24 december 2013

Tiştê min ji dîroka kurdan fêm kir...


-Tiştê min ji dîroka kurdan fêm kir, bêtifaqî û berberiya wan bûye sebebê bindestiya wan. Hinekan ev yek fêm kiriye, lê ne bi piranî...

-Bi qasî ku kurd tenezulî dijmin dikin, bi qasî ku ji ber dijminên xwe dadixwin, hewqasî tenezulî hev bikin û ji ber hev daxwin yekîtî çêdibe.

-Bi qasî ku kurd xurtên hev in hewqasî jî xurtên neyarên xwe bûna nuha ne bindest bûn.

-Bi qasî ku kurd qatilên xwe, îşxalkarên welatê xwe efû dikin nîvê wê hevûdu jî efû bikirana nuha em ne bindest bûn…

-Bi qasî ku kurd dîroka dijminên xwe dizanin dîroka xwe jî bizanîbûna nuha her kurd kurdperwerekî temam û bêqusûr bû.

-Bi qasî ku kurd zimanê dijminê xwe fêr dibin zimanê xwe jî fêr bibûna nuha bi hezaran alim, edîb, nivîskar û dîroknasên me hebûn.

-Yanî em ji xelkê ra masiyan û ji xwe ra jî kûsiyan digrin û weselam.

-Ma di bextê we da tiştê min gotine ne rast in?

XXX
Hunermendê bi nav û deng Dilovan di heyvpeyvîna xwe ya bi Rûdawê ra gotiye, ”Ger ez Ermenî bûma, qîmeta min wê bêhtir bûya.”

Hunermendê hêja sedîsed rast gotiye, li ba kurdan xerîb(tirk, ereb û faris) tim bi qîmettir in.
Bavê Dilovan jî û Dilovan bi xwe jî ji muzîka kurdî ra ji Aram kêmtir xizmet nekirine. Lê ne Dilovan û ne jî Bavê wî Reşîdê Baso bi qasî Aram nayên naskirin.

Gava hunermendekî tirk straneke kurdî çewtomewto dibêje, kurd qiyametê radikin, di medya sosyal da bi rojan belav dikin, pesnê wî didin.

Lê kes qedir û qîmetê nade hunermendekî wek Dilovan mezin. Ji xwe zêde kes wî nas jî nake. Ez di facebookê da kêm caran rastî parvekirina straneke Dilovan têm. Bêguman ev bêwefayî ye…
Lê li alî din bi hezaran stranên tirkî parve dikin, reqlama wan dikin.
Çimkî ”gîha hewşê tahl e” …

XXX
Her du encumenên kurd yên Kurdistana rojava (encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê - ENKS û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê-MGRK) piştî gotûbêjên dirêj protokolek mişterek îmze kirin.
Ser xêrê be û çavê hemû kurdan ronî be. Em mecbûr in li hev bikin.

XXX
Gava yekî ji we ra got, ”tu merivê Îsraîl î, tu ajanê Îsraîl î”, dibê hûn bizanibin ku ew li dijî azadiya kurda ye, ew li dijî avabûna Kurdistanê ye, ew dixwaze kurd tim di bin destê tirkan da bimînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE