

Gelî Rihayiyan roj roja xîretê ye...

Navê Rihayê bi îsotê meşhûr e. Loma jî ji rihayiyan ra dibêjin ”îsotçî”... Lê helbet Riha ne bajarê îsotê û fistiqan tenê ye.

Riha, ji roja ji alî Selahadînê Eyûbî yê kurd ve hatiye girtin û virda ye ew bûye bajarekî kurdan yê dîrokî û kela gelek mêr û egîdên kurd jî. Gelek kurdperwer û egîdên ku canê xwe kirine qurbana wê axê jî ji vî bajarê ”îsotçiyan” derketine.

22 januari 2014

Ferqa nabêna mêr û jinê


Ez tim ji xanimê ra dibêjim, wê roja ku peyayên(zilamên) kurd jî wek jinan xêra hev bixwazin, ji hev hez bikin kurd ewê bi ser kevin.

Dijminatiya di nabêna partî û hêzan da heye, di esasê xwe da dijminatî û şerê nabêna peyan e. Di nabêna jinên ji fikrên cihê, bawriyên cihê wek ya peyan dijminatî û berberî tuneye.

Komara Kurd ya Mahabadê

Îro roja avabûna Komara Kurd e. Komara Kurd(Kurdistanê) 68 sal berê di 22-ê çileyê paşîn a sala 1946-a da li bajarê Mahabadê li Meydana Çarçira ji alî Qadî Mihemed ve hat îlankirin. Qadî Mihemed bû serokê Komara Kurd ya Mahabadê.

Loma jî di dîroka kurdan da îro rojeke dîrokî ye. Dibê kurd vê rûpela dîroka xwe ya miş t ders, tecrûbe û trajedî baş fêr bibin û jê dersan werbigirin.

21 januari 2014

Tiştê Tirkiyê aniye serê kurdan ji ya rejîma Sûriyê ne kêmtir e...


Hemû kanalên telewîzyonên tirk hin rismên îşkencê û wehşetê belav dikin. Li gorî îdîeya hukûmeta AKP-ê û medya tirk ev îşkence û wahşet ji alî rejîma Sûriyê ve hatiye kirin û zabitekî sûrî ew risim girtine. Dikane rast be, ji wan ne dûr e, lê dikane yên hevalbendên Erdogan(El Nus, El Qaîde)bin jî. Ji ber ku hevalên Erdogan jî ji rejîma Esed ne kêmtir in.
Nuha belavkirina risman piçekî manîdar e. Ev risim çima heta nuha nehatin belavkirin?

Edogan bi van risman dixwaze qezenceke siyasî bidest xe, dixwaze bi van risman xîtabî dil û ûjdanê bîr û raya giştî bike. Yanî di di belavkirina risman da hesabekî siyasî heye. Ev vekirî ye.

Lê em dizanin li Tirkiyê tîmên taybet û artêşa tirk jî gelek wahşetên wiha li hemberî kurdan kirin, serî, poz û guhên gerîlayên kurd jêkirin, li ber cendekên perçebûyî yên gerîlayên kurd rismêm xatirayê kişandin. Cendekên gerîlayên kurd wek peza qurbanê, di pişta wan da xencer avêtin ber heykelê Ataturk, yanî jê ra kirin qurban…

Lê Erdogan carekê jî qala wê wahşeta leşkerên xwe nekir, negot ev sûcekî li dijî mirovayê ye…
Medya tirk jî bi vê heyecanê û berfirehiyê ew wahşet belaw nekir. Çimkî ew kurd bûn. Çimkî yên ew wahşet kiribûn artêşa tirk bû, loma bincil kirin, loma nexwestin dinya bibîne…
Dibê em kurd viya jî bizanibin…

XXX
Weleh ez îşev dîsa bûm kebanî. Xanimê do êvarî qala masiyan kir, got ”tu zanî me zûda ye masî nexwarîye…”
Min mesele fêm kir, dilê wê masî dixwaze…

Îro ez çûm ser masîfiroş û min du masiyên sorik kirîn. Hoste ji min ra xweşik fîle kir.
Ez ji masiyê sorik hez dikim. Bîna wî tuneye, bêhestî ye û çêkirina wî jî rehet e, hema meriv sor dike.
Min zeleteyekî firingiyan û pel û pincêr jî da ber. Sos ji xwe min kiribû. Min patatên xwe jî kelandin. Êdî tu kêmasiya me tunebû.
Bawer bikin tu nemabû min tiliya xwe pê rabixwara, ji ber ku hewqasî lezîz bûbû…

Masî jî, zelete jî te digot qey ji destê aşpêjekî meşhûr ê xelatgirtî derketiye...
Lê xanimê dîsa jî qusûrek lê dît, got weleh te hinekî din jî sor bikira ewê xweştir biba.
Adeta xanimê ye, ez çiqasî xweş çêkim jî tu carî wek xwarina wê xweş nabe, ez tim ya şor dikim, ya bêxwê dikim û ya jî wek îşev ”baş sor nakim…”

Yanî ez çi bikim jî tim kêmasiyeke min heye, tim qusûrekê lê dibîne…
Lê tim jî ji min bêtir dixwe, ew jî muamayeke din e…

Û dema ez vê yekê dibêjim jî, dibêje, ”ma ez çi bikim, ez birçî me, ji mecbûrî dixwim…”
Weleh ez dibêjim belkî ne rast e, lê îspata wê zor e…

20 januari 2014

Heta em kurd em kurd bin emê hîn gelek "Lozan"an bibînin....



Dibêjin tarîx tekerur nake, lê dike, bi kêmanî ji bo me kurdan dike. Wa ye kurdan wek aliyekî dawetî Konferansa Cenewre-2 nakin. Yanî ”Lozana Duyem” jî di rê da ye.
Me hemûyan kevir û kuçik li pêşiyên xwe dibarandin ji bo ku di Şerê Cîhnê Yekem da nebûn yek û beşdarî Lozan bêyî wab çêbû.
Heger siyasetmedarên wê demê jîr bûna û yekîtiya xwe avakiribûna Lozan bêyî wan çênedibû û kurd nedibûn çar perçe.
Lê va ye îro jî eynî tişt dubare dib. Li gorî tê gotin
îro jî kurd nikanin wek terefê kurd beşdarî konferansa Cenewre-2-em bibin.
Û li gorî 90 sal berê kurd îro hezar carî xurttir in, li gorî wê demê bêtir xwedî îmkan, kadir û tecrûbene.
Lê dîsa jî nikanin bibin hêz, dîsa jî tiştek ji wan sadir nabe…
Ji ber kuurd hevûdu qebûl nakin, neyarên hev in û loma jî nikanin yekîtiya xwe çêkin. Û dema yekîtî tunebe û daxwaza meriv jî ne zelal be helbet kes guh nade meriv.
Çawa ku 90 sal berê şerê axa, mîr, beg û serokeşîran nehîşt kurd wek milet xwe li ser xelkê ferz bikin, îro jî şerê PDK-ê, PKK-ê û PYD-ê û hin partiyên qurşan û fêsadiyê nahêlin kurd tifaqa xwe çêkin û xwe li ser cîhanê û dijminê xwe ferz bikin.
Bi baweriya min sebebê venexwendina kurdan ya konferansa Cenewreyê kurd bi xwe ne, ew hevûdu qebûl nakin, ew nig li ber hev dixin û gorra hev dikolin.
Û netîceya wê jî berdewamiiya bindestiya me ye….

XXX
Heta ku li Tirkiyê kurd azad nebin û li Kurdistanê nebin xwedî desthilat, ne kemalîzm diqede, ne şertên darbeyên leşkerî ji ortê radibe û ne jî demokrasî tê Tirkiyê.
Yanî meriv dikane bibêje demokrasiya Tirkiyê girêdayî azadiya kurdan û çêbûna Kurdistanê ye.
Ev yek çima wihe ye?
Ji ber ku hêzên kemalîst û artêş hertim sê tiştan; micadela kurdan, komunîzimê û îrtîcayê yanî hêzên îslamî kirine sebên darbeyên leşkerî bicînebûna demokraiyê.
Li Tirkiyê komunîzm nema, hêzên îslamî hatin ser hukum, ma mesela kurd û Kurdisatnê. Nuha sebebê darbeyan û komployên siyasî tenê micadela kurda ye. Yanî di destê wan da tenê hinceta kurd maye û heta ku ev mesele çareser nebe û kurd negihîjin azadiya xwe îstîkrar ewê tu carî neyê Tirkiyê.
Loma jî tirk û kurdên dixwazin demokrasî were Tirkiyê dibê berî hertiştî çêbûna Kurdistanê biparêzin. Çimkî heta Kurdistan çênebe ne bingeha bêîstîkrariyê ji ortê radibe û ne jî bahaneya darbeyan.
Loma jî bi dîtina min sîgorta demokrasiya Tirkiyê û sîstemeke medenî çêbûna Kurdistanê ye…
2014-01-19

19 januari 2014

Nivîs û baweriya bi hafizayê


Wê rojê dema min dûzaneke da derûdora xwe û kitêbên xwe hinekî ji hev girtin, ez rastî sê(3) defteran hatim. Min wê rojê jî qala vê yekê kir. Lê dû ra min defterek din jî dît.

Ji wan defteran yek rojaneyên sala 1985-a ye (24/4-85-16/12-85). Nuha min jê hinek xwend.
Bûyer û minaqeşeyên me yên wan rojan, min ji kê ra çi gotiye, kê ji min ra çi gotiye, piştî minaqeşeyên civînan min çi his kiriye, min zarok birine ku, kî bûne mîvanên me, em çûna mîvaniya kê, li ser pêşniyara min, me çawa biryara alîkariya malbatên hevalên Wêranşarî yên girtî daye û gelek tiştên din yeko yeko min not kirine.

Sala 1985-a salek pir întensîv e, gelek bûyerên nexweş li Ewrûpayê û li Swêd bûne. Lê li alî din xebatên yekîtiyê û liberxwedanê jî hene.
Lê tiştê balkêş çend bûyer ne tê , ji van notan zereyê yekê jî di bîra min da nemabû, min hemû bûyer, gotin û teşxeleyên nabêna me ji bîr kiribûn. Bi xêra van notan haviza min xwe nuh kir.

Min digot belkî hafizaya/bîra min pir xurt e û ez tiştekî ji bîr nakim...
Lê ne wiha ye, nuha min dît ku hin bûyer di hafizeyê da wek nivîseke ser kevirekî giranît xera nebûne, mane, lê hin bûyer jî wek nivîsa li ser berfê heliyane û ji kok da wenda bûne.

Loma jî dibê meriv bêbelge zêde baweriya xwe bi hafiezayê(bîrê) neyne, ew li gorî xwe bûyeran li bêjingê dixe, hinan diparêze, arşîv dike û hinan jî naparêze.

Heger meriv dixwaze jiyan û xebata xwe tomar bike û hin tiştan li ser bibêje, dibê meriv rojaneyan binivîse.
Bi saya van rojaneyan meriv dikane bi dilekî hîn rehettir di heq heval, însan û bûyeran da tiştên rasttir bibêje. Ya na hafize dikane meriv bi başî û xerabî bixapîne.

Ez pir kêfxweş bûm min ev rojane girtine. Lê çi heyf min dom nekiriye, îstîkrar nîşan nedaye, preçe perçe girtine.
Hinek jî di kompîtora min da hene. Ew jî ez bawer dikim nabêna salên 1989-2000-î ye. Heger rojekê li ser jiyana xwe tiştekî binivîsim ewê gelkî bi kêrî min werin.

Dil dîsa hat zimên...


Ez û Hêvî xanim nuh ji ger û seyranê hatin. Em li dora saet û nîvekê di vê berf û pûkê da geriyan.
Xweza sipîboz xemilî bû, bêdengiyeke bêemsal girtibû ser xwezayê. Kuliyên berfê li hewa ketibûn govendeke bêdeng û bi nazenînî xwe bera erdê û ser bedena me didan.

