31 december 2014

Xwendin û nivîskarî

Dibêjin nivîskar ji nivîskaran, kitêb ji kitêban derdikve. Gotineke pir rast e, bala me dikşîne ser girîngiya xwendinê. Dibêje bêyî xwendin, bêyî zanîn meriv nabe nivîskar û xuliqandina edebiyateke bedew jî ne mimkûn e.
Civatên xwendin lê kêm be nivîskarên mezin jî jê dernakevin. Sebebê kêmbûna nivîskarên kurmancî ev e, kurd pir kêm dixwînin. Û yên dixwînin jî piranî bi zimanekî din dixwînin.

Meriv bi kîjan zimanî bixwîne dikane bibe nivîskarê wî zimanî. Xwendina bi zimenekî meriv nake nivîskarê zimanekî din. Heger bike jî nake nivîskarekî baş e.

Sala we ya nuh ya 2015a pîroz be!


Gelî dost û hevalên ezîz, piştî çend saetên din em saleke pir bi êş, bi xwîn û mişt liberxwedan li pey xwe dihêlin û derbasî saleke nuh, sala 2015a dibin.
Ez hêvî dikim di sala 2015a da êşa me kêm û tifaqa me xurt bibe, em ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Ez sala we ya nuh û ya hemû pêşmerge û gerîlayên ji bo parastina welatê xwe xwîna xwe diherikînin ji dil û can pîroz dikim.
Bira sala 2015a ji bo we hemû dost û hevalan û miletê kurd li herçar perçên Kurdistanê bibe sala serketin û dilşadiyê…

30 december 2014

Dîndar ketine dewsa leşkerên do


Generalê teqawit Aytaç Yalman yê demekê(1990-2004) mejuyê artêşê û di nava dewletê da xwedî giraniyeke mezin bû, di kitêba xwe da hebûna kurdan û dana mafên wan yên kulturî diparêze û dibêje, ”gava dewleta tirk ava bû hewil da gelên li Enedoliyê dijîn bi tirk e. Şertên der û hundur yên wê demê ev yek empoze dikir. Heger dewleteke hebûna kulturên din qebûl dikir ava bibûya belkî ev gelşên îro rû nedana. Bi baweriya min hebûna irqî(kurdan) bihata qebûlkirin û mafê wan yên kulturî bihata dayin îro em nedihatin nuxteya minaqeşekirina kî xwediyê vê axê ye.”
Esker guherî ne, ew êdî dana mafên kurdan qebûl dikin. Lê nuha jî dîndar ketine dewsa wan, îcar dînarên wek Erdogan, Davutoglu û Arinç dibêjin na û serî li kurdan digerînin, li vir û li wir bi provaksyonan kurdan bi hev didin kuştin. Hêvî dikin ku bi riyên wiha ewê kanibin kurdan biqedînin, bêyî ku tu mafekî netewî bidin kurdan tevgera kurd ya netewî belav bikin

XXX
Kalîtî(extiyarî)jî wek mewsimeke salê ye, dibê meriv bi dilfirehî qebûl bike û li gorî wê mesimê(demsalê)bijî. Ez nuha di mewsima payizê da me, darên jiyana min dest bi zerbûnê û pelweşînê kirine. Ez guh nadimê, ev mewsim jî xweş e...

XXX
Belê rast gotine:
-Jiyan mamosteyekî zalim e, berê îmtihan dike, dû ra dersê dide meriv.



29 december 2014

Li ba kurdan şert û krîterên qalkirina berhemekê çi ne?

Çapa duyem ya kitêba min bi navê ”Hebû Tunebû, Antolojiya çîrokên zarokan”, îsal di meha gulanê da di nava weşanên weşanxana Rûpelê da derket.

Çapa antolojiyê ya yekem di sala 2008a da li Stockholmê ji alî weşanxaneya Apecê ve hatibû weşandin.

Di çapa yekem da 125 çîrok hebûn û kitêb 353 rûpel bûn. Di çapa duyem da 147 çîrok (xemîşok, mesele) hene û kitêb 410 rûpel in.

Bela sebeb negotine kurmê şîrî heta pîrî

Ajansa ANF dev ji pîşikê xwe yê hertim, ji propagandeya komunîstên tirk bernade. Yanî kurmê şîrî heta pîrî. 
ANFê îro dîsa hevpeyvînek xwedêgiravî li Şengalê bi şervanekî MLKPê (yanî Partiya Maksîst Lenînîst) yê bi navê Yilmaz Ozgur ra kiriye.
Ozgur gotiye heta Şengal rizgar bibe ewê di refên pêşî da şer bikin û ewê ”tu hêzên paşverû nikanibin wan ji wr dûr bixin.”

28 december 2014

Sebebê qetla me bêdewletbûna me ye

Îro ji bo me hemû kurdan rojeke reş e, sêemîn salvegera qetlîama Roboskê ye.

Îro em wek milet xemgîn in. Ji ber ku ev sê sal in qatilên 34 zarokên me hîn nehatine girtin û ceza nebûne. 

Û wek min di nivîsa xwe ya do da jî got, heta ku AKP li ser hukum be, heta ku Erdogan serokkomar be qatil ewê neyên girtin. 

Ji ber ku qetlîam bi destûr û bi emrê birêvebirin dewletê Erdogan, serokerkan Necdet Ozel, serokkomarê wê demê Gul û hin wezîrên din hate dayin. 

Ji qetlîama Roboskî hîn xwîn diherike

Sibe sêemîn salvegera qetlîama Roboskî ye
Di 28ê qanûna pêşî ya sala 2011a da balafirên Tirkiyê yên şer li Roboskî 34 zarokên kurd qetil kirin. 

Di ser qetlîamê ra 3 sal derbas bûn lê hîn jî ne kesên emrê vê qetlîamê dan û ne jî kesên ev zarok bi balafirên şer bombebaran kirin hatine girtin û dadgehkirin. 

Ji ber ku qetlîam him bi emrê birêvebirên dewletê yên herî mezin û him jî bi zanetî hat kirin loma jî ne kesên emir dan û ne jî yên ev emir bicî anîn û 34 zarokên me kuştin eşkere dibin.

27 december 2014

Him mîtoman e û him jî megaloman e

Erdogan Dîsa ji xayib, ji pesn peyivîye, gotiye:
”Binêrin, ez ji vir ji hemû dinyayê ra pir vekirî dibêjim, li tu dereke dinyayê medya bi qasî li Tirkiyê ne azad e. Gava ez viya dibêjim ez ji xwe bawer im…”
Yaho tuxtorên qesra serokkomariyê li ku ne, ma radikvin!
Camêr nexweş e haya kesî jê tuneye…
Bi Xwedê mitomanê dinyayê yê herî mezin jî li hemberî efendî nikane devê xwe veke.

26 december 2014

Hestên piştî gerekê/seyranekê

Li Stockholma xopan bi derengî be jî sar û sermayê dest pê kir, derve çar derece di binê sifirê da sar e, berfeke zêde tuneye lê belekiyên berfê erd spî kiriye.
Ez û xanim ji gerra îro nuh hatin, em li der û dora golê zêdeyî saetekê geriyan. Zêde kes li derve tunebû. Xwarin û vexwarinên Julê (Noelê)milet ji pertav da xistiye.
Xanimê xwe baş pêça bû, qapûtê wê bi kum bû û lepikê wê jî bi astar. Loma jî sermayê zêde li hukim nedikir.

Beyanên berpirsiyarên PKKê beyanên bêtalih in

Serokwezîrê Îraqê Abadî ji do da ye li Tirkiyê ye. Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe û Îraqê yên di dema Malikî da zeîf bûbûn ji nuh ve xurt bike û li hemberî kurdan û PKKê bi Îraqê ra siyaseteke mişterek bimeşîne.


Serokwwzîrê Tirkiyê Davutoglu û Abadî do bi hev ra civîneke çapemeniyê çêkirin.

Di civînê da Davutoglu got, ”Tirkiye û Îraq li hemberî hemû terorîstan eynî stratejiyê dimeşînin. 