Çend kal û pîr rastî me hatin, ew jî derketibûn gerê. Ji hev ra hin tişt digotin, min di dilê xwe da got, belkî ji hev ra qala rojên borî dikrin.

Kela dilê min jî rabû, hawîrdora bêdeng, xwezaya sipîboz, kuliyên berfê yên li asîman diliîstin û kartekurta nigên me, kela dilê min rakir û xwest vegere rojên berî. Lê min guh nedayê û bi dizî aş kir, min got, ”mîrê min heliz borî…”
Li ser gir û kaşan çend dê û bavan bi zarokên xwe ra dilîstin, bi taxûkan(kaşkaşokan) xwe dişemitandin, zarok tot dikirin, şûş dikirin…

Kêf kêfa zarokan bû, diketin, diqîriyan, bi ketina dê û bavên xwe dikeniyan...
Ez bîstekê sekinîm û min li wan temaşe kir. Ez çûm salên xortaniya xwe, wextekê wek van bavan min jî bi zarokên xwe ra wiha dilîst, wextekê ez jî wek van bavan diketim û zarokên min jî bi min dekeniyan, ew jî bi ketina min dilşa dibûn…
Ez ketim xem û xeyalan, koveneke giran xwe bera ser dilê min da. Min got:

Xwezî ne mahcir bûma,
ne li vê xerîbiyê,
li welatê xwe bûma
xwedî al û dewlet bûma
wek van dê û bavan
ez jî dilşa û bêxem bûma
ji bo pêşeroja zarokên xwe
dilrehet,
ne bi kul û derd bûma

2014-01-18

XXX
-Lolo kuro min ji te ra negot
şara serê min zeriyê pir giran e
rîşiyên şarê hûr badane
destê xwe deyne ser sê min
wê ji min ra bibe îlac û derman e

-Xezala min sekiniye li ber kaniyê
şara nîşaniyê li ber eniyê
dinya jî xera bibe
tu tim hezkiriya min î
weleh bileh
terka te nakim heta mirinê

18 januari 2014

Dewleta tirk dişibe Babusjkayên Rûs,


Kurd dibêjin ewê rê nedin Lozana duyem. Lê bi siloganan rê li ber çêbûna Lozana duyem nayê girtin.
Heger bi rastî jî em dixwazin Lozana duyem jî çênebe, dibê em hevûdu qebûl bikin, hêzên xwe bikin yek û bi tifaqeke netewî herin Cenewreyê.
Ji ber ku kurd bêtifaq bûn loma Lozana yekem çêbû, heger em naxwazin Lozana duym jî çê bibe dibê em tifaqa xwe bikin yek.
Di vî warî da hemû partî û serok mesûl in, kes nikane sûc têxwe hustuyê partiyeke din û serokekî din. Çawa be jî dibê em riya lihevkirinê û tifaqê bibînin.

XXX
Dewleta tirk dişibe Babusjkayên Rûs,
Heta nuha kurdan dewleta tirk di çavên xwe da pir mezin kiribûn, dewleta tirk wek dewleteke tebitî û cidî didîtin.
Lê bi operasyona 17-ê kanûnê xuya bû ku ev dewlet ji dewleteke tebitî û cidî bêtir, organîzasyoneke, dewleteke çeteyan e û ji bin da riziyayî ye. Ji dewleta mûzan jî xerabtir e.
Erê navê wê dewlet e, lê tu têkiliya wê bi deleteke modern, hemdem û demokratîk tuneye.
Dewleta tirk dişibe Babusjkayên Rûs, çend dewletên di nava hev da ne; yek di hundurë ya din da ye. Berê dewlet tenê a kemalîstan bû, nuha dest guhertiye, îcar bûye dewleta tirk-îslamîstan.
Her gurûbekê, çeteyekî beşekî dewletê kiriye bin destê xwe û karê xwe dimeşîne, pê kartonên solan tije dolar dike.
Ji 17-ê kanûnê virda du çeteyên herî mezin û herî xurt li ser berateya dewletê hatine hemberî hev, li ser hukim û parê li hev nakin. Herdu gurûb jî dirinde ne, ewê hevûdu hîn gelkî birîn bikin…

2014-01-17

XXX
De bira ser xêrê be, wa ye kasêta dengê serokwezîr Erdogan jî derket. Ji xwe derneketa kêmasiyeke mezin bû. Dawet bêyî Qemeber nabe…
Di kasetê da delemendekî bi navê Latîf Topbaş, di telefonê da bi Erdogan ra birr û bazariya hin erdên(eraziyên) daristanê dike...
Tirkiye tu carî nebû dewleteke cidî, ji roja roj da wek dewleteke çeteyan ava bû û îro jî hîn wiha ye.
Loma li serokwezîr jî tê guhdarîkirin. Li Tirkiyê merivê lê nayê guhdarîkirin tuneye, meqamê wî çi dibe bira bibe ferq nake, li herkesî guhdarî dikin
Ji ber ku yên dewletê îdare dikin çete ne û loma jî li gorî qanûn û kultura mafyayê û çeteyan hereket dikin. Ji bo ku xwe biparêzin dibê bizanibin çeteyên din çi dikin…
Serokwezîr hevalê xwe, hevalê wî jî serokwezîr dide guhdarîkirin. Û nuha jî kasetên hev belav dikin.
Esas ev hîn hindik e, kasêtên ji vanên hatine belavkirin pir û pir muhîmtir, xerabtir hene. Di rojên pêş da belkî em wan jî bibînin…
Bi hêviya zû belev bikin…
16/1-14

15 januari 2014

Narsîzim û tezahurên wê


Însan jî wek masiyan e, babet bat, reng reng in. Hin kes hene pir heyranê xwe ne, pir ji xwe hez dikin, xwe pir mezin dibînin.

Bêguman dibê meriv ji xwe hez bike, lê ev yek zêde pêş da neçe. Gava jixwehezkirin û heyraniya şexsê xwe zêde bi pêş da here diqulibe nexweşiya narsîzimê.

Di psîkiyatriyê da narsîzim nexwesiyeke xwemezindîtinê ye. Kesên narsîst xwe ji însanên din biaqiltir, mezintir û însanên din jî ji xwe biçûktir û kêmaqiltir dibînin. Ew wisa bawer dikin ku ew mirovên pir taybt in, pir muhîm in.

Kesên narsîst pir bi mezinayiya xwe bawer in, wisa bawer dikin ku ew bi hertiştî dizanin û ji herkesî biaqiltir û bi hunertir in.

Li ba kesên narsîst empatî tuneye, tu carî xwe naxin dewsa kesên din, kirin û gotinên wan çi tesîrê li yê hember dike ji bo wan qet ne muhîm e…

Kesên narsîst ne tenê heyranê xwe ne, ji pesin û çepikan jî pir hez dikin, dixwazin herkes ji wan ra tim li cepikan xe, herkes tim heyranê wan be, herkes tim qala wan bike.

Lê li alî din ji rexnebûnê jî qet hez nakin. Li hemberî rexneyê pir bêtehamul in û êrîşkar in, sîrek naçe eyarê wan.

Kesên narsîst heta ku kara wan di meriv da hebe pir nazik, kibar û hurmetkar xuya dikin, lê saeta karê wan bi meriv biqede bavê xwe jî nas nakin, pir bêedeb dibin.

Qîmeta hevaltî û dostiyê li ba kesên narsîst zêde tuneye, pir bêwefa ne. Gava tu li defa wan nexî ya jî tu gotinekê li gorî dilê wan nebêjî çû ji te da, tu dibî dijmin.

Kesên narsîst merivên pir nankor û egocentrîsk in. Dema meriv li gorî dilê wan hereket neke tavilê buhî meriv dikin, ji qalibekî derdikevin dikevin qalibekî din.

Kesên narsîst ji ber ku pir heyranê xwe ne, loma jî wek zarokan tim eleqeyê, qedir û halê dixwazin.

Lê dema însan zêde qîmetê didin wan jî vê qîmetê îstîsmar dikin û di netîceyê da gelkî qure û aşûnî dibin.

Kesên narsîst bi piranî ji bo ku xelk qala wan bike, ji bo ku navê wan were gotin dixwazin bibin xwedî huner û sinetekî û di nava civatê da derkevin pêş.

Çimkî ew dizanin ancax bi saya karên xwe ew dikanin werin hezkirin û di civatê da bibn xwedî statu.

Merivên narsîst merivên bi problem in. Lê li gel vê jî dibê meriv quretî, pozbilindî û aşûnîtiyên wan xweş nebîne û îdare neke. Gava meriv zirzopiyên wan xweş bibîne ewê bêtir aşûnî û gewî bibin û tu carî bi nexweşiya xwe nehesin.

Wiha here ewê kurmancî hîn pir rezîl bibe


Weleh bi xêra van kanalên kurdî carnan em ji xwe ra dikenin. Nuha di kanala Denge TV da pêşkêşvan sipasî denbêj kir û got, ”devê we ax be”!!!
Hela hela, kê bîra xwe û ”devê we sax be” kurro!
Weleh bi saya van telewîzyonan ewê kurmancî bikin gêrmiya gavanan.
Serê te sax be min zanîbû, lê min nizanîbû meriv dikane bibêje ”devê te sax be” !
Bi tirkî gotineke çêkirî heye, ji kîjan zimanî girtine nizanim, lê dibêjin ”agziniza saglik..”
Tirkmancên me jî ev gotina tirkî kirine kurmancî û dibêjin ”devê te sax be”!
Piraniya moderator û pêşkeşvanên kanalên kurdî yên nuh, TRT6 jî di nav da kesên kurdînezan in, kurdiya wan çend gotinên tercimeya ji tirkî ye. Loma jî meiv bi tirkî nizanibe meriv ji wan zêde tiştekî fêm anke, ji bo mku meriv fêm bike çi dibêjin dibê meriv bi tirkî bizanibe. Û ya xerab ya belav dibe û dikevedevê xelkê jî kurdiya wan e.

XXX
Rojek piştî qetilkirina hersê jinên kurd li Parîsê min di nivîsa xwe da got ev pîşikê dewleta tirk e, qatil kî be jî miheqeq tiliya Tirkiyê tê heye, qetlîam miheqeq bi emrê dewleta tirk hatin kirin.

Du roj berê qeyda dengê Omer Guneyê qatil û endamên MIT-ê hat belavkirin. Di kasetê da hin endamên MIT-ê wezîfê didin Omer Guney û bi hev ra plana kuştina Sakîne Cansizê dikin.

Îro Belgeyek nivîskî ya din hat belavkirin. Di belegyyê da nav û îmzeyên serokê daîreya MÎT-ê Ugur Kaan Ayik û sê kesên din hene.
Di belgeyê da emrê kuştina Sakîne Cansizê didin Omer Guney.

Piştî eşkerebûna qetlîamê, Erdogan û Çîçek gotin ev cînayet dikane netîceya şerekî navxwe be.
Min di wê nivîsa xwe da gotibû ev jî nîşan dide ku tiliya Tirkiyê di qetlîamê da heye. Ji xwe tiliya dewletê tê tunebe tu kes naçe li Parîsê sê jinên kurd nakuje.

Lê nuha bi xêra şerê Gulen û hukûmetê wa ye bi belge û delîl derket ku MIT li pişt vê qetlîamê ye. Û dema MIT be wê demê bi îhtîmaleke pir mezin haya Erdogan bi xwe jî jê heye.

XXX
-Hewqasî jî gewî nebe delala min, çavkaniya îlhama tiştê min nivîsîne tu be jî, şairê şiîrên xwe ez im...

14 januari 2014

PYD tunebûya kesî hesabê kurdan nedikir


Do bi şev di kanaleke telewîzyonê da min bîstekê li çend kurdan guhdarî kir.Li ser Kurdistana Sûriyê(Rojava) dipeyivîn. Ji xwe pir bawer digotin li Kurdistana Rojava kurd pir xurt in, ”herkes muhtacî kurda ye”, bêyî kurdan aştî cênabe û filan û bîvan.