25 december 2014

Serpêhatiya du kewan

Dibêjin di wext û zemanekî da nêçîrvanekî du kew girtin û xistin qefesekê. Û rojê çend caran av û qûtên(êmên) cûr be cûr da ber wan. Herdu kewan demekê tiştek naxwirin û venexwarin, li ber xwe dan.
Lê piştî demekê yekê dev ji liberxwedanê berda  û dest bi xwarinê kir. Nêçîrvan di qût(êm) da qet texsîr nedikir, her roj qûtên (êm, xwarin) xweş û babet babet dide ber wan. Qût(êm) bi rastî jî xweş bûn û kewê jî  dixwar û dixwar.
Lê kewa din dev ji liberxwedanê berneda, di nexwarinê da israr kir. Ji bo ku ew jî  bixwe, hevala wê çiqasî li ber geriya jî qebûl nekir.
Lê wê xwarina xwe domand. Û her ku xwar qelaw bû, di ser hev ra geriya, giran bû. Û di vê nabênê da ji ber hebûna xwarinên gelkî xweş û pir, êdî ji qefesê jî aciz nedibû. Heta jê hez kir, êdî nedixwest jê derkeve û azad bibe. Ji xwe ra digot, ma ezê derve çi bikim, vira ewletir  û baştir e, min ji xwe ra rehet kiriye, xwarin û vexwarina min tê ber min. Ma ji vê çêtir ?
Lê kewa din înat kir û tiştek nexwar, devê xwe bi tu qûtî nekir. Loma jî roj bi roj heliya, zeîf  û biçûk bû. Hewqasî zeîf û biçûk bû ku rojek hat di nava caxên qefesê ra got pirt û firiya, ji qefesê xelas bû û gihîşt azadiya xwe.
Lê kewa bêsilî ya ku zû teslîm bû, heta taliya jiyana xwe di wê qefesa biçûk da êsîr ma…
Liberxwedan tim ji teslîmiyetê baştir e.
Ji ber ku kurdan jî wek vê kewa bi xîret li ber xwe dan loma heta nuha neqediyan, loma her ku diçe nêzî azadî û serxwebûnê dibin…
Bêhêvî nebin, serketin ya me ye, em gelkî nêz bûne…

XXX
Dibê meriv nebêje ”ev mesele ewê çawa biqede, ev îş ewê here bigihîje ku derê?, serê xwe zêde bi vê yekê ra neêşîne. Hesabekî wiha dikane rê li ber avêtina gava pêşî bigre. 
Di her karî da ya muhîm gava pêşî ye, dibê meriv gava pêşî baş hesab bike, serê xwe bi vê yekê ra biêşîne…
Kurd li Kurdistana başûr û rojava ketine xaçeriyeke nuh, riya azadî û serxwebûnê. Ji hesab û kitabên şert û mercên sibe û dusibe bêtir, dibê şert û merc û îmkanên îro bigrin ber çavên xwe, hesabên xwe li ser van avantaj û dezavantajên mecûd yên îro bikin, li gorî wan taktîk û stratejiya xwe tekûz bikin.

Dîndarên xwe davêjin dexlê edelata "kafiran" !


Li gorî medya tirk dinivîse keça Necmeddîn Erbekan ya mezin Zeynep Erbekan li Emerîkayê bicî bûye.
Xanim naçe li welatekî misilman, mesela li Îranê, li Erebîstana Suûdî, li Kuwêtê, li Pakîstanê ya jî li Umanê yanî li welatekî misilman bicî nabe. Hemû şêx û mele û alimên îslamî jî wiha kirine û wiha dikin, ya Emerîkayê ya jî Ewrûpayê tercîh dikin.
Ji ber ku baweriya wan bi demokrasî û edelata Emerîka û Ewrûpayê yanî bi edaleta ”kafiran” heye, bi ya misilmanan tuneye.
Lê ji xwe li ba misilmanan ne demokrasî û ne jî edalet heye ku baweriyê pê bînin. Herdu jî yasax in.
Heger Emerîka û Ewrûpa jî tunebûna dereke ew pêda biçûyana jî tunebû, misilmanan ewê Xumeynî, Kaplan, Gulen û hemû dîndarên wek wan li qazoxan xistana….

XXX


Nuha di kanala CNNê da li programa Şîrîn Payzîn xanim temaşe dikim. Di munaqeşê da Mehmet Altan di axaftina xwe da got, dewleta ku sûcdarên qetlîama Robozkê dernexe mesala kurd çareser nake.
Yanî xwest bibêje hukûmet ne samîmî ye, serî li kurdan digerîne, kurdan dixapîne. Ufuk Urasê di sala 2007a da ji Stenbolê bi rayên kurdan ji BDPê bû parlamenter xwe azci kir, got tu çima wiha dibêjî, dema demokrasî hat Tirkiyê ev mesele jî ewê hel bibe. Dibê meriv vê meselê neke wek musabeqeya boksê, sebir bike. Wa ye hukûmet, Ocalan û HDP bi hev ra dipeyivin, hêdî hêdî ev mesele jî ewê hel bibe.
Mehmet Altan, nivîskarekîrojnameya Hurriyetê û Profesorekî din hukûmet rexne dikirin, digotin ji bo çareserkirina mesela kurd dibê Qanûna Esasî, maddeya 66a were guheritin, lê Uras efendîwek berdevkekî hukûmetê îtîraz dikir, şûrê hukûmetê dikşand, digot, dibê meriv bi sebir be, guh bide sozên hukûmetê filan û bîvan…
Ez çi bibêjim rayên kurdan çavê te bigre… 

XXX
Kurdên me bûne nêçîrvanên berî nêçîrê li ser postê nêçîra xwe li hev nakin. Şengal hîn tam rizgar nebûye, Kurdistan hîn çênebûye PKK, HDP û hin kurd doza kantonan li hukûmeta Kurdistanê dikin.
Ez benî hela sebir bikin bira welatê me bi temamî ji terorîst, qatil û çeqel û çuqûlên erebên îslamî xelas bibe, Kurdistana serbixwe çê bibe dû ra pêşniyar û daxwazên xwe bînin zimên.
Û ya din jî kantona hûn ji bo Şengalê dixwazin, ji bo Kurdistana bakur jî bixwazin. Ev 30 sal in miletê kurd micadeleyeke bêhempa dide, xwîna xwe diherikîne, 50 hezar şehîd daye. Berî Şengalê Kantonan ji me ra bixwazin, li Kurdistana bakur ava bikin.

23 december 2014

Ez bi zor xwe radigirim !

Min nuha di telewîzyona Swêd da li xebera li ser jinên kurd yên li Şengalê ji alî bêşerefên erebên Daîşê ve hatine revindin guhdarî kir.
Tiştê ereban û  bêşerefên Daîşê li Şengalê li hemberî miletê kurd kirin sûcekî pir û pir giran e û ebeden nayê jibîrkirin û efûkirin.

Di dîroka me da gelek zulm û neheqî li me hatiye kirin, em gelek caran marûzî koçberiyan û qetlîaman bûne. 

Weleh ev ne tu aqil e

Dema tu li medya PKKê temaşe dike tu dibêjî belkî dehhezar pêşmerge bi çekên giran ne di nava şer da ne, balafirên mitefikan qet li Daîşê nadin, yên şer dikin tenê gerîla ne, Şengal ji alî gerîlayên PYDê, HPGê û PYJê tenê ve hate rizgarkirin û ew tenê li wir şer dikin.
Heger carnan ji mecbûrî bi gotinkê qala pêşmergeyan bikin jî, ew jî pêşmerge tim piştî ku şer diqede yanî dawiya şer tê.

22 december 2014

Erdogan piştî 12 salan bi diziya hevalên xwe hesiya

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di axaftina xwe ya Zanîngeha Gebze ya Teknîkê da hin bêqanûnî, sextekarî û diziyên Cimata Gulen fena ku nuh pê hesiyabe, fena ku nuh zanibe deşîfre kiriye û gotiye:
”Bi perê milet xwendin, bi pereyên di bin navê hîmmetê(alîkariyê) da top kirin xwendin, bi diziya pirsan ketin hin muesese û dezgehên dewletê…”
Fena ku Erdogan piştî 12 salan bi diziya hevalên xwe hesiyabe dipeyive. Diyar e Erdogan xelkê zarok dihesibîne...

21 december 2014

Hin kes dev ji fesadiya nabêna PKKê û PDKê bernadin


Di medyaya kurdî da hin kesan provakotorî, fesadî û gelaciya nabêna hin grûbên kurd û bi taybetî jî fesadiya nabêna PKKê û PDKê da ji xwe ra kirine sinet û karekî esasî.

Ji ber ku gerîlayên YPGê û HPGê beşdarî rizgarkirina Şengalê bûne hin kes pê pir nerehet bûne. Loma jî dixwazin vê beşdariya gerîlayên YPGê û HPGê derew derxin. Û heger ew jî ne mimkûn be sivik bikin, wek tiştekî bêqîmet nîşan bidin…

Xeberên medyaya nêzîkî PYDê û PKKê yên derbarê vê beşdariya gerîlayên YPGê û HPGê şerê rizgarkirina Şengalê da ev kesên fêsad pir aciz kirine û loma jî çûne bi sekreterê PDKê Fazil Mîranî ra peyivîne, hela ka ev îdîa medya ya nêzî PKKê rast e yan derew e.

Û xwedêgiravî Fazil Mîranî jî bi zimanekî sivikkir gotiye, ”li derdora 150 şervanên YPGê jî derbasî nava Şengalê bûn. 
Lê dû ra jî ”Mîranî daye zanîn ku ew hêza YPGê, piştî ku hêzên Pêşmerge ketin nav Şingalê, derbasî nav bajêr bûn…”

Gelo Mîranî tam wiha gotiye ya na, ez bi xwe di şikê da me, ji ber ku kesê bi dû xebereke wiha keve pir bi rehetî dikane xeberê jî tahrîf bike, pê bilîze.Welhasil bi devê Mîranî dibêjin ku gerîlayên YPGê û HPGê tevî şerê rizgarkirina Şengalê nebûne, piştî ku bajar hatiye rizgarkirin ew ji xwe ra ji bo dîtinê, ji bo gerê çûna nava bajêr.

Carê 150 gerîlla ji du hêzan ne hejmareke hindik e. Ya din jimar bi xwe jî ne muhîm e, ya muhîm şêla siyasî ye, tifaq e. Herkes li gorî îmkan û hêza xwe beşdar dibe û şer dike. Hebûna gerîlla li wir, di qada şerda bes e. Dibê em vî alî derxin pêş û bikin xeber û pê kêfxweş bibin.

Bi baweriya min ev xebera Rûdawê û belavkirina Avestayê fêsadî û provakatorî ye. Ne karekî kurdperwerî ye. Hiwildana xerakirina nabêna PKKê, PYDê û PDKê ye, fêsadiya nabêna wan e. Ez wek kurdekî vê yekê rast nabînim û protesto dikim. 

Dixwazin hin terfdarên PKKê û PYDê jî li ser vê xeberê di medya sosyal da êrîşî Fazil Mîranî bikin, jê ra xeberan bidin û bibêjin tu derawan dikî, gerî ketiye şer û bi vî hawî terefdarên hersê hêzan têkevin pêxîla hev û belkî nabêna wan xera bibe. Û heta gelkî baştir e ku şerê hev jî bikin. Mixabin kesên wiha di nava kurdan hene û him jî têra xwe hene…
Bi bariya min armanc ev e. 

Ji ber ku hin kes li dijî rizgarkirina Kurdistaneke bi destê PKKê ne. Kurdistan bi destê PKKê were rizgarkirin jî ewê bibêjin derew e, Kurdistan rizgar nebûye…

Ne xwe di rojeke wiha da, ji ber ku sê hêzên kurd yên pir mezin li hemberî dijminekî xwînxwar bi hev ra hereket dikin, bi hev ra şerê vî neyarê hov dikin wek kurd dibê tenê kêfa meriv were û meriv pê dilşa bibe. Ne ku têkeve pê kê çiqasî şer kiriye û hejmara gerîlayên YPGê û HPGê çiqas bûne.
Lê mixabin ji roja roj da ye hin kes bi tifaqa PKKê û PYDê û PDKê pir nerehet in û loma jî di her fersendê da di bin xêliya şelafiya PDKê da vê fesadiya xwe didomînin. Naxwazin PKK dev ji siyaseta xwe ya çep û şaş berde û bi hêzên din ra cepheyeke netewî ava bike.

Di nava PKKê û alîgirên PKKê da jî kesên li dijî yekîtiya kurdan û nêzîkbûna hêzan pir in û ew jî gava fersendê dibînin fêsadiyê dikin û tenê pesnê xwe didin.

Ji bo kurdan di demeke wiha dîrokî da, di demeke ku kurd ji her demê bêtir muhtacî dostayî û hevkariyê ne fêsadiyên wiha pir tahlûke ne, kîjan alî bike dibê meriv li dij derkeve û neyê lîstika va fêsadan.

Dostayî, hevkariya nabêna pêşmerege û gerîlla, ya nabêna PKKê û PDKê û hemû hêzên kurd pîroz e, pir baş e, dibê meriv pê kêfxweş bibe û piştgiriyê bidê. Ez bi xwe pê kêfxweş dibim û pesnê wê didim.


Helim Yusiv Cihé mixabiniyé ye ku Rûdaw serkéşiya vî karî dike. Bi gotineke din cihé mixabiniyé ye ku ev kar bi pereyén (hikumeta Kurdistané) té kirin.

Bedran Acar zinarê xamo van şîretin bê naverok nekirana,helîm yusîv jî ev hekareti,sosret nedikir

Helim Yusiv Zinaré Xamo diyardeyeke qiréj rexne dike û ti şîret li kesekî nekirine. Sosreta mezin ev gotinén te yén kellé ne û ev xwendina te ya berovajî ye ji nivîsé re ye keké Bedran Acar.

Zinarê Xamo Bedran Acar, fermo tu şîretên bi naverok bike. Belkî em bi şîretên te yên bi "naverok" hinekî biaqiltir bibin. Fermo meydan ya te ye...

Abidin Alkoyun Kek zınar ez şirowekırınate rast dèbinèm.Netewe parastèn lazème bè mesuliyet bèaxèfèn u heberin rast bèjèn.Rudaw cawa yek ali heber didi Imc tv ji jè Rudaw xeraptèr heberan yek ali dède.xerduji rast nakèn.ez bèterame lazème rojèn wusada gerek meriw nekewe hepsa xèzbiyati.selawen germ jètera

Serdar Önen Ez gihiştime wê bawerîyê ku ragihandina Apoçî ji bo mexlûqatên ser heyvê belav dibe û ew mexlûqat ji siyaset, şer û rewşa kurdan tenê bi rîya vê ragihandinê agahdarin!!!

Bedran Acar bi rastî rojeke weke îro min nedixwest lêser mijareke wiha biaxivm,lê mixabin carna nekedi

Azad Kaya Med Nûçe jî wexta qala rizgarkirina şengalê dikir ,
di nûçeyên nivîskî da negot pêşmerge jî tevî şer bû.
Ev kanalana alî digrin di nav hêzên çekdarên Kurd da. ...Visa mer
Zinarê Xamo Şiroveya Sîdar Yîgit xanimê ji ber ku tije heqaret bûn min rakir. Minaqeşe baş e, lê dibê meriv bi termên siyasî bike. Gotinên ne xweş, heqaret ne xweş e û ez qebûl nakim.

Zinarê Xamo Azad, medya nêzî PKKê jî eynî tiştî dike rast e, lê ji xwe min ev yek di nivîsa xwe da jî gotiye. Kî bike jî dibê meriv rexne bike û jê ra li çepikan xe...

Ahsen Can Sılav jı we hemu mırov hez û Kurdıstan heza ra.Ez ji wek kesek jı rêzê kesek Kurd mın ev nivis tev xwedın,hıneka ez êşandım hıneka ji tıştên xweş gotıne,bıla hun hemu sax bın.Ez ji dıxwazım lı vır serpêhatiyek ya xwe bınım zıman û rave bıkım.LI Botan...Visa mer

Rıdvan Günen Xalê zinar dest xweş ev gotinên te wate u cıhdene. Rexne herdem başın lê wek mina we bê alî meyla tu kesi nekê kurdewarî ewe.îro mumkune her mırov partiyekî hêzekî fıkrekî hez bıkê. Lê wexta doz bu nıştımanî gerek herkes dev jı va lehistokên zarokî berdê. Gel ne gelê berêye em hemuya temaşe dıkın. Slav u rêz.

Bilal Tunçay Ez ronahî tv pêşniuar dikim helwestek netewî nîşan dide û sempatiyek li himber pesmagan heye.
Formulärets nederkant

Erdogan dîsa got em qebûl nakin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf



Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, li hemberî kurdên Kurdistana rojava careke din neyartiya xwe anî zimên û azadbûna kurdan ji bo Tirkiyê wek ”tehdît” bi nav kir.
Erdogan got, ” Bi riya yekkirina hersê kantonan dikanin statuyeke nuh ava bikin. Ev ji bo welatê min gelş û gefek, tehdîdeke. Em nikanin viya nebînin…”
Mêrik pir vekirî dibêje, dibê li Sûriyê kurd ji bindestiyê dernekevin, azadbûna kurdan, bidestxistina statueyekê ji Tirkiyê tehdît e û em qebûl nakin kurd bibin xwedî maf.
Dijminatiyeke ji viya mezintir nabe…
Kesê li welatekî din azadî û statuyeke kurdan li hemberî xwe tehdît bibîne, qebûl neke ku kurd li welatekî din jî bibin xwedî maf û desthilat ne mimkûn e li welatê xwe mafê kurdan bide û qebûl bike kurd bibin desthilat! Ev ne mimkûn e.
Heger bi rastî jî nête Erdogan û çareserkirina mesela kurd hebûya hwqasî neyartiya kurdên Kurdistana rojava nedikir û nedigot xwedîstatubûna wan, yekîtiya kantonan ji bo Tirkiyê tehdît e.
Hema ev beyana Erdogan tenê nîşan dide ku ew li Tirkiyê tu mafekî qanûnî nade kurdan, tu nêteke wî ya wiha tuneye.
Têkiliyên bi Ocalan ra ji bo xapandinê û qezenckirina wextê ye. Dixwazin bi taktîk û manawrayên wiha careke din rayên kurdan bigrin û vê hilbijartina pêş me jî bi selametî derbas bikin. Dû ra jî ewê bi bahaneyekê dawî bidin hevdîtinên xapandinê û her kesê here mala xwe.
Loma jî dibê meriv van gotinên Erdogan yên derbarê Kurdistana rojava da pir cidî bigre û bi gotin û sozên vala nexape.



XXX
Bi razgarkirina Şengalê pêşmergeyan hemû kurd pir dilşad kirin û "julklapek", diyariyeke Noelê ya herî giranbuha jî dan Emerîka û ewrûpiyan jî.