Çi heyf ku moderatora programê nepirsî, bê qesta wan bi ”kurdan” kî ye û çi ye? Kîjan hêz e, kîjan partî ye?

Ji ber ku milet bi xwe, bê partî û rêxistin ne tiştike, nikane tiştekî bike. Ji bo ku milet bikanibe bibe qeweteke madî, dibê organîze be, xwedî partî, program û hedef be. Di şertên Sûriyê yên ïro da dibê xwedî çek be…

Û tiştê ez dizanim li Kurdistana Rojava bêyî PYD-ê û PKK-ê tu hêz û partiyeke xelk jê hesaban bike, jê bitirse û ”mecbûrî” wê bebe tuneye.



Tiştê xelkê, dewletan mecbûrî rûniştina bi kurdan ra dike ne bi heqbûna kurdan, hêza kurdan ya çekdar û gelêrî ye. Beşekî kurdan organîze û çekdar in û dikanin gelşê derxin.

Yanî ”herkes” hesabê vê hêza çekdar û organîze dike, ne ya miletê kurd.
Lê beşdaran xwediyên hêzê bi nav nedikirin, nedigotin kurd çawa xurt in, bi çiyê xwe xurt in? Tenê digotin , ”kurd xurt in, herkes mecbûrî wan e.”

Yanî ji dêlî ku bibêjin PYD xurt e, xwedî hêz e, PKK her wisa, digotin ”kurd” xurt in û herkes mecbûrî wan e. Yanî gotinên girover bikar dianîn.

Nedixwestin PYD-ê û PKK-ê bi nav bikin, lê bi hêza wan, bi xurtiya wan fort didan xwe, digotin efendim ”kurd xurt in û herkes mecbûrî wan e…”

Ev ne do tenê, hertim dibe, gelek kes hêza PYD-ê û PKK-ê bi gotinên girover dike ”hêza kurdan”, hêzeke bêxwedî…

Weleh berê jî min gotibû, li gel hemû sekterî û şaşiyên xwe jî xwedê kir kir îro li Sûriyê PYD heye. Heger PYD û hêza wê ya çekdar tunebûya kes ne mecbûrî kurdan dibû û ne jî hesabê wan dikir. Di şerê Cîhanê yê Yekem da çawa ku gunehê kesî bi kurdan nehat, îro jî nayê û him jî li gorî berê zêdetir pê nayê.

Hemû dewletên cîran dixwazin kurdan ji ortê rakin, bi kêmanî bindest bihêlin û bi demê ra bihelînin bikin ereb, faris û tirk. Ev stratejiya wan ya mişterek e; dibê kurd nebin xwedî dewlet, nebin xwedî desthilat.

Yên li Tirkiyê û Sûriyê kurdan dike hêz û nahêle ev plana dijmin bi ser keve PKK û PYD ye.
Helbet hêz û gurûb û şexsên din jî hene, ew jî li gorî îmkan û hêzên xwe li ber xwe didin, lê hebûn û muxalefeta wan têra rawestandina vê plana dijmin nake, têra ”mecbûrkirina herkesî nake…”

Yanî heger efendiyên dinyayê ji mecbûrî kurdan jî dawetî Cenewre-2-ê bikin ev ne ji ber humanîzma wan e, ya jî ne ji ber hebûna û mazlûmiya kurda ye; ji tirsa çekên PYD-ê û PKK-ê ye, ji tirsa gelê li pişt PYD-ê û PKK-ê ye…

Heger PYD û PKK li gorî vê hêzê siyasetkeke rast û netewî jî bimeşînin bi rastî jî ”herkes” ewe mecbûrî kurdan bibe…

13 januari 2014

Li ser kovara Wêje û Rexne"



Dema min di facebookê da xeber û nivîsên li ser derketina kovara ”Wêje û Rexne”yê dîtin gelkî kêfa min hat. Sebebê vê kêfa min yek jê, derketina kovareke di vî warî da û ya din jî ji ber ku kovar ne li bajarekî Tirkiyê, li Kurdistanê, li Amedê hatibû weşandin.

Yê min bi xwe kêfa min ji hemû berhem, weşan û xebatên bi kurdî ra tê û heger ne fiîlî be jî, bi kêmanî di warê manewî da piştgiriyê didimê û pesnê xebatên wiha didim. Ji ber ku tiştê ji destê min tê eve; teşwîq û teqdîr e.

Li gorî agahdariyên min xwendin, kovara ”Wêje û Rexne”, bi hevkariya Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekirê û Koma Xwendinê ya Qoserê hatiye weşandin.

Ev ”kulûb” û ”Kom” çi ne, çi karî dikin, kînaga çê bûne bi rastî ez nizanim. Lê bi qasî meriv ji navên wan fêm dike, du komên xwendinê ne. Qey hin kitêban dixwînin û dû ra dicivin û li ser wan sohbet dikin û fikrên xwe ji hev ra dibêjin.

Ev karekî pir baş e, çend sal berê li Stockholmê jî xebateke wiha çêbû û li ser hin kitêban sohbetên baş hatin kirin. Ez ji vê tecrûbeya xwe dizanim karekî rast û berhemdar e.

Min kovar nedîtiye û nexwendiye. Lê ez dizanim ku hewceyîya ziman û edebiyata kurdî bi weşanên wiha heye. Weşanên wiha çiqasî qels bin jî ji ziman û edebiyata kurdî ra xizmetekê dikin, şop û tesîrekê li dû xwe dihêlin. Pir hindik ji edebiyata kurdî ra xwendevanan çê dikin, bazarekê peyda dikin.

Li Kurdistana bakur herçiqas berhemên edebî, çîrok û romana hîn di dema zaroktiyê da be jî lê dîsa jî hene û êdî meriv dikane qala hebûna çîrok û romana kurmancî bike.

Li Tirkiyê û Kurdistanê hersal bi kêmanî çend roman û çîrokên(novelên) bi kurmancî tên weşandin.
Lê bi vê pêşketinê ra, li gorîvê vê pêşketinê nirxandin û rexneya edebî bi pêş neketiye. Bi dîtina min ji bo ebiyata kurdî ev jî qelsî û kêmasiyeke pir mezin e.