20 december 2014

Êdî dor hatiye rizgarkirina Kurdistanê

Li gorî xeberên ji nava şer tên pêşmerge, HPG, YJA yanî egîd û şervanên kurdan bi hev ra li başûr gav bi gav gund û bajarên di bin îşxala Daîşê da bûn rizgar dikin û nêzî rizgarkirina Şengalê dibin. Ez wer bawer dikim di çend rojên pêşda Şengal jî ewê bi temamî ji qatil û çeteyên Daîşê were paqijkirin û hemû axa Kurdistanê ewê têkeve bin destê kurdan.
Wek xuya ye yekîtî tiştekî pir baş e, him me bi ser dixe û him jî nêzî azadiyê dike. Ev dostî û yekîtiya PDKê, PKKê û YNKê wiha dom bike di demeke nêz da emê Kurdistana azad bibînin.
Dibê her kurd li vê atmosferê, li vê yekîtiya nabêna hêzan xwedî derkeve û teqdîr bike. Û guh nede fêsad û gelacan.
Yekîtî û dostiya bi Emerîka û Rojava ra, ev herdu tişt kilîta serketin, azadî û serxwebûna me ye.
Kî li dijî van herdu tişta bipeyive, dijminatiya wan bike bizanibin ew merivekî nêtxerab e û xêra kurdan naxwaze.



XXX
De çavê me hemû kurdan û bi taybetî jî çavê xweh û birayên me yên êzdî ronî be, Şengal rizgar bû. Min di nivîsa xwe ya vê sibehê da gotibû heta çend rojên pêş ewê Şengal bi tevayî were rizgakirin, lê wa ye nema rojan jî. Pêşmerge û şervanên miletê kurd di nava 3 rojan da Şengal û derûdorên wê ji celad û mîkrobên ereb û îslamî paqij kirin.
Wek tê dîtin yekîtî hebe û bi Emerîka û Rojava ra jî siyaseteke rast ya li gorî rastiya me were meşandin serketin ne zor e.
Nuha êdî dora avakirina Şengalê û herêmên din e, ew jî bi qasî serketina şer, heta ji wî jî zortir e. Lê ewê jî hêdî hêdî bibe. Heger em li hev bin û nabêna xwe û Emerîka û Ewrûpayê xera nekin wek serketinê ewê jî çê bibe.
Dibê kurd êdî bi tu hawî ji van herêmên ji çete û celadan hatine paqijkirin venekşin.
Kurdistan li ber avabûnê ye, hêmê wê jîgirêdayî tifaqa kurda…
Ez hêzên pêşmerge û hemû gumandar û şervanên beşdarî vê tearuzê bûne ji dil û can pîroz dikim….

Cemîl Bayik: Emerîka mitefikê me ye



Serokê KCKê Cemîl Bayik, di beyana xwe ya rojnameya alman Die Zeitê da di warê siyasî da hin tiştên pir muhîm gotione.
Bayik, derbarê hevkariya Tirkiyê û Daîşê da gotiye, ”Xelîfeyê Daîşê ne El Bexdadî ye, Erdoga e….”
Heger ne ”xelîfe be jî bi baweriya min jî heval û aqilmendê El Bexdadî û Daîşê yê herî nêz û herî mezin e. Ev sedîsed e. Bêyî daxwaz û destûra Erdogan, Tirkiyê ev piştgirî nedida Daîşê.
Bayik gotiye, ”Tirkiye bi riya tîmên xwe yên taybet destegek mezin dide Daîşê. Di nava Daîşê û Artêşa Azad ya Sûrî da hêzên tirk yên taybet hene. Tirkiye bi van hêzan li hemberî me şer dike. Tirkiye êdî nikane bi artêşa xwe li hemberî me şer bike, ancax bi van hêzan dikane şerê xwe yê li hemberî me bidomîne.”
Ev tespîta Bayik jî rast û di cî da ye. Û bi rastî jî Tirkiyê ji bê armancê Daîş organîze û fînanse kir û ajot ser kurdan.Tirkiye ji dêlê artêşa xwe, dixwaze bi destê çeteyên Daîşê û Artêşa Azad ya Sûrî şerê PKKê û YPGê bike. Ji bo wan ev rê kêmzirartir e. Ya na Tirkiyê xwe hewqasî tevî şerê Sûriyê nedikir.
Li mesela pêvajoya çereseriyê û çavdêriya hêzeke sêyem jî Bayik gotiye, ”Hewcedariya bi çavdêriyek ji derve heye. Ev hêz dikane Emerîka be. Emerîkî îro li Kobanê mitefikê me ne. Wek me li hemberî Daîşê şer dikin.”
Bihîstina van gotinan ji devê Cemîl Bayik pir muhîm e û ez pir û pir kêfxweş kirim.
Bi taybetî jî gotina “Emerîka mitefikê me ye” ji devê Cemîl Bayik bihîstin ciyê kêfxweşiyê ye. Jiyan wiha ye, zû dereng hin rastiyan bi meriv dide qebûl kirin.
Dibê PKK û hemû kurd baş bizanibin heta ku Ewrûpa û Emerîka xwe tevî mesela kurd nekin, dev ji dijminatiya PKKê bernedin û piştgiriyê nedin kurdan mesela kurd çareser nabe. Û ji bo girtina piştgiriyeke wiha jî dibê PKK dev ji çepîtiya bi zirar berde û baweriyê bide Ewrûpa û Emerîka. Ji bo azadî û serxwebûna me ev rê ya herî rast e. Dibê em ji hizrên îdeolojîk bêtir bala xwe bidin kara xwe, rê û têkiliyên ji bo me başti e.
Yanî heger em dixwazin li Kurdistana bakur, başûr û rojhilat bi kêmanî bibin xwedî maf û statuyeke siyasî, dibê em alîkariya Emerîka û Ewrûpayê bigrin, alîkariya wan şert e, zarûrî ye.
Bi îdeolojiyeke çep, bi hevalbendiya bi rejîmên neyar û kevneperest ra em nikanin bigihîjin azadiya xwe û welatê xwe rizgar bikin.
Loma jî ez bi vê beyana Bayik pir dilşa bûm. Em mecbûr in bi Emerîka û Ewrûpayê ra bibin mitefik, li riyên mitefikbûnê bigerin. Bi neyartiya wan, bi îdeolojiyeke çep em sed salên din jî şer bikin bêfêde ye, em nikanin tu mafî ji Tirkan û ereban bistînin.



Jo Biden: Hûn hêviya hemû cîhana azad in



Cîgirî serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)Joe Biden, bi telefonê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra peyivî û got:
“Li hemberî terorê hûn hêviya hemû cîhana azad in û ji ber vê yekê jî alîkariya koalîsyona navnetewî ewê berdewam be.”
Biden, herwisa ji ber şer û serketinên hêzên pêşmerge li hemberî Daîşê jî spasiya xwe aniye zimên û gotiye alîkariya Emerîka ya bi Kurdistanê ra ewê berdewam be.
Evg gotinên Biden ne ji ber nezaketeke dîplomasiyê ye, Emerîka û dinya azad bi rastî jî êdî bi vî çavî yanî bi çavê hêviya ”dinya azad” li kurdan dinêrin. Ji ber ku kurd bi rastî jî li herêma xwe miletê herî demokrat û azadîxwaz in.
Emerîka û Ewrûpa êdî ne li kurdên başûr tenê, wek milet li hemû kurdan, li kurdêrn her çar perçan jî wisa dinrêrin.
Ji ber ku dibînin bi rastî jî li herêmê yên herî dilxwaz û dildarên azadiyê û demokrasiyê kurd in. Kurd bi rastî jî ji hemû cîranên xwe bêtir civateke plûral, azad û demokratîk dixwazin. Kurd demokrasiyeke rastîn dixwazin. Kurd naxwazin welatê kesî îşxal bikin û kesî bikin bindest. Kurd dixwazin hemû gel û grûbên li Kurdistanê dijîn wek wan bibin xwedî maf. Kurd naxwazin zimanê tu gelî yasax bikin.
Ev demokratbûn çekan kurdan ye herî xurt e, em wek kurd çiqasî demokrat, xweşbîn û azadîxwaz bin, edaletê û wekheviyê ji bo her kesî bixwazin ji bo me hewqasî baş e. Dinya guherîye û dema dîktatoriyê û zorbatiyê êdî derbas bûye. Dem dema demokrasiyê, wekheviyê û azadiyan e. Ev yek di nava dinya azad da dilxwaz û dostên me zê dike, dibê em qîmeta vê yekê, vê sempatiyê baş bizanibin...