Rexne(krîtîk) û nirxandin(recension)dikane ji xwendevan ra bibe alîkar, edebiyata kurdî, şiîrê, novelê, romanê, dramayê bi xwendevan bide hezkirin û şîrînkirin.

Ji xwe wezîfeya nirxandin û rexneyê jî ev e, aliyê berhema edebî yê zeîf û yê xurt, aliyê baş û delal bibîne, derxe pêş û raxe ber çavê xwendevan.

Rexne rê li ber pêşketina edebiyatê xweş dike, vedike, xaçeriyan, riyên asê û kevirî paqij û asfalt dike. Di xwendina esereke edebî da ji xwendevan ra dibe alîkar, dibe rêber, xwendevan li xwendinê sor û girgîn dike, berhemê pê şîrîn dike.
Loma jî ji bo ku xwendin di civata kurd da bi pêşkeve, dibê nirxandin û rexnegirî jî ji îro xurttir bibe.

Rexne dikane ji bo xwendina berhemên edebî, pêşketina xendinê rola reqlamê bilîze. Em dizanin ku reqlam ji malê bazarê ra mişteriyan peyda dike û tiştan bi wan şîrîn dike û dide kirîn.

Li alî din, rexne û nirxandin dikane feydeyeke pir mezin bigihîne nivîskar bi xwe jî, bala wî/wê jî bikşîne ser hin kêmasî û zeîfiyên wî yên hunerî û zimên. Îro hewcedariya nivîskarên kurd bi viya jî heye. Ji ber k nivîskar vê nirxandinê nabîne, jê feydeyê nagre.

Yanî bi kinî dema li welatekî tradîsyona nirxandin û rexnegiriyê hebe, bi pêş keve, ev yek bi xwe ra him xwendinê zêde dike û him jî qelîteya berhemên edebî bilind dike.

Çawa ku şair, novelîst û romannivîsên me bi destopelkê fêrî nivîsandina şirê, novelê, romanê, dramayê bûn, navika xwe bi destê xwe birîn, rexnegirên me jî ewê bi vî hawî, di praktîkê da, bi nivîsînî fêrî nirxandin û rexneya bilind û bi qalîte bibin.

Yanî tiştê ez dixwazim bibêjim ev e, dibê meriv ji derekê dest pê bike, dibê meriv li xelkê nenêre û netirse, nebêje hîn zû ye, em pir paşda ne, ziman û termînolojiya rexneyê hîn di kurmancî da bicî nebûye û gelek tiştên wiha….

Dibê meriv qet wiha nefikire, li gorî zanîn û îmkanên xwe binivîse û binirxîne, hêdî hêdî meriv fêr dibe.
Berê min jî nizanîbû binivîsanda, min nikanîbû nameyek bi kurmancî binivîsanda, lê nuha wa ye dikanim her derdê xwe bi hêsanî bînim zimên. Û li ser edebiyatê û rexneyê vê nivîsê jî binivîsim. Yanî ez jî di praktîkê da fêr bûm.

Ji xwe rewşa me kurdan îro ev e, wek miletên din îmkana me ya perwerdeya di zanîngehan da tuneye, dibê em xwe bi xwe her hunerê fêr bibin, bê zanîngeh, bê derz û tahlîm…

Berê li Kurdistana bakur tu hêzeke kurd nikanîbû rojnameyeke rojane, koverakeke xwerû kurdî ya mahene derxin. Lê îro dikanin, îro di nava kurdan da bi sedan nivîskar û rojnamevanên çêbûne.

Loma jî ez gelkî qîmetê didim xebatên pêşî, xebatên destpêkê. Dixwazim dest pê bikin û dom bikin. Dema di xebatê da berdewamî çêbû ewê pêşketin û berfirehbûnê jî bi xwe ra bîne.

Ji bo ku nivîsên nirxandinê û rexneyê werin xwendin ziman helbet pir û pir muhîm e, dibê ziman pir sade û basît be.
Bi dîtina min dibê meriv xwe ji ”nasyonalîzma”, nexweşiya ”zimanekî paqij”, ”xwerû kurdî” biparêze û ehemiyetê bide têgihştin ez nabêjim bira kurmanciya me gêrmiya gavanan be. Tenê dibêjim dibê meriv zêde zorê nedê zimên, ji ber ku karê kovarê ne paqijkirina kurdî, rexne û nirxandina berhemên edebî ye.

Nivîsa giran, nivîsa neyê fêmkirin, nivîsa mişt gotinên çêkirî nayê xwendi jî. Û dema nivîs neyê xwendin meriv nikane bi pêşkeve û dom bike.

Loma jî ez ji tercûba xwe ya Armancê û ji tercûba nivîsên xwe dizanim zimanê sade û sivik di dilê xwendevan da zû cî digre. Û zimanê çêkirî jî tu carî dost û havalan, xwendevanan nabîne…

Tu kes berhemekê, nivîsekê bi ferhengan naxwîne, dibê meriv viya baş bizanibe.
Ya din em civateke nexwenda ne, însanên me hîn newêrin kitêbeke kurdî, nivîseke kurdî bigrin destê xwe. Loma jî dibê nivîskar û berpirsiyarên ”Wêje û Rexne”yê hinekî li gorî civata xwe binivîsin û rastiya însanên xwe tim bigrin ber çavan.

Mesela ez bûma minê ji dêlî navê ”Wêje”yê edebiyat bikar bianiya û gotina ”wêje” di tekstan da bixebitanda. Ez bi xwe nizanim ”wêje” ji ku hatiye, koka wê çi ye?

Yanî dixwazim bibêjim dibê meriv guh bide zimanekî hêsa sivik, zimanekî ku însan bikanibe jê fêm bike.
Ez zêde dirêj nekim, tiştê ez nuha bibêjim ev in. Ez hemû kesên beşdarî vê xebata hêja bûne û kovara ”Wêje û Rexne” diyarî nivîskar û edebiyathezên kurd kirine ji dil û can pîroz dikim û dibêjim mala we emûyan ava be…
2014-01-12

12 januari 2014

Dibê em hinekî din jî zorê bidin siyasetmedarên kurdînezan


Kişanak xanimê, gazin û rexneyên çima ew bi kurdî nizane rast û di cî da dîtiye û gotiye:
”Pir rast e û rexneyeke bi heq e, kêmasiyek e. Ez ji partiya me ra dibêjim, bir adu mehan îznê bidin min, ez erim li gundekî bimînim. Ezê meselê hel bikim û werim. Partiyê tu carî ev şansa neda min.”

Di van gotinên Kişanak xanimê da soza fêrbûnê tuneye, tenê sûc dixe hustiyê hinekên din, dibêje "partî nahêle." Ev jî ne elameta xêrê ye, nîşana tunebûna daxwaza fêrbûnê ye.

Lê li gel vê jî nezaniya kurdî wek kêmasiyekê qebûlkirin jî pêşketineke û serketina kurdîparêzan e. Dibê em bêtir zorê bidin siyasetmedarên kurdînezan.

Berê kesî nizanîbûna kurdî wek kêmasiyekê jî qebûl nedikir, rexneyên di vî warî da wek demagojî û ”gevezetiyê” didîtin. Lê bi kêmanî wa ye nuha dibêjin rast e, nizanîna kurdî kêmasiye. Hêvî dikim gava din xebata rakirina vê kêmasiyê be.

Îdîa ”partî nahêle ez herim du mehan li gundekî bimînin û kurdî fêr bibim” pir nakeve serê min. Meriv bixwaze partî jî qebûl dike. Meriv du mehan xwe nexweş dixe û weselam.

Ji ber ku ew jî xebateke û him jî xebateke pir muhîm e, dibê partî nebêje kurdî fêr nebe, nehewce ye.

Ji bo ku her siyasetmedar kurdî bizanibe dibê em gazin û rexneyên xwe kêm nekin…

XXX
Çavê hemû edîb û edebiyathizan ronî be, kovara “Wêje/Edebiyat û Rexne” yê li Amedê derket.
Him ji bo ku kovareke wiha li cîhna edebîyata kurdî zêde bû û him jî ji bo ku ew ne li Stenbolê, li Amedê derxistine ez pir kêfxweş bûm...
Ez nuha mizgîniya derketina wê didim we, êvarî heger em ji şîna diya Nîmet Aydin zû vegerin, ezê li ser rol û girîngiya nirxandinê, rexneyê çend gotinên din jî bibêjim.
Ez hemû kesên beşdarî vê xebatê bûne û ev kovar diyarî kurdan kirine pîroz dikim û dibêjim mala we ava be…

11 januari 2014

Wext û zeman normên însanan diguhere


Meriv dikane kulturê bike du beş; beşê madî û beşê manewî. Cil û berg, xanî, avahî û hemû aletên hilberînê elemnetên kulturê yên madî ne.

Bawerî, urf û adet, normên civakî, exlaq û tiştên dikevin vê katagoriyê jî elementên kulturê yên manewî ne.

Bi wextê ra ev herdu aliyên kultura civakan jî diguhere, însan, civat dev ji hin unsûr û normên berê berdidin û hin unsûr û normên nuh li kultura xwe zêde dikin.

Wek miletan, kultura miletan jî cihê ye, tiştê li ba miletekî ne normal e, şerm e, dikane li ba miletekî din normal û ne şerm be….

Ya jî tiştê do li ba miletekî ne normal bû, şerm bû, însanan qebûl nedikir, bi demê ra dibe normal û êdî însan wan qebûl dikin û şikil didin tevger û rabûn û rûniştina însanan.

Mesla berê li Kurdistanê însanan, civatê sef guhertinên fikrî û îdeolojîk, devberdana ji partiya xwe, ji fikrên xwe eyb didîtin, ji însên ra dikirin serhevde. Însanan kar û siyaseta bi dewltê ra, hevalbendiya bi merivên dewletê ra xweş nedidîtin. Lê îro civat kar û siyaseta bi dewletê ra xweş dibîne, ya jî qet guh nadê.

Însan dikanin dost û hevalên herdu aliyan(him yên kurdan û him yên dewletê) jî bin. Him bi kurdan ra bixebitin û him jî bi dewletê ra…

Êdî kes zêde guh nade felankes do çi bû û çi digot û îro çi ye û çi dibêje…
Piraniya însanan do ji bîr kirine û îro jî kî çi dike ji bo wan pir ne muhîm e.

Bi kurtî di kultura civata kurdên Kurdistana bakur da guhertineke pir mezin heye, hin pîvan û normên însanan deform bûne, tiştê do eyb bû, însên qebûl nedikir, rexne dikir, îro normal e…

Li gorî berê durûtî, derew, pûlperestî, siyaseta ji bo menfeetê di civatê da bi pêş ketiye, însanên vî karî dikin zêde bûne. Û civat jî qebûl dike, normal dibîne…

Belê, wext û zeman ne dar û beran tenê, kultur, norm û exlaqê civatan jî diguherîne…

XXX
Wey mala Xwedê ava, dawiya dawî îro berfa pêşî li Stockholma xopan ket. Vêsê dema ez ji xew rabûm û min perda pacê kişand, min bala xwe dayê ku dara me ya giryazê, sêncên dora hewşê û hewşa me kerasekî sipîboz bera ser bejna xwe dane. Deng ji beytikan nedihat, derve bêdeng bû.

Ez tavilê vegeriyam oda raketinê û min mizgîniya berfê da xanimê, min got xanim çavê te ronî, rabe berfa ez li bende bûm bariye…
Min bi kêfxweşiyek mezin dest bi hazirkirina xurîniyê kir.