18 december 2014

Neheq zû dereng bela xwe dibîne


Ez dixwazim îşev jî bi çîrokeke Harûn Reşîd dest bi nivîsa xwe bikim. Çîrokên Harûn Reşîd him pi xweş in û him jî mişt mane û ders in.
Dibêjin Xelîfe Harûn Reşîd ji guleke baxçeyê xwe gelkî hez dikir. Baş temî li baxçevanê xwe kiribû ku ew wek roniya çavên xwe li wê gulê miqate be.
Lê ji bêşansiya baxçevan ra rojekê çûkek li ser wê gulê venîşt û gul da ber nikalan, tiştek di gulê nehîşt.
Baxçevan bi hustuxarî derket huzûra Harûn Reşîd û jê ra mesele got. Xelîfe Harûn Reşîd ji baxçevan ra peyvek tenê got:
”Neheq bela xwe dibîne.”
Piştî demekê bi rastî jî wê çûkê bela xwe dît, ew ji alî marekî ve hat xwarin.
Baxçewan ji xwe ra got, ”Ey Xwedayê erş û asîman, tu çi mezin î” û bi lez çû bûyer ji Harûn Reşîd ra got.
Harûn Reşîd, dîsa peyvek tenê kir:
 ”Neheq bela xwe dibîne.”
Çendak di ser ra derbas bû, bexçevan tirsiya ku rojekê mar bi wî vede, loma jî çû serê mar pelixand û dû ra jî çû bûyer ji Harûn Reşîd ra got.
Harûn Reşîd, dîsa bi gotinekê tenê  bersîv da bexçevan:
”Neheq bela xwe dibîne.”
Meh û sal buhurîn. Rojekê ji ber şaşiyeke baxçevan, ji ber îhmaleke wî hemû gulên Baxçe bi êşekê ketin, hemû çilmisîn.
Bi bihîstina mirina gulan Harûn Reşîd pir hêrs bû, bêyî ku îfadeya baxçevan bigre, bêyî ku li wî guhdarî bike ew avêt zindanê.
Baxçevan di zîndanê da tim kir qîrîn û hawar û ji nobetdarên zindanê ra got:
 ”Dibê ez Xelîfe bibînim, gerek ez Xelîfe Harûn Reşîd bibînim…”
Axirê dawiya dawî, rojekê nobetdaran rabûn ew derxistin huzûra Harûn Reşîd. Bexçevan ji  Harûn Reşîd ra got:
”Erê min şaşî kir, lê cezayekî hewqas mezin jî  min heq nekiriye. Nuha li gorî peyva ”Neheq bela xwe dibîne”, ez ditirsim tiştek were serê we jî…
Yanî heqê kesî ji ser kesî  ra namîne., neheq zû dereng bela xwe dibîne, bi ser bela xwe ve dibe...
Qet meraq nekinin Erdogan jî zû dereng ewê wek wê çûkê û wî marî ewê bela xwe bibîne; heq ewê tecelî bike; ji ber ku neheq e, zalim û zulimkar e. Loma jî ewê bela xwe bibîne, miheqeq bi ser bela xwe ve bibe.
Ew tiştên Erdogan û merivên wî li ser Gulen û Cimata wî dibêjin hemû jî rast in, heta ji deve guh in, sûcên gelkî mezintir jî kirine.
Lê ne bi tenê, ne bê haya hukûmetê, MITê û Erdogan. Cimata Gulen çi kiriye bi emir, daxwaz û destûra hukûmeta AKPê û bi taybetî jî bi ya Erdogn kiriye. Û hedefa herduyan jî kurd bûn, armanca wan ew bû ku tevgera kurd tasfiye bikin. Ji xwe tifaqa wan jî li ser vî esasî bû, li ser dijminatiya kurdan bû.
Ji ber ku Erdogan ji kemalîstan û brokratên bêreng zêdetir bawerî bi Cimatê û merivên wê dianî. Loma jî di nava dewletê da ew anîn hemû nuxteyên muhîm. Û dû ra jî gelek sûc, qetil û nelirêtî bi wan dan kirin. Çimkî baweriya wan bi hev temam bû.
Di vê nabênê da pir mimkûn e ku merivên Cimatê hin tişt bêhaya hukûmetê jî kirin, ev mimkûn e.
Lê ji ber ku hevalên hev bûn Erdogan zêde guh nedida tiştên wiha.
Lê dû ra li ser pereyên reş, li ser pereyên pir mezin bi hev ketin, merivên Cimatê jî para xwe jê dixwest.
Ya bê haya wan hin tişt kiribûn, ya para wan nedan, ya jî kêm dan.
Loma wan jî bi hev ketin, loma jî merivên Cimatê ew girtin û deşîfre kirin.
Vê yekê Erdogan dîn kir û bû sebebê şerekî pir mezin. Çimkî ew bi xwe di nava vê şebekê da bû, para mezin ya wî bû. Loma jî dest bi tasfiyeya merivên Cimatê kirin.
Lê baş bû ku bi hev ketin. Di rojên pêş da ewê hîn gelek tiştên din jî, hîn gelek sûcên hîn mezintir jî derkevin ortê.
Ji xwe heta nuha Cimat napeyive, tiştên bi hev ra kirine deşîfre nake, nabêje yaho me ev  îş bi hev ra kir, me li ser daxwaza Erdogan kir.
Viya nabêje, ji ber ku dema bibêjin, dema îtîraf bikin herdu serî jî ewê herin. Bi hev ra gelek sûcên mezin kirine, gelek kurd kuştine, gelek cînayet kirine û dane kirin.
Loma jî merivên Cimatê li gel hewqas heqaretên Erdogan jî devên xwe venakin û napeyivin.
Lê heta û heta wiha dom nake, di rojên pêşda ji wan hinek ewê bipeyivin. Yê nepeyive tenê Gulen e, Erdogan jê ra çi bibêje, çi heqaretê lê bike jî ewê zanînên  xwe îfşa neke. Ji ber ku mêrik miliyetçiyekî tirk e û naxwaze zirarê bide dewleta xwe.











Çima hin kurdên dîndar dibin neyarên qewmê xwe?

Wezîrê Diyanetê yê herêma Kurdistanê Kemal Muslim, ji telewîzyona Rûdawê ra gotiye 48 karmendên wezareta wan tevî DAIŞê bûne.
Meriv naxwaze bawer bike lê çi heyf ku rast e. Îslamiyetê qismekî zarokên me kiriye neyarên qewmê xwe.
Dîndarên tirk, faris û ereb ne bes bûn, yên kurd jî lê zêde bûn, wan jî rahîştine çekên xwe û dest bi şerê li dijî kurdan kirine.
Tu dibêjî qey ev dînê îslamê li hemberî me kurdan çê bûye, ji bo ku me bindest bihêle, ji bo ku me bi çete û qatilên îslamîst û zarokên me bide kuştin çê bûye. Îdeolojiya îslamî zarokên me kirine neyar û qatilên qewmê xwe, qatilên dê û bavên xwe.
Tiştekî dûrî aqilan e, meriv nikane bawer bike….
Bêyî dîndarên kurdan tu kes li dijî qewmê xwe şer nake, tenê îslamîstên kurd rahîştine çekên xwe bi ereb û tirkan ra gelê xwe qetil dikin, serê birayên xwe jê dikin, bi çeteyên biyanî ra tecawizî xwişk û dayikên xwe dikin. Bi neyarên xwe gelê xwe mecbûrî bindestiyê û koçberiyê dikin, dibêjin gerek hûn wek tirk, ereb û farisan azad nebin, nebin xwedî dewlet.
Çima hin kurdên dîndar dibin neyar û qatilên qewmê xwe? Dibê meriv li ser vê gelşê bifikire û serê xwe pê ra biêşîne. Dibê siyasetmedar, alimên dînî, sosyolog û psîkolog bersîva vê pirsê bidin.

XXX
Dema totik vala be netîce zilamtiya xelkê ye
Kurdên Kurdistana bakur pir rehet ji xelkê bawer dikin, pir rehet dibin murîdên îdeolojiyên biyanî û merivên xelkê. Pir rehet xwe ji bo xelkê dirûçikînin, pir rehet ji bo xelkê digrîn û li serê xwe dixin.
Pir rehet ji xelkê bawer dikin. Ji ber ku bêşiûr in, ji ber ku ji dîroka xwe bêpar in. Ji ber ku hestên wan yê netewî zeîf e. Loma jî zû û rehet dikevin bin tesîra xelkê.
Tirkek, erebek, fariske tu carî wek kurdekî rehet nakeve bin tesîra fikrekî, îdeolojiyekê, wek kurdekî rehet nabe meriv û şûrkêşê xelkê. Lê kurd dibin.
Ji ber ku totik vala ye, loma jî kî çi têxê, kî çi bidê tavilê qebûl dike û dikeve bin tesîra wî. Çimkî serî wek tûrê vala ye, kî çi têxê wiya dixwe…
Loma jî bi rehetî dibin piştgir û hevalên filistîniyan, îslamîstan, rast û çepan. Loma jî pir bi rehetî dibin propagandîstên ermeniyan, asûrî û suryaniyan. Welhasil bi rehetî dibin merivên her kesî, lê pir kêm dibin merivên qewmê xwe û doza xwe.



XXX
Rejîma melayên Îranê bi rengekî bênabên kurdan qetil dike, roj tuneye ku 2-3 kurdî îdam nekin. Di zindanên Îranê da 45 kurd di bin tahlûkeya îdamê na. Heger kurd û dinya reaksiyoneke xurt nîşan nedin melayên xwînxawar û faşîst ewê wan jî îdam bike.
Dibê gelê kurd li herderê vê barbariya Komara Îslamî şermezar bike ü azadiya hemû girtiyên kurd bixwaze.
Li alî din dibê hukûmeta Kurdistanê jî ji bo azadkirina hemû kurdên di zindanên Îranê da bixebete û çi ji destan tê bi lez bike.
Bimbre Komara Îslamî, rejîma qatil û xwînxwar!
Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!
Bijî têkoşîna miletê kurd ya li dijî rejîma melayên faşîst….

17 december 2014

Sûcdarên qetlîama eremeniya ne kurd in, dewleta tirk e


Serokê belediya bajarê Mêrdînê Ahmet Turk li Stockholmê di konferansekê da li ser qetlîama 1915a ya ermeniyan peyivîye û ji ermeniyan, asûrî-suryaniyan li ser navê ”bav û kalên” xwe lêborîn xwestiye, gotiye hin eşîrên kurd jî di qetlîama ermeniyan da hatin bikaranîn.

Ahmet turk ev ne cara pêşî ye ji ermenî, asurî û suryaniyan lêborînê dixwaze. Berê jî çend caran eynî tişt dubare kiriye.

Yaho ev dil jî qet pîr nabe...


Yaho bi rastî jî dil cara kal nabe. Ne guh dide pişta qulûzî û ne jî por û riya spî, wek xortekî 20 salî tim dilbijok û çavbirçî ye. Yanî pir bêar e...
Xwedê kir ku aqil nahêle zêde bi pêşda here û di nava xelk û alemê da xwe bike pêkenîn. Efendî eynî wek salên xortaniyê viya û wiya dixwaze, dixwaze viya û wiya bike, lê ez guh nadimê û jê ra dibêjim, ”dema heliz borî ez benî…”
Carnan bêyî ku haya min ji min hebe, bêyî ku ez bizanibim ez êdî ne xort im, kalekî 64 salî me, wek xortekî li pêşeroja xwe difikirim, wek xortekî li dinyayê dinêrim, wek xortekî çiyan di ser hev ra diqulibînin, wek xoretekî hesab û kitabê xwe çêkim.
Diyar e heta ku meriv xwe kal û pîr nebîne meriv kal û pîr nabe, sal wek bedenê zor dil nabe, nikane bibe.
Lê mixabin temen(umir) jî wek evînê ye nayê veşartin. Heta ji dil tê bira xwe xort his bike, vala ye…
Ez tu carî wek kalekî li pey xwe nanêrim, ez hîn neteketime wê atmosferê. Wek xortekî hiş û aqilê min tim û tim li pêşerojê ye. Bala min, dilê min li hêviya dêtina rojên geş û xweş e. Rojekê be jî ez dixwazim Kurdistana azad bibînim, rojekê li Kurdistan azad bijîm, wê bextewariyê, wê dilşadiyê bibînim û ji xortan ra qala rojên bindestiy, rojên bêwelatiyê bikim. Ez tim dîtina tim wan rojan xeyal dikim.
Herçiqas dibêjin aqil ne di salan da, di serî da ye, lê dîsa jî ez dibêjim xwezî ev aqil 30- 40 sal berê jî bi min ra hebûya. Nuha çiqasî kêm be jî lê bi min wisa tê ku ji aqilê xortaniyê piçekî zêdetir e.
Weleh pişt qulûz, por spî û beden çilmisî be jî ruh û dil hîn xwe xort dibînin. Ez çi bikim xwe wer dibînin…

16 december 2014

Em bi qasî tirkmen û suryaniyan jî nabin


Li Kurdistana başûr li gel kurdî û erebî, tirkmenî, suryanî û ermenkî jî bûn zimanên resmî. Berdevkê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher ji Rûdawê ra gotiye serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî qanûna zimanên resmî îro îmze kir. Û êdî li Kurdistanê tirkmenî, suryanî û ermenkî jî wekû kurdî û erebî zimanên resmî ne.
Biryarek baş e, dibê kurd jî wek neyarên xwe hebûna xelkê û zimanên wan yassax nekin.
Tirkmenan, suryaniyan û ermenan di vê riyê da tivingek jî neteqandin, şehîdek jî nedan, gundekî wan jî wêran nebû, lê wa ye dîsa jî bûn xwedî maf û statuyeke siyasî, zimanên wan bûn zimanên resmî.
Xwelî li serê me be, piştî 30 sal micadeleyek bêhempa û bi dehhezaran şehîd û malwêraniyeke mezin, serok û siyasetmedarên me hîn jî newêrin rindikî ji dewleta tirk otonomiyê jî bixwazin, hîn nikanin hebûna me bi dewleta tirk bidin qebûl kirin.
Ji dêlî ku ew jî wek xelkê ya otonomiyê, federasyonê û serxwebûnê ji bo gelê xwe bixwazin, dixwazin qûna demokrasiya Tirkiyê rast bikin.
Ev 200 sal in Ewrûpa nikane demokrasiyê bi tirkan bide qebûlkririn, îcar emê bikin. Ev sewdakî vala ye, heta em bindest bin tirk demokrasiyê qebûl nakin. Li Tirkiyê hebûna  demokrasiyê qebûlkirina azadiya me û Kurdistanê ye. Tirk viya baş dizanin. Loma jî tirk demokrasî memokrasiyê qebûl nakin, vir e. Têkiliyên bi Yekîtiya Ewrûpayê ra siyaset û xapandine. Bi berendamî û têkiliyên xwe yên aborî dixwazin rê li ber piştgiriya bi kurdan ra bigrin. Dizanin gava ne di nav da bin nikanin tesîrê li Yekîtiya Ewrûpayê bikin.
Emê çi dixwazin dibê em xweşik û vekirî bixwazin. Ji bo ku dinya alem bizanibe em ji dewleta tirk çi dixwazin.
Em nikanin demokrasiyê bi tirkan bidin qebûlkrin û ev ne karê me ye jî. Lê em dikanin mafên xwe ji wan bistînin, azadî û serxwebûna xwebixwazin.

15 december 2014

Hilbijartina jiyaneka çawa di destê meriv da ye

Kes nizane ewê kînga û çawa bimre, di vî warî da meriv ne xwedî biryar e û nikane hilbijartinekê bike. Mirin tê, kînga dilê wê bixwaze ya jî bi gotineke din dema ku roja meriv temam bû.
Lê derbarê jiyanê da, derbarê jiyaneke çawa da meriv dikane tercîhekê, hilbijartinekê bike. Loma kurd dibêjin çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro. Ji ber ku şiklê jiyana meriv, hevalên meriv, bîr û baweriyên meriv netîceyên tercîhekê ye.
Îro kî li ku ye, hevalê kê ye, bi kê ra kar dike tercîheke şexsî û hilbijartineke bi zanîn e...

XXX
Bi tirkî gotinek heye, dibêjin, ”Zulum ile abad olanin sonu berbat olur.” Yanî însanê bi zulma li kesên din bextewar bibe zû dereng jiyana wî jî ewê berbat bibe.
Hûnê bibînin taliya Erdogan û malbata wî ewê ”berbat” bibe, xerab biqede. Ji ber ku Tirkiyê wek şîreketeke xwe îdare dike. Êdî meriv li Tirkiyê nikane qala dexgeh û meqamekî serbixwe û azad bike, hertişt ketiye bin destê Erdogan; wezîr, hukûmet hemû fasafîso ne, hemû bûne emirerî, emirqûliyên wî.
Herdu serî(Cimat û Erdogan) jî xerab û zalim in û gorra kurdan dikolin. Tiştên Erdogan ji tevgera Gulen ra dibêje piranî rast in, lê herduyan bi hev ra kirine. Gulen bêyî haya Erdogan ew sûc nekirine. Bira hinekî hevûdu basko bikin, bi dîtina min ji me ra baş e.



XXX
Li Şirnexê pûlisên dewleta tirk Elî Yorgunê zava di daweta wî da, ji kêleka bûkê rakirin û birin avêtin zindanê.
Elî Yorgun berê bi îdîa tevî hin protestoyên li dijî dewletê bûye, li ser îfada muxbîrekî veşartî hatibû girtin û 10 mehan di zindanê da mabû û nuh hatibû berdan.
Lê bêyî ku haya Elî Yorgun jê hebe mahkimê 6 sal û 3 meh ceza lê biriye daweta xwe çêkir. Û di şeva dawetê da pêlisan girtin ser dawetê û Yorgun girtin.
Ji viya zêdetir dewleteke nikane dijminê miletekî be. Dewleta tirk bi hemû dezgehên xwe, bi pûlis û sîstema "edaleta" xwe ve neyarê miletê kurd e. Ev yek îspata wê neyartiyê ye.
Rakirina zavê ji kêleka bûkê zulm û zalimiyeke derî hemû norm, exlaq û nirxên mirovatiyê ye, barbarî, kîçiktî ye…
Dibê em kurd vê dewleta zalim, îşxalkar û bêbav ji welatê xwe biqewirînin. Dibê tirkên mahcir, pîncên kafkasî û balkanî hew vê zulmê li me bikin.
Heger meriv ne neyarekî pir xedar be meriv xortekî di daweta wî da ji kêleka bûkê ranake.
Lê tirk dikin…

Edalet! Edalet Edalet!


Rojekê merivê dilpak û weliyê Xwedê yê bi nav û deng Behlûl Dana û Xalîfe Harûnê Reşîd bi rê da rastî hev tên. Xelîfe Harûnê Reşîd bi hurmet ji Behlûl Dana ra dibêje:
-Behlûlê hêja, tu wiha ji ku tê?
Behlûl dibêje:
-Ez ji Cehenemê(dojehê)têm.
Harûnê Reşîd matmayî dimîne, lê bi zimanekî nerm dibêje:
-Ma çi karê te li wir hebû?
Behlûl Dana dibêje:
-Agir lazim bû. Min got ez herim ji cehenemê hinekî bixwazim. Lê belê mamûrê wir ji min ra got:
-Li vir agir tuneye. Û gava min got ”çawa dibe, ma vira ne ciyê êgir e?”, ji min ra got:
-Erê, bi rastî jî li vir agir tuneye. Her kesê tê ji dinyayê agirê xwe bi xwe ra tîne.
Li hemberî van gotinên Behlûl Dana, saweke mezin Harûnê Reşîd girt û bi xemgînî got:
-Behlûl, ma tu dibêjî ez çi bikim ji bo ku êgir bi xwe ra nebim wir?
Behlûl Dana, bi lez jê bi dûr dikeve û bi dengekî bilind dibêje:
-Edalet! Edalet! Edalet!
Nuha li Tirkiyê ”Edalet” tuneye û heta ku serokkomar Erdogan li ser hukim be li Tirkiyê "edalet" ewê tim tunebe.
Lê rojekê ewê ji Erdogan ra jî "edalet" lazim bibe. Ewê jî wek kurdan û girtiyên operasyona îro biqîre û bibêje, ”Edalet”! ”Edalet”! ”Edalet”!