Ji xwe hazirkirina xurîniyê tim karê min e, ez sifrê hazir dikim û dû ra xanimê keremî ser sifrê dikim. Îro jî min wer kir.
Berf bariye, telewîzyona min çêbûye, di qanala 10 da li muzîka kurdên Semsûrê guhdarî dikim.
Yanî îro kêf bûye para min…

Heta em bindest bin tepa xelkê ewê tim li ser serê me be


Par bi munasebeta wefata Ahmet Kaya, min du helbestên wî wergerandin kurmancî , lê nehat weşandin. Ez van herdu wergerên xwe û çend gotinên li ser Kaya nuha bi we ra par dikim…

Heger kurd li Tirkiyê ne bindest bûna dewletê û civata tirk ew zulm û neheqî li Ahmet Kaya nedikirin, nikanîbûn bikirana û Kaya ji ber terora dewletê û civata tirk nedireviya, mecbûrî surgûnê nedibû.

Tiştê anîn serê Ahmet Kaya ji ber kurdîtiya wî bû. Ji ber ku got ez kurd im û ezê bi kurdî bistirêm, loma dewlet û civata tirk li wî hatin xezebê û xwestin wî lînc bikin.

Loma jî meriv dikane bibêje ku qatilên Ahmet, dewleta tirk û civta tirk e. Dewletê û civata tirk ji muzîka wî bêtir, tehamulî kurdayetiya Ahmet nekirin, êrîşî nasnameya wî kirin.

Wan tehamul nekir Ahmet Kaya bibêje ez kurd im û ezê klîbeke kurdî çêkim. Sûcê çima ew kurd hatibû dinê û çima ev yek înkar nedikir?

Wan dixwest Ahmet Kaya xwe înkar bike û bi kurdî nestirê û li kurdbûna xwe xwedî dernekeve.

Lê Kaya, ev daxwaza dewletê û ya civata tirk ya nîjadperest bi mêranî red kir û ev yek jî bû sebebê canê wî.

Loma jî heta ku li Tirkiyê miletê kurd negihîje azadiya xwe trajediyên wek yên Ahmet ewê tim dubare bibin.

Heger em wek kurd dixwazin Ahmet Kaya yên din jî li surgûnê ji qahra û ji hesreta welatê xwe neteqin, dibê em ji bin vê bindestiyê xelas bibin, wek her miletî dibê em jî bigihîjin azadiya xwe û bibin xwedî dewlet.

XXX
Tu mezin bû pitika min

Hişê te naçe ser mahpûsiyê
Ser ronahiya zer ya bexçe
sêzde dilop hêsir nuqutîn
Ser balîfa ranza min
Tu jî mezin bû pitika min
Hesret li ba te, hezkirin li ba te
Êvar dadigerin şevan
şev avisin ji rojan re,
li wir li min negere
li tarîtiyê nenêre, raneweste
Ez di nava rojê da me
Di berbagan da li min bigere
Rojekê ezê jî werim
Hezkirinê mezin bike di destê xwe da
Êvar dageriyan şevan
Şev avisin ji rojan re

XXX
Rojbûn
Ez nikanim ruyê însanan bibînim
gewriya min girêk-girêk, nikanim verşînim
Tu bixwazi jî nikanim werim ba te
Vê tarîtiyê bigrim
bigrim û biçirînim
Ax, destê min neşewitiya, min bi destê te bigirta
Tu bêdeng nebûya, bipeyiviya, min dengê te bibihîsta
Min ew ruyê te yê narîn bigirta û bida ser dilê xwe
Rojbûna min îro ye
Rojbûna min gula min
Tu dibêjî rojbûna min
Rojbûna te pîroz be
Bi salan bextewar be
Min ji te ra ji morîkan çûkek çêkir
Wê li paceya te venije
Qereqol min digrin, mahkime dikin bi şevan
Qet nepê belkî neyêm, belkî nikanim werim bi salan

10 januari 2014

Dewlet dewleta diza ye


Diz ketibûn mala jinebiyekê, mala feqîrê req û rût kiribûn, jê ra cilek jî nehîştibûn. Jinikê li vir û li gilî kir, mesele bir heta ba paşê. Paşê ji jinikê ra got:
-Malneketê, ev çi xeweke giran bû, dizan mala te req û rût kirin tu bi xwe nehesiya?
Jinikê got:
-Paşayê min, min digot belkî dewlet şiyar e, loma ez ketim xeweke bêbinî. Min bizanîbûya dewlet raketiye, ezê neketime xeweke hewqasî kûr…
Li Tirkiyê ne ku dewlet raketiye, dewlet diz e, diz bi xwe ye. Loma jî ne kes dikane dizan bigre û ne jî rê li ber diziyê û bertîlan bigre….

XXX
Ev demek bû bêyî kanala Kurdistan TV, hemû kanalên min yên kurdî(bi wan ra gelekên tirkî jî) wenda bûbûn. Ji ber ku di mala me da hemû kanalên TV-yên kurdî tunebûn min û xanimê di jiyana xwe da valayiyek, kêmasiyek mezin, kêmasiyek netewî his dikir, em kurd in û li kanalên kurdî temaşe nakin.
Me bîstek berê ev kêmasiya xwe ya netewî ji ortê rakir, hosteyek hat ji me ra hemû kanalên kurdî û bi wan ra gelekên tirkî jî bicî kir.
Hosteyê ji me ra li hev ragirt kalekî 73 salî ji kurdên Konyayê bû. Heger negota ew 73 salî ye min bawer nedir, camêr wek xortekî zanîngeha teknîkê qedandibe, di nava du saetan da telewîzyona me çêkir û bi vê jî dilê me gelkî şa kir…
Îşev ezê bi lez bala xwe bidim hemû kanalên kurdî, loma ev nivîsa min ya dawî ye…
Dibê ez li vir sipasî Keya Îzol jî bikim, heger wî telefona hoste neda min, ezê demek din jî bê kanalên kurdî bimama…

XXX
Mêrik li hember jinikê gelkî pesnê xwe da, got ez û ez, min viya kir û wiya kir…
Jinek aciz bû, got:
-De bes van fortan bide xwe, weleh tiştek jî ji te nayê….
Mêrik got jinê, çawa tişt ji min nayê, ma ev hersê zarok kê çêkir?
Jinik keniya û got:
-Bi serê min û te, ez li hêviya te bimama ew jî çênedibûn…

PARVE BIKE