XXX
Li vê dinyayê bi milyonan însan di jiyana xwe da bêyî ku kitêbekê bixwînin dimrin. A ev dinya hewqasî ne adil e...

14 december 2014

Emerîkayê mohra xwe ya bêbextiyê ji ser kurdan rakir


Kongreya Emerîka, PDK û YNK ji lîsteya ”organîzasyonên terorîs” derxistiye. Tiştekî baş e û meriv wek kurd pê kêfxweş dibe.
Lê li alî din jî hebûna navên PDKê û YNKê di lîsteya organîzasyonên terorîst da skandal e û li hemberî miletê kurd, PDK û YNKê bêexlaqî û bêbextiyeke mezin e.
Serokê PDKê Mesûd Barzanî ev yanzde sal in serokkomarê Kurdistanê û Mam Celal jî serokkomarê Îraqê bû. Û ev herdu lîder jî di nezda Kongreya Emerîka da serokên du partiyên terorîst bûn.
Xurt bêbext û zalim in !
YNKê û PDKê di dîroka xwe da tu tiştekî ku bibe sebebê ew têkevin vê lîsteya ”terorîstan” nekirine. Ev yek.
Ya din ji sala ji sala 1991ê û virda ye têkiliya Emerîka li Îraqê di mestewake bilind da bi kurdan ra heye. Ev 11 sal in kurd nîvdewlet in û her roj bi berpirsiyarên Emerîka ra rûdinin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Talabanî heta nuha çendîn car li Qesra Spî bi serokên Emerîkayê ra rûniştine.
Yanî bi kêmanî ev deh sal in têkiliyên dêplomatîk di nabêna Kurdistana Federe û Emerîka da heye.
Lê Emerîkayê heta nuha jî navê PDKê û YNKê ji ”lîsteya terorîstan” dernexistiye. Jixwe carê hebûna navê wan di lîsteyeke wiha da bêbextiyeke mezin e.
Ez hêvî dikim ku li pey vê biryarê dor were PKKê jî, di demekekin da PKKê jî ji lîsteyê derxin.
Lê ev hewqasî ne hêsa ye. Ji ber ku emerîkiyan PKK belaş nexistin wê lîsteyê, miheqeq ji Tirkiyê bedelkekî wê girtin. Ji bo ku ”mohra terorîstiyê” ji ser PKKê ranebe Tirkiye amadeye bedelekî mezin bide Emerîka û ewê bide jî.
Loma jî heta ku di ”terorîstiya” PKKê da pere û qezenc hebe Emerîka û gelek welatên Ewrûpa ewê vê mohrê li ser PKKê ranekin. Lê roja kar tê nema, roja Tirkiyê ji bo vê mohrê bertîl neda, a wê çaxê ewê bi demagojiya DEMOKRASIYÊ vê mohrê rakin….
Pere kevir nerm dike...

XXX
Sînorê hin tiştan dikane hebe, lê yê nefretê û hezkirinê tuneye. Sînorê tirsonekiyê û yê mêraniyê jî tuneye. Sînorê bêxîretiyê û xîretê jî tuneye. Sînorê bênamûsiyê û yê binamûsbûnê jî tuneye.
Loma jî meriv nikane ji yekî gazin bike, bibêje, yaho çawa ev xiyanet, ev bênamûsî kir?
Dibe, benîadem dikane her başêyê û her xerabiyê, her mêraniyê û her îxanet û bênamûsiyê bike...

XXX
Dîrok û serpêhatiya kurdên Xorasanê.
Gelek kurd nizanin ev 500 sal in li Xorasanê kurd hene. Esas di vî warî da gelek nivîs hene. Nufûsa wan li dora 1, 7 milyon e û bi kurmancî dipeyivin, şîene.
Hin kurdên wek Kilçdaroglu heramzade koka xwe digihînin Xorasanê ji bo ku xwe ji kurdayetiyê bişon. Lê ji bîr dikin ku piştî şerê Çaldiranê bi hezaran kurd li Xorasanê hatin biçîkirin ji bo ku rê li ber êrîşên Ozbekan bigrin. Fermo li vê vîdeoya hêja temaşe bikin û piçekî kurdên Xorasanê û dîroka wan nas bikin.



XXX
Hevaltiya kûçikan heta meriv hestiyekî bavêje nabêna wan.
///Hz. Mewlane 

13 december 2014

Gelo edebiyata me jî bi civata me ra guherî?



Evîn û guhertinên, serobinbûnên civakî û kulturî ji mijarên edebiyatê yên serekî ne. Em dizanin di van 30 salên dawî da li Kurdistana bakur di warê civakî û kulturî da guhertinên pir mezin çêbûne. Di civatê da gelek têkiliyên nuh peyda bûne. Jin ji hundur, ji ber kulînê derketine û daketina qada siyasî û di civatê da bûne xwedî gotin.
Meriv bi rehetî dikane bibêje guhertinên di sed, dused salî da nedibûn di van 30 salên dawî da çêbûn.
Û bi van guhertinên civakî û kulturî ra, di evînê û di têkiliyên jin û mêr da jî guherînên nedîtî, şoreşeke pir mezin çê bû.
Li Kurdistana bakur êdî ne kurd kurdên 30 sal berê ne û ne jî kultur û evîn û têkiliyên jin û mêr dişibin yên 30 sal berê.
Gelo edebiyata me jî xwe bi vê guhertina civakî ra guhert?
Ez vê yekê nizanim.
Di civatekê da li hemberî guherînên hewqasî mezin bêguman dibê edebiyatê jî xwe biguheranda, xwe nuh bikira û bi tema û qehremanên van guherînên nuh derketa pêşberî xwendevanên kurd.
Yanî dibê van guherînên civakî û kulturî yên ku di civata kurd da peyda bûne ji gelek berhemên edebî, ji roman û çîrokan ra jî bibûna mijarên sereke û xwendevanan ev guherînên civaka xwe di edebiyata xwe da bidîtana.
Şirovekirin, analîzkirin û liserrawestina guherînên civakî û kulturî bi qasî dîroknasan karê edîban e jî, dibê ev guhetinên civakî û kulturî xwe di edebiayta me da jî nîşan bide.
Ji ber şertên min yên şexsî ez edebiyata kurdî pir ji nêz ve taqîb nakim, nikanim taqîb bikim. Loma jî haya min zêde ji berhemën nuh tuneye. Ez baş nizanim gelo bi van guhertinên di civata me da rû dane gelo edebiyata me jî xwe nuh kiriye, xwe guhertiye û edebiyateke van guherînan tîne zimên xuliqandiye ya na?

Di bindestiya kurdan da bi qasî dewleta tirk kurdên hevalbendên dewletê û AKPê jî sûcdar in.

Di bindestiya kurdan da  kurdên hevalbendên dewletê û AKPê jî sûcdar in.
Heger kudan piştgirî nedana AKPê û nebûna parlamenterên wê û hemûyan doza mafê xwe, doza dewletekê bikira nuha Kurdistan çêbûbû. Ev hêza kurd di praktîkê da ji leşkerên dewletê jî xerabtir e. Bi saya van kurdan dewlet li Kurdistanê hebûna xwe didomîne. Bêyî piştgiriya dewleta tirk hêzeke biyanî ye, mayina wê ewê pir kin bûya.
Loma jî yê kurdan bindest û Kurdistanê jî di bin îşxalê da dihêle ji hêza dewletê bêtir kurd bi xwe ne, kurd bindestiyê qebûl nekin dewlet nikane bi zora xwe tenê li Kurdistanê bimîne.

XXX
Li ser pirsa ”Seyid Riza kî ye”, Kiliçdaroglu gotiye ”Seyid Riza însan e.” Tu dibêjî qey şika xwediya pirsê ji însanbûna Seyid riza heye.
Ji mezin û lîderekî ku bûye sembolê serîhildaneke netewî û qetlîameke mezin ra xîtapkirineke bi vî rengî berî her tiştî heqaret e û bêhurmetiyeke mezin e.
Her kurdê tirsonek, pîs, bêşexsiyet û ruhê xwe firotibe nîjadperestiya tirk, ji bo ku eslê xwe înkar bike, ji bo ku nebêje ez kurd im bersîveke wiha rezîl dide.
Li dinyayê gelek celeb însanên û xerab hene, lê bi dîtina min şexsiyeta herî rezîl, herî bêexlaq înkarkirina eslê xwe ye.
Kiliçdaroglu merivekî hewqasî bêxlaq û pîs e ku kurdayetiya xwe tenê înakr nake, newêre ji kurdekî din ra jî bibêje KURD ! Ya newêre ya jî gotina ”kurd” pê zor tê.
Welhasilî kelam ev camêr rezîlekî bi tescîl e, ev ne cara pêşî xwe wiha pîs dike.
Xwelî li serê wan kurdan ku ji rebenekî wiha hîn jî hêviyekê dikin…

XXX


Yê min bi xwe her ku ez fêr bûm, her ku min dinya û însan nas kirin derdê min zêde bû.

11 december 2014

Dewleta tirk bi bêdilî navê PAKê qebûl kir


Wezareta Karûbarên Hundur ya Tirkiyê dawiya dawî ne ji dil be jî miracaeta Partiya Azadiya Kurdistanê(PAKê)qebûl kir û belgeya girtina miraceta partiyê da berpirsiyarên PAKê.
Ser xêrê be û çavê hemû endam û berpirsiyaran ronî be. Bi vê qebûlkirinê tabuya navê Kurdistanê jî hêdî hêdî tê şikandin. Pêşketineke pir baş e.
Ez hemû dost û hevalên ev nav dîtin û qebûl kirin pîroz dikim û ji dil û can spasiya xwem pêşkêşî wan dikim.
Nav, bi qasî ku ji zarokan ra muhîm e, hewqasî jî ji partî û organîzasyonan ra muhîm e. Ji ber ku nav nasname ye.
Dema zarokek tê dinyayê dê û bav navekî lê dikin. Navekî xweş li zarokê xwe kirin wezîfeya sereke ya her dê û bavî ye.
Ev yek ji bo partiyeke siyasî jî derbas dibe, dibê navên partiyên kurdan jî navên xweş û Kurdistanî bin.
Navekî xweş, navekî netewî, navekî ku navê welatekî hatiye înakrkirin tê da ye, navekî ku îdealekê, hedefekê, welatwekî tîne bîra meriv xweş e û tercîheke bi îsabet e.
Me îro navê Kurdistanê bi dewleta tirk da qebûlkirin, bi xêr sibe jî emê azadiya Kurdistanê bi wan bidin qebûlkrin. Hertişt girêdayî xebatê û berdewamiya wê ye. Ew roj zêde ne dûr e, em nêzî dîtina wê rojê bûne. Dibê em hinekî din xwe bidinê, hinekî din micadele bikin. Serketin ya me ye.
PAK li hemû gelê kurd pîroz be.
Bi hêviya li gorî navê xwe xebateke baş jî bike...

Hemû jî şîrheram in

Engîn Ardiç ji Selahedîn Demirtaş ra gotiye ” Demirtaş dixure”! Yanî canê wî dîsa heqaretê û lêdanê dixwaze.
Ardiç çepekî kevn e, lê nuha paşmêr û şûrkêşekî Erdogan yê devbixwîn e. Ji Erdogan û hukûmeta AKPê ra şelafiyê(nangenimiyê) neke ewê ji nanê xwe bibe.
Dema dibe mesela kurd qet ferq nake, rast, çep, komunîst îslamîst û faşîst li hemberî kurdan hemû dibin yek û destbirakên hev. Rast, çep, komunîst, îslamî hemû jî şîrheram in, li hemberî kurdan tavilê dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk didin aliyekî û dibin yek.
Do Erdogan jî Demirtaş dehdît kir û got, ”ewê nikanibe ji dadgehbûnê xelas bibe…”
Erdogan bi van gotinên xwe him Demirtaş tehdîd dike û him jî ji dozgeran dixwaze ew di heqê Demirtaş da dozê vekin.
Xwezî kurdan jî li hemberî neyarên xwe bikanîbûna wek tirkan hêzên xwe bikirana yek û wek wan piştgirî bidana hev.
Lê ka ew roj!
Ji xwe gava ew roj were, gava kurd bigihîjin wê kamiliyê, bibin xwediyê wî aqilî Kurdistan çê bûye…

XXX
Erê rast e "ji bo hezkirinê dil û ji bo domandinê jî ked lazim e."
lê gava yar zalim û bêbext be bi Xwedê yek jî pere nake

XXX


Heger tu yê li ser soza xwe nema
te çima ev dilê reben xapand
te çima bi xayinî çav pê ra qurçand

10 december 2014

Hedefa îcar xort in

Ev demeke dewlet li Kurdistanê bi bahaneya bûyerên di meş û protestoyên ji bo piştgiriya Kobanê qewimîn rojê bi dehan keç û xortên kurd digrin. Heta nuha bi sedan xort girtine û tewqîf kirine. Bi taybetî jî li bajarên tevgera kurd lê xurt e van operasyon û girtinan dikin. Dixwazin hêza netewî, HDPê, PKKê û alîgirên wan li wan bajaran ji hêzda bixînin.
Di operasyonên 2008-2009a da ji bo ku tevgera kurd ya netewî ji hêz da bixînin, BDPê tasfiye bikin berpirsiyar û kadirên BDPê girtin.
Lê îcar taktîk guhertine, ji dêlî ku dîsa kadir û berpirsiyarên partiyan yên siyasî bigrin, xortan digrin, berê xwe didin xotan.
Armanc wek cara berê dîsa qelskirin û tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî û PKK ye.
Lê hêza dixwazin ji ortê rakin û bi kêmanî ji qewet da bibxînin xort îcar in.
Li gorî wan yên beşdarî meş û protestoyan dibin, yên serî li hemberî dewletê radikin xort in.
Loma jî dixwazin vê hêza dînamîk û tim onlain basko bikin, ji taqet da bixînin.
Li hemberî van operasyonên siyasî yên tasfiyekirinê reaksiyononên xurt neyên nîşandan wek berê ewê bi hezaran kesî bigrin.
Cara berê 10 hezar bû îcar ewê du sê qatî vê hejmarê bigrin. Li her bajarî ewê gencên berbiçav, aktîv û pêşeng bigrin û bi vê riyê him çavên xortan bitirsînin û him jî tevgera kurd ya netewî qels bikin.

XXX
Ne karê her dilî ye ji dûr ve hewqasî hez bike,
bi salan li xerîbiyê rojekê jî ji bîr neke
dildarî zor e, karekî bi bela ye
meriv carê têkeve feqa wê
heta mirinê jî xelasî ne hêsa ye
Zinarê Xamo

XXX


Tu yê wisa hez bikî ku kesê nikanibe ji dilê te cihê bike. Û tu yê ji yeka wer hez bikî ku ewê bi çavên xwe jî nikanebe te bixapîne.
///Can Yucel 

09 december 2014

Tirkiye welatê dewşirmeyan*



Bekir Coşkun li ser Dewleta Osmanî û zimnê ”osmanî” nivîseke pir xweş nivîsî ye. Wek tê zanîn hukûmeta AKPê dixwaze zimanê osmanî yanî tirkiya kevn bike zimanê perwerdê yê mecbûrî.
Coşkun dibêje Osmanî ne ”ecdad mecdad ”ên tirkan e. Û Dewleta Osmanî jî ne dewleteke tirk e. Ji xwe padîşahên Osmaniyan tirk nedigirtin serayê.
”Sadrazam(berpirsiyarê padîşê yê herî mezin, serokwezîr) devşirme…
Berpirsiyarê haremê dewşirme…
lawikên hundur, cariye, serokên çeşnîciyan(kesên berî paşê xwarin tahm dikirin) dewşirme…
Wezîr ji 32 miletan devşirme
Artêş dewşirme…
Muhafizên serayê dewşirme…
Fîlo dewşirme
Tenê “Emîr-î Ahur tirk” bû.
Yanî yê li axurên heywîn dinêrî…”
Coşkun hinekî din jî kûr dajo û dibêje, diya yek padîşahekî Osmaniyan jî ne tirk e, diyên hemûyan sirb, rûs, fransiz, bûlgar, yûnan, polonî, cuhû û ermenî ne.
Ziman jî bêtir farisî û erebî ye.
Ji xwe heta Qanûna Esasî ya sala 1876a di belgeyên dewleta Osmanî da gotina ”tirk” derbas nabe.
Li gorî Coşkun, Komara Tirkiyê dewleteke tirk e, lê dewleta Osmanî ne dewleteke tirk e.
Weleh îro jî dewsirme tirkiyê îdare dikin, tirk hîn jî ya kapicî ne ya jî şivan û gavan in…

XXX
Miletê zimanê xwe wenda bike zû dereng welatê xwe jî wenda dike. Tirk ji bo Kurdistanê ebediyen ji me bistînin zimanê me yasax kirin û îro jî naxwazin serbest bikin.
Kesê li kurdî xwedî dernekeve, kurdî neke zimanê xwe yê siyasî û entellektuelî Kurdistanê jî naxwaze. 

Miletek bi zimanê xwe û bi welatê xwe heye. Ziman here welat jî dihere, welat here ziman jî dihere.


*Dewşirme: Di dema osmaniyan da  zarokên ji bo ku bibin leşker û û brukrat û dewletê îdare bikin, bi taybetî ji Balkanan bi zor ji malbatên wan dihatin stendin û asîmîle dikirin. Yanî ji bo kesê dîn û qewmê xwe guhertiye dewşirme tê gotin.

PARVE BIKE